Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nava xizaniyê de tê hiştin

Ji bo gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ji xizanî, birçîbûn û bêkariyê rizgar bibe, divê em timî xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr bikin.

Her cih û devera ku gelê Kurd, lê dimîne teqez xizanî û bêkarî lê heye. Eger karekî bibînin jî heqdestê herî erzan dibe para mirovên Kurd. Bêguman ev polîtîkayeke giştî ya hêzên dagirker e ku dixwazin Kurdan ji ax û warên wan qut bikin.

Em ji çar parçeyên Kurdistanê bigirin dest, heya welatên hawirdor û yên dîasporayê Kurd bi piranî karker in. Bêkarî jî rewşeke welê ye ku mirovan bêçek dikuje. Ev jî rewşeke pir sosret e û teqez divê mirov pir dirêj li ser raweste û binirxîne.

Rewşa bêkarî û hejariyê derûniya civakê û ferd serûbinî dike. Berê mirovan dide welatên derve. Ew kes eger di deryayan de û li ser rêyan jiyana xwe ji dest nedin, li kampên penaberan ên dora wan bi têl û dîwaran pêçayî, şerpeze dibin. Bi demê re nasname û vîna xwe jî ji dest didin, dibin xerîbê çand û zimanê xwe.

Jixwe rewşa kasibkar û kolberên li Rojhilatê Kurdistanê ji yên din baştir nîne. Li ser sînoran her tim rastî êrîşan tên. Tên qetilkirin û birîndarkirin. Jixwe her sal bi dehan ji wan dibin qurbanî û jiyana yên din jî her di nava xeteriyê de ye. Weke me di serî de jî qal kir xizanî û kasibkarî dibe sedem ku bi sedan ciwanên me berê xwe bidin welatên derve.

Herî zêde jî ciwan ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diçin welatên Ewropa. Yên diçin ên li welat mane teşwîq dikin û bala wan dikişînin ser welatên derve. Jixwe zext û tundiya dewleta meleyan li ser gelên Kurd û Belûc pir zêde ye. Dewlet hewl dide nefesa wan qut bike. Dema mirov diçin welatên xerîb jî her zehmetiyê dijîn. Dikevin nav jiyaneke mîna dojehê.

Gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di aliyê aboriyê û debara jiyana xwe de di rewşeke pir zehmet de ne. Rewşên welê tenê ne di aliyê fizîkî û jiyanî de, di aliyê derûnî de jî bandorê li mirov dike.

Hinek mirovên xizan dikevin nav karên xerab. Hinek kes ji bo ji pirsgirêkên dijîn birevin fêrî tiryak û madeyên hişbir dibin. Li hin deveran asta bikaranîna wan madeyan zêde bûye. Ev jî dibe sedema di nav ferdên malbatê de pirsgirêk derkevin. Di rewşên welê de gelek caran ên dibin qurban dîsa jin in.

Dîsa ev rewşa xizaniyê dibe sedem ku malbat keç û kurên xwe yên temen biçûk jî bixin nav karên pir zehmet. Bi vî awayî zarokatiya wan diçewisînin, xeyalên wan parçe dikin. Li hinek deveran zarokên 5- 6 salî jî dikin karên çêkirina xelîçe (mahfuran). Gelek ji wan zarokan seqet dibin, bedena wan a biçûk zerar dibîne.

Ji ber derfeta aborî ya malbatên dest nade, ew zarok nikarin biçin dibistanê. Tişta herî balkêş jî ew e ku malbatên xizan pir zarokan tînin. Dema tu ji wan re dibêjî, “Çima hûn ewqas zarokan tînin?” Dibêjin, “Em xizan in. Ji bo me xwedî bikin, em zarokan tînin dinyayê.”

Mehfûrên Îranê pir bi nav û deng in. Lê ev mehfûr bi piranî ji aliyê zarok, jin û mêrên xizan bi heqdesteke pir kêm tên çêkirin. Weke li her cihî li Îranê desthilatdarî xwe li ser keda mirovên xizan dide jiyandin.

Dewleta Îranê xwedî pergaleke despot a zordar e. Mirov dikare bişibîne mengeneya goşt. Gelên bindest di nava diranên çerxa wê mengeneyê de hûr dike. Pergala Îranê jin û civakê di nava hişmendiya xwe de dipelçiqîne. Yek ji nimûneya herî berbiçav jî qetilkirina jina ciwana Kurd Jîna Emînî bû.

Her çiqasî siyaseta Îranê ji aliyê welatên cîhanê ve tê naskirin jî, dewletên sermayedar ên navendî geh nerm û geh jî hişk bi ser komara Îranê de diçin û hewl didin li gor berjewendiyên xwe wê dîzayn bikin. Komara Îranê jî kevnar û girtî ye. Ji ber vê dewletên sermayedar hevseng nêz dibin û ev jî diyar dike ku wê bi destê dewletên sermayedar ti pergalên despot neyên guhertin.

Rêber Apo têkildarî guhertina pergalên wer diyar dike ku bi zanebûn û hunereke pir kûr û hostayî pergalê diguhere. Ev ji bo her çar dewletên navendî yên Kurdistan di nav xwe de dabeş kirine derbasdar e. Ev jî wê bi têkoşîn û kedeke mezin a bîrdozî pêk were û bibe malê tevahî civakê. 

Di serî de jin û tevahî beşên civakê ji vê guhertin û veguhertinê, berpirsiyar in. Li ser van esasan wê têkoşîna gelan a di pêşengiya Rêber Apo de bi serkeftinê tacîdar bibe. Em ji Rêber Apo, fikir û felsefa wî bawer in. Em ê deynê xwe yê li beramberî keda Rêbertî bi tekoşîneke bêhempa bidin û serketinê bi dest bixin. Ji bo gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ji xizanî, birçîbûn û bêkariyê rizgar bibe, divê em timî xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr bikin. Têkoşîna gelan bi serwextbûn û zanebûneke li ser vî bingehî bigihînin serketinê.