Rêber Apo di Banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de ya ku 27'ê Sibatê eşkere kir, anî ziman ku çareseriyên bi rengên netewe dewlet, federasyon an jî xweseriya îdarî yên ji ber berbelavbûna neteweperestiya tund rû dan, nikarin bersivê bidin sosyolojiya civakî ya dîrokî û bi vî rengî diyar kiribû ku dest ji netewe dewlet û hemû avaniyên ber bi netewe dewlet ve berdaye. Li şûna vê yekê jî destnîşan kir ku entegrasyoneke demokratîk ji bo gelên Tirkiyeyê mecbûrî ye.
Di ser vê daxuyaniyê de hindik maye salek derbas bibe. Di nava vê pêvajoyê de beriya her tiştî PKK'ê destpêka meha Adarê bi rengekî yekalî agirbest ragihand. Di navbera 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist û xwe fesix kir. Û 11'ê Tîrmehê li gel Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven komek ji gerîlayên HPG û YJA Starê çekên xwe şewitandin û anîn ziman ku li şûna şer ew dixwazin siyasetê bikin. Piştî 2 mehan jî endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok daxuyaniyek xwend û got, "Em hêzên xwe yên li Tirkiyeyê hemûyan vedikişînin ku rîska şer û provokasyonên gengaz li ser wan heye'. Bi vê yekê re li gel Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Devrîm Palû û ji Fermandarên YJA Starê yên herêma Serhedê Vejîn Dersim jî di nav de 25 gerîlayên HPG û YJA Starê ji Bakurê Kurdistanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn û diyar kirin ku ji bo tevkariyê li pêvajoya "Aştî û Cİvaka Demokratîk' a Rêber Apo bikin ew di Entegrasyona Demokratîk de israr dikin.
Lê belê ji bilî "Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî" ya ku meha Tîrmehê di binê sîwana Meclîsê de hate avakirin dewlet û hikumeta Komara Tirkiyeyê gaveke hiqûqî û qanûnî neavêtiye û bi vî rengî nîşan dide bê bi çi helwest û nêtê li pêvajoya entegrasyonê dinihêre. Hikumet û dewleta Komara Tirkiyeyê entegrasyonê bi rengê helandin, tasfiyekirin, bênasname hiştin, dûrxistina ji çand û zimanê xwe weke helandinê dibîne. Lê belê têgeha entegrasyonê bi wateya xwe ya têgehî her wiha bi şêweyê xwe yê pêkanînê yê li dewletên cîhanê ji feraseta dewleta Tirkiyeyê gelekî cuda ye. Dema ku mirov bala xwe bidin ser çend modelan wê hîn baştir bê fêhmkirin.
Modela Fransayê:
Di xala 75-1 a destûra bingehîn a Fransayê de bi gotina 'Zimanên herêmî mîrateya hevpar a Fransayê ye" hemû zimanên herêmî û zimanên hindikaniyan hatine ewlekirin. Li dibistanên Fransayê ji bilî Fransî 6 zimanên herêmî weke zimanê perwerdeyê hatine qebûlkirin.
Her wiha li Fransayê hemû hindikahiyên olî xwedî mafê jiyaneke azad a bi xweseriya xwe ya olî ne.
Ji bilî vê yekê li Fransayê beriya her tiştî "Mafên Hindikahiyan ên Rêveberî û Hiqûqî" tên.
Modela Spanyayê:
Spanya di salên 1939-1975'an de ji aliyê dîktatoriya Franko ve hate birêvebirin ku zilmeke mezin li Spanyayê û gelên Spanyayê kir. Ji bo feraseta netewe dewletê ya ku xwe dispêre faşîzmê li ser hemû gelên li Spanyayê bide ferzkirin û qebûlkirin, komkujî û zextên giran li civakê kir. Piştî rejîma 36 salan a Franko ku rejîmeke asîmîlasyonîst û zordar bû, Spanyayê di sala 1978'an de destûreke bingehîn a nû amade kir. Di xala 2'emîn a vê destûra bingehîn de tê gotin, "Destûra bingehîn yekbûna yekîtiya neteweyî ya Spaniyan û yekbûna welatê hevpar ê hemû Spaniyan tekez destnîşan dike û mafên xweser ên netewe û herêmên wê, piştevaniya navbera wan garantî dike."
Di modela Spanyayê de sîstemên xweser hene. 17 herêmên xweser û 2 bajarên xweser hene.
Her civak bi hilbijartinên xwe meclîsa xwe ya qanûndanînê, nûnerên wan hildibijêre. Erka qanûndanîn û rêvebirinê bi rêya meclîsên her civakeke xweser ve tê bikaranîn.
Modela Îngilistanê:
Îngilistan li gel ku dewleteke unîter e xwedî sîstemeke nenavendî ye. Îrlanda, Skoçya û Gal, herêmên xweser ên berfireh in. Ev herêm xwedî wî mafî ne ku li parlamentên xwe li ser mijarên perwerde, tenduristî, aborî, ragihandin, rêveberiyên xwecihî, hawirdor, çandinî, çand, masîvanî, şaristanî, cezaî û hiqûqa maliyeyê qanûnan amade bikin û van qanûnan bi cih bînin.
Modela Belçîkayê:
Belçîka sala 1830'î azad bû Xala destpêkê ya destûra bingehîn a Belçîkayê bi vî rengî ye: "Belçîka dewleteke federal e ku ji civak û herêman pêk tê." Belçîka ji 3 civakan pêk tê; Flmana, Valonên bi Fransî diaxivin û yên bi Elmanî diaxivin. Li Belçîkayê civak û rêveberiyên xwecihî di mijarên perwerde, tenduristî, ewlekariya herêmî û hawirdorê de xwedî erkê ne.
Welatên ku xwedî van modelan e nîşan didin ku entegrasyona gelan, hindikaniyan û komên olî divê çawa be û di kîjan astê de beşdarî welatê lê ne bibin. Di çarçoveya van modelên entegrasyonê de tê meraqkirin bê Tirkiye wê siyaseteke çawa ya entegrasyonê bimeşîne.