Hevalê Egîd
Bîranîna Egîd û nişfê wî di heman demê de bicihanîna berpirsyariyekê ye. Wan ne tenê jiyana xwe feda kirin; her wiha ruhê şikestî yê Kurdan jî rakirin ser piyan, bûn nefes ji Kurdan re û agirê raperînê jinûve dadan ku hîn jî gur e.
Bîranîna Egîd û nişfê wî di heman demê de bicihanîna berpirsyariyekê ye. Wan ne tenê jiyana xwe feda kirin; her wiha ruhê şikestî yê Kurdan jî rakirin ser piyan, bûn nefes ji Kurdan re û agirê raperînê jinûve dadan ku hîn jî gur e.
Mirovê dewletê yê Fransayê Georges Popidou li cihekî wiha dibêje: "Têrê nake ku mirov bibe yekî mezin; ya pêwîst ew e ku di dema rast de bibe mirovê mezin."
Dîrok carna di kêliyên nayê hêvîkirin de mirovên welê dide pêş. Ew ne tenê jiyana xwe dijîn, li derbasokeke teng derdikevin holê û rêya serdemekê diguherînin, karakterê wê diyar dikin.
Mahsûm Korkmaz, yanî hevalê Egîd di dîroka nêz a Kurdistanê de fîgurekî bi vî rengî ye.
Di salvegera 40'emîn a şehadeta wî de bêguman wê kêm bimîne ku ew tenê weke fermandarekî gerîla bê bîranîn. Ji ber ku navê hevalê Egîd ji biyografiya mirovekî zêdetir, bi kêliya şikestinê ya serdemekê tê bîranîn.
Şevên welê hene ku ya ji tarîtiyê ber bi ronahiyê, yan jî ji ronahiyê ber bi tarîtiyê ve biriye; bandoreke mezin li dîroka cîhanê ya nêz kiriye. Di dîroka nêz a Kurdistanê de jî şeveke bi vî rengî heye.
15'Ê TEBAXA 1984'AN
Dengê fîşekên ku wê şevê hatin teqandin ne tenê li Dihê û Şemzînanê hate bihîstin. Dengvedana esasî li cihekî kûr bû: Li nava hiş û bîra gelekî bû. Di bin siya têkçûn, tirs û înkarê ya dehan salan de ji bo civakeke ku neçarî jiyaneke di statuya mêtingeriyê de hatibû hiştin, ew şev nîşaneya destpêkê bû ku rêyeke cuda nîşan dida.
Wê şevê ne qereqolek, alayek an jî bajarokek; bi esasî tirs bi xwe bûbû hedef.
Di dawiya salên 1970'î de li bajarok û taxên xizan ên Kurdistanê nifşek hebû ku mezin bû. Piraniya wan ji dibistanên mezin nedihatin. Xwedî derfetên mezin jî nebûn. Lê belê tiştekî cuda hebû; Rûmeteke şikestî û bîra giran a gelekî tepisandî.
Ji akademiyên leşkerî nehatibûn, ji dîsîplîna dibistanên şer nehatibûn. Bi pirtûkên stratejiyê mezin nebû bûn. Lê belê jiyan bi xwe ji bo wan bûbû dibistana herî hişk. Çiya ji bo wan akademiya leşkerî bû; sînor, pisûla, vekişîn, windahî... Ziman û stratejiya şer di nava vê dibistana hişk de hate hînbûn.
Ji ber vê yekê têkoşîna ku dan destpêkirin û hêviya ku mezin kirin ne tenê nerazîbûnek bû. Bi demê re veguherî wê pratîkê ku aqlê xwe, stratejiya xwe, dîsîplîna xwe hildiberîne. Ev nifş ketibû bin bandora berxwedanên cuda yên cîhanê. Têkoşîna li Vîetnamê hate meşandin nîşan dabû ku gelekî biçûk dikare li hemberî yek ji artêşên herî xurt ên cîhanê li ber xwe bide. Ev yek ne tenê serketineke leşkerî bû, ispata pêkanbûyînê bû.
Pêşeng û şopdarên Mahsûm Korkmaz ji nava vê nifşê rabûn. Yên ku ew nas dikirin, di vegotina wî de li nuqteyeke hevpar digihîştin hev: Egîd ne mirovekî welê bû ku bi dengekî bilind diaxivî; lê belê dema ku biryar dihate dayin xwedî wê îradeyê bû ku gav paşve nediavêt. Bêdeng bû, lê bi biryar bû.
Pirtûka 'Ji Rojnivîskên Fermandar Egîd' ku Ferda Çetîn û Îsmet Kayhan di sala 1997'an de berhev kir û bû noteke gelekî girîng ji dîrokê re, nîqaşên bi Hevalê Xalit / Mehmet Karasûngûr re ku yek ji fîgirên girîng ê heman demê bû û hevrêtiya xurt a wê demê nîşan dida.
Ji ber vê yekê Egîd ne tenê weke fermandarekî gerîla tê bîranîn. Ew yek ji pêşengên vê meşê bû.
PAKREWANEK BÛ
Yek ji wan pêşengan bû ku rê vekir, gava destpêkê avêt, ew xet ava kir ku li ser wê dikare bimeşe. Çalakiya 15'ê Tebaxê nîşaneya destpêkê ya herî mezin a vê îradeyê bû. Serdegirtina Dihê rabûneke spontane nebû. Encama wê planê bû ku bi mehan amadekarî jê re hatibû kirin, bi sebir hatibû birêxistinkirin û bi baldarî hatibû amadekirin.
Lê belê ev çîrok ne tenê çîroka çalakiyekê ye. Ev yek di heman demê de çîroka nifşekî ye.
Nifşek derkete serê çiyê.
Nifşek kete zindanê.
Nifşek qet venegeriya.
Dema ku mirov îro li beriya çil salî dinihêre vê dibîne: Wê nifşê ne tenê têkoşînek meşand; gelekî ku rûmeta wî şikestî bû rakir ser piyan û hînî Kurdan kir ku jinûve nefesê werbigire.
Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji ber vê yekê ne tenê tevgereke berxwedanê bû; did heman demê de weke dibistanekê, weke laboratûwarekê xebitî. Vê laboratûwarê ne tenê şervan amade kir; pêşeng jî afirand. Kadroyên siyasî, pêşengên fikrî û rêxistinî yên li parçeyên cuda yên Kurdistanê derketin holê; bi giranî ji nava vê tecrûbeyê derbas bûn.
Lewma ev tevger ne tenê rêxistinek bû, veguherî atolyeyeke dîrokî ku karakterê siyasî yê nifşekî diyar kir.
Şikestina ku 15'ê Tebaxê kir ne tenê destpêka şerê gerîla bû, her wiha destpêka hişyarbûna siyasî ya civaka Kurd bû. Yek ji veguherînên herî girîng ên di vê pêvajoyê de hate kirin, rabûna tevgera jinê bû. Jinên ku salên dûr û dirêj ji nedîtî ve dihatin, ne tenê tevlî vê têkoşînê bûn, di heman demê de berdêlên giran dan û bûn pêşeng.
Ji ber vê yekê fêhmkirina pêvajoya beriya 15'ê Tebaxê ne tenê meseleyeke dîrokî ye, her wiha berpirsyariyek e. Şopên vê berpirsyariyê ne tenê di vegotinan, de di metn û bîranînên ji bîra wê demê de veşartî ne.
Karên ku ji aliyê Weşanên Serxwebûnê ve hatin weşandin û du berhemên girîng di vê mijarê de xwedî cihekî taybet in:
Li ser rêya Kurdistana Serbixwe (Bîranîn) - 1987
Xaka Sorbûyî - 1987 (Azîz / Abdûllah Yildiz)
Ev metn ne tenê serdemekê vedibêjin, her wiha bi bîr dixînin ku nivîskarên wê serdemê jî di nava vê meşê de ne. Û gelek ji wan di nava vê meşê de şehîd bûn. Ji ber vê jî ev metn ne tenê belgeyek e; hişê nifşekî ye ku jiyana xwe nivîsandin.
Dawiya salên 1970'î li Êlilhê di dema karên rêxistinbûnê de hevalê Egîd hevalê Mazlûm Dogan nas dike. Bandora ku Mazlûm Dogan lê kir, ne tenê polîtîk bû. Li gorî gotinên kesên ku ew nas dikirin, Mazlûm Dogan xwedî kesayeteke aram û xurt bû. Bi qasî gotinên xwe bi hevaltiya xwe jî bandor li mirovan dikir.
15'ê Tebaxê di heman demê de bicihanîna sozeke ji berxwedana zindana li Amedê û soza ji şehîdên wê berxwedanê bû. Dibe ku ji ber vê yekê tişta têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li ser piyan hişt ne tenê îdeolojî yan jî stratejî ye.
Ya ku wê li ser piyan dihêle têkilî û dilsoziyeke kûr e; hiqûqa hevaltiyê, wefa ye.
Wî nifşê destpêkê yê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne bi axaftinê, lê bi fedakirina jiyana xwe dîrok nivîsand.
Bîranîna Egîd û nişfê wî di heman demê de bicihanîna berpirsyariyekê ye. Wan ne tenê jiyana xwe feda kirin; her wiha ruhê şikestî yê Kurdan jî rakirin ser piyan, bûn nefes ji Kurdan re û agirê raperînê jinûve dadan ku hîn jî gur e.
Ji ber vê yekê tenê bîranîna hevalê Egîd, pêşeng û şopdarên wî têrê nake. Ev nivîs di heman demê de berpirsyariyek ji bo wan e. Di heman demê de spasdariya ji bo wî nifşî ye: Spasiya ji yên li çiyê, zindanê, sirgûnê û rêwiyên parastina rûmetê ye.
Ji ber ku wan berdêleke gelekî giran dan ku cîhaneke ji rizandina exlaqî nikare fêhm bike.
Di ser şehadeta Egîd re çil sal derbas bûn. Lewm nabe ku navê wî tenê weke fermandarekî gerîla bê bîranîn. Ew navê gava destpêkê ye ku di dîroka nêz a Kurdistanê de tirs ji nava gelekî rakir.
Û hin gav hene, ku dema hate avêtin êdî veger jê nîne.
Û ew gav êdî ne tenê çalakî yan jî hêviyek e. Ew gav çarenûsa gelekî ye. Ew navê wê çarenûsê jî Kurdistana Azad e.