Desthilata AKP'ê bi netewperestî û berjewendîperestiyê li pêvajoyê dinêre

Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ji dil û can bi pêvajoyê re ne û vê yekê bi gavên ku tên avêtin jî nîşan didin. Lê desthilata AKP û MHP’ê bi ziman û helwesta xwe ya derbarê pêvajoyê de baweriyê nade gelê Kurd.

Zêdeyî salek bi ser pêvajoya aştî û çareseriyê ya ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin re derbas bû. Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatê reng û rêzikên pêvajoyê diyar kir. Heta niha niqaşên derbarê pêvajoyê de didomin lê fikar û bendewarî jî zêde dibin. 

Komîsyona ku li meclisê di çarçoveya pêvajoyê de hatiye avakirin ji 5’ê Tebaxê ve gelek civîn lidarxist û li gelek derdor û kesayetan guhdarî kir. Rayedarên Tirkiyê gelek qala girîngiya vê komîsyonê dikin, lê heta niha jî rengê vê komîsyonê diyar nebûye û hê jî nayê zanîn bê ka wê çi bike û bandora wê çi be. Bi heman rengî serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî ku yek ji aktorên sereke yê vê pêvajoyê tê dîtin çiqas xwedî bandore ne diyar e. Ji ber ku gotinên salek berê yên derbarê Rêber Apo û mafê hêviyê de kir, li hewa man û desthilata AKP’ê ew cidî negirt. Ew jî li pey van gotinên xwe neket.  

26’ê Cotmehê Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo pêşdeçûna pêvajoyê gaveke din avêt û biryara vekişîna hêzên gerîla ya ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da. Rêveberên Tevgera Azadiyê eşkere kirin ji bo xitimandina heyî bê derbaskirin û ji bo ew Tirkiyê teşwîqî gav avêtinê bikin wan ev gava dîrokî avêt. Piştî vê gava Tevgera Azadiyê bi 5 rojan Şandeya Îmraliyê bi Serokkomarê Tirkiyê Erdogan re hevdîtin kirin. Erdogan jî got ku wê encamên vê civîna wan di rojên pêş de bê dîtin. Ew encama ku Erdogan behsa wê dike, gelo çuyîna komîsyonê ya li Îmraliyê, berdana siyasetmedarên ji Doza Kobanê, an jî tiştên din e wê di rojên pêş de eşkere bibe. 

Lê ya ku niha eşkere tê dîtin ew e ku desthilata AKP’ê û MHP’ê hê jî helwesta xwe ya derbarê pêvajoyê de zelal nekirine. Hê jî zimanê wan yê derbarê pêvajoyê de ne zimanê aştî û çareseriyê ye. Heta niha jî qala pirsgirêka Kurd nakin û tenê weke pirsgirêka terorê pênase dikin. Hê jî derbarê pêvajoyê de ti gaveke qanûnî û hiqûqî nehatiye avêtin. Bi kurt û kurmancî zêhniyet û dijmantiya wan ya li dijî Kurdan neguheriye. 

Wer xuya dibe ku desthilata AKP û MHP’ê stratejîk li meseleyê mêze nakin, li gorî bûyer û pêşketinên li Rojhilata Navîn lê mêze dikin. Bi hinek gotinên glover yên mîna xwişk-biratî hewl didin pêvajoya heyî li demê belav bikin. Ji ber ku Erdogan û Bahçelî ne xwediyê zêhniyeteke demokratîk in. Yek neteweperest e, yê din jî olperest û berjewendîperest e. Ji derveyî Bahçelî û Erdogan hêzeke ku di nava dewletê de giraniya xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan bide heye an tune ye, ew jî nayê zanîn.  

Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ji dil û can bi pêvajoyê re ne û vê yekê bi gavên ku tên avêtin jî nîşan didin. Lê desthilata AKP û MHP’ê bi ziman û helwesta xwe ya derbarê pêvajoyê de baweriyê nade gelê Kurd. Xwedîderketina gelê Kurd ya li pêvajoyê ji ber baweriya bi Rêber Apo ye.  

Eger dewleta Tirk pirsgirêka Kurd ya di nava xwe de çareser bike, gelo wê çi pirsgirêka wan bi Kurdên li welatên din re bimîne? Helwest û nêzîkatiya dewleta Tirk ya li dijî Rojavayê Kurdistanê eyneya pêvajoyê ye. Heta ku li dijî Kurdên li Sûriyê piştgiriya çeteyên HTŞ’ê bikin wê Kurd ji gotinên wan yên xwişk û biratiyê bawer nekin. Naxwe eger ji dil bin, bixwazin pirsgirêka Kurd êdî çareser bibe û ji rojeva wan derkeve, gavên ku tevgera azadiyê avêtine rê li pêşiya wan vekiriye. Dîsa divê destê xwe ji nava Sûriyê bikişînin û ji bo çareseriyeke demokratîk piştgiriyê bidin danûstandinên Şamê û Rêveberiya Xweser. Wekî din israra di siyaseta înkarê û dijminatiya li dijî destketiyên Kurdan wê 50 salên din bi Tirkiyê bide windakirin.