Derxistina şerî ya ji Peymana 10’ê Adarê

Armanca Peymana 10’ê Adarê lihevkirin û bi hev re avakirina Sûriyeyê ya ji nû ve bû. Lê a niha hewl didin vê armancê berovajî bikin û bikin hinceta şerî. Serkêşiya vê yekê jî Tirkiye dike.

ZEKÎ BEDRAN

Dewleta Tirk, zext û gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. A niha Peymana 10’ê Adarê xistine ser zimanê xwe û dibêjin ku ‘QSD li gorî Peymana 10’ê Adarê tev nagere.’ Hewl didin ji peymana hatî îmzekirin hinceteke êrîş û şerî derxînin. Tu rexne li HTŞ’ê nayên kirin. Tu dibêjî qey rêveberiya Şamê hemû egerên paymanêbi cih anîne û QSD vê yekê nake! Rastî jî berovajî vê yekê ne. Rêveberiya Şamê tu şertên vê peymanê bi cih neanîne.

DIVÊ CIVAK LI HEMBERÎ BEROVAJÎKIRINAN BALDAR BE

Divê civak û hêzên demokrasiyê geşedanan baş bişopînin û li hemberî berovajîkirinan baldar bin. Beriya îmzekirina 10’ê Adarê hevdîtineke din çêbûbû. Di hevdîtina ewil de Ahmet Şara û ekîba gotibûn; ‘Bila tevlîbûna QSD’ê ya ji bo artêşê di asta şexsan de be.’ Yanî yê dixwaze wê çeka xwe deyne û here mala xwe û yê dixwaze jî dikare tevlî artêşê bibe. Lê belê Fermandariya QSD’ê diyar kiriye ku ev beşdarî vê nêrînê nabin û goibû; ‘Em ê beşdarî artêşê bibin lê belê em hêzên xwe belav nakin; wê li herêma me bimînin û em ê bi vî awayî daxilî pergala artêşê bibin.’

Û di hevdîtina yekem de her çend li ser gelek mijaran lihevkirin çêbûbû jî peyman nehatibû îmzekirin. Di hevdîtina 10’ê Adarê de jî  Ahmet Şara, qet behsa tevlîbûna QSD’ê ya ji bo artêşê ya di asta şexsî de jî nekir. Berovajî wê, wê di vêmijarê de komîte bihatana avakirin, rê û rêbazên hevparbûn û entegrasyonê bihatana nîqaşkirin û encamek bihata bidestxistin.

Xalê Peymana 10’ê Adarê tên zanîn. Li gorî vê peymanê, wê Kurd weke hêmaneke sereke di qanûna bingehîn de mafên wan bihatana misogerkirin û li Sûriyeyê agirbestek bihata dabînkirin.  Lê belê hikûmeta ku piştî îmzekirina peymanê ji aliyê HTŞ’ê ve hate avakirin, qanûneke bingehîn a demkî da amadekirin û ew îlan kir. Di vê qanûna bingehîn de mafên qanûnî ên Kurdan ên di peymanê de derbas dibûn, cih negirtin. Ev qanûna bingehîn bi temamî bi awayekî yekalî û li gorî zîhniyeta HTŞ’ê hate amadekirin. Piştre hikûmeta demkî hate avakirin. Di van biryaran de û hemû sepanan de QSD, Rêveberıya Xweser yan jî tu hêzên siyasî li ber çavan nehatin girtin; bi wan re hevparbûnek pêk nehat.

PERGALA YEKPEREST Û ZÊDE NAVENDÎ NE LI GORÎ RASTIYA SÛRIYEYÊ YE

Rêveberiya Xweser û QSD ji destpêkê ve ye –serdema BAAS’ê jîdi nav de- hemû caran daxwaza Sûriyeyeke demokratîk kirine. Li gel tecrûbeyên BAAS’ê jî diyar kirin ku pergaleke yekperest û zêde navendî ne li gorî rastiya Sûriyeyê ye. Heman daxwazan a niha jî dubare dikin. Tevî vê yekê jî nîşandana Rêveberiya Xweser a weke hêza dixwaze Sûriyeyê dabeş bike, bi temamî propagandayeke reş û niyetxirab e.

Tirkiye, bela xwe ji Sûriyeyê venake. Halbûkî divê hêzên Sûriyeyê di navbera xwe de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê yên li Enqereyê biryarê nedin ku wê li Sûriyeyê pergaleke çawa were avakirin. Enqere her roj gefan li Rêveberiya Xweser dixwe û destwerdana karên hundirîn ên Sûriyeyê dike. Enqere dikare roleke erênî bilîze. Dikare bi aliyan re diyalogê çêbike, wan nêzî hev bike, rol di demokrasî û lihevkirinê de bilîze. Lê tişta tê kirin berevajî ye. Enqere ji HTŞ’ê zêdetir gefê li QSD’ê dixwe. Dibêjin, an hûnê radest bibin, dest ji maf û daxwazên xwe berdin, hêzên xwe yên parastinê belav bikin, an jî em ê wir veguherînin kabûsekê.

TIRKIYE BERÊ TEVAHIYA SÛRIYEYÊ DIDE TUNELEKE TARÎ

Armanca Peymana 10’ê Adarê lihevkirin bû, bi hevdû re avakirina Sûriyeyê bû. Niha hewl didin vê armancê berovajî bikin, veguherînin hinceta şer û pevçûnan. Serê vê yekê jî Tirkiye dikişîne. HTŞ ne di hişmendiyek demokratîk, lihevkirin û rêveberiyek hevpar de ye. Weke hişmendî li dijî demokrasiyê ye. Dixwaze rejîmek ji ya Baasê paşketî û otorîtertir, xwe dispêre serîtewandinê ava bike. Ev rastiya HTŞ’ê ye. Lê HŞT di nava hevsengiyên hêzê yên heyî de, nikare bi serê xwe vê bike. Yê ku hêzê dide vê û dixe tevgerê Tirkiye ye. Di vî alî de xirabiya ku Tirkiye dike, tenê bi Kurdan û rêveberiya xweser re sînordar namîne. Xirabiyê li tevayî Sûriyeyê dike û dixe hindirê tunêlek tarî.

Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha bûye yek ji rojevên bingehîn ên Tirkiyeyê. AKP, MHP, MGK (Lijneya Ewlehiya Netewî), her tim vê mijarê dikin rojeva civînên xwe, daxuyaniyan didin. Ew qas pirsgirêkên giran ên Tirkiyeyê hene. Ewqas serê xwe bi wan pirsgirêkan re êşandibana niha tevayî pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser kiribûn. Dijminahiya li dijî Rojava, berdewamiya pirsgirêka Kurd e. Eger pirsgirêka Kurdan çareser bikin, pirsgirêkek wan a bi navê Rojava jî namîne. Dibêjin emê xwişk-biratiya Kurd û Tirkan çêbikin. Eger wisa be, dê Kurdên li Rojava jî bibin xwişk-birayên wan. Eger Tirkiye di vir de cidî be, ma dê xwişk-birayên xwe bi HTŞ’ê bide şikandin?

Ma ne divê Kurd û Tirk vê lêpirsîn bikin? Ma gotinek wan ji kesên di TV’yên Tirkan de gurkirina şer dikin, senaryonên karesatan amede dikin re tune ye? Ma dema Kurd bên qirkirin, dê xwişk-biratiya Kurd-Tirkan çêbibe?