Di van demên dawiyê de gef û zimandirêjiya rayedarên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûne. Sedema vê yekê jî eşkere ye; israra wan ya di polîtîkaya înkarê û dijmintiya li dijî Kurdan e. Ji bo ku Kurd li Rojava nebin xwedî statu û destkeftiyên heyî jî bên tunekirin bi zîhniyeta DAÎŞ’ê re di nava hevkariyê de ne.
Neyartiya sed salî ya li dijî Kurdan di dewleta Tirk de kok berdaye. Çendîn bi devê xwe gotinên xwişk û biratiyê bikin jî lê dil û mejiyê wan wisa nabêje. Bi nêzîkatiyên xwe yên dijminane ku nikarin veşêrin, nîşan didin ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî ne ji dil û ne cidî ne. Naxwe eger li hember pêvajoya aştiyê xwedî sekneke rast bûna, wê gef li Rojava nexwaribana. Ji ber ku Kurd hemû dizanin, li Bakur aştî û li Rojava jî şer nabe. Lê dewleta Tirk bi helwesta xwe ya dijminane ya li dijî Rojavayê Kurdistanê pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî dixe xeteriyê. An jî hewl dide bi êrişeke dagirkeriyê ya din a li dijî Rojava pêvajoyê têk bibe.
Vê gavê baş eşkere bûye ku dewleta Tirk bi destê MÎT’ê li Sûriyeyê bingeha planên qirêj datîne. Bi her awayî bingeha şerekî nû amade dikin. Bi propagandayên derew ên mîna qaşo QSD li ser sînorê wan çekên giran bi cih dike dixwazin zextên xwe zêde bikin û ji bo êrişan raya giştî amade bikin. Li hêla din jî bi koordîneya MÎT’ê hewl didin çeteyan û hin derdorên din bi navê eşîrên Ereb bi rêxistin bikin û beşdarî êrişan bikin.
Dewleta Tirk li Sûriyeyê hêzeke dagirker e û tu rewatiya wan nîne. Vê gavê ji bo Sûriyê gefa herî mezin dewleta Tirk e. Bi hemû rê û rêbazan dest davêje pirsgirêkên nava Sûriyê. Ne ji bo çareseriyê lê ji bo kûrkirina aloziyê û derxistina şerekî navxweyî tişta ji dest tê dike. Nexasim ji bo ku gelên Kurd û Ereb bîne hemberî hev serî li hemû dek û dolaban dide. Tevî van kiryarên qirêj û kirêt, ji gotinên xwe yên tifaqa Kurd-Tirk-Ereb jî paşde namînin.
Li aliyê din rêxistina HTŞ-Colanî jî ku bi serxweşiya desthilatê ketiye, bûye dûvikekî dewleta Tirk û li gorî fermanên wan tev digere. Ji ber vê jî ne tên çareseriyê, ne jî ji azadî û demokrasiyê fêm dikin. Ji xwe Tirkiye jî bi piştgiriya ku dide HTŞ’ê, pêşî li demokratîkbûna Sûriyeyê û hemû rêyên çareseriyê digire. Qet nebe rejima Baas li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derdiket û bi wan re hevdîtin nedikirin. Lê desthilata Colanî nikare vê îradeyê nîşan bide û li ber dagirkeriya wan ya li Sûriyê rabe.
Peymana 10’ê Adarê ku di navbera QSD’ê û desthilata Colanî de hate îmzekirin weke benîşt di devê rayedarên dewleta Tirk de ye. Her carê QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi pêkneanîna vê peymanê sûcdar dikin û vê yekê jî weke sedema êrişên xwe dibînin. Lê herkes dizane dewleta Tirk li pêşiya pêknehatina vê peymanê asteng e û nahêle bikeve meriyetê. Her çiqas hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Desthilata Şamê de dewam dikin jî lê eşkere ye wê di demeke nêzîk de encam jê dernekeve. Heta ku Şam bi aqilê Tirkiyê tev bigere wê Sûriye bi ser xwe de neyê û demokratîkbûn jî pêk nayê. Rastiyek heye û herkes jî dibêje, “Sûriye êdî nema vedigere beriya sala 2011’an.” Ji ber êdî şert guherîn, Sûriye guherî û herêm jî guherî. Divê Dewleta Tirk jî û Şam jî vê rastiyê bizanin û siyaseteke rasteqîn û aqilane ya li gorî vê rastiyê bimeşînin. Ji vê saetê şûnde êrişeke li dijî Kurdan wê ne ji bo Tirkiyê û ne jî ji bo Şamê ti feydeyê neyne. Berevajî wê ziyanê li her du welatan û li hemû herêmê bike.