Qonaxa herî krîtîk a ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiyê ew e ku wê pozîsyona sermuzakerevanê gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa be. Sermuzakerevanê gelê Kurd hê jî di bin şert û mercên azad de naxebite. Rêxistin û hêzên gerîlayaên yên girêdayî vê rêbertiyê daxwaz dikin ku statuya rêberê wan were diyarkirin û di bin şert û mercên azad de bixebite. Daxwaza gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî bi vî rengî ye. Rêberê Gelê Kurd jî gotiye ku di bin şert û mercên heyî de êdî tiştekî zêde yê ku ez bikim tune ye û divê statuya min were diyarkirin. Di gel ku desthilatdariya AKP-MHP’ê jî di vê mijarê de pêngavên cidî naavêeje û yasayên ku rê li ber derfeta siyaseta azad û demokratîk vedike, nayên derxistin wê demê nîqaşên ku wê pêvajo çawa bi rê ve biçe, derdikevin holê.
Devlet Bahçelî jî sebir xwestiye! Hem ev pêvajo di nava atmosfera şerê li Rojhilata Navîn ê geş dibe de girîng tê dîtin hem jî sebir tê xwestin. Ev nakokiyeke cidî ye. Madem dibin atmosfera şerî de ev pêvajo girîngtir bûye wê demê divê aliyê desthilatdariyê bi lez pêngavan biavêje. Ji ber aliyê ku vê pêvajoyê ber bi encamê ve bibe, desthilatdarî ye. Ger desthilatdarî pêngavan neavêje wê demê pêvajo jî pêş nakeve. Madem di atmosfera şerî de pêvajo gorîng e wê de çima desthilatdarî pêngavan naavêje? Bi rastî jî ev rewş rê li ber derketina fikaran vedike.
Li Îmraliyê hevdîtineke 5 saetan hatiye kirin ku heyeta dewletê jî di nav de cih digire. Di vê hevdîtinê de hatiye nîqaşkirin ku pêvajo hêdî bi rê ve diçe. Nirxandina ku pêvajo hêdî bi rê ve diçe di rastiyê de nêrîna aliyê Kurd e. Derxistina yasayên ku pêvajoyê pêş bixe jî weke mehên Hezîran û Tîrmeh tê nîşandan. Tê gotin ku beriya ku Meclis bikeve betlaneyê wê yasa werin derxistin. Baş e be çima rojên dawîn ên qanûndanînê tê destnîşankirin? Madem pêvajo girîng e wê demê çima wext ev qasî xirab tê derbaskirin? Derbaskirina wextî ya ev qasî xirab nîşan dide ku pêvajo cidî nayê girtin. Ji ber vê yekê ji niha û pê ve daxuyaniyên desthilatdariyê yên têkildarî cidî û girîngbûna pêvajoyê wê rê li ber gumanan vekin.
Desthilatdariya AKP’ê tim dibêje ku ew Tirkiyeyê ji şerê li Rojhilata Navîn dûr digire. Tirkiye heya salekê beriya niha jî di nava şerî de bû. Balafirên şerî her roj deverek bombebaran dikirin. Li dijî bakurê Sûriyeyê û pergala xweser a li rojhilatê wê tim êrîş dihatin kirin. Di nava sînorên Tirkiyeyê de jî li dijî gelê Kurd şerekî qirêj dihat birêvebirin. Ev şer çawa bi dawî bû, rayedarên Tirk çawa tim tînin ziman ku ew alîgirên aşitiyê ne? Li gel Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê gerîlayan li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî dan sekinandin. Ji ber vê yekê ev salek e li Tirkiyeyê rewşeke aşitiyê heye. Ev ne aşitiyeke mayîn de ye lê belê ev ji salekê zêdetir çek nayên bikaranîn; ne leşker dimirin ne jî gerîla jiyana xwe ji dest didin.
Ger ev rewş nebûna a niha Tirkiyeyê nedikarî ji cîhanê re xwe weke aşitîxwaz bide nîşandan. A niha ev yek ji bo Tirkiyeyê rewşeke baş diafirîne. Bi gotineke jirêzê Tirkiye a niha ji vê yekê sûd werdigire. Ji ber ku Tirkiye di nava atmosfera şerekî wiha germ û dijwar de wê bibûna welatê ku herî zêde winda bike. Nedikarî wisa bêalî xwe nîşan bide wê bi awayekî rasterast li rex DYE’yê bûna. Wê weke Talat, Enver û Cemal paşayan berê xwe bida nava şerî û wê winda bikira. Cihgirtina wê ya li rex DYE’yê ew ji windakirinê rizgar nedikir. Ji ber vê yekê divê Tirkiye fêm bike bê ka pêvajo ji bo wê çi qasî girîng e; divê di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê de pêngavan biavêje û pozîsyona xwe ya li Rojhilata Navîn xurt bike. Ev yek, ew rê ye ku wê herî zêde li Tirkiyeyê bide qezenckirin.
Di demên dawîn yek ji mijara ku herî zêde tê nîqaşkirin, ew pirs e ku wê çi ewlehiyê dabîn bike. Paratîka saleke dawîn nîşan daye ku wê aşitî ewlehiyê dabîn bike. Ger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike wê demê wê pirsgirêka ewlehiyê bi awayekî mayînde were çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka ewlehiyê ya bi rêya çekan, xwexapandineke mezin e. Geşedanên li Rojhilata Navîn nîşan didin ku ev yek xwexapandineke gelekî mezin e. Pêşbirka xweçekkirinê ya li Rojhilata Navîn bes şerên bê dawî bi xwe re tîne. Tevî vê rastiyê jî lênegerîna ewlehiyê ya di demokratîbûyîn û aramiya civakî de bi rastî jî ehmeqtî ye. Lêgerîna encameke cuda ya bi heman rê û rêbazan jî jixwe ehmeqtî bi xwe ye.
Divê Tirkiye wate û girîngiyê bide terzê çareseriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ev Rêbertî ne nû ye, ji sala 1988’an ve ye di nava lêgerîna çareseriya demokratîk de ye. Dema ku bi awayekî azad xebitî wê pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk leztir bibe, bi awayekî rasttir pêk were û wê hemû kes ji vê yekê feydeyê bibîne.
4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd e. Weke ku di Cejna Newrozê de pêk hat, wê gelê Kurd di 4’ê Nîsanê de jî li her derî bi çandina daran rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz bike û daxwaza azadiya Rêbertiya xwe bike. Ger Tirkiye bi gelê Kurd re aşitiyê pêk bîne, ev yek girêdayî vebûna deriyên Îmraliyê ye. Divê êdî deriyên Îmraliyê vebin. Bi vî awayî wê were nîşandan ku pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk cidî tê girtin.
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam