Heta ku Kurdistan azad nebe Tirkiye demokratîk nabe

Nêzîkatiya ku azadiya Kurdistanê taloq dike yan jî bi sînor dike, wê zemîna demokratîkbûnê nede Tirkiyeyê. Ji ber ku ev herdu mesele bi hev ve girêdayî ne. Li sîstemeke ku Kurd lê ne azad e, Tirkiye nikare demokratîk bibe.

HUSEYÎN SALÎH DÛRMÛŞ

Di bingeha nîqaşên li ser meseleya Kurd de ya li Tirkiyeyê pirsek tenê heye; Gelo bêyî azadiya Kurdistanê Tirkiye dikare demokratîk bibe?

Gotinên "asayîbûyîn", "çareserî", "dema nû", "yekbûn" û xwişk-biratiya ummeta Îslamê" ku dema dawî ji aliyê dewleta Tirk ve bi lez li nava rojevê hate bicihkirin, destpêkê weke wêneyekî vebûneke siyasî xuya dike. Lê belê dema ku şêweyê destpêkirina vî zimanî, zêdebûna dubarebûnê û şêweyê têgeha wê bê nirxandin, tê dîtin ku ya heyî ne tenê lêgerîneke li çareseriyê ye; di heman demê de pêvajoyeke plankirî ye ku wate, sînor û rewatî jinûve tê pênasekirin.

Nuqteya bingehîn a ku divê îro bi baldarî bê şopandin ne gotina tê bilêvkirin e, bilêvkirina wê gotinê li nava kîjan atmosferê ye. Ji ber ku pêvajoyên siyasî ne tenê li ser biryar û daxuyaniyan tê meşandin, her wiha li ser têgehan jî ava dibin. Têgeh ne tenê vegotina ya heyî ye; di heman demê de nîşan didin ku kîjan pêkan e, kîjan maqûl e û kîjan dikare bê qebûlkirin. Ji ber vê jî zimanê îro tê bikaranîn gotineke ji rêzê nîne, lê avairina qadeke têgihiştinê ya bi zanebûn e ku sînoran diyar dike.

Li nava vê qada têgihiştinê kêrhatina têgehê tê guhertin. "Asayîbûn" ya awarte dinixumîne, "rasteqînî" bendewariyê şênber dike, "yekbûn" daxwaza wekheviyê di nava sîstemê de dihelîne, "firsend" mafên dîrokî weke destketiya demkî pêşkêş dike. Bi vî rengî bêyî ku zimanekî înkarê bi rengekî şênber bê bikaranîn, karê înkarê dewam dike. Rastî ji holê nayê rakirin lê belê têgihiştina wê tê guhertin. Ev yek ew rêbaz e ku bêyî yekser bê dîtin, astê dadixîne. Dewleta Komara Tirkiyeyê ya mêtinger ev rêbaza ku weke sêrbaziya polîtîk dikare bê pênasekirin, ne tenê ji bo "Kurdên xwe" ji bo temamiya çar parçeyên Kurdistanê di nava ajandayeke plankirî û daîmî de dimeşîne.

Aqlê dewletê ku îro careke din li ser Mehmet Ûçûm hate vegotin, tam li ser vê zemînê diaxive. Zimanê ku tê bikaranîn dibe ku hatibe guhertin; lê belê di cewhera xwe de tiştekî guhertî nîne. Nêzîkatiyeke ku daxwazên Kurdan ên temsîliyet, wekhevî û statuyê hîn weke sernavên divê bêne bisînorkirin dibîne, nikare çareseriyê hilberîne; tenê sînorên xwe jinûve ava dike. Lewma çarçoveya ku îro hatiye danîn nû nîne, rewşeke daîmî ya nûkirî ye.

Pratîkên Komara Tirkiyeyê yên li qada derve, sînorên vê gotinê bi şênberî radixin pêş çavan. Dewamkirina îhtimala destwerdana leşkerî ya li Rojava, zext û provokasyonên li ser Şengal û Mexmûrê û karên têkildarî Rojhilat dimeşîne, nîşan didin ku polîtîkayên li dijî destketiyên Kurdan neguherî ne. Li gel vê polîtîkaya li derve eger li hundir zimanê "çareserî" û "asayîbûnê" tê bikaranîn, di vir de ya ku divê lê bê pirsîn, ev gotin bi xwe ye. Ji ber ku ya hatiye guhertin polîtîka nîne, tenê şêweyê wê yê pêşkêşkirinê ye.

Asta wateyê ya nîqaşên li hundir di nava vê tabloyê de têne meşandin, divê bi taybetî bê lêpirsîn. Ji ber ku girtin, kiryarên qeyûm, bicihneanîna sozên têne dayin, teqwîmên timî têne guhertin nîşan didin ku polîtîkaya li derve bi şêweyên cuda li hundir dewam dike.

Di vir de daxuyaniyên dawî yên têkildarî navenda pêvajoyê nîqaşeke nû bêhtir şênber dike. Gotina "Divê navê hiqûqa bi Ocalan re tê danîn bê lêkirin" nîşan dide ku navenda rasteqîn a pêvajoyê êdî bi şênberî tê qebûlkirin. Lê belê di vir de ya diyarker hebûna pênaseyeke hiqûqî nîne, lê naveroka wê ye.

Ji ber ku her statuya ku nav lê hatiye kirin wekheviyê nafirîne. Di rewşeke welê de ku tecrîd û îzolasyon di pratîkê de dewam dike, ragihand sînorkirî ye û bi rengekî kontrolkirî tê kirin û qada siyasî teng tê hiştin, 'hiqûq'a ku bê avakirin wê nebe zemîneke rasteqîn a muzakereyê, tenê weke çarçoveyeke ji berê ve sînorên wê hatiye diyarkirin bimîne. Nepêkan e ku ev çarçove çareseriyeke objektîf û mayinde hilberîne.

Ji ber vê yekê ya ku di meseleya Îmraliyê de diyarker e, mercên tecrîd û îzolasyonê ye. Heta ku ev merc neyên şikandin û tevlîbûna pirrengî ya civakî û siyasî li pêvajoyê neyê kirin, ti zemîna derkerve holê wê nikaribe rewatiyeke dîrokî biafirîne. Têkiliya li ser zemîneke girtî wê ne muzakere be, lê rêliberxistin be.

Lewma nîqaşên li ser jinûve avabûn û rêxistinbûnê yên ku vê dema dawiyê derketin pêş divê di nava çarçoveyeke hîn berfireh de bêne nirxandin. Lêgerînên bi bingeha civakê û şêweyên nû yên rêxistinî bêguman girîng e. Lê belê gelekî girîng e ku ev nîqaş di nava xeteke welê de neyê asêkirin ku kûrahiya siyasî û dîrokî ya meseleya Kurd teng dike, potansiyela Kurd a îdeolojîk di nava qalibên teng ên îdeolojîk de jinûve pênase dike. Danheviya ku KUrdan di nava nîv sedsala dawî de ava kirin gihîşt wê rastiya navneteweyî û berfireh ku li nava formeke rêxistinî yan jî îdeolojîk a hatiye diyarkirin de nikare bê pênasekirin.

Ya ku divê îro bê kirin hilberandina têgehên nû nîne, lê xurtkirina perspektîfekê ye ku yekparebûna potansiyela siyasî û civakî ya heyî diparêze. Hêza ku dînamîka Kurd li qadên cuda hildiberîne, heta ku di asta navneteweyî û hişê dîrokî de bi hev re neyê nirxandin, nîqaşên bi nêta baş jî di nav de dikare bibe sedema tengkirina vê potansiyelê. Di vê demê de ya diyarker ne ew e ku kîjan têgeh derdikeve pêş, ya diyarker ew e ku li ser kîjan zemînê hêzê hildiberîne.

Hêzên siyasî yên cuda wê her tim hewl bidin ku vê potansiyelê bi rê ve bibin an jî ber bi sînorên xwe ve bikişînin. Lê belê ya diyarker ew e ku ev dînamîk li nava qadên teng ên hevrikiyê neyê bicihkirin, lê weke hêzeke hevpar a ku berjewendiyên dîrokî yên Kurdan diparêze dewam bike.

Rastiya bingehîn a ku divê di navenda van nîqaşan de bê bicihkirin jî têkiliya dîrokî ye. Şoreşgerên Tirk ên ku beriya niha bi nîv sedsalê bi Kurdan re dest bi têkoşînê kirin û tevlî damezrandina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûn, bi rengekî şênber nîşan dan ku azadiya Kurdistanê rêya azadiya Tirkiyeyê ye. Ev yek ne tenê tespîteke teorîk bû; di heman demê de îradeyeke dîrokî bû ku berdêla wê hate dayin. Li Tirkiyeyê demokrasiya rasteqîn ji azadiya Kurdan cuda nîne.

Lewma her gotina çareseriyê ya ku îro bê gotin, divê li ser vê astê bê tecrûbekirin. Nêzîkatiya ku azadiya Kurdistanê taloq dike yan jî bi sînor dike, wê zemîna demokratîkbûnê nede Tirkiyeyê. Ji ber ku ev herdu mesele bi hev ve girêdayî ne. Li sîstemeke ku Kurd lê ne azad e, Tirkiye nikare demokratîk bibe.

Bêguman analîzkirina vê pêvajoyê bi tena serê xwe têrê nake. Lê belê weke li her momenta dîrokî, îro jî aktorên cuda xwedî berpirsyariyên cuda ne. Hin jê yekser li ser xetên pratîkî û rêxistinî bi pêş ve diçin, wezîfeya karên li qada analîza siyasî û fikrî çarçoveya heyî radixe pêş çavan, sînoran teşhîr dike û astê diparêze.

Ji ber vê yekê ya ku divê îro bê kirin ne tenê nîşandana nerazîbûnê ye; eşkerekirina şêweyê karkirinê yê qada têgihiştinê, zelalkirina cudahiya navbera rasteqînî û ya hatiye pêşkêşkirin, rabûna li ber daxistina asta dîrokî ye. Ji ber ku têkoşîn ne tenê li qadê, di heman demê de li ser zemîna wateyê jî tê meşandin.

Weke encam cewhera nîqaşa îro tê kirin ne li ser hebûna çareseriyekê ye; tişta ku bi navê çareseriyê tê nîşandan, avakirina wê ya li ser kîjan astê ye. Çarçoveya ku bersivê nade asta wekheviyê, navê xwe çi dibe bila bibe wê nikaribe çareseriyeke dîrokî hilberîne.

Mesele ne destpêkirina pêvajoyekê ye; mesele ew e ku ew pêvajo xwe dispêre kîjan heqîqetê. Û ti ji heqîqeta ku azadiya Kurdistanê ji nedîtî ve tê nikare wekheviyê hilberîne; zemîna ku wekheviyê hilneberîne jî nikare bibe çareseriyeke dîrokî.