Fermandarê mezin Sofî wê tim û tim bijî

Ma kî dikare bibêje ku ew miriye, jiyana xwe ji dest daye. Tu kesên ku ew dîtiye û naskiriye ji vê yekê bawer nake. Ji ber ku di nava têkoşîna ku bi guregur diherike de cih digire û şahidê hemû kêliyan e.

Her çend zêde qala heval Sofî were kirin û derheqê wî de nivîs werin nivîsandin jî wê kêm bimîne. Ma kî dikare bi awayekî tam qala Fermandarê Sofî Nûreddîn ê ku sih û du salan di nava refên azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtiye, bê navber li ber xwe da ye û hewl daye ku hemû kêliyên jiyana xwe bi têr û tije derbas bike, bike? Lê belê ger ku kesên li ba wî mane û ew dîtine têkildarî wî biaxivin û binivîsin û ew werin berhevkirin, dibe ku têkildarî portreyek were temamkirin.

Tiştên ku ez ê binivîsim jî bi tiştên ku min dîtine re sînordar in. Tim kêm in yanî.

Di nava Kurdan de dilsoziya ji bo malbatê gelekî zêde ye û bandora wê jî gelekî zêde ye. Asoya wê ji dîwarên gund, bajar û dibistana lê xwendiye derbas nabe. Ne hêza fikirînê ne jî xeyalkirina hizra welatekî ku bi çar perçeyan hatiye dabeşkirin, heye. Bi ser de jî dema ku mirov li dibistanên dagirkeran dixwîne û kêm mabe ku bibe ‘’tiştek’’  serê xwe ranake li derdora xwe jî nanêre\ nikare lê binêre. Heval Sofî, di nava atmosfereke wiha ya civakî-siyasî-îdeolojîk de berxwedana Rêber Apo bihîstiye, serê xwe rakiriye, rastiyên xwe dîtine û ji bo ku gelê Kurd ji zilma dibînin rizgar bike, zaniye bi pêş ve rapelike.

Ew sal in ku PKK’ê pêngavek daye destpêkirin, lê belê ne diyar bû ku wê vê yekê bidomîne yan na. Êrîşên dewleta Tirk ên cidî û berxwedana bêhampa ya li hemberî vê yekê hene. Di pêvajoyên bi vî rengî de hemû kes nikare wisa bêyî dudilî berê xwe bide çiyayan û dilê xwe bide ber bayê azadiyê. Aha di pêvajoyeke bi vî rengî de heval Sofî di atmosfereke wiha ya dijwar de bi biryardarî meşiyaye.

Heval Sofî wê bigota, ‘Hema bibêjin PKK ji bo min hatibû avakirin, dibe ku ez ne li gorî PKK’ê bûm lê belê PKK tam li gorî min bû.’ Wê xwe bi PKK’ê re û PKK’ê jîbi xwe re kiriba yek. Çimkî xwe ji nû ve û bêyî dudil li gorî egerên şerê azadiyê afirandibû. Ev rastiya wî di nava demeke kurt de li bez ji aliyê hevalên wî ve tê dîtin û kesayeteke ku divê were şopandin afirandiye.

Sekna wî li hemberî her cure tasfiyekarî û çetebûnê diyar bû û karî li ser xeta Apoyî bi biryardarî têbikoşe. Hema bibêje li Bakurê Kurdistanê cihê ku gava xwe neavêtiyê nemaye. Bi heman awayî hewl daye li qadên Başûrê Kurdistanê û Rojhilat hemû tecrûbeyên xwe bi xwestekeke mezin neqil bike.  Hewl daye li hemû deverên ku çûyê pêşengtî û birêxistinbûnê pêş bixe. Bi vî awayî em dikarin bi awayekî rehet bibêjin ku Kurdistanîbûna xwe pêk aniye. Taybetmendiyên welatparêziya kûr û şêweyên wê bi dest xistine. Her wiha di sala 2009’an de ji bo 6’emîn Konferansa HPG’ê weke Fermandarê Giştî hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2010-2012’an de li dijî dewleta Tirk a dagirker bi awayê herî bi biryar têkoşiyaye. Di pêvajoya fermandariya HPG’ê de bi xwe derbasî Botanê bûye û ji bo ku plansaziya salane ya şerê gel ê şoreşgerî bixe meriyetê ya ji destê wî hatiye, kiriye. Di encamê de hikûmeta AKP’ê ya faşîst a wê demê neçar maye ku dubare bi Rêber Apo re pêvajoyê bide destpêkirin.

Hevrê Sofî Nûreddîn, tu caran Kurdistana ku ji aliyê dewletên dagirker û faşîst ve hatiye perçekirin, qebûl nekir. Nexşeyên ku hatine xêzkirin û sînorên ku lê mayîn hatine danîn, bi têlan hatine dorpêçkirin û bi kûleyên pola tên çavdêrîkirin tim weke astengiyên ku divê werin derbaskirin, pênase kirine. Dibe ku ji ber wê yekê ye ku risteyên Ahmed Arîf ku dibêje, ‘’dilê me bi pasaportan germ nebûye, ev e sûcê me yê ku bûye sedema qetilkirina me’’ bi dil û can xwendiye.

Gelekî ji welat, gel û hevrêyên xwe hez dikir. Hin kêliyên heval Sofî ên ku hezkirina wî bi ser de diavêt û sînorên li pêşiya hestên xwe radikir, hebûn. Ji nişka ve hewayê çolûwarên me yên bi hewayê biharê rengîn dibûn, derdiket holê. Axaftinên wî yên têkildarî bîranîna şehîdan, bi qasî êşan dibû wate û bi qasî wateyan jî dibûn erk û berpirsiyarên serdemê û qîrîna tolhilanînê. Dema ku qala karekterê dijminême yê dagirker û sûcên wî dikirî rûyê wî diguherî, hêrsa wî gelekî mezin dibû û xwe bi hemû hebûna xwe nîşan dida û li ser zimanê wî vediguherî qîrînekê. Kesên ku guhdar dikir jî digirt nava xwe û ber bi heqîqeta jiyanê ve dibir.

Xizmeta ji gel re li cem heval Sofî azweriyek bû. Agahiyên wî li ser her çar perçeyên Kurdistanê jî hebûn. Taybetmendiyên civakî, eşîr, malbat, ol, mezheb, çand, hunermend û stran gelek baş dizanîn û ew nas dikirin. Ji hemû govendên li her aliyê Kurdistanê çendek dizanin û gelek xweşik ew digerandin. Di şer de bi çeka xwe, di govendê de bi desmala xwe ku desmal nebû na bi kofiya xwe li herî pêş bû. Govendên hemû herêman baş dizanîn. Her çi dikir bi wî karî re yekbûnek ava dikir û tabloyeke nuwaze derdixist holê. Her hal bidestxistina ruhê kêliyê, huner û estetîk tiştên bi vî rengî ne.

Di civînên leşkerî, siyasî û gel de xwedî hêzeke mezin a qanihkirinê bû. Dema ku bi însanan re dipeyivî, tu caran têgehên ku ew fêm nakin, ji wan re zor tên yan jî têgehên ji dîrok û erdnigariya me re biyanî ne, bilêv nedikirin û di vê mijarê de gelekî baldar bû. Ji ber wê zimanê wî tim xwerû û fêmbar bû. Pevyên wî ji çand, dîrok û xaka me bûn. Kesê ku guhdar dikir, ev yek ji xwe dizanî. Her wiha ji ber ku peyv ji ruh û mejiyê wî bûn, însan baş guhdar dikir û jê bandor dibûn. Ji ber ku bawerî, biryardarî, hesret, xeyal, hêrs û kêfxweşiya xwe li hevokên xwe zêde dikirin. Helbet ev hemû jî ji Rêber Apo, dîroka Kurdistanê, zilma dagirkeriyê, êşên hatine dîtin û şehadeta hevrêyên xwe standibûn û di kesayeta xwe de dabûn bicihkirin.

Ji bilî pirsgirêka gelê Kurdistanê, azadiya jinan û Rêber Apo tişteke din bala heval Sofî nedikişand û wî cîhaneke din tune bû.  Pirsgirêkên ku pêvajoyê ferz dikirin, pirsgirêkên leşkerî, siyasî û civakî û çareseriya wan tim di nava hev de bûn. Dema ku pirsgirêkê xwe ferz dikir û di rojevê de bû, heval Sofî teqez xwedî nêrîneke çareseriyê bû. Di nîqaşan de gelekî serkeftî bû. Lê belê di fikra xwe de ku ew ne di çarçoveyeke prensîban de bûna, înad nedikir. Girîngiyeke mezin dida hevparbûna nêrînan.

Dema diaxivî tim helbestvaniyek li ser zimanê wî bû. Taybet jî dema ku helbestên Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran, Melayê Cezîrî, Cegerxwîn dixwendin. Bi hest û wateya helbestan ew dixwendin. Dema ku helbest dixwendin, bi xwe dibû helbest. Weke jiyana xwe. Jixwe jiyana wî jî wisa bû. Dibû dîroka Kurdistanê. Êş, zor û zehmetî û evîna nîvcemayî ya Mem û Zînan. Nifir li îxanetkaran û Beko Ewanan dibarand. Mırov lê dinêrî siharekê bûye Şakiro. Li şûna Roj baş ya dibû Emro yan jî Dêran. Carna dibû Bextiyarê Ahmet Kaya. Dibû tola Bextiyarê dihat copkirin. Li cem gazî û birîndarên şerêli hemberî çeteyên DAÎŞ’ê derdiket holê. Birîna wan weke birîna xwe, êşa wan weke êşa xwe dizanî. Dibû însanekî gelekî cuda û nuwaze.

Ger îro dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAÎŞ’ê û hin derdorên xaîn tevî derfetên xwe jî bi teknîkî êrîş dikin jî û gerîla û QSD li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piyan bin, di vê yekê de para sekna heval Sofî ya şênber gelek e. Ji ber ku fermandarekî wisa bû ku bi qasî ku dida kirin bi xwe dikir û bi qasî digot jî dikir.

Heval Sofî bi giştî xwedî taybetmendiyên kesayeta ku serê xwe bi taybetî pirsgirên şerî yên stratejîk û taktîkî ve diêşand, ew lêkolîn dikirin, pratîk li ber çavan digirt û nûxwaz bû. Tim dianî ziman ku bi qasî ku ew xwe pêş bixe û hevalên xwe jî pêş bixe. Di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ev yek weke prensîbeke sereke esas girt.

Hevalên ku heval Sofî nas dikirin û ew dizanîn, dixwestin li ba wî li heman qadê bin û di bin fermandariya wî de heya dawiyê têbikoşin. Ev terzeke girîng e ku divê hemû fermandar di kesayeta xwe de pêş bixin.

Di sala 2013’an de derbasî Rojava dibe. Li vir koordînatoriya hemû xebatan girtiye ser milên xwe. Ji aliyekî ve gel li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê birêxistin dikir û ji aliyekî ve jî ji bo avakirina neteweya demokratîk bi şev û roj têkoşiyaye. Ji bo ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şerê gel ê şoreşgerî re amade bike kedeke mezin nîşan daye. Di hevrêtiya rastîn a li gel jinan de jî têkoşîneke bêhempa daye meşandin. Bi zarokan re zarok, bi ciwanan re ciwan û bi temenmezinan re jî weke wan bû. Bi vê terz û jidiliya xwe karî di dilê her kesî de cihekî mezin bigire.

Ji bo ku hemû gel û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi perspektîfa neteweya demokratîk bîne ba hev hewleke mezin nîşan dide. Her wiha ji bo ku di nava jiyanê de komunalîzmê pêş bixe jî bi qasî hêza xwe ya qanihkirinê weke xwediyê jiyaneke rastîn, komunalîst û xwerû jî pêşengtiya hewleke mezin kiriye.

Heval Sofî tevî ku di pêvajoya Rojava de derfet bi têra xwe hene jî tu caran berê xwe nedaye jiyana konformîst, luks û takekesî û bi felsefeya pariyek nan û xirqeyekê jiyaye. Tim weke ewladê gelê xizan û bindest tu caran ji standartên jiyana wan derbas nebûye. Bi rastî jî karî bi jiyana ji her kesî re bibe mînak.

Hîndekarî û fêrkeriya heval Sofî bes ne di jiyana wî de bû di heman demê de bi asteke bilind a di entellektueliya xwe de hîndekarekî mezin bû.

Weke fermandar û rêberekî siyasî bi xwe beşdarî pêvajoyên perwerdeyê dibû. Zimanê wî dida hînkirin, xîtaba wî kartêker bû û bi daneyên ku pêşkêş dikir, qanih dikir. Dema ku mirov guhdariya dersên wî yên hatine tomarkirin, dike mirov dubare dibîne ku entellektuel û hîndekarekî çi qasî mezin e. Wî bi van teybetmendiyên xwe bi xwe di perwerdekirina şervan û fermandaran de cih girtiye.

Fermandar Sofî weke hevalekî xwediyê gelek tecrûbeyan, gelek şer û pevçûn û kemîn dîtine, ji êrîşên balafiran rizgar bûye, li hemberî zalimên dagirker gelek çalakî li dar xistine û bi xwe pêk anîne, di pêvajoyeke ku zêdetir tiştan pêk bîne de tevlî karwanê şehîdan bû.

Ma kî dikare bibêje ku ew miriye, jiyana xwe ji dest daye. Tu kesên ku ew dîtiye û naskiriye ji vê yekê bawer nake. Ji ber ku di nava têkoşîna ku bi guregur diherike de cih digire û şahidê hemû kêliyan e.

Ew nemir e!

Di dilê bi milyonan de dijî û wê tim û tim bijî.

Heya ku jiyan hebe.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka