Hewcehiya me bi antîfaşîzmê heye

Hevserokê Koma Çepgiran a Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan têkildarî piştperdeya krîmînalîzekirina tevgera Antifayê ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî.

Hevserokê Koma Çepgiran a Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re ev yek anîne ziman:

‘’Dirûşmeya ‘’Ne careke din faşîzm, ne careke din şer!’’, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Ewropayê veguheriye lihevkirineke siyasî û derdora muhafezeker jî di nav de ji aliyê gelek derdoran ve hatibû qebûlkirin. Di roja me ya îroyîn de jî di çarçoveya partiya demokratîk de gelek kêm kes mane ku bi awayekî eşkere parastina dijberiya faşîzmê dikin. Berovajî wê komên çepgir her ku diçe zêdetir bi komî tên sûcdarkirin, nêrînên faşîst ‘’rastgiriya tundraw’’ weke seknên siyasî tên rewakirin. Îlankirina weke sûcdaran ya antîfaşîstan cihê fikaran û şaş e. Ji ber vê yekê ez bi awayekî eşkere dibêjim:

Antîfaşîzm, bi taybetî jî a niha, hê jî hewce ye. Weke tê zanîn, li DYE’yê Donald Trump Antifa weke ‘rêxistineke terorê’ ya xwecihî û hedefa dijmin îlan kir. Ev qedexe, weke siyasî ji çewisandina kesên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin û li gel bêedaletiyên mezin ên civakî li dijî avaniya olîgarşîk disekin re xizmetê dike. Navendîkirina hêzê ya ji aliyê Trump ve, bandora wî ya li ser darazê û bêdengkirina çapemeniyê, rê li ber zirardayîna dewleta hiqûq û demokrasiyê vedikin. Dijminê mirovahoyê, îdeolojiyeke faşîst qebûl dike û ev yek bes bi DYE’yê re sînordar nîne. Tora rastgirên tundraw di asta navneteweyî de bi awayekî birêxistinkirî û siyasî serdest e. Serokê otokrat Viktor Orban, çav li Trump kir û Elmanya û Hollanda jî di nav de li hin welatên YE’yê jî daxwazên têkildarî ‘’qedexekirina antifayê’’ hatin bilêvkirin.

,Li hin parlamentoyên Ewropayê piraniyên muhafezeker êdî xwe ji hevkariya li gel rastgiran nadin paş. Sûcdarkirina aliyên ku li dijî vê yekê derdikevin a bi awayekî komî, ji bo rastgirên tundraw gelekî baş dibe û bi kêrî wan tê. Ji aliyê navenda demokratîk ve xwejidûrxistina Antifayê êdî veguheriye rewşeke mecbûrî, bes ji bo ku bi wan re neyên têkildarkirin. Lê belê hemû demokrat, li hemberî lawazkirina demokrasiyê ne û ji ber vê yekê weke têgeh antîfaşîst in. Divê hemû hêzên demokratîk, li hemberî kesên ku êrîşî mafên mirovan û demokrasiyê dikin bi awayekî eşkere bisekinin, ne li hemberî kesên ku li ber xwe didin.

Krîmînalîzekirina antîfaşîstan ya her ku diçe zêde dibe, di helwesta darazê ya li hemberî aktîvîstan de bi awayekî eşkere xuya dike. Antîfaşîst Maja T. yê ku ji aliyê Elmanyayê ve bi awayekî derhiqûqî ji Macarîstanê re hate radestkirin, ev zêdetirî salekê ye di bin şert û mercên gelekî xirab de, di bin tecrîdê de tê rehîngirtin. Min çend caran derfeta çavdêrîkirina vê doza riyalî ya ku bi dest û piyên kelepçekirî Maja anîn dadgehê, bi dest xist. Di hevdîtinên li gel malbata xwe yên li ser Skypeyê de û heya ku derdikeve hewastandinê jî Maja tê kelepçekirin; weke ku tim weke gefekê ye. Gefa hepsê ya bi qasî 24 salan, li hemberî îdîaya ‘’birîndarkirinê’’ bi temamî nehevgirtî ye. Ev helwesta daraza Macaran, bes ne pêşdarazek e, di heman demê de li ser Maja T. çavtirsandinek tê kirin û di nava xwe de armanca dûrxistina ji têkoşîna antîfaşîst dihewîne. Tê payîn ku biryara têkildarî doza Maja T. di 22’yê Çileya 2026’an de  were eşkerekirin. Ez ê jî li gel piştevanên din li wir bim û li gel Maja T. piştgiriyê bidim hemû antîfaşîstên ku bi awayekî derqanûnî hatine girtin. Weke çepgiran ez dixwazim li vir diyar bikim ku em ne li dijî  lêpirsîna sûcên behbehs in.

Ya ku em rexne dikin ew e; lêpirsînên ji bo cezakirinê bi armanca tepisandina muxalefetê weke amûrekê tê bikaranîn. Her wiha em wê yekê rexne dikin ku îdîayên siyasî û nepixandî dibin hinceta sûcdariyê û diçin ber destê dadgeriyê. Ev rewş bes li Macarîstanê xwe nîşan nade. Li Elmanyayê antîfaşîsta bi navê Hanna S. di dozeke ku li pêşberî senatoya teror û ewlehiya dewletê dihat dîtin de, li gel sûcdariyên din ji ber endamtiya ji rêxistina sûcî re hate mehkûmkirin. Biryara dîtina vê dozê ya ji aliyê dadgeheke taybet ve ku li dozên terorê yên gelekî bi talûke dinêre, ji destpêkê ve întîbaya pêşdaraziyê afirand. Her wiha divê were lêpirsîn ku hîpoteza rêxistineke sûcî çi qasî derbasdar e. Ev têgeha sûcî, beriya niha li Elmanyayê li hemberî tevgerên protestoya çepgir hate bikaranîn û bû sedem ku cezayên giran û mehkûmkirinên giştî li aktîvîstan werin birîn. Vê yekê bi taybetî bandor li alîgirên Tevgera Azadiya Kurdan kir. Tasnîfkirina PKK’ê ya weke ‘’rêxistineke sûcî’’ ya ji destpêka salên 90’î û heya niha, Tevgera Azadiya Kurdan bi demê re zêdetir hate krîmînalîzekirin. Kurd, gelek caran bes ji ber eslê xwe bi ‘’endamtiya PKK’’ hatin sûcdarkirin û heya roja îroyîn jî tevî ku PKK hatiye belavkirin jî li Elmanyayê hin kesên Kurd hê jî ji ber endamtiya rêxistina sûcî ya berbehs li girtîgehan tên girtin. Girêdayî geşedanên heyî, ez di wê baweriyê de me ku bibîrxistina bandora berxwedana antîfaşîst girîng e. Bihara borî, dadgeheke li Parîsê daxwaza hepsa malê ya yek ji bersûcên doza Kompleksa Bûdapeşteyê yê bi navê Gino qebûl kir. Hevrê û hempîşeyê min Salis, dema ku li Macarîstanê dihat girtin ji bo Parlamentoya Ewropayê hate hilbijartin û di dengdaneke bi daxwaza Victoe Orban hate kirin de karî têkilnebûyîna xwe biparêze. Ev yek, ger biryardarî û hevkariya xurt ya gelek kesan nebûna, pêk nedihat. Li DYE’yê jî, di çarçoveya perotestoyên ICE’yê yên li Chicagoyê û  çalakiyên No-King ên li seranserê welêt de, em dibînin ku tevî gefên zêde dibin jî însan ji bo parastina demokrasiyê dadikevin kolanan.

Ez li Parlamentoya Ewropayê, ji bo çepgiriyeke bihêz ya ku di navbera têkoşîna antîfaşîst a li kolanan û siyaseta parlamentoyê de pirekê ava dike, têdikoşim. Hewldana nedîtin û paşguhkirina rastgirên li parlamentoyê, ji destpêkê ve mehkûmî têkçûnê bû. Divê em bi awayekî bi biryar û eşkere li hemberî faşîzmê têbikoşin.

Hewcehiya me bi antîfaşîzmê heye.

Berxwedana çepgiran nayê çewisandin.

Siamo Tutti Antifascisti!

Em hemû Antîfaşîst in!’’