Di pîroziya xwedawendiyê de jinên pêşeng destanan dinivîsin
Jinan çawa di rabihuriyê de li derûdora xwe civak avakirin vê carê jî wê jiyan û civaka azad li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêk bînin.
Jinan çawa di rabihuriyê de li derûdora xwe civak avakirin vê carê jî wê jiyan û civaka azad li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêk bînin.
Li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek xwedawendên navdar textên xwe danîn û di roja me de Şoreşa 19’ê Tîrmehê lê pêk hatiye. Jinên pêşeng bi têkoşîna xwe ya di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo ya azadiya jinê de ketine nav rûpelên dîrokê. Em pir zelal dibînin ku dewletên desthilatdar û xwedî hişmendiya mêrperest di serî de li jinan didin û tola binketina xwe ji wan radikin. Çeteyên dirinde û hov jî bi heman rengî tevdigerin. Ji ber pir baş dizanin ku jinan ew şikandin û birin binketinê. Bi wê xezeb û bertekê êrîşî ser hebûna wan dikin. Di encama wan êrîşan de gelek jinên qehreman gihiştin şehadetê.
Jinên fedayî bi berxwedan û çalakiyên xwe navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsandin, ji bo tevahî jinan û gelê qehreman bûn sembola azadiyê û wê her hebin. Ew jinên dilêr ên bi rengekî fedaiyane berê xwe dan sengerên hêzên herî qirêj û tundrew destanên qehremaniyê nivîsandin. Ji heval û hogirên xwe re bûn ronahiya azadiyê. Ew jinên weke Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Zehra Penaber, Amara, Ronahî Gewda û Şervîn Serdar bûn hêza îrade û têkoşîna şervanên rûmetê. Wan xwedawendên hemdemî û ferîşteyên azadiyê soz dan şehîdan û sozên xwe pêk anîn. Soz dabûn ku Kobanêya kaniya Kurdan wê ti carî ji dijminan re ne nekin yar. Qehreman û dîlawerên çeleng bajarê berxwedanê Kobanê ji destê neyaran rizgar kirin. Şêrejin û mêrxasan têkoşîneke bêhempa pêş xistin ku cîhan tev matmayî ma û şahidî ji qehremaniya wan re kir.
Çeteyên tundrew û cîhadîst xwestin bi rêya xayîn û sîxuran encam bigirin û gelek jinên qehreman hedef girtin. Jinên weke Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan û gelek jinên weke wan qehreman û dilêr, bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk û teknîka wan a nûjen. Armanca dewleta Tirk û çeteyên wan ew e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhema têkoşîna 13 salan a şoreşgerên hemdemî ava kirine ji holê rakin.
Di encama şerê li hember dagirkeriyê û çeteyan de bi sedan jin ji destê çeteyên tundrew hatin rizgarkirin. Ew jinên leheng ji tevahî jinên cîhanê re jî bûn îlhama têkoşîna azadiyê. Fermandar Jiyan Tolhildan bi salan weke serkêş û pêşeng cihê xwe di eniya şer a herî pêş de girt û kedeke pir mezin da ku hêzên çete nikaribin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bibin. Fermandar Jiyan heya roja şehadeta xwe jî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan û civakê dimeşand. Gelek jinên fedayî ên cihê xwe di eniyên şer ên herî pêşde girtin, bi serbilindî şer kirin û bûn sembolên azadiyê.
Em hemû jî dizanin ku êrîşên çetewarî yên bi teknîka herî pêşketî û bi bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jî fermandar û şervanên YPJ’ê dikin hedef. Armanc dikin bi wî awayî keda jinan a bi salan vala derxin. Pir zelal diyar dike ku êrîşên hêzên tundrew, cîhadîst û hişmendiya wan a qatil, tolê ji serhildêriya jin û civaka exlaqî-polîtîk radike. Careke din hatiye îspatkirin ku heya hişmendiya, komên qatil kastîk neyê bidawîkirin wê her tim kuştin, talan û wêrankirin hebe.
Jinên çalak hêza xwe ya xwedawendiyê wê li tevahiya herêmê bikin yek û civakan biparêzin. Wê jin têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin. Jinan çawa di rabihuriyê de li derûdora xwe civak avakirin vê carê jî wê jiyan û civaka azad li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêk bînin.