Di şer de asteke nû: Senkronîzasyona îstîxbarat û teknolojiyê

Di vî şerî de li ser bingeha lezbûn û îsabet, senkronîzasyona îstîxbaratê û hevbeşbûna algorîtmayên zekaya çêkirî pêk hatin. Bi encama hevbeşbûna kabiliyetê de 800 hedef bi carekê hatin lêdan ev jî di qada şer de asteke nû ye.

Yek ji mijarên girîng ên ku di êrîşa DYE-Îsraîlê ya li ser Îranê de derket holê û awayê ku êrîşên ku bû sedema kuştina Xameneyî yê ku rêberê Îranê (keleh) û gelek berpirsên payebilind ên Îranî û encamên ku derektine holê. Ev êrîş di çarçoveya şer de geşedanên di qada teknolojîk de nîşan daye, pir balkêş e. 

Ev êrîş ne tenê hedefeke sûîqastê ye; di heman demê de mînakek nû ya şer e ku tê de amûrên sîber û teknolojiyên zekaya çêkirî pir bi bandor hatine bikaranîn. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî ya DYE’yê derbarê vê êrîşê de, Fermandariya Sîber û Fermandariya Fezayê ya DYE’yê operasyonên sîber ên koordîneyî li dijî kanalên ragihandinê yên Îranê pêk anîn û hemû torên ragihandin û sensorên Îranê xirakirin û bi vî awayî qabiliyeta hêzên ewlehiyê yên Îranê ya dîtin, tespîtkirin û bersivdayînê têk bir. 

Her çiqasî em tevahî hûrguliyan nizanin jî, xuya ye ku teknolojiyên wekî pergalên GPS û Starlink di vê operasyonê de hatine bika anîn. Her wiha xuya ye ku torên satelîtê yên Îranê hatine astengkirin û sînyalên wan hatine tevlîhevkirin. Bi qasî tê famkirin ku Îsraîlê beriya operasyona leşkerî hema hema ketiye hemû kamerayên trafîkê yên li Tehranê û dîmenên demildest bi dest xistiye.

Bi agahiyên ku di encama xebatên îstîxbaratî yên CIA û Mosadê şi qadê bi dest xistine re daneyên ku bi amûrên teknolojiyên şerê sîber, elektronîk û zekaya çêkirî hatine bidestxistin û bi rêya algorîtmayan hatine analîzkirin û li ser bingeha van daneyan operasyon hatine kirin. Ji ber vê yekê, em di vê operasyonê de bi modelek şer a nû û ketine nav hev re rû bi rû ne. 

Di vî şerî de li ser bingeha lezbûn û îsabet, senkronîzasyona îstîxbaratê û hevbeşbûna algorîtmayên zekaya çêkirî pêk hatin. Bi encama hevbeşbûna kabiliyetê de 800 hedef bi carekê hatin lêdan ev jî di qada şer de asteke nû ye. Em dikarin bibêjin ku ev şer yekem car bû ku zekaya çêkirî di gelek aliyan de, ji fermandarî û kontrolê bigire heya piştgiriya biryarê, ji şerê elektronîkî û sîber bigire heya parastina mûşekan, balafirên bê mirov êmn hewayî û wesayîtên bejahî û deryayî bi awayekî çalak hatin bikaranîn. 

Di senaryoyên ku kapasîteya mirovî derbas dikin an jî daneyên mezin û tevlihev bi lezeke mezin analîz dike, wekî hêmana zekaya çêkirî dixebite. Ev şerê nû ku di lîteraturê de wekî "şerê hîper" tê pênasekirin, di nav milîsaniyeyan de biryar digire û pêk tîne. Analîza bilez a daneyên têkildarî lêdana 800 hedefan di heman demê de, pêvajoya biryardanê û nirxandina encaman bi heman leza, pîvana şer digihîne astek cûda. Di vê rewşê de divê were gotin ku zekaya çêkirî şer ji kapasîte û têgihîtina mirovan derbasî asteke din kiriye. 

KAPASÎTEYEA BERXWEDANÊ YA ÎRANÊ

Rewşeke din a ku tê fêmkirin  ew e ku aqlê dewleta Îranê ji şerê 12 rojan a Hezîrana 2025’an hin ders derxistiye. Şer hem ji hêla leşkerî ve û hem jî ji hêla siyasî ve ji dem û mekanê re belav kiriye û tevî ku derbûn giran xwar jî êrîşî aliyên qels ên aliyê dijber kir û hewl da ku têk bibe û belav bike. 

Ragihand ku wan 31 navendên fermandariyê yên cuda ava kirine ku ew wekî "parastina mozaîk" bi nav dikin û ev navendên fermandariyê ji hev serbixwe tevdigerin. Di rewşa ku navendek an jî yek fermandarî hilweşe, fermandariyên din wê li herêmê tevbigerin da ku berxwedanê bidomînin û li gorî wê xwe bi rêxistin kirine. Tevî ku derbarê rewşa wan a navxweyî de agahiyên teqez tune ne jî, bertekên ku heta niha dane nîşan didin ku vê rêxistinê heta radeyekê encam girtiye. 

Her wiha dema ku rêje û hedefên belavbûyî li ber çavan tên girtin, tê fêmkirin ku teknîkên ku bi kar tînin ji Çîn û Rûsyayê hin piştgirî wergirtine û van dewletan piştgiriya mûşekan kirine. Ev şerê ku ji bo Îranê di asta hebûnê de ye, di heman demê ji bo Çîn û Rûsyayê jî wekî xeta eniya pêşîn dixebite. Dema ku mirov li rêveçûna şer dinêre, di noqteya ku hatinê de tevî ku Îran di bin bendewariyan de ma jî tê dîtin ku bi piştgiriya derve heta astekê bi xurt bûye.

Di rewşa heyî de tevî ku qada hewayî ya Îranê bi piranî di bin kontrola hêza hewayî ya DYE-Îsraîlê de ye jî, Îran hîn jî dikare dronên Hermes, Heron û MQ-9 ên DYE-Îsraîlê bixe xwarê û ev jî nîşan dide ku pergalên wê yên parastina hewayî hîn jî heta radeyekê dikarin bersivê bidin.

Dîsa tevî Îranê fermandeya xwe ya şer ku di asta “kelehê” de bû winda kiriye jî û hêzên wê yên hewayî, deryayî û bejahî, bi wêraniyeke giran rû bi rû maye jî hin serkeftinên sembolîk jî bi dest xistiye. (Êrîşên li ser îstasyona CIA û balyozxaneya DYE’yê yên li Riyadê, sîstema radarê li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, radara li ser asoyê ya li Qeterê, û radarên li Kuweyt û Urdunê yên sereke ne). Ev sîstemên radarê; ji bo tespîtkirina avêtina mûşekan, hişyariya zû û bi sîstemên parastina hewayî yên bilind ên herêmî re bi Patriot re entegre bixebite hatine çêkirin. Bi vî halî re em dikarin bibêjin ku wan hêmanên dijmin bi girîanî kor kirine. 

Îranê bi pêşdîtina ku derbeyek li pergala fermandariya wê were xistin û têkiliya ragihandinê têk biçe, xwe li gorî vê rewşê amade kiriye û li ser vê bingehê plansaziya xwe çêkiriye. Li ser vê bingehê xwe li 31 noqteyan di bin parêzgehan de wekî fermandariya lokal birêxistin kiriye. Ev rêxistinî û înîsiyatîfa ku dane komên lokal dibe ku çareseriyeke demkurt beî bi dirêjbûna şer re ji derketina ji kontrolê re vekiriye. Ji ber ku di nava hedefên şer de wêneyek yekgirtî tuneye; ev yek dikare rê li ber hesabên xelet, bala hêzên wan neketiye ser noqteyên tên xwestin û qelsiyên di sewqkirin-rêvebirinê de veke. 

Torên ragihandinê yên Îranê ji êrîşên sîber ên wekî sînyalê dibirin û tevlîhevkirinê re bê parastin e. Hejmareke girîng ji fermandarên wê yên payebilind hatin tasfiyekirin. 

Ji ber ku pêla êrîşan li ser hêz û binesaziya ku mîmariya ewlehiya rejîmê li ser piyan dihêle zêde bû, ev jî hişt ku kapasîteya leşkerî qels bibe. Ev rewş di heman demê de dikare bibe sedema qelsbûna mekanîzmaya ewlehiya navxweyî ya rejîmê û valahiyek desthilatdariyê li Îranê derxe holê. Di rewşek wiha de operasyonên bejayî yên sînorkirî bên destpêkirin, dikare bandorek psîkolojîk li ser alavên ewlehiya Îranê biafirînin û rê li ber raperîna jin koman di hundurê welat de veke. 

Tevî ku dewleta Îran di nava xwe de gelek qelsî û pirsgirêkên navxweyî dijî jî, ne dewleteke biçûk e ku bi hêsanî hilweşe. Bi nifûsa 90 mîlyonî, kokên kûr ên civakî û qabiliyeta asîmetrîk a ku divê biçûk neyê dîtin, di dîrokê de nîşan daye ku ew aktorek herêmî ya pêşketî ye û dikare di nava pêvajoyê de bi awayekî surprîz derketinekê çêbike. 

Rewşeke tê payin ku Îran li ser bingeha domandina şerekî stratejîk ê peritandinê tevbigere. Qada pisporiya kevneşopiya Îranê ew e ku pêlên bersivdayina asîmetrîk, hedefgirtina herêmî û kapasîteya lêçûnê ji aliyê dijber derdixe. Bi vî halî dewleta Îranê dikare li ser piyan bimîne; lêbelê îxîrmala ku di demek dirêj de veguhere avaniyek siyasî ya li ber şikestinê heye.

Dema ku helwest, armanc û bandora rewşa hêzan ttê nirxandin, eşkere ye ku pêvajoyek şerê navxweyî ku dikare bi salan dirêj bike derkeve holê. Di rewşa heyî de xuyaye ku çarenûsa şer wê ji hêla têkoşîna li tengavan û bejahiyê bê diyarkirin.

Ev şer êdî niha pir bêtir avanî, pir enî û pirqatî ye û ji pevçûnek herêmî wêdetir pêş ketiye. Dema ku li bandorên wê yên li ser bazarên enerjiyê, aboriya cîhanî û pêşbaziya hêzên mezin difikirin, wê aliyên şer bi awayekî vekirî û veşartî zêde bibe; ev yek di pergala navneteweyî rê li ber giherînên mezin veke.

Bi kurtasî, şerê Îranê ji çarenûsa welatekî wêdetir tiştan îfade dike û li ser wê cîhaneke çawa bê avakirin teşeya mîmarî datîne holê.

Armanca sereke ya DYE û Îsraîlê eşkere ye. Li gorî vê yekê, ew armanc dikin ku rejîma Îranê biguherînin û avaniyek nê ku karibe bi wan re bixebite ava bikin. Aramanca wan a sereke ew e ku Îran a ku xwediyê yek ji mezintirîn rezervên petrolê yên cîhanê ye, ji bo şîrketên DYE û Îsraîlê ji bazarê re bên vekirin; her wiha rêgehên bazirganiya nû ku van hêzêna ava kiriye, korîdorên enerjiyê û  zincîrên peydakirinê entegre bikin.

WEKÎ ENCAM

Ne DYE û ne jî Îsraîl vî şerî ji bo demokrasî, azadî û edaletê dest pê nekirin û ne jî Îran parêzvanê van nirxan e. Berevajî vê, her du alî şer, qetilkirin, êşkence, birçîbûn û zilmê li ser gel ferz dikin. Ji ber vê yekê, hişmendiyên nêzî hev şer dikin. Di vî şerê ku alî ji hev ne pir cûda ne de, di aliyê gelan de alîgirtin hilbijartinek pir xirab be.

Di esasê xwe de li herêmê şerekî hegemonîk diqewime. Heta niha hegemonya Îranî û Tirkiye hebû; tê dîtin ku dixwazin bişkînin. Dixwazin Îsraîlê wekî hêzek hegemonîk li şûna wê bo cih bikin û Îran li hember vê yekê li ber xwe dide. Ev şer ji bilî sermayeyê, bi taybetî derdorên sermayeya çek û teknolojiyê pêvtir fêdeyê nade tu kesî.

Berxwedana Îranê jî ne ji bo armanca civaka azad û demokratîk e; berevajî vê ji bo parastin û domandina dîktatoriya xwe ye. Di pratîka xwe ya 47 salan de, rejîma melayên Îranê, bi rêya hêzên wekaletê yên ku li Rojhilata Navîn afirand û dewleta neteweyî ya ku li ser bingeha şovenîzma olî di hundirê xwe de ava kir, mozaîka gelên xwe di komkujî, darvekirin, êşkence û sirgûnan de derbas kir. Dema ku sîstema xwe xurt dikir, cji ser hişê xwe ve çû. 

Rejîma Îranê nêzî nîv sedsal e di bin ala îdeolojiya Şîe de, pergalek tevlihev ku tijî gendelî û dema ku pêwîstî dibîne tundûtûjiya bêrehm bi kar tîne, afirandiye.

Ketin wê hizrê ku destnedayî ne û belav nabin. Xwe spart hêzên wekîl, artêşa bi milyonan, hêzên Besîv ên zordest ên di nava gel de, îstixbarat, moşek û teknolojiya droneyan û avaniyeke ku bi çavekî biçûk ligel dinêre, ava kirin. Guherîn, demokratîkbûyîn û pêşxistina reforman deynin alîyekî li hemberî lêgerînên mafan ên herî biçûk jî serî li binçavkirin, hepsa malê, rizandina li zindanan û darvekirinan da.

Zen dikir ku wê gelê me li gel sepanên ku weke ‘’sêdare’’ tê pênasekirin gelên li hundir, avaniyên etnîkî û derdorên ku daxwaza demokrasiyê dikin biçewisînin û heya heyayê hebûna xwe bidomîne. Jehrîbûneke hêzê jiya û hê jî wê yekê dijî. Ji ber vê jehrîbûna hêzê xuyakirina mûyekî pora jinan jî bi êşkence û kuştinê pêşwazî kir.

Rejîma molayan a bi armanca azadiyê rejîma xwe ava kir, xwe gelekî mezin dît û veguherî rejîmeke zulm û êşkenceyê. Ji ber vê yekê pergal ev demeke dirêj e di nava xwe de dirîziya. Vehuherî avaniyeke ku xwe li ser derew, gendelî, dejenerebûn, îdam û êşkenceyan ava kiriye. Ji ber van taybetmendî û sepanan ji bilî beşeke ku li derdora xwe civandiye civaka Îranê li hemberî vê pergalê hesta ya aîdbûnê winda kir, biyanî bû û li rêyeke derketinê geriya.

Kişkişîna dramatîk a rejîma Îranê, li ge ferzkirina avaniya uniter û olî-mezhebî kûrtir bû. Zext li zimanên zikmakî, çandan, etnîsîteyan û baweriyan kir û siyaseta ku zîhniyeta yekziman, yekdewlet, yeknetew û yeserok ferz dike gel ji hev cuda û biyanî kirin. Di mînaka Îranê de tişta ku careke din xuya dike û xwe îspat kiriye ev e;  dawiya rejîmên ku guh nade daxwazên gelên xweyên têkildarî demokratîkbûyîn û azadiyê baş nîne.

Medi meha dawiyê de di mînaka Îranê de dubare dît ku hilberîna çekan, birêxistinkirina hêzên wekîl, li gel afirandina ferasetan sûîstîmalkirina baweriya însanan, li gel lîstikên hişê çêkirî kişandina vîdeoyên lehengiyê û li gel vîdeoyên anîmasyonê serkeftina şeran di jiyana rastîn de bêwate ne. Êrîşên DYE-Îsraîlê yên li ser rejîma molayan a Îranê di serdemeke wisa de pêk hatin ku rejîm di nava xwe de bi şikestinên cidî re rû bi rû mabû. Ji ber wê yekê her çend hesabên cuda yên aliyên ku êrîş pêk anîne, hebin jî ya ku ev zemîn amade kiriye rejîm bi xwe ye.

TÊKILDARÎ NÊZÎKATIYA ÇARESERIYÊ

Îhtimal heye ku şerê li Îranê demeke dirêj berdewam bike û gelekî berbelav bibe. Piştî ku şerî dest pê kir Serokkomariya Îranê daxuyaniyek da û got ku ‘em dikarin pirsgirêkên di nava xwe de li gel nîqaşkirina wan çareser bikin.’ Ev daxuyanî bi awayekî eşkere berovajî rastiya li qadê û xeta wan e ku parastina wê dikin Ji sepanên wê yên di demên dawîn ên şerî de xuya dikin ku tu meylên rejîma Îranê yên veguherîn û demokratîkbûyînê tune ne; berovajî wê hewl dide statukoya li herêmê biparêze, di nava xwe de xwe zêdetir binixumîne û zexta li ser demokrasî, edalet, avaniyên azadîxwaz zêde kiriye.

Rejîma Îranê ketibû bin kontrola derdoreke biçûk û xwe ji civaka xwedûr xist û xwe biyanî kiribû. Girêdayî vê rastiyê em dikarin bibêjin ku rejîmeke Îranê ya ji şerî bêyî perçebûnê derdikeve wê girêdayî kodên xwe berê xwe bide xeteke neteweperesttir; terorê bike, hewl bide bi darvekirinan otorîteya xwe xurt bike û bixwaze civakê biçewisîne. Her wiha em dikarin diyar bikin ku di heman demê de wê di polîtîkaya derve de agresîftir û zextkartir bibe.

Bi awayekî eşkere xuya dike ku divê ji êrîşên DYE-Îsraîlê jî ji aliyê gelan û azadiyan ve encameke erênî neyê hêvîkirin. Daxuyaniya Trump ku gotibû ‘Ji bo min tu wateya demokrasiyê tune ye’ û nêzîkatiyên wî yên rê li ber monarşiyê vedikin, nîşan didin ku ev hêz ji bo gelan pergaleke çawa disêwirînin.

Ji ber wê yekê ev hêz wê rejîma Îranê belav bikin û mecbûrî xwe bikin. Lê ger ger nekarîn rejîmê bi temamî belav bikin jî wê demê wê destûrê bidin rejîmê ku îmtiyazên xwe biparêze.  Li hemberî dewama pergalê dibe ku bi demkî destûrê bidin hebûna Îranê ya lawazkirî û girêdayî wan û vê rewşê erê bikin.

Xuya dike ku di her du rewşan de jî ev destwedan wê ji bo başiya gelê Îranê nebe; wê demokrasî, azadî û edaletê neyne; berovajî wê wê bibe sedema xizanî, birçîbûn, zulm, koçberî û mirinên nû. Gelo di nîveka şerekî bi vî rengî de avaniyên etnîkî yên li Îranê, derdorên sekuler, demokratîk, çepgir, sosyalîst û jin bi kurtasî hemû derdorên daxwaza wekhevî, azadî û edaletê dikin, divê çi bikin? Bi awayekî eşkere tê dîtin ku her du aliyên şerî jî wê van nirxan dabîn nekin, berovajî wê girêdayî tecrûbeyên berê wê tabloya heyî girantir bikin. Ji ber wê yekê divê alîgirbûneke vî şerî çênebe.

Gel di navbera hegemonyaya gerdûnî û şerê ku di navbera statukoparêziya herêmî  pêş ketiye de bê alternatîf nînin.

Şoreşgerên Îranê, sosyalîst û gelên ku wê ji bo başiya gelên Îranê xeta neteweya demokratîk esas bigirin, dikarin vî şerî veguherînin derfetekê û jê sûd werbigirin. Em dizanin ku tu kes ji derve nayê û me rizgar nake û hegemonyaya gerdûnî jî vê yekê nake. Dema ku li hemberî neçareseriya her du xetan xeta neteweya demokratîk esas hate girtin; eşkere ku gel wê xwe bispêrin xwebirêxistinkirinê û çanda piştevaniyê û di warê çarenûsa xwe de bibin xwedî gotin.

Di serî de gelê Kurd ku li herêmê hêza herî dînamîk e, gelên Îranê, jin, dînamîkên şoreşger û hemû derdorên daxwaza demokrasî, azadî û edaletê dikin, divê xeta sêyemîn a Rêber Apo pêşxistiye, esas bigirin û bi vî awayî dikarin birêxistinbûba xwe, yekîtiya xwe û tifaqa xwe ava bikin û valahiyên ku ji vê derdora kaosê derketine holê veguherînin derfetê.

Tifaqa ku ji aliyê şeş partiyên li Rojhilatê Kurdistanê hate avakirin, pêngaveke girîng e. Derdorên ku dixwazin berê gelê herêmê bidin nava şerî û wan bînin li hemberî hevûdu hene. Alîgirbûna vî şerî, bi awayekî teqez ne ji bo feydeya Kurdan û gelên li herêmê ye. Ji ber wê yekê di serî de gelê Kurd û rêxistinên wê ku li herêmê yek ji hêzên herî birêxistinkirî ye, hemû gelên Îranî û gelên li Rojhilata Navîn dikarin polîtîkayên li gorî berjewendiyên xw pêş bixin û ji vê kaosê rêyeke derketinê ya ji bo başiya gelan peyda bikin.

Pergala li Îranê di pêvajoyeke şikestinê de ye û wisa xuya dike ku ev şikestin wê pêk were. Ev yek, zemîna veguherîneke ku di serî de li Rojhilatê Kurdistanê dest pê bike û piştre belav bibe seranserê Îranê û tevahiya Rojhilata Navîn pêşkêş dike. Girêdayî vê yekê tifaqa rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê, ger bi vê rastiyê û hişmendiya berpirsiyariyê tev bigere û bi armanca ‘’Îrana Demokratîk û Kurdistana Azad’’ gotinên bike û bikaribe xebatên birêxistinbûnê bimeşîne wê derfeta serkeftinê bi dest bixe.

Li hemberî êrîşên muhtemel tevgerîna li gel hişmendî û sekna xweparastinê; ger têkiliyên di navbera gelên Îranê, bawerî û bi taybetî jî di serî de jin û hemû derdorên muxalîf de were pêşxistin, dikarin ji tifaqa gelan û pêvajoya şoreşeke mihtemel re pêşengtiyê bikin.