Dîroka Komara Tirkiyê dîroka şerê li dijî Kurdan e

Siyaseta înkar û tunekirinê ya sed sal berê ya li hember Kurdan êdî encamê nade. Ji ber ku şert û mercên wê demê ji holê rabûne.

Komara Tirkiyê ku 102 sal berê hate damezrandin li ser xeta xwe ya faşîst û nijadperest hebûna xwe didomîne. Kurdên ku di Şerê Rizgariya Tirkiyê û damezrandina wê de bi roleke sereke rabûn, ji destpêka komarê heta roja îro hê jî weke dijminê sereke tên dîtin.

Desthilata AKP-MHP’ê li ser rêya Tirkên Spî an jî Jon Tirkan meşa xwe didomînin. Polîtîkaya xwe zêdetir bi rêbazên faşîzma kesk dimeşînin. Salên 1920’an ya ku dîktatoriya CHP’ê kirî îro jî bi rêbazên cihê AKP vê dîktatoriyê didomîne. Îro jî di serî de Kurd, hêzên sosyalîst, demokrat û hwd, weke dijminê sereke tên dîtin. Siyaseta sed salî ya înkarê berdewam dike û ti guherîn çênebuye. Hê jî gelên din tune tên hesibandin û hemû weke Tirk tên dîtin. Ango zêhniyeta, “ji bo hebûn û mayîndebûna komarê divê gelên din tune bibin” li ser kar e.

Komara Tirkiyê ku weke dewleteke netewe avabû 50 salên dawiyê bênavber li dijî Kurdan şer kir. Berê wê jî ji sala 1925’an heta sala 1938’an li Agirî, Amed, Geliyê Zîlan û Dêrsimê gelek komkujî pêk anîn û bi deh hezaran Kurd hatin kuştin. Ango dîroka komarê dîroka şerê li dijî Kurdan e. Piştî salên 2000’î bi avabûna AKP’ê û hatina wê ya li ser desthilatê, faşîzm û nijadperestiya li dijî Kurdan ji ya dema derbeya 12’ê Îlonê ya sala 1980’yî jî derbas kir. Siyaseta qirkirin, înkar û helandinê ya li ser Kurdan bi rêbazên xeternak hat meşandin û hê jî dewam dike. AKP hewl dide komarê bi temamî bi dest bixe û ev yek jî heta astekê pêk aniye. Erdogan jî li ser rêya buyîna Ataturkê duyemîn e.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêbazên demokratîk Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an bi banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ pêvajoyeke dîrokî da destpê kirin. Bi vê banga dîrokî re aliyên Kurd gelek gavên girîng avêtin. Herî dawî 26’ê Cotmehê bi daxuyaniyekê vekişîna hêzên gerîla ya ji nava sînorên Tirkiyê hate destpê kirin. Eşkereye heta serê salê wê armanc û niyeta dewleta Tirk ya derbarê vê pêvajoyê û pirsgirêka Kurd de derkeve holê. Ya ku heta niha hate dîtin desthilata Tirkiyê di mijara pêvajoya aşitî û çareseriya demokratîk de ne jidil e û siyaseta xapandinê didomîne. Ev yek di nêzîkatiyên wan yên li hember Bakur-Rojhilatê Sûriyê de jî eşkere tê dîtin. Ya herî girîngtir jî dest ji pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyê berdane, li pey Sûriyê ketine. Lê rola wan a li Sûriyê jî ne li ser bingeha çareseriyê ye.

Bi destpêkirina pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ re Kurd dixwazin li Tirkiye û Sûriyê çareserî di çarçoveya entegrasyona demokratîk de pêk were. Ji bo vê jî divê gavên demokratîk bên avêtin, qanûn bên derxistin û Kurd di nava pergala hiqûqê de cihê xwe bigirin. Lê vê gavê dewleta Tirk a ku heta niha xwe nêzîkî vê yekê nake, di heman demê de bandorê li Şamê jî dike û li pêşiya çareseriya li Sûriyê jî asteng e.

Di sedsala duyemîn de divê Komara Tirkiyê demokratîk bibe. Heta ku demokratîkbûn pêk neyê di serî de pirsgirêka Kurd, tu pirsgirêkên li Tirkiyê çareser nabin. Ji bo demokratîkbûna komarê bêyî hesabên siyasî û desthilatdariyê, divê pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ weke fersend û derfeteke dîrokî bê dîtin. Çawa ku di avabûna komara Tirkiyê de Kurd hêmanên sereke bûn, wê di demokratîkbûna wê de jî bi heman rola dîrokî rabin. Siyaseta înkar û tunekirinê ya sed sal berê ya li hember Kurdan êdî encamê nade. Ji ber ku şert û mercên wê demê ji holê rabûne. Heman tişt ji bo Sûriyê jî derbasdar e. Rejima HTŞ’ê nikare rêbaz û siyaseta rejima Baas’ê bidomîne. Ji ber vê jî divê Komara Sûriyê ya Erebî weke Komara Demokratîk ya Sûriyê ava bibe. Ji bo demokratîkbûna Sûriyê jî Kurd xwedî hêza avakar in û wê bi rola dîrokî rabin.