Entegrasyona pozîtîf çi ye? - II: Modelên ji Cîhanê

Entegrasyona pozîtîf ne tenê ji bo gelê Kurd stratejiyeke siyasî ye; ew bingeheke ku hebûna wî ji qebûlkirina pasîf derdixe û dike subjekta dîrokî.

Her serdem, zimanê xwe yê azadiyê diafirîne. Di serdemekê de avakirina dewletê navê azadbûnê ye, di serdemeke din de rêyên derbaskirina wê têne gerîn. Hin gel jihevketinê wekî asteke dawî ya berxwedanê dibînin; hin jî hewl didin ku rêyên cuda yên bi hev re manê biafirînin. Lê bi taybetî li herêmên wekî Rojhilata Navîn, ku pirreng, pirnasname û di dirêjahiya dîrokê de bindest kirî ne, pirsa esasî êdî ev e: Gel ne tenê wê çawa bi hev re bijîn, lê belê wê çawa bi hev re azad bibin?

Ji ber ku bi hev re jiyan bi serê xwe wateyeke kûr nabîne. Ger ev jiyan bêyî wekhevî, dadmendî û rêxistinbûnê be, li wir ne azadî, careke serdestî din tê hilberandin. Ji ber ku azadî ne tenê mafekî takekesî ye; ew avahiyeke civakî ye. Ev avahî, ne di nav şêwazên dewletê yên heyî de, lê di rêxistinên nû yên jiyanê de, ku gel bi îradeya xwe diafirînin, gengaz e.

Li vir Rêber APO, di Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk de, ji vê pirsa dîrokî re bersiveke cuda dide: Entegrasyona pozîtîf. Ev têgeh, bêyî yekparêziyê yekbûna gelan; bêyî pîrozkirina dewletê avakirina pergaleke civakî; di nav cudatiyan de afirandina bingeheke azadiyê ya hevpar gengaz dike.

1. ENTEGRASYONA ERÊNÎ: HÊZA CIVAKÎ LI DIJÎ NAVENDÊ

Di nivîsa me ya yekem a derbarê vê mijarê de, me entegresyona pozîtîf wekî bingeheke ku gel dikarin bêyî bê nasnamekirin bi hev re bijîn nirxandibû. Êdî mijar ne ew e ku ev têgeh çi ye, mijar ew e ku ew çi dike: Entegrasyona pozîtîf çawa bi avahiyên navendî re xetekî tengezarî ava dike û ev tengezarî çawa dikare bibe kirdebûneke civakî?

Rêber APO çarçoveya teorîk a vê têgînê bi ramana “neteweya demokratîk” dihune. Di vê têgihiştinê de, entegresyon di nav dewletê de helandina gelan nîne; wekî şêwazeke jiyanê ya rêxistinkirî tê sêwirandin ku dewletê bi civakê re bide girêdan. Ji ber vê yekê entegresyona pozîtîf paşvekişîn jî nîne, zexteke dagirkirinê jî nîne. Ew avaker e. Bê nakokî nîne, lê wêranker jî nîne. Lihevhatineke pasîf red dike; li şûna wê, pêşniyar dike ku civak wekî kirdeyeke çalak xwe ji nû ve ava bike.

Ya ku li vir tê gotin, ne tenê hebûn e; veguherîna hebûnê xwe hêzeke siyasî ye. Entegrasyona pozîtîf, qabîliyeta gelan e ku bêyî înkara xwe, şidandina sînorên pergalê derketinave ser dîke ye. Ev, ji “tevlîbûna dewletê” zêdetir, tê wateya avakirina hevsengiyeke ku civakê bibe navendê.

Lê ev hevsengî, ne tenê bi nermbûna pergala siyasî, bi hêza rêxistinkirî ya gel ango bi kapasîteya wê ya civakî gengaz e. Entegrasyona pozîtîf ji bo civakeke ku hêza xwe ya bingehîn wendakirî ne domdar e. Lewre hebûneke bêrêxistin, piştî cihekî şûnde nikare cudatiya xwe biparêze; têkiliya wê bi pergalê re veguherîner nabe, wê bibe mijokdar. Di rewşeke wiha de, îdiaya entegresyonê bi hêsanî dikare ber bi entegresyona negatîf, ango bê nasnamebûn û tevlîbûna pasîf ve biçe.

Ji ber vê yekê entegrasyona pozîtîf ne tenê stratejiyeke siyasî ya ber bi derve ye; di heman demê de rêxistinbûneke azadiyê ya ber bi hundir e. Bêyî îradeya gel a birêvebirina jiyana xwe, qabîliyeta avakirina saziyên xwe û qapasîteya parastina nasnameya xwe, entegresyon tenê dibe xapandineke xuyabûnê. Bêyî hêza cewherî azadî nabe; bêyî îradeya rêxistinkirî wekheviya civakî nayê avakirin.

2. TECRÛBEYÊN CIHANÊ: BÊYÎ VEQETANDINÊ CUDA MAYÎN

Bêguman çarçoveya teorîk a entegresyona pozîtîf bi serê xwe pêşniyareke çareseriyê dide; lê ji bo nîşandana taybetmednidyên wê yên jiyanker, domdarker û pêkanînkeriyê tiştên ku mînakên dîrokî dibêjin girîngiyeke jiyanî dide. Ji ber ku hêza têgehekê, tenê di pênaseya wê de nîne, di cîhanê de çawa tê destgirtin, ew girîng e.

Îro hin ezmûnên ku di çarçoveyên cuda de derdikevin pêşberî me, nîşan didin ku gel dikarin bêyî dewletbûnê civakî bibin; bêyî tevlî pergalê bibin dikarin pergalê biguherînin. Her çendî her yek ji wan di nav xwe de kêm, nakokî an jî sînordar be jî, ev mînak nîşan didin ku entegresyona pozîtîf ne tenê di teoriyê de dimîne; ew dikare bibe pratîkeke siyasî jî.

MÎNAKA QUEBEC

Quebec, di vê çarçoveyê de mînakeke balkêş e. Ev herêm di nav Kanada de ye. Bi parastina ziman, pergala perwerde û nasnameya çandî ya gelê ku bi eslê xwe Fransî ye hebûna xwe domandiye. Entegrasyon li vir, ne li ser navendîbûn û yekparêzî ye, li ser naskirina cudatiyê bi awayekî pêkhateyî pêk hatiye.

Dewleta Kanada Quebecê ne wekî “xetere”yekê, wekî cudatiyeke di nav xwe de qebûl kiriye; bi vî awayî herêm, hem bûye parçeyekî avahiya federal hem jî karîbû nasnameya xwe ya dîrokî û zimanî bidomîne. Di vê modelê de “Kanadayî”bûn, Fransî manê qedexe nake.

Rewşa Quebecê, bi taybetî aliyê entegresyona pozîtîf zelal dike: Ne ligel dewletê, di nav dewletê de pirengiyê gengaz dike. Ev, tê wateya bêyî ku dewletê derxe derve bi nasnameya, rewa û rêxistinkirî mayîna gel.

MÎNAKA BOLÎVYAYÊ

Entegresyona pozîtîf ne tenê parastina cudatiyan e, di heman demê de dikare bibe şêwazeke destwerdanê ya pêşketîtir, wekî ji nû ve pênasekirina avahiya dewletê ya heyî. Di vê xalê de mînaka Bolîvyayê balkêş e. Di pêvajoya bi pêşengiya Evo Morales de gelên xwecihî ne tenê hatine naskirin, di heman demê de bûne kirdeyeke destûrî; karakterê dewletê wekî “pirneteweyî” ji nû ve hatiye pênasekirin.

Di vê modelê de entegresyona pozîtîf, ne tenê bi mafên çandî sînordar e; armanc kiriye ku şêwazê desthilatê jî biguherîne. Gelên xwecihî, di warên ziman, perwerde, tenduristî, karanîna ax û rêveberiya herêmî de pergalên xwe ava kirine; ev sazûmanbûyîn, bûye sedema xirabûna avahiya têkparest ya dewletê. Ev rewş, tenê xwe îfadekirina gel îfade nake, di heman demê de dike ku dewlet bi civakê re ji nû ve danûstandinê bike.

Bolîvya, bi vê aliyê xwe, nîşan dide ku entegresyona pozîtîf ne tenê daxwazeke mafan e, dikare bibe şêwazeke tevlîbûna pêvajoya ji nû ve avakirina dewletê. Li vir entegresyon, tenê bi pergalê re ne lihevkirin nîne. lê pirengkirin û veguherîna pergalê ye.

MÎNAKA KATALONYAYÊ

Mînakeke din a balkêş jî Katalonya ye. Li Bolîvyayê entegresyon bi veguherîna hundirîn pêş ketiye, lê ezmûna Katalonyayê bêtir li ser tengezariyeke nakokî pêşve çûye. Tevî ku bi daxwaza jihevketinê derketibe pêş jî, bi parlemantoya xwe, ziman, pergalê perwerdeyê û saziyên aborî, avahiyeke ku sînorên xwerêveberiya Îspanyayê bi awayekî fiîlî derbas kiriye ava kiriye.

Li Katalonyayê entegresyona pozîtîf, ne lihevhatineke naskirî ye; lê têkoşîneke rewa ya demdirêj e ku bi dewletê re tê meşandin. Li vir entegresyon naye wateya serî tewandina pîvanên navendî re. Her wiha wek jihevketineke mutleq jî naye destgirtin. Berovajî vê, ev mînak nîşan dide ku şêwazên entegresyona pozîtîf ên “nakokî-tengezarî” jî dikarin hebin.

MÎNAKA ÎSKOÇYAYÊ

Entegresyona pozîtîf her tim li ser nakokiyan pêş nakeve; carinan di çarçoveyeke destûrî ya stabîl de, di asteke sazûmanî de jî pêk tê. Îskoçya mînaka herî zelal a vê yekê ye. Bi avahiya xwe ya ku nêzî forma “dewlet di nav dewletê de” ye, Îskoçya, bi parlemantoya xwe, pergala hiqûqî, polîtîkayên tenduristî û perwerdeyê, di nav Qraliyeta Yekbûyî de wekî kirdeyekî siyasî ya serbixwe tevdigere.

Tevî ku referandûma serxwebûnê ya sala 2014’an hat kirin bê encam mabe jî, pêvajo nîşan da ku gelê Îskoç wek parçeyekî avahiya navendî dimîne, îradeyeke kolektîf a cuda pêş dixe. Ev, ji ber ku nîşan dide entegresyona pozîtîf tenê ne di asteke çandî an îdarî de, di asteke destûrî û sazûmanî de jî dikare were avakirin, balkêş e.

3. LI ROJAVA Û SÛRIYEYÊ MODELA ENTEGRASYONA POZÎTÎF GENGAZ E?

Di çarçoveya entegresyona pozîtîf de, nîqaşkirina ezmûna Rojava jî bi feyde ye. Ev pergalê ku ne dişibe saziyên dewletê yên klasîk, li ser meclîsên gel, avahiyên azadiya jinan û rêxistinên xwecihî yên herêmî hatiye sêwirandin; ne modelek dewletê ye, wekî rêxistineke jiyanê ya navenda civakê hatiye dîzaynkirin. Ev ezmûna ku li şuna pejirandina sînorên netew-dewletê, armanc dike ku wan derbas bike. Ji ber vê wekî şêwazeke entegresyona pozîtîf a siyasî ya derveyî dewletê balê dikişîne.

Lê îro mijar êdî ne tenê ew e ku Rojava çi ava kiriye ye, mijar ew e ku ew ê bi çi re wê çawa entegre bibe. Dema ku pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyê bi awayekî nîqaş pêş dikeve, pênasekirina Rojava di nav pergala destûrî ya nû de ji bo entegresyona pozîtîf dê diyarker be.

Li vir modela Îskoçya dikare bibe çavkaniyeke îlhamê: xweseriya sazûmanî di nav dewletê de, têkiliyeke nakok e, lê bi navendê re têkiliyeke domdar e. Rojava, wek Îskoçya ne encama lihevkirine ye; berhema veqetîneke şoreşgerî ye. Ji ber vê yekê entegresyona pozîtîf li vir “veger” nîne, bi pêngaveke ku afirandina civakeke derveyî dewletê re, guhertina dewletê ye.

Di Sûriyê ya nû de cihê Rojava, divê kişandina ber bi navendê nebe, dibe bibe civakîbûna navendê. Entegrasyon di vê çarçoveyê de, bûyîna parçeyekî avahiya navendî nîne; wateya naskirina wekî kirdeyeke dîrokî yê ku sînorên wê avahiyê di berjewendiya gel de bişidîne.

ENCAM

Di encamê de, entegresyona pozîtîf ji bo gelê Kurd ne tenê stratejiyeke siyasî ye; bingeheke ku hebûna wî ji qebûlkirina pasîf derdixe û dike kirdeyeke dîrokî. Ev bingeh, civakê bi rêxistinbûna xwe ji nû ve ava dike.

Nêzîkatiya Rêber APO di nav sînoran de tenê wekî lêgerîna mafan nîne. Divê wek tahayuleke hevpar a siyasî ya ku sînoran derbas dike bê xwendin. Ev, rêya tevlîbûna gelê Kurd a bêyî ku bi dewletê re sînordar bê hîştin û nasname, dîrok û civakbûna wê ya xweser bê înkarkirin e.

Îro mijar, ne ew e ku Kurd wê çiqasî bi pergalê re entegre bibin, mijar ew e ku wê çiqasî pergala xwe ya civakî ava bikin. Ji ber vê yekê entegresyona pozîtîf, ne tenê zimanê bi hev re jiyankirinê ye; zimanê bi hev re azadbûn, bi hev re avakirin û bi hev re veguherînê ye.

Ji aliyê Kurdan ve ev ziman, divê ev ziman êdî wek zimanê parastinê de mayînê nebe, divê bibe zimanê israra avakeriya siyasî.