Di bin siya emanetê pîroz de 'Destana Vejîna Şengalê'

Dema ku gerîlayan di kêliya xatirxwestinê de şehîdên xwe spartin axa Şengalê ew emanet ne tenê bû bîranînek, bû bingeha ruhanî ya civakeke nûbûyî. Îro li Çiyayê pîroz, şoreşa jinê û vîna malbata azad nîşan dide ku ew tîpên ji agir veguherîne vejînekê.

Di kûrahiya dîrokê de, hinek kêlî hene ku mîna birûskekê tarîtiya sedsalan diçirînin û rûyê rastîn ê rûmetê nîşanî mirovahiyê didin. Çîroka Şengalê û hevnasîna wê ya bi gerîlayên azadiyê re, ne tenê rûpeleke ji pirtûkên şer an jî geşedaneke siyasî ye ew destaneke wisa ye ku bi herfên ji agir bi hêsirên wefayê û bi xwîna ku di koka axê de bûye yek hatiye hûnandin. Dema ku di sala 2014’an de fermaneke reş mîna ewrên mirinê bi ser lûtkeyên Çiyayê Şengalê de girt dema ku cîhanê çavên xwe girtin û xiyanetê mîna kaxizekî şewitî rûyê xwe yê gemar nîşan da tam di wê kêliya ku bêhêvîtiyê mîna kefenekî spî Şengal dipêça, dengekî ji kûrahiya çiyayên Kurdistanê yên asê bilind bû. Fermandariya Biryargaha Navendî bi biryareke ku dê herikîna dîrokê biguheranda, daxuyand ku “Em îşev dikevin Şengalê.” Ew ketina Şengalê, ne tenê meşeke leşkerî ya ji bo parastina sînoran bû ew vegera ruhê ku li koka xwe digeriya, hembêzkirina xwişk û birayên ku di nava lepên qirkirinê de mabûn û bi can û ruh vebûna ber bi cewhera xwe ve bû.

BIRÎNA ŞENGALÊ VEGUHERÎ NEFESA ŞENGALÊ

Di navbera wan salên giran ên 2014 û 2020’an de, li ser her bihostek axa pîroz a Şengalê, şopa pêlên gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên Serok APO bi xwîna pak a ciwanên Êzidî re bû yek û di nava axê de herikî. Wan mil bi mil, di bin mercên ku hişê mirov tê de dilerize, sîngê xwe kirin mertal da ku koka civaka Êzidî ji tariya fermanê biparêzin. Ew salên berxwedanê bûn salên ku tê de "ez" winda bû û "em" di nava birînên hev de hat derman kirin, birîna Şengalê bû birîna gerîla û azadiya gerîla jî bû nefesa Şengalê. Dema ku Şengal gav bi gav ji qirêjiya tarîtiyê hat rizgarkirin û civaka Êzidî êdî karibû li ser lingên xwe bisekine, saziyên xwe ava bike û bi vîna xwe ya cewherî qederê di destê xwe de bigire, dema xatirxwestinê hat. Lê ev xatirxwestin, ne mîna yên asayî bû ji ber ku ew êdî bûbûn wekî xwîn û goşt, wekî ruh û laş ku ji hev qetandina wan mîna qetandina can ji bedenê ne mimkun bû.

BEDENÊ ŞEHÎDAN, KOKA DARÊ Û FÊKIYÊN AZADIYÊ

Beriya heft salan, dema ku li bin sîya çiyayê pîroz merasîma xatirxwestinê hat lidarxistin, ji zarokên heft salî heta kalên heftê salî, bi çavên tije rondik û dilên ku mîna deryayan diçiriyan li qadê amade bûn. Di wê kêliya giran û tije manedar de, fermandarê gerîla yê Şengalê bi dengekî ku di guhên dîrokê de mîna sondê deng veda, tenê daxwazek ji gelê Şengalê kir: “Em diçin, lê em şehîdên xwe emanetî we dikin.” Ev hevok wekî birûskekê li wijdan û hestên her kesî ket û di navbera çiya û deştê de bû peymaneke herheyî. Ew şehîd, ne tenê şervanên ji dûr ve hatîbûn ew êdî kur, keç, bira û xwişkên her malekê Şengalê bûn. Wan canê xwe dabûn da ku zarokên Êzidî careke din neyên firotin û çanda qedîm neyê windakirin, û niha bedena wan di nava axa Şengalê de dibû bingeha jiyaneke nû, dibû koka dareke ku fêkiyê wê azadî ye.

Ji wê roja dîrokî û vir ve civaka Êzidî wî emanetî mîna ronahiya çavên xwe, mîna rûmeta malbata xwe diparêze. Di her cejn û rojên pîroz de, goristanên şehîdan dibin cihê hevdîtina dilan û mekana wefayê. Dayikên Şengalî, bi kincên xwe yên spî û bi rûyên xwe yên ku êşa fermanan tê de veşartî ye, diçin serê goran, mûm û çirayan pê dixin û bi hêsirên wefayê axa sar maç dikin. Ew mûmên ku tên pêxistin, ne tenê bîranînên demborî ne, lê ji bo ku nîşan bidin ku ew ti carî wî ruhî ji bîr nakin û ronahiya azadiyê dê ti carî neyê vemirandin. Îro hevgirtina di navbera gerîla û civaka Êzidî de ji sînorên leşkerî û polîtîk derbas bûye û gihîştiye asteke manewî ku êdî ti hêz, ti ferman û ti xiyanet nikare wan ji hev cuda bike. Şehîdên ku wekî emanet hatibûn hiştin, îro bûn stûnên herî bi hêz ên vîn û azadiya Şengalê û ev wefaya mezin nîşana herî zelal e ku keda ji bo mirovahiyê hatî dayîn, ti carî di tariya demê de winda nabe.

GORÊN GERÎLAYAN MOHRÊN LI SER AXA PÎROZ IN

Ew peyva Emanet ku di roja xatirxwestinê de li qada Şengalê hate bilêv kirin, di nava heft salan de ji peyveke asayî derbas bû û veguherî bingeha ruhanî ya civakeke nûbûyî. Di çanda qedîm a Êzidatiyê de emanet pîroz e, lê dema ku ev emanet dibe canê ciwanên ku ji bo te, ji bo ol û axa te hatine kuştin, ew êdî dibe deyneke li ser milê dîrokê ku bi ti zêr û zîvî nayê dayîn. Îro li Şengalê, gorên şehîdên gerîla ne tenê cihên bîranînê ne ew wekî muhrên ku li ser vê axê hatine xistin in, da ku careke din ti ferman nekaribin vê civakê ji koka wê ya dîrokî biqetînin. Ev şehîdên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê; ji Amed, Mahabad, Hewlêr û Qamişlo hatibûn, bi mana xwe re Şengal kirin dilê yekîtiya neteweyî û bi çûyîna xwe re jî vîna parastinê radestî xwediyên eslî kirin.

Bandora vê wefaya kûr di nava jiyana rojane ya Şengalê de bi rengekî herî nazik tê hîskirin. Dema ku dayikeke Êzidî diçe ser gora şervanekî ku ne ji gundê wê ye, ne ji eşîra wê ye û belkî zimanê wê jî tam fêm nedikir, lê ji bo ku ew dayik azad bijî canê xwe feda kiriye, li wir sînorên xwînê yên klasîk hildiweşin û mirovahiyeke gerdûnî ava dibe. Ew gerdûnîbûna ku gerîla anîbû Şengalê, îro di bin ronahiya mûmên ku li ser goran tên pêxistin de dibiriqe. Ev yek di heman demê de şoreşeke ramanî ya mezin e civaka ku berê li cîhanê tenê wekî ‘’mexdûr û belenga’’ dihat naskirin, îro bûye civaka ku emanetê lehengan diparêze û vîna xwe bi xwe diafirîne. Ev guhertina di psîkolojiya civakî de, hişt ku Şengalî êdî li bendê negerin ku kesekî biyanî bê wan rizgar bike, lê bi rûmeta wî emanetî, bixwe bibin mertalê ax û rûmeta xwe.

WEFA, BÎRANÎN Û ŞOPANDINA RÊYA ŞEHÎDAN

Lê belê, ev emanet ne tenê barê ser milan e, di heman demê de hêza herî mezin a polîtîk û civakî ye ku Şengalê li ser piyan digire. Her mûma ku li ser gora şehîdekî gerîla tê vêxistin, bersiveke herî xurt e ji bo wan hêzên ku dixwestin Şengalê bê îrade û bê parastin bihêlin. Ewladên Êzidî yên ku îro di nava YBŞ û YJŞ’ê de cih digirin, ruhê wan şehîdên emanet wekî mîrateyeke zindî di nava xwe de hildigirin û li ser wê bingehê mezin dibin. Ev pêwendiya manewî, di nava heft salan de Şengal kir kelehek keleha ku bingeha wê bi wefayê, dîwarên wê bi bîranînê û banê wê jî bi soza şopandina rêya şehîdan hatiye avakirin. Êdî gerîla bi fîzîkî li wir nebe jî, bi her şehîdekî xwe re di nava her malekê, her kolanekê û her dilekî Şengalî de dijî û her roj ji nû ve ji dayik dibe.

GERÎLAYÊN JIN BÛN NEYNIKA JINÊN ÊZIDÎ

Di nava kûrahiya vê çîroka bêhempa de, ya ku rûyê tarî yê fermanê guherand û kir ronahiyeke dîrokî, vîna jinên Êzidî ye ku mîna stêrka sibê dibiriqe. Jinên ku di sala 2014’an de wekî hedefa sereke ya qirkirinê dihatin dîtin û di bazarên tarî de dihatin firotin, îro bûne parêzvanên sereke yên wî Emanetî ku gerîlayên azadiyê li pey xwe hîştine. Ev veguherîn ne tenê guherîneke leşkerî ye, lê şoreşeke ruhanî û civakî ye ku di bin pêşengiya jinê de şax veda û jiyaneke nû afirand. Dema ku şervanên YJA-Starê gihîştin Çiyayê Şengalê, wan ne tenê çek rakirin û şer kirin; wan neynikek nîşanî jinên Êzidî dan ku tê de hêza xwe ya cewherî, rûmeta xwe ya windabûyî û îradeya xwe ya azad bibînin. Ew Emanetê ku fermandariya gerîla behsa wê dikir, berî her kesî di dil û mejiyê jinên Şengalê de cih girt ji ber ku jinê herî baş dizanibû ku wateya azadiyê çi ye û bihayê ku ji bo wê hatiye dayîn çiqasî giran e.

Rola jinan di parastina şehîdan û mîrateya gerîla de, ji sînorên şînê yên klasîk derbas bûye û veguheriye rêxistinkirineke polîtîk û civakî. Îro dayikên Şengalî dema ku li ser gorên şehîdan mûman pê dixin, ew mûm ne tenê ji bo bîranîna miriyan in, ew wekî sondên nûkirî yên ji bo jiyaneke azad in. Ew dayikên ku berê bi hêsirên bêhêvîtiyê û bi tirs li asîmên dinêrîn, îro bi serbilindî û bi serê hildayî dibêjin: ‘’Hûn ne tenê mêvanên me bûn, hûn bûn kur û keçên me, hûn bûn canê me.’’ Ev dayik bûn parêzvanên herî dilsoz ên saziyên Şengalê û vîna xweser. Wan bi çavên xwe dît ku hebûna wan ne bi fermanên hinekên din, lê bi vîna wan a parastinê ve girêdayî ye. Avakirina Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) encama herî şênber û pîroz a vî emanetî ye. Jinên Êzidî bi girtina çekên şehîdên gerîla, nîşanî hemû cîhanê dan ku xatirxwestina gerîlayan ne qutbûnek e, lê destpêkirina serdemeke nû ye ku tê de jin êdî ne qurbaniya dîrokê, lê kirdeyê sereke û avakarê pêşeroja xwe ye.

EMANETÊ GERÎLA: KINCÊN SPÎ Û GULEYA ŞERVANÊN JIN

Di nava civaka Êzidî de, jin her tim wekî hîmê parastina çand û baweriyê hatiye dîtin, lê bi vê şoreşê re ev rol gihîşt lûtkeyê. Parastina Emanetê gerîla ji bo jinan bûye wezîfeyeke pîroz a mîna parastina perestgeha Laleşê. Ev wefaya ku jin nîşan didin, dihêle ku ruhê berxwedanê di nava nifşên nû de jî bi rengekî herheyî zindî bimîne. Keçên ciwan ên ku çîrokên lehengên wekî Vejîn û Vînar dibihîzin, bi wê zanebûnê mezin dibin ku rûmeta wan bi axa wan û bi parastina bîranînên wan şehîdan ve girêdayî ye. Bi vî rengî, rola jinan li Şengalê ji malê derket û li serê çiya, di nava kolanan û di nava navendên polîtîk de deng veda. Ew bûne mîsogerkerên ku careke din ti xiyanet nikaribe bi hêsanî derbasî sînorên Şengalê bibe. Emanetê ku gerîla spartibû wan, îro di nava her kincê spî yê dayikên Şengalî û di nava her guleya şervanên jin de, wekî vîneke poladî ya ku nayê şikandin dijî.

Şoreşa jinê ya ku li lûtkeyên Çiyayê Şengalê dest pê kir, mîna çemekî bi hêz herikî nava malên Êzidiyan û hîmên pergala malbatî ya klasîk ji binî ve hejand. Beriya sala 2014’an, malbat di nava civaka Êzidî de keleheke girtî û di bin desthilatdariya zilam de bû, jin wekî namûs an jî mal û milk dihat dîtin ku diviyabû bi tenê bihata parastin. Lê dema ku fermanê rû da, hat dîtin ku ew pergala parastinê ya klasîk di bin sîya xiyanetê de bi tenê ne bes e. Hatina jinên gerîla ku çek li milê wan bû û di heman demê de xwedî vîneke polîtîk û zanisteke kûr bûn, hilweşîneke erênî û şoreşgerî di hişê malbatên Êzidî de çêkir. Bavên ku berê keçên xwe wekî mexdûrên qels didîtin, dîtin ku keçên wan dikarin bibin fermandar, pêşeng û parêzvanên civakê. Ev yek bû sedem ku dîwarên hişk ên di nava malbatê de biperçiqin û jin ji hêza hundirîn ber bi hêza civakî ve gavan bi rûmet bavêje.

JI JINÎTIYA BÊÇARE BER BI PÊŞENGIYA JIYANÊ VE

Guhertina pergala malbatî li Şengalê, berî her tiştî di xwebaweriya jinê de dest pê kir û li hemû qadên jiyanê belav bû. Jinên ku berê tenê di nava çar dîwarên malê de xwedî gotin bûn, îro di meclîs, komîn û akademiyan de biryarên herî girîng didin. Ev rewş bû sedem ku zilamê Êzidî jî di nava guhertineke mezin û veguhêz de derbas bibe neçar ma ku jinê ne wekî yê ku tê parastin lê wekî hevalê têkoşînê û vîna azad bibîne. Têgeha Hevjiyana Azad di nava malbatên Şengalî de cih girt û bû mîna nan û avê pîroz. Êdî keçên ciwan ne tenê ji bo zewacê an jî karê malê, lê ji bo ku di parastin, perwerde û birêvebirina civaka xwe de cih bigirin tên perwerde kirin. Ev şoreşa ku di nava malbatê de pêk hat, hişt ku malbat ji saziyeke pasîf bibe saziyeke çalak, şoreşger û biryardar.  

Bandora herî mezin a vê guhertina dîrokî li ser nifşên nû yên Şengalê ye. Zarokên ku di sîya vê şoreşê de mezin dibin, dayikên xwe ne wekî kesên bêçare yên ku fermanê lê xistiye, lê wekî pêşengên jiyanê û parêzvanên rûmetê dibînin. Ev jî tê wê wateyê ku pergala malbatî ya nû, êdî li ser tirs, desthilatdarî û koletiyê nayê avakirin, lê li ser rêz, evîn û vîna hevpar tê hûnandin. Dayikên Şengalî ku berê nediwêrîbûn li derveyî gundê xwe gavê bavêjin, îro di nava dîplomasiya navneteweyî de ne, di nava asayîşê de ne û di nava avakirina sîstema pergaleka nû de ne. Ev şoreşa jinê, bi rastî jî malbata Êzidî ji bin tarîtiya kûr a fermanan derxist û ber bi ronahiya Civaka Demokratîk ve bir. Bi vî rengî, emanetê ku gerîla li pey xwe hîştibû, di nava kûrahiya her malbatekê de bûye tovê jiyaneke nû, azad û herheyî ku ti carî ji bîr nabe.