Ji Optimîzma Hebûnê Ber Bi Azadiya Şoreşgerî Ve

Lîstina lîstika 'aştîxwaziyê' ya Tirkiyeyê li Xezayê û di heman demê de meşandina dîplomasiya şer li Rojava, êdî nakokiyeke berbiçav e. Rîska ferzkirina hevsengekê ku Kurdan di bin navê 'aştiyê' de bêparastin bihêle, gelekî zêde ye.

Di siyaseta îro de, zimanê laş weke dîroka ku di binhişê gel de hatiye kolandin e. Mîna berxwedana bêdeng a Îrlandiyên Bakur li hember keyaniya Îngilîz bi xistina destên xwe di bêrîkan de, her jest, her nihêrîna Kurdan jî êdî nirxeke sembolîk hildigire. Carinan dûrî di silav dayînekî de veşartî ye, carînan hiyerarşî di çarçoveyeke wêneyî de xûya dike. Fermana serdest ne tenê di zagonê de, di laş û sembolan de jî tê xwendin û berxwedan tam li wir dest pê dike: Di sekinîneke bêdeng de, di seriyekî serbilind de... Azadiya şoreşgerî, bi ferqkirina vê bîranîna ku ji gotinê derbasî laş bûye, dest pê dike.

Yaşar Kemal ê ku ez wî bi rêzdariyeke kûr bi bîr tînim, dema behsa Îdîot a Dostoyevskî dike, dibêje ku mirov heta li ber kendalê jî dev ji azweriyên jiyanê bernade: "Mirovekî deyne ber kendalekî bêdawî, di bin de valahiyeke bêdawî hebe lê tenê bohoste ax hebe ku lingê xwe lê deyne, ew mirov dîsa jî dixwaze bijî."

Ev rêz nivîs ne tenê rastiyeke takekesî, lê rastiyeke civakî jî vedibêjin. Gelê Kurd, bi sedan salan li ber kendal, di qadeke teng a ku ji aliyê mêtingerî, înkar û nîjadperestiyê ve hatiye ferzkirin de hewl dide nefesê bigire. Îradeya vî gelî ya ji bo jiyanê, yek ji dirêjtirîn û bi rûmettirîn berxwedanên dîroka mirovahiyê ye. Êdî mijar ne tenê jiyan e, jiyandin e; yanî ji nû ve avakirin e.

Tam li vir, nivîskarê Fransî Giuliano da Empoli, di nivîsa xwe ya bi sernavê “L’ère des prédateurs” (Serdema Dirindeyan) de, dema karaktera serdema me vedibêje, wiha dibêje: “Îro, em di hawîrdoreke de dijîn ku, wekî di hin serdemên dîrokê de, êrîşkar pêşvetir in. Êdî zagon nîn in, tenê dirinde hene. Di vê serdemê de du cure dirinde serdest in: Ya yekem, dirindeyên siyasî, fîgurên wek D. Trump, MB Salmane, Bukele, yên ku kiryar kirine yekane zagon, propaganda kirine yekane rêbaz. Ya din, dirindeyên teknolojîk, lordên cîhana dîjîtal. Wan ekosîstemeke nû ava kirine; cîhanek ku êrîşkar her gav avantajdar e, êrîşkirin bêpere ye lê parastin pir biha ye.”

XETA PARASTINÊ YA DAWÎ YA MIROVAHIYÊ

Gotina Empoli rewşa giyanî ya îro bi tevahî kurte dike. Êdî hêz ne li ser zagonê, li ser êrîşê, ne li ser rêxistinê, li ser şanoyê, ne li ser sincê, li ser bandorê ye. Wê demê, hebûna Kurdan îro ne tenê parastina gelekî ye, di vê serdema dirinde de xeta parastinê ya dawî ya mirovahiyê ye. Ji ber ku di cîhana me ya îroyîn de hebûn êdî ne çalakiyek biyolojîk, lê çalakiyek sincî, berxwedaneke  etîk e.

Li aliyekî din yê cîhanê Konferansa Cihûyan, barê sincî yê hesabdayîna bi qirkirina borî re hildigire, li aliyê din êşa gelê Ermenî hîna di bêdengiyê de vedide. Gelê Filistînê her roj li ber çavên me bi heman nemafiyê tê ceribandin û gelê Kurd jî li dijî înkara dîroka xwe berdewamî têdikoş e. Di heman hefteyan de yekî digot "careke dinê qet", yê din digot "em hîn jî li vir in." Ev ne tenê nakokiyeke dîrokî ye, lê bêdengiyeke kûr e ku di bîra mirovahiyê de vebûye. Û erê, her carê "livandina pelekî weke biharê hesibandin" dibe ku ji hin kesan re wek qelsî xuya bike. Lê belê, ev refleks, ji tunebûnê re şêweya hebûnê ya herî kûr a gelekî ye. Li her gotin, her daxuyanî, her gotegotê li hêviyekê gerîn, îfadeya herî mirovî ya baweriya gelekî ku mirinê ewqas ji nêz ve nas kiriye, bi jiyanê ye. Divê ev rewşa hilberîna hêviyê neyê kêmkirin, ji ber ku ev rîtma dawî ya dilekî têkçûyî ye.

MÊTINGERÎ, GELEK CARAN BI MÎMARIYÊN NAYÊN DÎTIN DIXEBITIN

Îro her kesê ku dixwaze li Tirkiyeyê behsa aştî yan jî pêvajoyê bike, divê pêşî vê rastiyê bibîne: Îmralî ne tenê cihekî dîlgirtinê ye, lê şêweyekî rêvebirin û kontrolê ye.

Wekî ku Zekî Aqil di rojnameya Yeni Ozgur Polîtîka de bal kişandibû: “Heta ku Îmralî bibe cihekî dîlgirtinê, aştî çênabe.” Ev gotin naveroka pirsgirêkê nîşan dide. Bi kontrolkirina rêveberî, fikir û vîna siyasî ya gelekî re aştî nayê avakirin. Ev sîstem berhema nêrîna kolonyal li ser pirsgirêka Kurd e, ne stratejîk e; kontrol bike, îzole bike, paşê qala 'diyalog'ê bike.

Her wiha Duran Kalkan jî di hevpeyvîna xwe ya dirêj a bi ANF'ê re de, vê rastiyê hê zelaltir vedibêje: "Di sîstema tecrîda Îmralî de ti guhertin nîne... Wan sîstemeke wiha afirandine; her tiştî qedexe bike, qedexe bike; piştre dema piştî şeş salan hevdîtineke parêzeran çêbû, her kes şa bibe.”

Ev ne tenê şêweyekî tecrîdê ye, mekanîzmayeke kontrolê ye ku hebûna siyasî ya gelekî her dem dipîve û sînordar dike. Mêtingerî îro bi van mîmariyên îdarî yên nayên dîtin, ne bi tankan dixebite. Di van şert û mercan de, heta sekinîna DEM Partiyê bi serê xwe jî bûyereke berxwedanê ye. Dema ku hevserokên wê yên berê, bi hezaran kadroyên wê, bi sedan hevşaredar, parlamenter û rêveberên wê di girtîgehan de ne, ji nû ve rêxistinkirina îradeyê di her hilbijartinê de, piştî her zextê rabûna ser piyan, ne tenê berxwedana partiyekê, berxwedana bîra û rûmeta gelekî ye. Pergala mêtinger bi rastî têk diçe ji ber ku nikarî vê bîranînê vemîrîne, gelê Kurd ne tenê ji bo jiyanê, ji bo parastina rastiyê jî li ber xwe dide.

DIVÊ ÊDÎ SERDEMA ÇESPANDINÊ BIQEDE

Siyaseta Kurd bi salan di bin barê çespandina xwe de meşiya. Di her diyalogê de, di her pêvajoyê de, di her konferansê de pêşî bi neçariya "armanca xwe biçepisîne" re rû bi rû ma. Ev çespandin, êdî ne veguherî azmûna berxwedanekê, veguherî azmûna rûmeta gelekî. Lê belê divê serdema çespandinê êdî biqede. Ji ber ku hîna zor dayîna çespandina hebûn, êş û berxwedana gelekî, şêweya mêtingeriya herî nazik e. Rastî li ber çavan e, êdî mesele ne gotina ku mirov rast e, avakirina jiyana ku rastî ferz dike ye. Azadiya şoreşgerî tam li vir dest pê dike, dev ji çespandina xwe ber dide û dest bi jiyîna xwe dike. Jeopolîtîka herêmê vê tabloyê giran dike.

Lîstina lîstika 'aştîxwaziyê' ya Tirkiyeyê li Xezayê û di heman demê de meşandina dîplomasiya şer li Rojava, êdî nakokiyeke şênber e. Hişyariya Duran Kalkan a ku bi israr tîne ziman, "Dûvê çêlê wê li Qibrisê qut bibe!" ne metaforek e, tespîteke siyasî ye ku li ser çavdêriyên navxweyî yên tevgerê ye, xetên enerjiyê yên Derya Spî a Rojhilat, hevsengiya ji nû ve bi Rojavayê Cîhanê re girêdanê nîşan dide.

Tengbûna li ser xeta Qibris/Deryaya Spî a Rojhilat bi têkoşîna aştiyê ya Kurdan re têkildar e. Li ser xeta ku ji Sûriyê heta Qibrisê, ji Îranê heta Deryaya Spî a Rojhilat dirêj dibe, krîzên kûr zêde dibin. Rîska ferzkirina hevsengiyeke ku Kurdan di bahozên pêş de, di bin navê 'aştiyê' de bêparastin bihêle, gelekî zêde ye.

MAFÊ KURDAN Ê HEVDÎTINA BI HEMÛ HÊZAN RE REWA YE

Di vê navberê de tê dîtin ku hêzên hegemonîk hewl didin hêviyên paqij û rewa yên Kurdan, di nav stratejiyên xwe yên herêmî de bihelinin. Her têkiliyeke ku bi sernavên "dostanî", "hevpeymanî" an "konferans"ê tê meşandin, dikare ji aliyê zimanê medyaya ku nîjadperestiyê li hundir gur dike, were şêlandin. Heta lêgerînên siyasî yên herî xwezayî yên Kurdan jî dikarin wekî sûc bêne pêşkêşkirin. Mafê Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye ku bi hemû hêzên ku bawer dikin wê piştgiriya wan bikin, re hevdîtinan bikin û hevparîya taktîkî/stratejîk ava bikin. Rexne ne li ser vî mafî bi xwe ye, li ser manîpulasyona neyarane ya van gavan ji hêla hêzên hegemonîk ve ye. Ji ber vê yekê divê hişmendiya stratejîk neyê berdan, divê hêvî bê parastin, lê divê destûr neyê dayîn ku were amûrîzekirin. Li hemberî vê tabloyê û bi mîsyona ku hildaye ser xwe, Gulten Kişanak, berpirsyariya damezrîner a gel û bi taybetî ciwanên Kurd wiha tîne bîra wan: “Em rêya ciwanan vekin, em berpirsyariyê bidin wan. Ciwanên tevgereke ku bi angaşta 'Me bi ciwanî dest pê kir', divê berpirsyariya vê têkoşînê bigirin ser xwe. Ciwan, divê kêmasiyên me bidin rûyê me, yên nû ava bikin.”

AŞTÎ, BI QENCİYÊN KÊMTİRÎN NA, LI BI WEKHEVİYÊ PÊKAN E

Her çend ev bang ne rexne be jî, bîranîna mîrateyekê û vexwendina domandina wê be jî, bîranîna vê rastiyê ne şaş e: Gelo ciwanên Kurdistanê di kîjan qonax û pêwîstiya têkoşîna neteweyî ya rizgariya Kurdistanê de paşde man? Ciwanên vî gelî ev sedsalek e ku ne tenê li kolanan, lê di her qada jiyanê de bi dayîna berdêlên herî giran, ev têkoşîn hildane ser milê xwe, qet dev ji berpirsyariyên xwe bernedane û berdewam dikin ku berdêla herî mezin bidin. Îro pêwîstî bi wê yekê nîn e ku ciwan xwe ‘li gorî ya kevin’ rêxistin bixin, lê pêwîstî bi wê yekê heye ku kadroyên rêvebir ziman, lez, mecra û ruhê ciwanan fêm bikin û bi wan re ya nû ava bikin. Îro êdî mesele ne hebûn e, redkirina şêwaza jiyanê ya ku mêtingerî ferz dike ye. Aştî, bi bexşên herî kêmtirîn ên pêşkêşkirî ne, bi wekheviyê pêkan e. Û azadiya şoreşgerî, ne bi zimanê tirsê, bi zimanê wêrekîyê wê ji nû ve bê avakirin. Ji ber ku azadî, ne li ber devê kendalekî ye, di wêrekiya avêtina wê kendalê de ye.