Israra li ser sosyalîzmê, israra li ser mirovahiyê ye*

Dema ku sosyalîzm di jiyanê de xwe weke vebijarkekê nîşan dide faşîzm dikeve dewrê. Dema ku vebijarka sosyalîzmê derdikeve holê nûnerên kapîtalîst ên kujerên kastîk dest bi lêgerîna pergalê dikin, navê pergala ku derdikeve holê dibe faşîzm.

MANÎFESTOYA CIVAKA KOMUNAL A DEMOKRATÎK

Divê em hinekî bala xwe bidin mijara sosyalîzm û faşîzmê. Bi vê armancê divê em li ser şoreşa sosyalîst, îdeolojiya sosyalîst, pêkhatina sosyalîst, realîzasyona sosyalîst û bi tevahî li ser têkiliya di navbera sosyalîzm û faşîzmê de bisekinin. Sovyetan ev yek da destpêkirin. Tew Komuna Parîsê bûrjûwaziya wê demê gelekî tirsand. Divê em li vir li çavkaniya wê bigerin. Sedema sereke ya derketina faşîzmê ev e. Dema ku sosyalîzm di jiyanê de xwe weke vebijarkekê nîşan dide faşîzm dikeve dewrê. Dema ku vebijarka sosyalîzmê derdikeve holê nûnerên kapîtalîst ên kujerên kastîk dest bi lêgerîna pergalê dikin, navê pergala ku derdikeve holê dibe faşîzm. Di destpêkê de hewce nabînin ji ber ku li hemberî xwe weke gefekê nabînin. Tiştên ku li girava Îngilistanê qewimîne, mînaka vê yekê ye. Korsantî, faşîzmê hewce nake. Korsan yan gundiyan diqewirînin yan jî bi rêya çîtkirinê jiyana gundiyan desteser dikin û bi rêya zordestiyê xakên wan radikin û gundiyan jî dikin karker. Ji ber ku li hemberî wan gefek tune ye ev yek jî nabe faşîzm. Faşîzm, dema ku rewşên bi awayekî cidî û xedar gefê li pergalê dixwin yan jî tengezarî zêde bûn, li gel îstîsmarên weke talanê êdî pergala kujerên kapîtalîst ên kastîk nikare xwe berdewam bike û bi awayekî esas dema ku talûkeya pêkhatina sosyalîzmê xwe nîşan dide, tê rojevê.

FAŞÎZM

Weke tê zanîn sembola faşîzmê ‘’bivir’’ e. Eşkere ye ku ji leşkerên bi bivir ên di serdema Romayê de îlham girtiye. Faşîzm pergaleke wisa ye ku kuştina însanan a bi rêya bivran rewa dike. Bi biviran însanan qetil dike û hovîtiyê belav dike. Bingeha peyvê ji wir tê. Dibe ku navê Nazî yan jî tiştekî din be lê belê cewhera wê yek e. Divê mijara ku çima faşîzm piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ketiye dewrê rast were fêmkirin. Weke tê zanîn dema ku Şerê Cîhanê yê Yekemîm berdewam dikir pergala Sovyetê ava bû. Îngilistana serokê kapîtalîzmê û hêza hegemon li gel Mûstafa Kemal tifaqek çêkir, li gel Şahê Îranê û Efganistanê tifaqek çêkir, Çînê jî li gel Çan Kay Şek tifaqek çêkir û piştevanî dayê û li hemberî Mao da şerkirin. Japonya weke welatekî faşîst ava bû, herî kêm bi qasî faşîzma Elman faşîzmeke Japon jî heye. Ev hemû girêdayî pêşîlêgirtina ‘talûkeya’ geşedana sosyalîst a li Sovyetan derketiye holê, rejîmên ku Îngilistan piştgirî dayê û derxistine holê ne. Li Endonezyayê serhildaneke sosyalîst hebû û Partiya Komunîst a herî xurt li wir bû. Lê belê di şevekê de pênc hezar komunîst hatin qetilkirin. Genaralê bi navê Suharto, di şevekê de ev qasî komunîst qetil kirin. Li Endonezyayê faşîzm bi vî rengî derket holê. Ji kîjan aliyî binêrin jî Sovyetan hemû hêviyên xwe girêdabûn şoreşa Elman. Avakirina pergaleke sosyalîst a mayînde ya ji aliyê Sovyetan ve, girêdayî şoreşa li Elmanyayê ya dihat payîn, dihat nirxandin. Ev yek di nivîsên Lenîn de tê nîşandan. Tê zanîn ku Proto-faşîzm di sala 1919’an de, di serî de Rosa Luxemburg çi aniye serê şoreşgerên sosyalîst. Li Rûsyayê şoreş pêk hatiye, wê pergala sosyalîst pêş bikeve, wê sosyalîzm weke vebijarkekê were rojevê û wê li Elmanyayê di pêşengtiya Rosayê de şoreşeke sosyalîst pêk were. Nexwe faşîzm, dema ku ji bo kujerê kapîtalîst ê kastîk takûkeya pergala sosyalîst mezin dibe, dikeve dewrê.

TU JI WAN BI TÊRA XWE LI BER XWE NADIN

Di rastiyê de Marks, talûkeya kapîtalîst a berbehs dibîne. Sosyalîstên utopîk jî vê yekê dibînin. Dîsa gelên ku hatine mêtingehkirin jî vê yekê dibînin. Lê belê tu ji wan nikarin zêde li ber xwe bidin. Kujerê kastîk hemûyan eyar dike; li ser zanist û hunerê hemûyan bêbandor dike. Di rastiyê de Marks serhildaneke pir cidî pêk tîne. Divê mirov bi vî rengî li Kapîtalê binêre. Ji ber ku girîng e, ev du sed sal in bandorek kiriye. Lê belê di encamê de modernîteya kapîtalîst nava wê jî vala kir û li gorî xwe eyar kir. Mixabin ku her du şoreşên mezin ên Rûs û Çînê, di roja me ya îroyîn de welatên sereke ne ku li hemberî kapîtalîzmê têk çûne. Niha ne Emerîka û ne Îngilîstan, ev li ser piyan digirin. Binê sosyalîzmê ev qasî zêde hatiye nitirandin û xistine bin xizmeta kapîtalîzmê.

GER KAPÎTALÎZMA ÇÎN Û RÛSYAYÊ NEBE EMERÎKA NIKARE XWE LI SER PIYAN BIGIRE

Em balê bikşînin ser xalekê. Heya Marks bi xwe jî têkildarî netewdewleta ku yek ji sê siwarên mehşerê ye, tiştek negotiye, gelek pesnê endustriyalîzmê daye, rexne nekiriye, weke hêza pêşverû ya mezin îfade kiriye, têgeheke weke ‘’civaka kapîtalîst’’ afirandiye weke ‘’binesaziya aborî’’ û ‘’serxana îdeolojîk’’ dabeş kiriye. Kapîtalîzm weke qonaxeke pêşverû daniye li pêşiya mirovahiyê. Tew bi gotina ‘’sosyalîzm wê li Ewropaya Rojava derkeve holê’’ mizgîniya ku sosyalîzma Marksîst wê li Ewropaya Rojava ber bi serkeftinê ve biçe, hatiye dayîn. Mao jî bi gotina ‘’dibe ku ev serkeftin li mêtingehan jî pêk were, dibe ku li welatên paşvemayî jî pêk were’’ sosyalîzm biriye wan deran. Encam, sosyalîzma ku Mao jî ava kiriye pêk nehatiye, hema bibêjin hem kapîtalîzm biriye Çînê hem jî pêşengtî kiriye ku kujerê kastîk di bin navê sosyalîzmê de li parzemîna Asyayê belav bibe. Encameke ecêb e ku Partiya Komunist a Çînê û Mao yên ku ev qasî ji bo sosyalîzmê diaxivîn, bûn mezintirîn berdevkên kapîtalîzmê. Îroniyeke mezin e, yê ku ev yek kiriye jî Deng Chiao Pîng e ku yek hevalê xebatê yê nêz ê Mao ye. Roja îroyîn ger kapîtalîzma Çîn û Rûsyayê nebe, pêkan nîne ku Emerîka xwe li ser piyan bigire. Emerîka li gel ranta ku ji wan digire, hewl dide kapîtalîzmê bi rê ve bibe.

ISRARA LI SER SOSYALÎZMÊ

Di salên 1990’î de dirûşmeya ‘’Israra li ser sosyalîzmê, israra li ser mirovahiyê ye’’ ya ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hate bilindkirin, vê rastiya dîrokî îfade dike. Berovajiya gotina ‘’Li van deran sosyalîzm nabe, lê belê dibe li deverên din pêk were’’ ya di mijara sosyalîzmê de tê bilêvkirin, tê teyîdkirin. Lê belê li deverên ku kapîtalîzm gelekî pêş neketiye, li deverên ku lê gelekî pirsgirêk hene, li ser xakên me yên xwe bi awayekî tam nedîtine, qet kapîtalîzm nas nekirine yan jî biyaniyên kapîtalîzmê ne, tê dîtin ku sosyalîzm jî pêş dikeve.

Li van welatan beriya ku xwe li sêpêkên modernîteya kapîtalîst bidin û teoriyeke şoreşa sosyalîst a ku pesnê kapîtalîzmê jî bide hate sepandin. Lenîn û Mao ev yek kirin. Encam gelekî xirab bû. Her çend Lenîn serkeftin bi dest xist û di şerê navxweyî de bi ser ket jî got ku ‘’ez di rewşeke xeternak de me.’’ Tişta ku pêkhatî ew bû ku derbeke mezin li sosyalîzm hate xistin û ev gotin, bûn îfadeya vê rastiyê. Hem jî li devera ku serkeftin hate bidestxistin û bi devê serokê wan bi xwe. Ecêb e, ji bo ku xwe ji wê rewşa xeternak rizgar bike serî li NEP’ê da, bernameye kapîtalîst a demkî derxist holê û xwest xwe li gel wê ji rewşa xeternak rizgar bike. Her çend Lenîn ji bo ku aboriya Yekîtiya Sovyetan ji hilweşînê rizgar bike bi navê NEP’ê polîtîkayeke aboriyê ya nû derxistibe jî bi gotina ‘’Em ê ji niha û pê ve têkoşîneke avakirineke sosyalîst bidin meşandin’’ bal kişand ser heqîqetê jî. Lê belê dema ku temenê wî bi têra vê yekê nekir û jiyana xwe ji dest da, Stalîn NEP stand û li ser hemû Rûsyayê sepand. Mao got ku ‘’bila kapîtalîzm bi ser nekeve, haydê ciwanno berê xwe bidin şoreşa çandî.’’ Di encamê de pergaleke bi navê kapîtalîzma dewletê hate afirandin û ya ku vê sosyalîzm xistiye çi rewşê jî li holê ye. Dikare ji vê yekê dersek were standin. Em ji vê yekê re bibêjin derketin û encamên sosyalîzma reel. Tê zanîn ku li Çînê jî, li Vîetnamê jî pergala sosyalîst ji ber sedemên navxweyî hilweşiya. Niha milyarderên herî mezin ji Vîetnamê derdikevin. Navekî Kubayê heye, lê belê hebûna wê ne diyar e. Ji ber ku bingeh seqet e û diyar nekiriye ku wê nakokiyan çawa îzah bike, encam jî gelekî xirab e.

* Ji pirtûka Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk hatiye berhevkirin.