Demokrasiya Muzakereyî wekî modela rêxistinî ya Tevgera Azadiya Kurd ku pêşkeşî Kurdistan û Tirkiyeyê dike wekî sîstema herî rast derdikeve pêşberî me. Ev sîstema ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo ve bi salan li vê erdnîgariyê pêk tê û di pratîkê de xwe îspat kiriye.
Demokrasiya Muzakereyî wekî noqteya derketinê ne tenê krîza demokrasiya lîberal û kapîtalîzmê, li gel wê aliyên ku sosyalîzma reel û demokrasiya radîkal dixitimin jî rexne dike.
Ev têgeha ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve di paradîgmaya xwe ya nû de bi awayekî zelal pênase kiriye û ev sîstema têkoşînê ya ku bi salan e pêk tîne, nîşan dide ku bûye xwedî nav û pênaseyê.
Li gorî demokrasiya muzakereyî, hem sosyalîzma reel û hem jî demokrasiya radîkal, her çiqasî wekî alternatîfên lîberalîzm û kapîtalîzmê derketine holê jî, ji ber ku mantiqek dewletparêz a domdar dihewînin, bi xitimandinê re rû bi rû mane. Israra li ser dewletê avakirina çînek serdest û îmtiyazên wê bi xwe re anî. Yên ku rêveberiyê di destê xwe de digirin ji bo parastina desthilatdariya xwe dev ji gelek rêgezan berdane û ev yek xitimandin û hilweşîna van sîsteman leztir kir.
REXNEYÊN JI BO DEMOKRASIYA RADÎKAL Û SOSYALÎZMA REEL
Cûdahiyek din a hişmendiya demokrasiya muzakereyî ew e ku xeletiyên tecrûbeyên sosyalîzma reel dibîne û di parzûna rexneyê de derbas dike. Sosyalîzma reel ku îdîa dike ew alternatîfa demokrasiya lîberal e û li dijî sîstema mêtingeha hovane ya kapîtalîzmê li kêleka civakê cih digire jî, ji ber ku sîstema kastê ji xwe re referans dibîne di noqteyekê de xitimiye û ev xitimandin rê li ber hilweşîna sîstemê vekir.
Rexneya herî mezin a ji bo sosyalîzma reel, dewletê hîn jî pîroz dibîne, çînek rêveberiyê demek dirêj desthilardarî di destê xwe de digire û li şûna civakê guhdar bike di nava hewldana domandina desthilatdariya xwe de ye. Yek ji rexneya herî mezin a li ser Marksîzmê analîza wê ya li ser bingeha çînê ya her tiştî li ser bingeha çînan digire dest û bi îmtiyaza mezin a ku dide proletaryayê re cûdakarî afirandiye. Dema ku pratîkên sosyalîzma reel têne lêkolînkirin, tê dîtin ku her du nêrînên cîhanê yên li ser bingeha çînê li cihekî dixitime û encamên pir tirsnak dexistiye holê.
Dema ku xitimandina sosyalîzma reel mezin dibû û li seranserê cîhanê hêviyên ji bo sosyalîzmê dişkestin, di salên 1970’an de bi derketina pênaseya ‘Demokrasiya radîkal’ re rexneyên ji bo sisyalîzmê pêşketin û hişmendiya demokrasiya lîberal red nekir, nerevajî vê yekê hevparbûna bi wê re nîqaş kir. Li aliyekî kêmasiyên demokrasiya radîkal rexne kir û li aliyê din jî li hember pergaleke din a ramanê ku li dijî wê bû û bi kapîtalîzmê ve girêdayî bû, kete nava tolerekirinê. Ev yek ji kêmasiyên hişmendiya demokrasiya radîkal bû.
Her çiqas hişmendiya demokrasiya radîkal rexneyên rast li sosyalîzma reel kiriye jî, ji ber ramanên wekî “hilbijartina ku piranî qezenc dike" û "dengdana piraniyê" ku bingehên demokrasiya lîberal pêk tînin, bi rastî ketiye nava xitimandinekê. Ji ber ku gotin, raye û biryardanê ji destê civakê hatiye girtin, di dawiyê de sîstema desthilatdariya kastê qebûl kiriye. Ev jî jixwe rê li ber xitimandina demokrasiya radîkal vekiriye û bêçareserî careke din xwe nîşan daye.
Demokrasiya muzakereyî li ser kêmasiyên hem sosyalîzma reel û hem jî demokrasiya radîkal rêyek ji xwe re vekiriye. Li şûna ku wekî şûngirê demokrasiya lîberal li cihê ku wê xilas bike bisekine, ji bo civak derbasî sosyalîzmê bibe li cîhana ku diguhere û vediguhere wekî rêyeke nû derketiye holê.
DEMOKRASIYA MUZAKEREYÎ Û SOSYALÎZM
Demokrasiya muzakereyî, di cîhana nû de bi taybetî cîhaneke du çînî êdî ne darbasdar e, xeletiyên pratîkên sosyalîzma reel û piştî xitimindinên ji ber hişmendiya sosyalîzma zanistî derketine holê, wekî gaveke derbasbûna sosyalîzmê dikare were dîtin.
Li vir, qonaxa derbasbêna ber bi sosyalîzmê ve ku hem di sosyalîzma reel û hem jî di sosyalîzma zanistî de wekî bingeh tê girtin û wekî 'dîktatoriya proletaryayê' tê zanîn hatiye guhertin; texrîbatên ku ji ber vê hişmendiyê çêbûne bînin ber çavan û heta ku sosyalîzm hemû civakê di nava xwe de nehewîne wê bi hilweşînê re rû bi rû bimîne.
Dîktatoriya proletaryayê, wekî ku ji navê wê diyar e, ne serdemeke navberê ya ku armanca wê rizgariya civakê ye, ew serdemeke ku çîna karker li dijî serdestan desthilatdarî bi dest xistiye û pîvanên xwe danî ye. Dema ku van pratîkan digirin dest, tê fêmkirin ku ev ne pêvajoyeke rast e.
Her çiqas sosyalîzma reel vê serdema navberê wekî rizgarkirina welat û li dijî destwerdana derve diparêze daye dîtin jî, bi demê re rê li ber sîstemeke dîktatorî ya ku em dizanin vekir. Jixwe, israrkirina li ser mantiqa netewe dewletê û welatekî sînorên diyarkirî ye, bivê nevê rê li ber çînek rêveber û hêzên çekdar ên girêdayî vê çînê ne vekiriye; di encamê de wê hemû aliyên neyînî yên kapîtalîzmê girtiye.
Têgeha demokrasiya muzakereyî yan jî bi navê din demokrasiya diyajonîk, sîstemeke ku hemû beşên civakê xwediyê gotinê ne, rayeya wê heye ku dikare biyarên têkildarî xwe, herêma ku lê dijîn û welat de bigire û di serdema me de taybetiya ku derbasî sosyalîzmê bibe di nava xwe de dihewîne.
Taybetmendiya herî girîng a vê serdema navberê ew e ku civak ji bo pêşerojek sosyalîst were amadekirin û bingeha sîstemekê ku ti kes neyê wêderkirin an jî neyê dûrxistin were avêtin.
Di demokrasiya muzakereyî de, pêwîstî bi hebûna netewe dewletê tineye. Li şûna wê, armanc ew e ku di nava sîstemeke konfederal de yan jî di nava netewe dewletek heyî de civakê ji rewşa xispal were derxistin, bîne asta ku bi awayrkî azad xwe bi rêxistin bike û xwedî gotin be.
Berevajî hewldana afirandina çînek serdest a ku yek ji kêmasiyên herî mezin ên sosyalîzma reel e, demokrasiya muzakereyî pêşbiniya sîstemek ku hewcedarî bi rêveberan tineye, dike. Nûnerên heyî ji hêla gel ve têne hilbijartin û rayeya wan dikarin ji hêla gel ve werin betalkirin. Ev nêzîkatî ji hêla têgihîştina hilbijartinan ve ji pratîkên hem demokrasiya lîberal, sosyalîstên reel û hem jî demokrasiya radîkal cudatir e.
Li vir, dengê piranî yan jî piraniya dengan ne diyarker e. Ya esas ew e ku hemû beşên civakê di xaleke hevpar bên gel hev û nêzîkatiyek ku hemû qebûl dikin derkeve holê. Ev redkirina nêzîkatiya "em piranî ne, îradeya me wê bi ser bikeve" û li şûna wê demokrasiyeke beşdar derkeve holê. Sîstemek ku her kes xwedî gotin be û sîstemeke ku di pêvajoya raye û biryardanê de bi qasî her kesî bi erkdar be û jixwe ev yek bi tena serê xwe gavên derbasbûna sosyalîzmê diafirîne.
DI ALIYÊ RÊXISTINKIRINA KOMUNAN DE DEMOKRASIYA MUZAKEREYÎ
Rêber Apo dema ku dîroka mirovahiyê dinirxîne li şûna şerê di navbera çînan de, pênaseya şerê di navbera komun û dewletê de bi kar tîne. Rêber Apo, avabûna çînan pêvajoyek e ku bi avakirina amûra dewletê re derketiye holê pênase dike. Berî wê, kesên ku ji bo desthilatdariya xwe yek bûne û amûra dewletê li dijî pergala komunal û çanda wê ya kolektîfbûnê avakirine, bûn. Ji ber vê yekê, dîroka mirovahiyê dîroka şerên di navbera komun û dewletê de ye.
Di dîroka PKK’ê de komun demek dirêj mijara nîqaş û ceribandinê ye. Hewldanên komunal di nîvê salên 1990î de li girtîgehan dest pê kirin, paşê li gelek qadên Tevgera Azadiya Kurd hatin bicîhanîn, tevî kêmasî û xeletiyên xwe jî heta îro hatiye.
Îro, Rêber Apo careke din di manîfestoya xwe ya nû de bi taybetî bal kişandiye ser û girîngiyeke taybetî daye rêxistinkirina komunê û ramanên xwe yên divê komun çawa were avakirin jî anîne ziman. Herî dawî hişmendiya “demokrasiya muzakereyî” a ku destnîşan kiriye, divê avakirina komunê çawa be û çawa were rêxistinkirin nîşan daye.
Rêxistinkirina komunê, modela rêxistinkirina binî ya avabûna sosyalîst a gelbûnê, civîna gel û destwerdana pirsgirêkên xwe ye. Divê ji deverên herî biçûk mal, kolan, tax, bajarok, navçe yan bajaran dest pê bike û li her derê rêxistinên komunê bên avakirin. Divê ev rêxistinkirin li ser bingehek saxlem werin avakirin; qadeke ku gel muxtacî dewletê neke û karibe xwe bi xwe dest li pirsgirêkên xwe werde û ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê bibîne, ava bike. Lingê vê yê herî girîng ew e ku divê hemû beşên civakê di hemû qonaxan de xwedî gotin be.
Demokrasiya muzakereyî di vir de derdikeve holê. Lingê herî bingehîn a rêxistina komûnekê bi cihkirina hişmendiya demokrasiya muzakereyî ye. Di hişmendiya demokrasiya muzakareyî de, bingeha komûnan ew e ku hemû beşên civakê xwedî gotin be û bêyî sînorkirinê yan 'lê' beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibe.
Bi saya avaniyek wiha, xetereya avakirina sîstemek kast û çînek serdest a ku Rêber Apo bi awayekî zelal rexne dikir, wê ji holê rabe. Ji ber ku hemû kes wê xwedî gotin be û mafê rexnekirin û redkirina kesê ku wekî nûnerê xwe hilbijartiye wê hebe.
Di avaniya komuna wiha de ne gotina piranî, biryara hevpar a hemû kesên di komunê de cih digirin girîng e. Ev pêvajoya biryardanê ya hevpar wê bihêle ku hemû raman û fikir bêne guhdarkirin û çareserkirin. Li şûna qebûlkirina biryarên piraniyê, hilbijartina vê rêyê wê nehêle ku beşek civakê were wêderkirin û wê pêşî li derketina pratîkên teng ên komikan bigire.
Ger em daxuyaniyên Rêber Apo yên derbarê şaredariyan de bigirin dest, J. Habermas rêxistinkirina xwecihî ya demokrasiya muzakereyî wekî konseyên bajaran pênase dike. Ji aliyê din ve, Rêber Apo jî vê yekê wekî "komun" bi nav kir. Konseyên bajaran, bi destên şaredariyan wê werin avakirin û di bingehê de wê karê komunan pêk bînin. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê yên heyî, konseyên bajaran ên ku ji hêla şaredariyan ve bên avakirin, dema ku bi hişmendiya demokrasiya muzakereyî bên rêxistinkirin, dikarin veguherin avaniyên komunal jî.
DI ENCAMÊ DE
Têgeha demokrasiya muzakereyî ya ku Rêber Apo wê wekî rêya serdema nû destnîşan kir, pergalek e ku bingeha hişmendiya sosyalîzmê ya sedsala nû pêk tîne û rêya çûyîna wê vedike. Taybetmendiya herî bingehîn a ku vê pergalê ji dîsîplînên din ên ramanê cuda dike ew e ku hemû beşên civakê (rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan, zarok, parêzvanên mafên heywanan, ekolojîst û hwd.) ciddî digire; wan beşdarî gotin, raye û biryardanê dike û şert û mercên ku piraniyê veguherîne zordariyê an jî jehrîbûna hêzê ji holê radike.
Demokrasiya muzakereyî sîstemek e ku tê de hevparbûn heye; her kes dikare bi rehetî gotina xwe bibêje, dijberiya xwe bîne ziman û ramanên xwe bi awayekî azad vebêje. Tiştê ku îro li Rojava diqewime, di rastiyê de prototîpa vê yekê ye.
Disîplîna îdeolojîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin, tekane rêya ku sosyalîzman li cîhanê ji nû ve bibe hêvî û ji xewn an jî utopyayê were derxistine.