Ji bo sekinandina cinawirê kapîtalîzm*
Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
Dîrok ne dîroka şerê çînî ye, dîrok dîroka şerê komun-dewletê ye. Gelek tecrûbe hene ku dîrok bi vî rengî ye ku ev gelekî watedar e. Teoriya şerê çînî, bi teorî û pratîka xwe bi temamî têk çûye. Sosyalîzma reel mînaka vê yekê ya şênber e. Ji ber vê yekê xwîna komunarên ku ji bo sosyalîzmê têkoşiyane, weke xwe li erdê ye. Lê belê lêgerîn jî dewam dikin.
Cinawirê kapîtalîzm di qonaxa em gihîştinê de bindestan ku ji sedî nodê civakê pêk tînin weke ‘’avêtî’’ (gilêş) îlan dike; diavêje ser gilêşa pîsatiyê. Ev pirsgirêkeke piralî ye. Êdî mesele ne kedxwarî û mayîna di bin zextê de ye; bicihkirina pozîsyoneke dermirovî ye ku ev yek tê wataye bidawîbûn û xilasbûna mirovahiyê. Ji bo sekinadina cinawirê kapîtalîzm jî ku ev yek ji aliyê wî ve hatine kirin, divê ji krîza ku bi destê sosyalîzma reel hatiye afirandin derketina baş were kirin. Hemû hewlên me analîzkirina vê yekê ya li gel sedemên wê yên dîrokî û derxistina holê ya heqîqetê ye.
…
Siddartha Gautama (Budha), bi gotina xwe ya ‘’Dema li ser pişta te xençer hebe ti wateyên wê nîne ku te gerdûn, cîhan û malbat wiha dorpêç kiriye, wisa şîrove kiriye û wisa xeyal kiriye. Tekane tişta ku divê tu bikî, derxistina xençerê ye’’ tespîteke gelekî baş kiriye. Lê belê Budha ne di wê rewşê de ye ku sosyolojiya vê yekê bike. Ji bo sosyolojî xwe bigihîne ronahiyê diviya ev derizîna civakî ya ku kujerê kastîk ferz dike, tespît bikira. Tew divê sosyalîzm ji nirxandina dîroka civakî re bi pênasekirina vî kujerê civakî yê kastîk dest pê bike. Wê sosyolojî were kirin, wê demê divê karê ewil pênasekirina kujerê kastîk e. Balkişandina Budha ya ser vê yekê rewşeke nuwaze ye. Divê ev yek, bibe prensîba sereke ya sosyalîzmê. Divê sosyalîzm di destpêkê de berê xwe bide rastiya civakî ya kastîk, wê ronî bike û li hemberî bermayiyên wê têbikoşe. Weke ku em ê di demên pêş de nîşan bidin, kapîtalîzma heyî qonaxa dawîn a kujerê kastîk e.
…
Mîrateya kujerê kastîk di roja me ya îroyîn de dikare bi dehşeta bombeya atomê hemû mirovahiyê tune bike. Gelo ev normal in? Weke ku Budha aniye ziman, dema xençer li ser pişta te be tu yê nîqaşa çi bikî û li ser çi biaxivî? Heya ku ev kujerê kastîk neyê fêmkirin, dev ji avakirina sosyalîzmê berdin heya sosyolojî jî nayê kirin û nabe ku qala exlaq û olê jî were kirin. Li meydanê kujerê kastîk heye û heya ev kujerê kastîk neyê çareserkirin zanist jî nayê kirin.
…
PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ LI GEL KUJERÊ KASTÎK DESTPÊ KIRINE
Destpêkirina dîrokê ya li gel nivîsê helbet şaş e. Ji ber ku beriya nivîsê jî însan û jiyana wan a civakî, rastiya civaka dîrokî heye. Ji ber vê yekê beriya nivîsê jî piştî wê jî dîrok e. Tişta ku em dixwazin bi israr balê bikşînin ser jî ew e ku di pêşketina civaka dîrokî de xala destpêkê ya pirsgirêkên civakî çi ye. Pirsgirêkên civakî ku tê wateya destpêka dîroka pergala desthilatdarparêz-dewletparêz jî li gel kujerê kastîk dest pê kiriye. Destpêkirina dîroka pergala serweriya mêran, desthilatdarparêz-dewletparêz ya li gel kujerê kastîk divê hem bibe çavkaniya sereke ya sosyolojiyê ya hem jî ya sosyalîzma girêdayî wê. Tew neçar e ku bibe bingeha zanistên civakî jî. Derketina kujerê kastîk, di pêşketina civakî de şikestina ewil a mezin e. Ev derketin, di civaka dayîkan de şikestineke mezin diafirîne. Belkî jî mezintirîn şoreşa dijber a dîrokê ye. Bersiva ku ji pirsa dîroka piştî derketina kujerê kastîk çi ye re were dayîn ev e: Dîrok ew dîrok e ku civak bi destê kujerê kastîk hate qelaştin, koletiya mezin li ser civakê hate ferzkirin, dest li fikir û jiyana civakê hate werdan. Di heman demê de dîroka berxwedana civaka dîrokî ya li ser bingeha komunê ye ku li dijî kujerê kastîk hate kirin.
…
DÎROK, NE DÎROKA TÊKOŞÎNA ÇÎNÎ YE; TÊKOŞÎNA KOMUN Û DEWLETÊ YE
Me got ku ‘’Dîrok, ne dîroka têkoşîna çînî ye, têkoşîna di navbera komun û dewletê de ye.’’ Em neçar in ku vê yekê bikin prensîba sereke ya sosyalîzmê. Divê sosyalîzm di destpêkê de berê xwe bide rastiya civakî ya kastîk, wê ronî bike û li hemberî bermayiyên wê têbikoşe. Her wiha em dibînin ku kapîtalîzma heyî jî dibe qonaxa dawîn a kujerê kastîk. Em dev ji kapîtalîzmê berdin, pêşxistina aboriyeke baş, hêzên hilberînê û têkiliyên wê, cihaneke wisa afirandiye ku ji bo însanan têgeha ‘’avêtî’’ tê bikaranîn. Pir eşkere ye ku civak bes ne di bin gefê de ye, hatiye bêhêzkirin. Her wiha hin fîlozof jî tespîta ‘’mirina mirovahiyê’’ dikin. Di serî de M. Foucault hin bîrewer ji tespîtên ‘mirina xweda’’ derbas bûne û girêdayî têkiliya xweda-însan mirina însanan îlan dikin. Li gorî M. Foucault li gel kapîtalîzmê însan dimire. Guman tune ye ku tespîteke gelekî girîng e. Ger sosyalîzm were nûkirin divê girêdayî vê têgehê were nûkirin. Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
REXNEYEKE MEZIN Û VEQETÎN
Marks dibêje ku kapîtalîzm hêmaneke zanistî ye û dikare bi awayekî zanistî were lêkolînkirin. Erê, kapîtalîzmê xirab nîşan dide, gelekî cinawiruyan lê bar dike, lê belê di encamê de diyar dike ku ew serdemeke pêş e. Kapîtalîzmê heya serdema xwe ya herî pêş û ji bo derbasbûna sosyalîzmê jî weke qonaxeke civakî ya hewce dibîne. Ji ber wê yekê divê em li vir rexneyeke mezin û veqetînekê bikin. Jixwe sosyalîzma reel bi xwe jî ev veqetîn pêk aniye. Di pratîka xwe de derxistiye holê ku sosyalîzmeke bi vî rengî nabe sosyalîzm. Divê neyê jibîrkirin ku teşhîsa şaş tu nexweşan rizgar nake. Mûcîze jî werin nîşandan ger teşhîs şaş were kirin nexweş wê bimire; ji ber ku teşhîs ne rast e. Teşhîsa civakî ya ji aliyê Marks ve hatiye kirin şaş e. Diviya Marks li şûna pirtûka Kapîtalê civaka kujerê kastîk binivîsanda. Navê wê ne Kapîtal, bi vî rengî bûna wê encamên cuda bi dest xistibana û wê sosyalîzmeke cudatir pêş bixista. Wê demê jî cîhan jî cîhaneke bi vî rengî nedibû.
DI VÊ XALÊ DE DIVÊ MARKS NEYÊ SÛCDARKIRIN JI BER KU…
Dibêje ku materyalîzma dîrokî ‘’dîroka têkoşîna dîroka çînî ye.’’ Lê belê li holê kujerê kastîk heye. Di vê xalê de divê Marks neyê sûcdarkirin, ji ber ku di wê serdemê de hê arkeolojiyeke weke roja me ya îroyîn tune bû. Marks li gorî daneyên zanistê tev geriyaya. Lê belê dikare were gotin ku Marks girêdayî daneyên serdema xwe sosyolojiyeke teng û kêm kiriye. Dixwaze bi rêya pirtûka Kapîtal pêngavekê biavêje lê belê nikare wê bi dawî bike. Bi ser nakeve. Ji ber ku têkidarî netewdewletê gelek tişt neanîne ziman. Helbet têkildarî niyetbaşiya wî tu guman tune ne lê belê ji ber ku rastiya koledariyê baş nehatiye fêmkirin û derbaskirin sosyalîzma ku bingeha wê ava kiriye jî nikare ser bikeve. Çawa ku jinên di civaka klan-qebîleyan de hatin kolekirin û bes weke amûrekê xistin xizmeta vê pergalê, rêya ku ji aliyê Marks ve hate vekirin jî bi kêrî kapîtalê hat. Ji bervmê yekê ‘Kapîtal’ bi kêrî kapîtalê hat. ’Kapîtal’ bi rastî jî bû kapîtal hem jî bi rêya utopyaya kominîzma Marks. Sosyalîzma reel jî sed salan bû rêbazeke wisa ku kapîtalîzm li ser piyan girt.
LENÎN Û MAO NEKARÎN DEMOKRASIYÊ PÊŞ BIXIN
Li gel Marks dîktatoriyeke proletaryayê ya dişibe burjiwaziyê heye. Lenîn jî vê rewşa ‘’dewleta sosyalîst’’ digire û Stalîn jî bicihanîna wê peyda dike. Lenîn û Mao nikarin demokrasiyê pêş bixin. Deng Chiao Ping li Çînê dewleteke kapîtalîst a bêqusûr ava dike. Stalîn jî bi heman awayî dewleteke kapîtalîzmê ya bêqusûr ava dike û demokrasî nikare pêş bikeve.
Marks di 1858’an de di nameyên ku ji bo Ferdinand Lassalle û Engels dinivîse de diyar dike ku ew dixwaze van pirtûkan binivîse; 1-Sermaye, 2-Milkiyeta xakê, 3- Keda biheq, 4- Dewlet, 5-Bazirganiya navneteweyî, 6- Bazar cîhanê.
Ji van şeş pirtûkan a yekem Kapîtal e. Berga yekem a pirtûka yekemîn di sala 1867’an de diqedîne. Bergên duyem û sêyem ji aliyê Engels ve tên sererastkirin. Ji bo bergên mayî Marks dev ji peydakirina wextî berdin heya pêşnivîsa wan jî amade nekirine. Ev yek jî bûne sedem ku sosyalîzm û Marksîzm kêm bimînin. Ji ber ku pirtûkên ku kuliyatê pêk bînin û pirtûkên ku wê bihatana nivîsandin, nehatine nivîsandin. Bi vî awayî gelek analîzên pir girîng ên divaya werin kirin, nehatine kirin. Marks di jiyana xwe de nikare van temam bike. Lenîn Dewlet û Şoreş nivîsandiye, lê belê nekariye ji nav meseleyê derkeve. Tim gotiye ‘’Karesat û karesat.’’ Lê belê di sala 1922’yan de ew karesat wê bibe dawiya Lenîn. Mao jî gotiye ‘’şoreşa çandî’’, wisa bawer kiriye ku wê bi rêya wan ser bikeve. Encam, bûye ‘’şoreşa’’ kapîtalîst a Deng Chiao Ping.
NIRXANDINA ‘KASTÎK’ LI GEL PLATON Û MARKS HEYE
Di rastiyê de nirxandina ‘kastîk’ hem li ba Platon hem jî li ba Marks heye. Lê belê bala xwe tam nedane vê yekê. Ev yek jî ne ku bi temamî ji bîr kirine, ji ber ku wateya tam fêm nekirine û analîzeke cidî ya sosyolojîk, siyasî û dîrokî nekirine.
…
Pirtûka Marks a bi navê ‘Dewlet’ , diviya di destpêkê de binivîsanda lê belê li şûna wê Sermaye nivîsand ku ev yek jî xeta ye. Sermaye, di serdemên ewil de li ba Sumeriyan jî hebû. Ne keşfeke nû ye. Lê belê netewdewlet modeleke siyasî ye ku cara ewil ji aliyê îdeolojî, aborî û teknîka Rojava ve hate derxistin. Û wê modêlê kapîtalîzm afirand.
Li Rûsyayê jî, li Çînê jî hêmana kastîk sosyalîzm ne ji derve mixabin ku ji hundir xesp kir û dawî lê anî. Sedema hilweîna wê jî ev e. Stalîn hêmaneke kastîk e, di zarokatiya xwe de wisa hatiye perwerdekirin, eleqeya wî bi demokrasiyê re tune ye. Stalîn têgehên weke ‘hêz-zext’ hembêz kirine ku ev yek jî têkildarî taybetmendiyên wî yên kastîk in. Ev felsefe di encamê de felsefeya çînî ye û ber bi dawiyê ve biriye. Roja îroyîn li Rûsyayê tu kes parastina vê yekê nake. Kapîtalîstkirina Çînê ji aliyê çend hêmanan ve hatiye kirin. Sosyalîzm ji hundir hatiye bidestxistin. Ev hemû kastîk in, heya ne arîstokratîk in jî. Çarên Rûs kastîk in lê belê li derdora wan hêmanên arîstokratîk hene. Ewropa jî bi vî rengî ye.
Weke encam dikare ev yek were îfadekirin; ji kîjan aliyî ve were nêrîn jî modernîte şaristaniya nû ye. Bingeha wê ya çînî, zanistî û desthilatdar-dewletparêz heye. Lê belê di nava demeke kurt de bermahiyên çîna kevn di bin navê kapîtalîzmê de nava modernîteyê vala dikin û wê bi kar tînin. Qezencê kom dikin û vediguherînin kapîtalê. Marks jî mixabin ku ev yek weke ‘’pêşverû, geşedana mezin’’ pênase dike û ew kiriye mijara lêkolînê.
Li şûna ku kujerî weke kujer pênase bike, hewl dide ku pergala kapîtalîzmê analîz bike û dibêje ku kapîtalîzm aborî û teknîkê pêş dixe. Lê belê ma em çima van bikin malê kapîtalîzmê? Di rastiyê de kapîtalîzmê ev dizîne û xesp kirine. Ya di destê her kesî de standiye û danehev desteser kiriye. Çînê qesta can kiriye û hebûna xwe ava kiriye. Heya ku ev rastî neyê dîtin teoriya sosyalîzmê jî bi awayekî baş nayê kirin.
Xetaya Marks ew e ku modernîte û kapîtalîzm tevlihev kirine û di navbera herduyan de cudahiyek nekiriye. Weke ku kapîtalîzm zanistê, Ronesansê, felsefeyê û hunerê diafirîne, girtiye dest lê belê rastî ne bi vî rengî ye. Ev yek hem gelekî bi talûke ye hem jî yek ji sedema hilweşîna sosyalîzma reel e. Destpêka modernîteyê Ronesans e, şaxa wê ya din Reformasyon e. Reformasyon, guherîna mezin a awayê Katolîk ê Xiristiyaniyê ye. Şaxa wê ya sêyem jî şoreşa zanistî û felsefîk e. Li gel van her sê geşedanan her tişt ji binî ve diguhere. Encamên vê yekê ‘’aboriya kapîtalîst e.’’
Kapîtalîzm her çend weke aborî û sermayeyê derketibe holê jî di cewhera xwe de modernîteyê di nava xwe de xilas dike. Modernîteya Rojava a niha jî gerdûnî ye. Kapîtalîzmê hundirê wê vala kiriye. Marks jî ev yek nedîtiye û bi armanca avakirina modernîteya dijber nekariya pergala vê yekê ava bike. Li gorî me kapîtalîzmê hundirê modernîteyê qewartiye. Bi taybet jî Ronesan di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar aniye. Reformasyon, berê xwe daye xizmeta kapîtalîzma zanist û felsefeyê. Hêmanên kapîtal weke cinawirekî diz, talanker û tuneker in. Kapîtalîzmê modernîte neafirandiye; berovajî wê hundirê modernîteyê vala kiriye.
Divê em li vir berê xwe bidin çavkaniya şaşiyên di teoriyê de. Marks piştre bi van xetayên xwe dihese. Dixwaze bi rêya dersên ku ji Komuna Parîsê distîne, veguherînê pêk bîne lê belê nikare. Engels hewl dide, Lenîn dixwaze bi rêya berhema xwe ya bi navê ‘’Dewlet û Şoreş’’ hin tiştan bike. Tecrûbeya Sowyetê tê pêşxistin. Her çend tevî hemû rexneyan jî ji hundir û derve serkeftinê bi dest bixe jî dibêje ku ‘’ez ji karesatê hatime.’’ Ev hemû têkildarî şaşnirxandina avaniya kastîk in. Sedema hilweşîna sosyalîzma reel, girêdayî analîza kapîtalîzmê ya şaş e. Derbaskirina vê yekê gelekî zehmet e. Ceribandina wê hatiye kirin lê belê bi ser neketiye. Di encamêç de li gel hilweşîna mezin a piştî 70 salan kêmasiya teoriyan xwenîşan daye. Li Çînê heman rewş pêk hat. Ger kapîtalîzm bi awayekî rast neyê analîzkirin, ev encam bivê nevê ye. Bi ser de li gel fedabûna bi milyonan însanan wê ev yek pêk werin.
*Ji pirtûka Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk hatiye wergirtin.