Ji kê re 'hemwelatî' tê gotin?

Tu mantiqa ku bi rêya xaleke qanûna bingehîn Kurd û gelên din weke Tirk werin îlankirin, tune ye. Ev xal li dijî rastiyan e û xaleke înkarê ye. Wateya israrkirina wê jî israra faşîzm û komkujiyê ye.

Mijara hemwelatîbûnê yek ji wan mijaran e ku di vê pêvajoyê de gelekî tê nîqaşkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hin hevdîtinan de têkildarî mijara hemwelatîbûnê hin nirxandin kirine.  Ji bo mijar were fêmkirin em ê di vê nivîsa xwe de li ser van nirxandinan bisekinin. Eşkerekirina têgeha ‘’hemwelatî’’ jî girîng e ku li ser gelekî nîqaş hene. Di qanûna bingehîn ya heyî de li ser xala ku hemwelatîbûnê sererast dike nîqaşeke ku tê birêvebirin heye. Em di wê baweriyê de ne ku tu wateya beşdarbûna wê nîqaşê tune ye. Beriya her tiştî divê em bînin ziman ku qanûnên bingehîn ne tekstên îdeolojîk in. Erkekekî wan a weke afirandina diyardeyeke civakî tune ye. Qanûneke bingehîn a demokratîk bêyî qedexekirina diyardeyên civakî bi awayekî yasayî rê li pêşiya derfetên xweîfadekirina bi awayekî azad vedike. Qanûnên bingehîn û yasa divê bi perspektîfeke azadîxwaz û demokratîk xwe nû bikin. Her wiha me diyar kir ku armanceke wan a weke netew-dewletê tune ye. Me anî ziman ku weke prensîb em li dijî wê ne. Lê belê ev yek eşkere ye ku hemankirina hemwelatîbûna dewletê û aîdîyeta neteweyî  prensîbeke faşîst e. Ne Kurd ne jî komeke din a etnîkî mecbûr nînin ku xwe weke Tirk îfade bikin. Faşîzma rastîn li vir e. Tirkkirina bi darê zorê sepaneke faşîst e. Tew di mînaka li vir de abestiyek jî heye. ‘’Tê gotin ku ‘’Em lêkolîna eslî nakin, bes bila xwe weke Tirk îfade bike.’’ Hewl tê dayîn ku kûrahiya bi vê faşîzmê tê kirin were veşartin û weke ku rewşeke mirovî ye were nîşandan.

Weke prensîbî em diyar dikin; hemwelatîbûn aîdiyeta ji dewletê re diyar dike. Aîdiyeta ji netewan re ne mujara hemwelatîbûnê ye. Însanên ku bi heman têkiliya hemwelatîbûnê girêdayî hevûdu lê belê ji aîdiyeta ji neteweyên cuda dikarin bi hevûdu re bijîn. Em mînakên wê li welatên li gelek herêmên cuda ên seranserê cîhanê dibînin. Li gel nîşandana hêmana hemwelatîbûnê nabe ku nasnameya etnîkî ya civakekê tune were hesibandin. Ji ber ku hêmana hemwelatîbûnê bes bi aîdiyeta bi dewletê re eleqedar e. Dibe Suryanî, Ereb, Ermenî, Efrîqayî yan jî Rûs hemwelatiyên Tirkiyeyê bin lê belê ferzkirina ku ev xwe weke Tirk bidin nîşandan ji bilî faşîzmê ne tiştekî din e. Însanek dikare hem Kurd be û hemwelatiyê Tirkiyeyê be û tekane çareserî jî ev e. Li Emerîkayê li gel devjêberdana aîdiyetê hemwelatîbûn nayê ferzkirin; li Fransayê Efrîqayiyên Başûr Fransîbûn bi darê zorê nayê ferzkirin. Lê belê li Tirkiyeyê Kurd û gelek gelên din bes ji bo ku dixwazin li vî welatî û welatên xwe bijîn zexta Tirkbûnê li wan tê kirin! Nasnameya Tirkbûnê wê ji vê yekê çi bi dest bixe? Eşkere ye ku ev yek li hemberî çand û nasnameya Tirkbûnê heqareta herî mezin e. Ma nasnameya Tirkbûnê ew qasî lawaz e ku neçar dimîne ku bi darê zorê însanên ji nasnameyên din bi xwe ve girê bide? Gelo çawaniya wê kên e yan çendaniya wê? Nasnameyeke dêrîn ji bo faşîzmê dibe mijata nîqaşê û ev yek jî qaşo li ser navê mezinkirina nasnameya Tirkbûnê tê parastin.

Baş e însanên ji van gelên dêrîn, çandan û erdnigariyan wê vê yekê bi vî rengî qebûl bikin? Ma wê li bendê nemînin ku vê pergalê serûbino bikin? Ev ferzkirin, wê ji bilî yekîtiyeke dilnerehet û tirsok çi bide qezençkirin?  Haydê em bibêjin Kurdan dev ji xwe berda êdî qebûl bikin ku ew Tirk in jî wê kî ji vê yekê bawer bike? Gelo Suryanî, Ermenî, Ereb, Çerkez û Lazên ku rehên wan digihîjin bi hezaran salan dema ku bibêjin ku ‘’em Tirk in’’ wê nasnameya Tirkbûnê rizgar bibe? Ger bibêjin ku ‘’me dev ji aîdiyeta xwe berda’’ jî wê wateyeke vê yekê ya sosyolojîk hebe? Tu mantiq û hevgiriyeke faşîzma ku di bin navê prensîba hemwelatîbûnê de tê ferzkirin tune ye. Divê demildest ev yek weke berdan.  Divê cihana akademiyê, rewşenbîr, bîrewer û derdorên siyasê yên li Tirkiyeyê dev ji vê yekê berdin. Parastina vê yekê ya li ser navê civaknasiyê û pêşverûtiyê mînaka ecebiyê ye. Dîrok wê nîjdaperestiya kûr û cihêkariya kesên ku parastina vê yekê dikin, binivîse. Eşkere ye ku ya tê ferzkirin ‘’azadiya xwe înkarkirinê ye.’’ Tu aliyên vê yên bi mantiqê, exlaqê, baweriyê û zanistê were îzahkirin, tune ye. Divê kesên xwediyên vê zîhniyetê ferzkirina faşîzmeke bi vî rengî biterikînin.

Ya girîng xweîfadekirina bi awayekî azad e. Qanûna bingehîn yan jî prensîba hemwelatîbûnê nikare dest bi xweîfadekirina aîdiyeta însanan bike. Em dubare tînin ziman; Hemwelatîbûn têkiliya bi dewletê re sererast dike, aîdiyeta ji neteweyan re jî ji aliyê têkiliyên civakî-çandî û bi îradeya azad ya kesan ve tê diyarkirin. Dewlet; nikare dest bi aîdiyetên netew, ol û mezheban bide. Hemû nêzîkatiyên derveyî vê tên redkirin.

Divê prensîba hemwelatîbûnê rast were fêmkirin û naveroka wê bi awayê ku were fêmkirin were sererastkirin. Hemwelatî, di tercîhên xwe yên netew, ol, çand û pergalê de azad in. Divê li pêşiya pratîkkirina vê yekê de astengiyeke dewletê tune be. Pênaseya hemwelatîbûnê endamtiya dewletê diyar dike. Girdaniya hemû kesên hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê ya ji dewletê re îfade dike; ne Kurdbûn û Tirkbûna wan… Hemwelatîbûna ji neteweyeke rê nabe; hemwelatîbûna ji olê re nabe, hemwelatîbûna ji mezheban re nabe; hemwelatîbûna dewletan dibe. Dema ku mijar dibe Komara Tirkiyeyê kesê ku wê bibe endam dibe ku bibe hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê. Divê ev pênase rast were fêmkirin. Hemwelatîbûna dewletê û aîdiyetên neteweyî tên tevlihevkirin, şaşitiyeke ku her du weke hev in tê ferzkirin. Divê baş were fêmkirin xaleke bi vî rengî ya di qanûna bingehîn de hatiye bicihkirin wê li pêşiya her cure yekîtiyê bibe asteng.

Tu mantiqa ku bi rêya xaleke qanûna bingehîn Kurd û gelên din weke Tirk werin îlankirin, tune ye. Ev xal li dijî rastiyan e û xaleke înkarê ye. Wateya israrkirina wê jî israra faşîzm û komkujiyê ye. Bi darê zorê kes nabe Tirk. Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne, lê belê ne Tirk in. Divê israra vê yekê jî zêde neyê kirin.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşamê