Daron Acemoglu û James A. Robinson bi xebatên xwe yên li ser avakirina saziyan û bandora van saziyên li ser aramî û aboriyê civakan, di sala 2024’an de Xelata Nobelê ya Aboriyê wergirtibûn. Acemoglu û Roinson di pirtûka xwe ya bi navê “Korîdora Teng” de li ser dewlet, civak û paşeroja azadiyê nîqaş kirine. Pêşgotina pirtûkê bi krîza Sûriyê ve hatiye veqetandin ku wekî felaketa mirovahiyê ya herî mezin a serdemê tê pênasekirin. Di beşa bi navê “Korîdora Teng a Ber bi Azadiyê ve” de wiha dibêjin:
“Ji bo avabûn û geşbûna azadiyê, divê hem dewlet hem jî civak bi hêz bin. Pêdivî bi dewleteke xurt heye ku tundiyê asteng bike, qanûnan bicîh bike û xizmetên giştî yên girîng ji bo ku mirov bijareyên xwe jiyanî peyda bike. Lê di heman demê de, civakeke xurt û çalak jî pêwîst e ku vê dewletê kontrol bike û sînordar bike…”
Ev hevok, ji bilî nîqaşên îdeolojîk, rastiyeke gerdûnî nîşan didin. Korîdora teng a di navbera kaosa bêdewletiyê û tîraniya ku li ser desthilatdariyê hêzê ava bûye, îro denklemeke herî krîtîk e ku çarenûsa Sûriyê û bi taybetî ya Rojava diyar dike.
Kesên ku krîza Sûriyê ji nêz ve dişopînin dibînin ku şer ketiye qonaxeke nû. Komkujiyên HTŞ’ê li dijî gundên Dûrzî û Elewiyan, êrîşên girseyî yên li Sûweydayê û koçberkirina bi zorê ya sivîlan nîşan didin ku şerê navxweyî ji bidawîbûnê dûr e û xetereya kûrbûnê nîşan dide.
Zekî Bedran, di gotara xwe ya bi navê “Li Sûriyê Kî Çi Dixwaze?” ku di 30’ê Tîrmeha 2025’an de di ANF’ê de hatibû weşandin, rewşê bi awayekî balkêş wiha kurt dike:
“Zihniyeta HTŞ’ê bi ti cil û bergan nayê guhertin. Komên serjêker li ser gel dişînin.”
Ev rastî û xeter ku di hişê hevpar de her kes li ser li hev dike, nîşan dide ku aqilê siyasî yê li Rojava divê di xeletî û rehetîyê de nebe, ev jî wekî gihîştîbûneke siyasî ya cidî derdikeve pêş.
Piştî damezrandina hikûmeta demkî ya ku li dora HTŞ’ê teşe girtiye, êrîşên li Sûweyda û derdora wê ne tenê çalakiyên terorê ne, lê parçeyek stratejiyeke plankirî ne ku armanc dike Dûrziyan bitepisîne û bi rêya tirsê demografiyê biguherîne. Li DYE û Ewropayê ev komkujî bi bertekên tund tên şermezarkirin, lê Îsraîl bi eşkere destwerdanê dike. Lê hewldanên Tirkiyê yên ji bo meşrûkirina HTŞ’ê û dûrketina wê ji şermezarkirina komkujiyan balkêş e û wekî îfadeya eşkere ya zihniyeteke hevpar derdikeve pêş.
Ev tablo tenê rastiyekê nîşan dide: Terkkirina xweparastinê ji aliyê Kurdên Rojava ve, dê wan rasterast bi komkujiyan re rû bi rû bihêle. Qebûlkirina qelskirina parametreyên xweparastinê yên teknîkî û nîqaşkirina projeya “entegrasyonê” ya ku QSD’ê dihelîne, xetereyeke cidî ye, tew jî dikare bibe destpêka dawiyê.
Ji ber vê yekê, divê dîplomasiya Kurd bi ruh û biryardariyeke cesaretê xwe tevlî vê pêvajoya nû bike û civaka Kurd jî li ser vê mijarê hişmendiyê nîşan bide. Divê hemû derdorên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bizanibin ku her gavên ku parastina Rojava qels bikin, wateya xwekuştineke dîrokî ye. Pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rewşa Rojava ve girêdayîye û bi hevra rêve diçe. Divê Rojava bo çareseriyê bibe pêşengek sereke, ji ber ku paşeroja Rojava, di çarçoveyeke tevahî paşeroja Kurdistanê de ye.
Ji ber ku pêşengiya jeopolîtîk a Tirkiyê tenê yek armanc e: Bêstatûkirina Kurdên Rojava. Siyaseta Tirkiyê ya li ser Sûriyê êdî bi awayekî zelal e ku cihê nîqaşê nade:
1. Bêstatûkirina Kurdan,
2. Hilweşandina Rêçetiya Xweser,
2. Jinavbirina QSD’ê.
Enqere, ji bo vê armancê, hem li qadê bi dagirkeriyên leşkerî hem jî li ser maseyê bi zexteke dîplomatîk didomîne. Endametiya NATO’yê wekî koz bikar tîne û bi DYE û Ewropayê re destkeftiyên Kurdan li ser maseya bazariyê datîne.
Lê gelê Rojava zêdetirî deh salan e xwe bi xwe rêve dibe. Pergaleke ku bi pêşengiya jinan, li dora komun û meclîsan hatiye organîzekirin, ne dewleteke cuda, lê modelek Sûriyeyeke demokratîk û ne-navendî pêşkêş dike. Hemû şahidên ku Rojhilata Navîn nas dikin, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî modelek çareserker diparêzin. Bêçekkirina ku Tirkiye ferz dike, ne tenê qelskirineke leşkerî, lê hilweşandina vê modelê ye.
Îro, xeta dîplomasiyê ya herî krîtîk a ji bo paşeroja Sûriyê li Parîsê dimeşe. Fransa, ne tenê ji aliyê mirovahî, lê ji hêla ewlekariya Deryaya Spî, rêvebirina koçberiyê û xetên enerjiyê yên ku “Le Levant” (Sûriye, Libnan, Urdun, Îsraîl, Filistîn û beşek ji Hatayê) tê de ne, aktorekî çalak e. Civînên plankirî yên di navbera Şam û QSD-Rêveberiya Xweser de li Parîsê, ji ber zextên Tirkiyê hatin taloqkirin. Ji bo dîplomasiya Kurd, Parîs hem fersendek e hem jî li dijî demî pêşbirkek girîng e.
Di dîroka nêz û dûr de, Fransa di hemû perçeyên Kurdistanê de carcaran bi pozîsyonên baş, carcaran jî di yên nebaş de hebû. Fransa ji destpêka krîza Sûriyê ve, vê rola xwe bi awayekî cidî dîsa girtiye dest. Di vê qonaxa dîrokî de, bi taybetî piştî berxwedana Kobanê, dîplomasiya Kurd a ciwan û biryardar bi bandora xwe ya li ser raya giştî û têkiliyên siyasî xwe nîşan dabû. Ev jî girîng e ku were bîranîn.
Encama herî zelal a van danûstandinên ên di bin siya Parîsê de dimeşin ev e: Dixwazin Kurd bêstatû bêne hiştin û yekane riya li hember vê stratejiyê ew e ku xweparastin bidome û zexteke dîplomatîk bi hêztir bibe. Parîs hem ji bo Rojava hem jî ji bo Başûr navendeke girîng e û di vê pêvajoyê de divê xebateke taybet li vir were kirin.
Di demê dawî de ku komkujiyên li dijî Dûrzî û Elewiyan eşkere ne, bêçekkirina Kurdan dê bibe xwekuştineke dîrokî. Ji ber ku terkirina xweparastinê tenê dê bibe vexwendina pêla nû ya komkujiyan. Baweriya bi polîtîkayên demkî yên hêzên navneteweyî, wekî mînakên Helebçe û Şengalê, gel ber bi felaketê dibe.
Îro li Sûriyê, Kurd ne tenê gelê xwe, lê ji Dûrziyan heta Suryaniyan hemû kêmnetewan jî diparêzin û bingeha xeta berxwedanê ava dikin. Ger ev bingeh bişkê, Sûriye dê bikeve tarîtiyeke nû.
Di dawiya dawîn de, ger pêvajoyên ku li Tirkiye û Bakur dimeşe zêde destwerdanker nebe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare ji bo hemû Sûriyê bibe modelekî pejirandî. Tecrûbeya 10 salan a gelê Rojava, ne tenê xetek parastinê ye, lê di heman demê de korîdora teng a aşitî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn e.
Banga bêçekkirinê ya ji bo Kurdan, bi rastiyên qadê re neguncav e û dê bibe felaketeke nû.