Her çiqas Kurd weke erdnîgarî çar parçe bin jî lê pirsgirêka wan û daxwazên wan yek e. Dixwazin nasnameya wan bê qebûlkirin, li her dewleta ku lê ne bibin xwedî mafê welatibûna wekhev û di nava siyaseta demokratîk de cihê xwe bigirin. Ji ber vê yekê, pêvajoya aştî û civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, ji bo beşên din ên Kurdistanê ye jî. Ango dema dewleta Tirk bixwaze bi Kurdên li Tirkiyeyê re aştiyê pêk bîne, divê heman destê aştiyê dirêjî beşên din ên Kurdistanê jî bike. Xwişk-biratî û tifaqa rastîn wê encex wiha pêk were. Lê ev gotinên dewlet û desthilata Tirk ên derbarê vê mijarê de hêvî û baweriyê nade gelê Kurd. Di gefên êrîş û dagirkirinê yên demên dawiyê de ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin de ev rastî hê zêdetir eşkere dibe. Dewleta Tirk a ku bixwaze aştiya navxweyî pêk bîne, divê li dijî Kurdên li Sûriyeyê nekeve nava hewldaneke dijminane.
ZIMANÊ KU WEZARETÊN TIRK BI KAR TÎNIN NE LI GORÎ PÊVAJOYÊ NE
Piştî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di nava hewldanên neyînî û xirab de ne. Daxuyaniyên ku didin û zimanê ku bi kar tînin ne li gorî rih û giraniya pêvajoyê ye. Wezîrê Karên Derve yê Tirk dema mijar dibe Kurd û destketiyên Kurdan gilêz bi devê wî dikeve û bê hemdê xwe gotinan dike. Dinya tev dizane ku ji sala 2011’an û şûn de dewleta Tirk, bi taybetî desthilata AKP’ê û MÎT ku Hakan Fîdan rêveberê wê bû, bi komên çete yên ku Sûriyeyê wêran kirin, di nava hev de bûn. Ji van koman ên ku dinya wan ji nêzîk ve nas dike DAÎŞ, û HTŞ ne. Hakan Fîdan weke rêveberê MÎT’ê bi serçeteyên van koman re têkiliyên xurt ava kiribû. Yek ji wan jî Colanî bû ku niha bûye serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê. Armanca sereke ya van têkiliyan jî tinekirina destketiyên Kurdan ên li Rojava bû. Bi destên van komên çete li dijî gelek bajarên Kurdan ên mîna Serêkaniyê û Kobanê êrîş pêk anîn, lê bi ser neketin.
GEFÊ LI KURDAN DIXWIN Û TESLÎMIYETÊ FERZ DIKIN
Dewleta Tirk hê jî dixwaze wan xeyalên xwe yên têkçûyî pêk bîne. Ev yek di gotin û nêzîkatiyên wan ên li dijî Kurdên Sûriyeyê de eşkere xuya dibe. Ew ne Kurdan lê HTŞ’ê û komên tundrew ên mîna wan weke birayên xwe dibînin. Li şûna ku ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê piştigiriyê bikin û navbeynkariya çareseriya siyasî bikin, gefê li Kurdan dixwin û teslîmiyetê ferz dikin. Bi helwesta xwe ya dijminane, desthilata HTŞ’ê li dijî Kurdan sor dikin û dixwazin bingeha şer ava bikin. Ji bo ku Kurd û Şam li hev nekin serî li hemû rê, dek û dolaban didin. Li Sûriyeyê hê pergaleke dewletê, artêşek û siyaseteke ku welat bi rê ve bibe tineye. Zêhniyeta HTŞ’ê jî ne li gorî wê ye ku netew û çandên din qebûl bike. Zêhniyeteke ku xwe li lidarxistina konferansekê û li hember daxwazên demokatîk ranagire, baweriyê nade gelê Kurd û hemû gelên Sûriyeyê.
DEWLETA TIRK BI SALAN E SÛRIYE DAGIR KIRIYE
Tevî vê rastiyê jî nêzîkatî û helwesta dewleta Tirk tenê bi durûtî û dijmintiya li dijî gelê Kurd dikare were ravekirin. Ji ber vê dijmintiya xwe ya li dijî Kurdan, li şûna ku piştgiriyê bide demokratîkbûna Sûriyeyê û çareseriya siyasî, pişgiriya zêhniyeta HTŞ’ê ya tundrew û dij-demokratîk dike. Her daxwazeke demokratîk û mirovî ya Kurdan weke cihêkarî û parçekirinê bi nav dikin û hewl didin rastiyê timî berevajî bikin. Dewleta Tirk a ku ewqas behsa yekîtiya xaka Sûriyeyê dike, bi salane gelek bajarên Sûriyeyê dagirkir kiriye. Li van bajaran zimanê Tirkî ferz kiriye û pereyên Tirk tên bikaranîn. Hê jî hewl dide hin deverên din dagir bike. Ji ber vê jî, hêzên netewî û navnetewî niyet û daxwazên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê baş dizanin. Di vê dema ku li Tirkiye û Bakurê Kurdisanê pêvajoya aştî û civaka demokratîk dest pê kiriye, gef û zimandirêjiya dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, niyeta wan a aştî û çareseriyê xistiye ber lêpirsînê.