Di sosyalîzmê de israr

Girîngiya vê pêvajoyê ya dîrokî ew e ku hemû kesên bi îdîaya sozyalîzmê rabûne û têkoşîna wê dimeşînin li ser xalekê li hev dikin, ew jî di sosyalîzmê de israr e.

Ji Tevgera Azadiyê Cemal Şerîk girîngiya israra li ser sosyalîzmê nirxand. Cemal Şerîk, diyar kir ku nîqaşên herî dijwar ên li ser sosyalîzmê di sedsala 19’an de pêk hatine û got, “Di vê sedsalê de bingehên teorîk ên sosyalîzmê hatin danîn û têgeh hêdî hêdî teşe girt. Ronakbîran bi piranî koka sosyalîzmê dispêrin ‘Serdema Ronakbîriyê’ û ji bo ramanên ku li çareseriya pirsgirêkên civakî digeriyan, weke qonaxa pêşketinê dîtin.

Di vê çarçoveyê de, Jean-Jacques Rousseau, Henri de Saint-Simon, Pierre Leroux ku yek ji kêsên ewil peyva "sosyalîzm" bikar anî û her wiha Robert Owen û Charles Fourier, pêşengên ramana sosyalîst a destpêkê bûn. Van kesan li dijî newekheviyên ku ji aliyê Şoreşa Pîşesaziyê ve hatine afirandin, ji bo pergalek adîl ya civakî modelên curbecur pêş xistin.

Lê belê, ji ber ku van ramanan ne xwedî bingehek pratîkî bû, piştre wekî "Sosyalîzma Utopîk" hatin pênase kirin. François-Noel Babeuf jî nûnerekî berbiçav ê vê tevgerê bû.

Nakokiyên çînî yên zêde di dema şoreşa pîşesaziyê de belavbûna ramanên sosyalîst leztir kir. Bi vî awayî, di tevahiya sedsala 19’an de, nêzîkatiyên Proudhonîst, Bakuninîst, Blanquist, Lassallean, Bernsteinian û Marksîst derketin holê. Di nav van tevgeran de nîqaşên îdeolojîk ên xurt hatin meşandin; bi taybetî polemîkên di navbera Marx, Bakunin û Proudhon de di pêşveçûna teoriya sosyalîst de diyarker bûn.”

HEWLDANÊN MARKS Û ENGELS

Cemal Şerîk anî ziman ku di şert û mercên sedsala 19’an de, ew kesên ku sosyalîzmê diparastin derfet dîtin ku bigihîjin beşên civakî yên fireh û wiha domand, “Her çend Proudhonîst li Fransayê, Lassallen li Elmanyayê û Civakên Fabien li Îngilîstanê di hejmara xwe de zûtir zêde dibûn jî, Marksîst rêyek hêdîtir lê bi kalîtetir dişopandin. Şoreşa 1848’an û hewldanên rêxistinkirina navneteweyî yên çîna karker beşdarî pêşveçûna sosyalîstên Marksîst bûn. Marks û Engels dema ku teoriya xwe ya sosyalîzmê pêş dixistin, ji bo nûjenî û lêkolînê vekirî man.

Di nirxandina civakên "komunîstên destpêkê" de, Marks diyar kir ku ger ev civak demek dirêj bidomiya, ew dikaribû derbasî komunîzmê bibûna. Manîfestoya Komunîst ku di sala 1848’an de hate weşandin, îfadeya herî bihêz a vê têgihîştinê ye. Ji nirxandin û ramanên wî diyar dibe ku teoriya wî ne xwedî modeleke hişk bû, lê belê modeleke ku dikare li gorî şert û mercên dîrokî yên cuda biguhere bû. Tevkariya Marx û Engels ew bû ku sosyalîzmê ji daxwazek tenê ji bo wekhevî û edaletê veguherînin teoriyek bi bingehên zanistî û dîrokî. Bi vî rengî, sosyalîzm bû nêrînek cîhanê ku pêşkeftina mirovahiyê rave dike û armanc dike ku veguherîne.”

PÊNASEYA SOSYALÎZMA ZANISTÎ

Cemal Şerîk da zanîn ku teoriya ku ji hêla Marx û Engels ve hatî pêşve xistin wekî "Sosyalîzma Zanistî" hate binavkirin û wiha got, “Vê nêzîkatiyê sosyalîzm ji îdealên neberçav derxist û bi dîrok, aborî û zanistên civakî ve girêda. Sosyalîzma zanistî îdia kir ku civak dê bi veguherîna têkiliyên hilberînê ve biguhere. Marx materyalîzma diyalektîk û dîrokî bi qiyaskirina aboriya siyasî ya Brîtanî, ramana şoreşger a Fransî û felsefeya Elman pêşxist. Di vî warî de, wî hewl da ku sosyalîzmê bi qanûnên xwezayê û civakê rave bike. Xebata Engels, "Çavkaniya Malbatê, Milkê Taybet û Dewletê", berdewamiya vê hewildanê ye.

Aliyê herî girîng ê Marx û Engels ew bû ku wan bi berdewamî ji nûbûnê re vekirîbûn. Vê yekê misoger kir ku sosyalîzm wekî teoriyek zindî û pêşketî bimîne. Di sedsala 20’an de, Lenîn vê teoriyê li gorî serdema xwe da rûnişkandin, Marksîzmê xist pratîkê û sosyalîzmê bir astek nû.”

SOSYALÎZM DI ROJA ÎRO DE JÎ ROLA XWE DILÎZE

Şerîk diyar kir ku piştî hilweşîna Sosyalîzma Pêkhatî di dawiya sedsala 20’an de, pergala kapîtalîst hewl da ku cîhanê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve birêxistin bike û wiha dewam kir, ”Marks û Lenîn di têkoşîna sosyalîzmê de berdêlên mezin dan û pêşengî kirin û ji nêzîkatiyên dogmatîk dûr ketin. Ji ber vê yekê, Sosyalîzma Zanistî (Marksîzm) di sedsala 19’an de bû pêşeng û Lenînîzm jî di sedsala 20’an de.

Îro jî, sosyalîzm bi bingeha xwe ya dîrokî û têkoşîna xwe ya berdewam hebûna xwe didomîne. Sosyalîst divê xwe li gorî şert û mercên guherbar ên cîhanê xwe ji nû ve birêxistin bikin û rola xwe ya pêşeng biparêzin; ev ji bo sosyalîzmê di sedsala 21’an de peywirek dîrokî ye.”

MÎRATEYÊN TÊKOŞÎNA SOSYALÎZMÊ

Cemal Şerîk, di berdewamiyê de da xuyakirin ku sosyalîzma pêkhatî, ku di serdema Brezhnev de li Bloka Rojhilat û Yekîtiya Sovyetê hate bicîh kirin, hilweşiya û wiha dirêjî da gotina xwe, “Li wir hewldanên sosyalîzma ku dewletê esas digire an têk çûn, an jî bûn beşek ji pergala kapîtalîst. Ev tecrûbe ji bo têkoşînên ku îro têne meşandin mîrateyek bi qîmet e. Wekî ku Rêber Apo dibêje, "Israrkirina di sosyalîzmê de, israrkirina di mirovbûnê de ye.

Hewldanên sosyalîzmê yên ku pêk hatine, tevkariyê li rizgariya neteweyî û têkoşîna çînî kirine. Serketin û têkçûnên ezmûnên berê divê bi rexne û rexnedayinek xurt were destgirtin. Marx û Engels ji pêşengên xwe bandor bûne, lê li ser rastiyên xwe israr kirin. Dema hewce kir dizanîbûn hevkariyê bikin. Wan di sedsala 20’an de pêşengiya şoreşan kirin û nêzîkatiyek nerm nîşan dan ku li gorî şert û mercên şênber tevdigere.”

LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ ISRARA DI SOSYALÎZMÊ DE

Şerîk destnîşan kir ku ji bo her kesê ku vê têkoşînê dimeşîne divê di sosyalîzmê de israr, bibe pîvanek bingehîn û wiha axivî, “Divê ezmûnên sosyalîzma hilweşiyayî neyên dubarekirin; divê çareserî bi analîzkirina şert û mercên berbiçav û bikaranîna dersên ji rabirdûyê hatine girtin werin pêşxistin. Tevgerên şoreşger û sosyalîst li çaraliyê cîhanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn têkoşîna xwe didomînin. Ji salên 1960’an vir ve, tevgerên Ciwanên Şoreşger û ceribandinên sosyalîzma li ser esasê dewletê tevî bandora pergala kapîtalîst jî vê lêgerînê berdewam kirine. Ev têkoşîn ji bo mirovahiyê û siberojê çavkaniya hêvî û hêzê ne. Eger ev rastî li ber çavan neyên girtin, ne mimkûn e ku wateyek têr û rast bidin "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo.”

TEVKARIYÊN TEORÎK ÊN RÊBER APO

Cemal Şerîk got, “Divê "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo di çarçoveya wê ya dîrokî û civakî de were nirxandin. Wekî din, ne dîrok û ne jî civak nikarin bi awayekî rast werin fêmkirin û nerînên ku têne diyar kirin dê perçe perçe û bêbandor bin. Manîfesto yekparebûna dîrokî û civakî ya sosyalîzmê nîşan dide; ew duh û îro, ji komunanên yekem bigire heya têkoşîna civakî ya heyî, digire nav xwe. Ger wateya sosyalîzmê bi awayekî rast neyê fêmkirin, rola kesên ku vê têkoşînê bi rê ve dibin jî nayê fêmkirin.

REXNEYÊN LI SER SOSYALÎZMÊ

Dema ku nûnerên Enternasyonala Duyemîn tevlî refên burjuvaziya emperyalîst bûn, komunîstan peyva "Komunîst" di navê partiya xwe de bikar anîn da ku cudahî nîşan bidin. Bi heman awayî, PKK’ê ev cudahî bi guhertina sembolên bi sosyalîzma pêkhatî ve girêdayî di Kongreya xwe ya 4’an a sala 1990’an de nîşan da. Rêber Apo bi rexneyên li ser sosyalîzma pêkhatî û teorîyên ku wî pêşxistin, ji têgihîştinên berê yên jin, dewlet û desthilatdariyê derbas bû û ji bilî têkoşîna çekdarî çareseriyên ji bo pirsgirêka Kurd pêşkêş kir.

Ji bo têgehên demê wateyên cuda dayîn pêvajoyeke xwezayî ye; di serdemên Marx-Engels û Lenîn de jî mînakên bi vî rengî hene. Ji ber vê yekê, divê têgeh di çarçoveya karanîna wan a destpêkê de werin nirxandin. Divê têgehên Rêber Apo di vê ronahiyê de werin nirxandin; wan kirina mijarên nîqaşê an jî berovajî kirina têgehan nirxandin ne rast e. Sedema têgehên ku wî di manîfestoyên xwe de bikar anîne eşkere ye û tiştê girîng ew e ku mirov wan rast fêm bike û li gorî wê têkoşîn bike. Rêya heyî israrkirina di sosyalîzmê de ye; lêgerîna rêyên din dê we nebe sosyalîzmê.”

SOSYALÎZMA PÊKHATÎ

Şerîk got, “Sosyalîzma pêkhatî di serdema Brezhnev de ji bo danasîna hewldanên "sosyalîzma pêkhatî" li Yekîtiya Sovyetê û welatên Ewropaya Rojhilat dihat bikaranîn. Partiyên komunîst ên li van welatan xetên xwe yên îdeolojîk û siyasî li ser partiyên li welatên din belav kirin, lê ceribandinên wan ên ji bo sosyalîzma dewltî bi ser neketin û ew di nava pergala kapîtalîst de hatin helandin. Divê ji van ezmûnan encamên rast werin derxistin û parametreyên îdeolojîk-siyasî, bi taybetî nêzîkatiyên dewlet û desthilatdariyê yên ji bo şoreşê, werin berçavkirin.

SOSYALÎZMA ZANISTÎ, DEMOKRATÎK Û CIVAKÎ

Sosyalîzma zanistî li ser rêbaza Marksîst ava bûye û guhertina civakî bi rêya têkiliyên hilberînê rave dike. Berovajî sosyalîzma pêkhatî, ew ne dewletparêz e, li ser hêzên civak û hilberînê ava bûye.

Li aliyê din, têgeha sosyalîzma demokratîk diyar dike ku sosyalîzm bi demokrasiyê re ne di nava nakokiyê de ye. Berovajî vê, sosyalîzm şêweya herî pêşketî ya demokrasiyê ye. Her çend ev têgeh di dîrokê de bi awayên cuda hatibe şîrovekirin jî, di esasê de îradeya gel digire navenda xwe.

Her wiha Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk jî, ev her du têgehan bêyî ku hev red bikin, xwedî wateya hev temam kirine. Ev pîvan diyar dike ku sosyalîzm tenê dikare bi rêya hêza cewherî ya civakê û rêxistina komunal hebe. Ev têgihîştin diyar dike ku bêyî demokrasî û civak, sosyalîzm nîne û armanc dike ku sosyalîzmek nû ava bike. Yekîtiya Komunên Demokratîk ên Kurdistanê mînakek berbiçav a vê têgihîştinê ye.”