Karsazê ji Zîqarê ku xwediyê împeratoriyeke aborî ye, niha li ser kursiya herî bi rîsk ê Iraqê ye. Di navbera bankayên di bin ceza de û daxwazên kolanê de, testeke mezin li benda Zeydî ye: Avakirina îstîkrarê yan xetimîneke kûrtir?
Tayînkirina karsaz Elî Zeydî weke serokwezîrê nû yê Iraqê ji hêla Serokkomar Nezar Amêdî ve, di mîmariya siyasî ya Iraqê ya piştî sala 2003’an de wekî veguhertineke stratejîk û balkêş tê nirxandin. Ev gava ku piştî pênc mehên xetimîna siyasî û heft civînên dijwar ên Çarçoveya Hemahengiyê hat nîşan dide ku aliyên siyasî yên Şîa vê carê li şûna rûyên klasîk berê xwe dane fîgurên karsaz û teknokratên ji derve da ku hevsengiyên navxweyî biparêzin.
Zeydî ku di nava sîstema Iraqê de wekî merşehê lihevkirinê ango berbijêrê teswiyeyê derket pêş, di rastiyê de encama lihevkirineke kûr a di navbera qutbên hêzê yên weke Mihemed Şiya Sûdanî, Nûrî Malikî û Qeys Xezelî de ye. Veguhertina desthilatê ji Sûdanî ber bi Zeydî ve, her çend wekî fedakarî hatibe binavkirin jî, di kûrahiya xwe de hewldanek e ji bo nûkirina rûyê hikûmetê li hemberî krîzên aborî û zextên navneteweyî.
FERSEND Û RÎSKÊN DI LABÎRENTÊN IRAQÊ DE
Taybetmendiya herî herî girîng a Elî Zeydî ew e ku ew weke kesekî derveyî polîtîkayê tê nasîn, wî ne di refên yekem û ne jî di yên duyem ên partiyên siyasî de cih girtiye. Ev yek ji bo hêzên siyasî hem fersendek e ku berpirsiyariya têkçûnan bixin ser milê kesekî nû, hem jî rîskek e ku gelo ev karsazê ji parêzgeha Zîqarê wê çawa di nava labîrentên burokrasiya Iraqê û pergala mihasese parvekirina li ser bingehê mezhebî û etnîkî de tevbigere.
Zeydî di deh salên dawî de bi împeratoriya xwe ya aborî, ji bankayan bigire heya zanîngeh û medyayê, di nava rehên dewletê de cih girtiye. Lê belê, hebûna Banka Başûr a Veberhênanê di lîsteya cezayên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ji ber têkiliyên bi Îranê re, dikare bibe gura herî mezin a dîplomatîk li pêşiya kabîneya wî, bi taybetî di warê peywendiyên bi Washingtonê re.
DABEŞKIRINA WEZARETAN DI NAV KOMÊN HÊZÊ DE
Di vê çarçoveyê de ku destûrê daye Zeydî, wê ne tenê ji bo diyarkirina wezîran, lê belê ji bo îstîkrar û şerê man û nemanê bibe ezmûnek. Sîstema siyasî ya Iraqê ku li ser bingeha dabeşkirina parên desthilatê ava bûye, wê zextê li Zeydî bike ku wezaretan li gorî daxwazên koman dabeş bike, ku ev yek jî bi xwe re xetereya dewamiya gendeliyê tîne. Ji aliyê din ve dosyayên giran ên weke pêgeha komên çekdar, vegerandina koçberên ji herêmên wekî Cerf El Sexer û nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, li benda çareseriyên radîkal in. Kêşeya mûçeyan, dosyaya petrolê û sînorên desthilatdariya Herêma Kurdistanê wê bibe testa îspatkirinê ya siyasî ji bo Zeydî da ku nîşan bide ka ew serokwezîrekî serbixwe ye an tenê rêveberê projeyên hêzên mezin e.
ÎSTÎKRARA BEXDAYÊ BI EDALETA LI ŞENGALÊ VE GIRÊDAYÎ YE
Dema ku em behsa pênc mehên xetimîna siyasî û nakokiyên li Bexdayê dikin, divê em ji bîr nekin ku li aliyê din ê welat, li Şengalê, birînek heye ku 11 sal in nehatiye derman kirin. Serketina Elî Zeydî tenê bi rakirina cezayên bankayên wî yan jî bi dabeşkirina wezaretan nayê pîvandin, pîvana herî rast helwesta wî ya li hemberî jenosîd û encamên wê ne.
Li ser axa Şengalê bi dehan gorên bi kom hene ku hîn jî nehatine vekirin û nasnameyên qurbaniyan nehatine tespîtkirin. Ji bo karsazekî weke Zeydî ku dixwaze hikûmeta xizmetguzariyê ava bike, pêşîgirtina li polîtîkaya jibîrkirinê erkê sereke ye. Heta ku edalet ji bo qurbaniyên Şengalê pêk neyê, îstîkrara ku li Bexdayê tê behskirin wê herdem kêm bimîne.
DI NAVBERA KRÎZÊN NAVXWEYÎ Û ŞERÊN WEKALETÊ DE
Di dawiyê de, serketina vê hikûmetê ne tenê bi karsaziya Zeydî, lê bi şiyana wî ya di navbera daxwazên kolana Iraqî û daxwazên hêzên herêmî û navneteweyî de ve girêdayî ye. Heke Zeydî bikaribe ji bin siya cezayên Amerîkayê derkeve û di heman demê de razîbûna Tehranê û hevsengiya bi Sunne û Kurdan re biparêze, dibe ku Iraq bikeve qonaxeke nû ya aborî. Lê belê, her gava ku di nava sîstema mihasesê de were avêtin, her wekî pisporên destûrî jî dibêjin, dikare wî bixe nava xetimîneke nû ku ji ya berê girantir be. Ev lîstika siyasî ya nû, di bin navê hikûmeta xizmetguzariyê de, di rastiyê de hewildana Iraqê ye ji bo dîtina rêyeke sêyem di navbera krîzên navxweyî û şerên wekaletê yên herêmî de.