Li Sûriyeyê bi ser hilweşîna rejîma Baasê û rêveberiya Beşar Esad de tam salek borî. Ev dîrok, ji bo gelê Sûriyeyê weke serdemeke xwe dispêre azadî û demokrasiyê; destpêka jinûveavakirina dewletê ya xwe dispêre edalet û hemwelatîbûna wekhev dihat dîtin. Lê belê tabloya ku roja îroyîn derketiye holê, berovajî bendewariyan fikarên têkildarî pêşeroja welêt kûr dike.
Avaniya îdarî û siyasî ya piştî guherînê, veguherîna ku gel hêvî dike nîşan nade. Berovajî wê, fikarên têkildarî ku Sûriye ber bi modeleke rejîma Baasê ya jirêderketî ve diçe, zêdetir dike. Ev avanî, bes aliyên neyînî yên rejîma berê di nava xwe de nahewîne di heman demê de di bin serokatiya Ahmed Şara de li gel xwe zêdetir kaos, perçebûn û zêdegaviyê tîne. Gelek sozên ku Şara têkildarî Sûriyeya nû dane jî weke sepanên yekperestiyê, vederkirin, cihêrengiya civakê tune dihesibîne xwe nîşan didin.
Ev nêzîkatî, dibe asteng ku pêkhateyên Sûriyeyî yên cuda beşdar pêvajoyê bibin, li şûna lihevkirina neteweyî rê li ber ferzkirina rojevên îdeolojiyên teng û berjewendiyên herêmî vedike. Bi vî awayî pergala ku zordariya berê di bin navên nû de ji nû ve tên hilberandin, tew rewşeke aloztir derdikeve holê.
Bandorên vê zîhniyetê bes bi vederkirina piraniyê sînordar namîne, di heman demê de heya vederkirina sîstematîk û polîtîkayên tunehesibandinê ku yek ji taybetmendiyên rejîma Baasê yên herî diyar in, diçin. Piştî wê serdema ku hemû kes ji ber cudahiyên xwe yên siyasî, olî û etnîkî ji jiyana kamûyê dihatin dûrxistin, dihat payîn ku lihevkirina neteweyî û destpêkirina entegrasyona hemû beşan a ji dewletê re pêk werin. Lê belê ev yek pêk nehatin. Diyaloga neteweyî, avakirina hikûmetê, pêşnûmaya qanûna bingehîn û hilbijartinên Meclîsa Gel ên dawîn nîşaneyên vê yekê yên herî berbiçav in.
Di gel ku di beşdarkirina erkan de tekûziyên serbixwe yan jî Sûriyeyiyê bêalî nayên dîtin, li şûna sezaweriyê pabendiyên faksiyonel hatin esasgirtin. Ev rewş avakirina saziyan lawaz dike û dibe sedem ku fokûs ji berjewendiyên welêr zêdetir li ser kontrolkirina desthilatdariyê bin. Ji bo çewisandina dengên serbixwe û rexneyî berdewamkirna sûcdarkirinên îxanet û sîxurtiyê ya weke çekekê jî weke sepanên ewlehiyê yên di serdema rejîma BAAS’ê de ne.
Girêdayî vê yekê nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li Misirê Leyla Mûsa daxuyaniyek da ANF’ê û di daxuyaniya xwede têkildarî ev meyla bitalûke hişyarî dan. Leyla Mûsa diyar kir ku di tevahiyê dîrokî de Sûriye yekparebûneke demokratîk nizane û ji ber vê yekê jî li Sûriyeyê şer û pevçûn û nelihevkirin tim hebûne. Anî ziman ku geşedanên piştî 8’ê Kanûnê rû dane ev qelş zêdetir kûr kirine û zîhniyeta yekperest û vederkirinê hê jî xwe nîşan dide. Mînakên nefretê yên li dijî Elewî û Durziyan weke delîlên vê yekê nîşan dan.
Leyla Mûsa da zanîn ku Sûriyeyê saleke tije êş û dijwar li dû xwe hiştiye û diyar kir ku pêngavên ku ji destpêka serdema derbasbûnê ve ye tên avêtin rast nehatine avêtin. Hewcehiya lezgîn a diyaloga neteweyî ya hemû pêkhateyên Sûriyeyê digire nava xwe destnîşan kir û îfade kir ku ger ev yek pêk neyê wê li Sûriyeyê rewşeke gelekî xirabtir rû bide. Leyla Mûsa anî ziman ku dîsa jî ji bo pêşîlêgirtina van yekan hê jî derfetek heye.
NÊZÎKATIYA TOLHILGÊR
Îsal tevahiya salê rewşa tolhilanînê ya gefan li yekîtiya civaka Sûriyeyê dixwe jî xwe nîşan da.Hilweşîna rejîmê, ji bo rewşa tundiya li beramberî hev li gel pêvajoyeke derbasbûnê ya adilane û bi rêya lihevkirina neteweyî were bidawîkirin derfeteke mezin pêşkêş kiribû. Lê belê komyan jî hêzên ku kontrol bi dest xistin, ji bo lêkolîna binpêkirinên berê mekanîzmayên bêalî ava nekirin. Li şûna vê yekê mantiqa ‘’tolhilanîna tund’’ a ji bo hedefgirtina rikberên rejîma nû yan jî nelihevkirinên takeksî tên bikaranîn, serdest bûn. Binçavkirin, xesp, hewlên tasfiyekirinê mînakên vê yekê yên şênber in.
Ev nêzîkatiya tolhilgêr birînan sax nake, berovajî wê mexdûrên nû diafirîne û dibe ku ev di pêşerojê de veguherin dendika serhilodan û pêlên tundiyê. Bi vî awayî çerxeke tolhilanînê ya Sûriyeyê baş dizanin ji nû ve tê hilberandin. Di meha Tîrmehê de li pêş çavên hemû cîhanê li Siwêdayê li dijî civaka Durziyan û beriya wê jî di meha Adarê de li dijî Elewiyan êrîş hatin kirin. Êrîşên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî didomin.
JI ZÊDEGAVÎ Û DÎKTATORIYÊ RE DERIYÊ VEKIRÎ
Alıyê herî bi talûke yê vê ‘’versiyona jirêderketî’’ jî belavbûna zêdegavî û qebûlkirina îdeolojiyên olî, mezhebî yan jî teng û herêmî ên tund a ji aliyê hin koman ve ye. Rejîma BAAS’ê laîk xuya dikir lê belê hêzên nû yên derketine qadê hewl dan şer û pevçûnan bikşînin ser zemîneke olî û mezhebî. Ev jî yekîtiya neteweyî lawaz dikeû avakirina dewleteke nûjen û sivîl zehmet dike. Bi ser de ev nêzîkat bi rêya pêşnûmeya qanûnan bingehîn hate sazîkirin.
Siyasetzanê Misirî Tarik el-Berdîsî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev rewş dihat payîn, ji ber ku zîhniyeta bizavên Îslamparêz bi vî awayî dixebite. Tarik el-Berdîsî tecrûbeya Îxvan a bû sedem ku di sala 2013’yan de li gelê Misrê rabe ser piyan bi bîr xist û anî ziman ku ev tevger ji bilî tolhilanîn, vederkirin û lêgerînên têkildarî tijekirina mekanîzmayên dewletê ya bi aligirên xwe re wêdetir tiştekî din nizanin. Destnîşankir ku evtevger ji avakirina dewletê zêdetir bi mayîna ser desthilatdariyê re eleqedar dibin.
Berdîsî diyar kir ku Sûriye nexşerêyeke derbasbûna pêşerojeke baştir baş dizane, yanî serdemeke derbasbûnê ya pêkhate di nav de cih digirin, mecbûriyetek e. Berdîsî anî ziman ku ger hikûmeta Şamê ya veguhêz a di bin pêşengtiya Ahmed Şara de bixwaze welêt ji van yekan biparêze, divê dev ji faksîyonelên teng yan jî rojevên ji derve tên ferzkirin berde.
Salekê piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad tê fêmkirin ku meydanxwestina Sûriyeyê ya rastîn bes ne hilweşandina rejîmê ye, çareserkirina zîhniyeta wê ye ku wê hildiberîne. Talûkeya veguherîna weke versiyoneke rejîma Baasê ya jirêderketî û jinûvehatiteafirandin hê jî derbasdar e. sepanên berê yên weke yekperestî, vederkirin û tolhilanîn di bin dirûşmeyn nû de tên dubarekirin, dema ku em zêdegaviyên siyasî û îdeolojîk li vê yekê zêde dikin jî pêvajo vediguhere rewşeke tevlihevtir.
Ji ber wê yekê rêya rizgarkirina Sûriyeyê ya ji vê çarenûsê, ji lihevkirine neteweyî ya berfireh a hemû aliyên ku tevlî tundiyê nebûne digire nava xwe, edaleta serdema derbasbûnê ya bi mekanîzmayên serbixwe tê birêveberin û ya dûrî mantiqa tolhilanînê û avakirina dewletê ya xwe dispêre prensîbên sezawerî, bêalîbûn û hemwelatîbûna wekhev derbas dibe.