Dema zelalbûnê

Em hêvî dikin ku komîsyon wê rastiyan li ber çavan bigire û biryarê bide. Hêvî dikin ku Îna xeternak nebe faktoreke bêxêriyê, bi gotina Îrlandayiyan bibe ‘’Îna Bixêr.’

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ya li TBMM’ê hatî avakirin, qonaxa guhdarkirinê li dû xwe hişt û kete vîraja dawîn û dijwar. Ger taloqkirineke nû çênebe wê di civîna roja Înê ya piştî nîvro de biryarê bide ku wê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê bike yan na. Bi rastî jî wê zelal bibe ku li gorî navê xwe tev digere yan na, di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de cihekî digire yan na. Bi vî awayî hefteya ku li gel daxuyaniyên girîng dest pê kir wê dîsa li gel biryareke dîrokî bi dawî bibe.

Weke tê zanîn di roja ewil a hefteya borî de Rêveberiya Tevgerê, li Zapê hêzên gerîla yên bi metirsiya şer û pevçûnan re rû bi rû bin, vekişandin û roja Duşemê bi daxuyaniyeke kurt ev yek li gel raya giştî parve kir. Daxuyaniya Rêveberiya Tebgera Azadiya Kurdistanê rojev diyar kiribû, di çapemeniya hundir û derve de cihekî berfireh girtibû. Li gel vekişandina berbehs a weke pêngaveke nû ya aliyê Kurdan a di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de hatî avêtin, hate nirxandin,  hate îfadekirin ku wê di pêvajoyê de deriyên qonaxa duyemîn heya dawiyê vekirine.

Bêguman vekişandina gerîlayên Kurd a ji qada Zapê ku bi rîska şer û pevçûnan re rû bi rû bû, gelekî girîng bû. Lewma di dawiya sala 1982’yan de yekîneyên gerîlayan ên li qada Libnan-Filistinê perwerdeya xwe temam kirin û derbasî Kurdistanê bûn, yekem gavên xwe avêtine vê qadê, hêwirîn û cihgirtin li vir dabûn destpêkirin. Ji Gulana 1983’yan ve ev qada berbehs di navbera artêşa Tirk û gerîlayên PKK’ê de bûye qada şerî  û ji Cotmeha 1992’yan ve bûye şahidê şerên gelekî girîng. Ji sala 1995’an û pê ve ARGK’ê û ji sala 2004’an û pê ve jî HPG’ê Biryargeha xwe ya Navendî li vê qadê ava kiribûn. Ji sala 2002’yan pê ve jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk jî şerê gerîlayan ê tîm û tunelê li vir dijwar bûbû. Ji ber wê yekê erdnigariya berbehs, ji bo gerîlayên Kurd hem bi avaniya xwe ya stratejîk û hem jî li gel tecrûbeyên manewî gelekî girîng û watedar bû.

Tevî van yekan hemûyan jî ji bo serkeftina Pêvajoya Aşitî û  Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin, xwe ji avêtina pêngaveke weke pêngavên niyetbaşiyê, wêrek û fedekar ên ku weke beriya niha avêtin, neda paş. Jixwe di daxuyaniya xwe ya kurt de jî ev yek anî ziman û bal kişand ku ev hewcehiyeke bawerî û biryardariya ji serkeftina pêvajoyê re ye.

Daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di 17’ê Mijdarê de di çapemeniya navxweyî û derve de cihekî mezin girt û bi rojan hate nîqaşkirin. Her çend hin rojname û TV’yên ku hê jî ji moda şerê taybet derneketine, hewl dan ku nûçeyê bi zimanekî şerî û biçûkxistinê yê weke ‘’Rêxistina terorê’’, ‘’Neçar nam’’ bidin jî saziyên giştî yên çapemenî û weşanê  di mijara wate û girîngiya vekişîna berbehs de hewl dan ku xwîner yan jî temaşevanên xwe agahdar bikin.

Bêguman daxuyaniya berbehs bandoreke mezin li siyasetê jî kir. Her çend Hikûmeta Tayyîp Erdogan a piştî daxuyaniyê li hev civiya, piştî civînê hewl da ku têkildarî daxuyaniya berbehs tiştekî nebêje jî li gorî hemû kesî yek ji girîngtirîn rojeva hikûmet ev daxuyani ye û hemû kesan li gel derdora xwe nîqaşa vê daxuyaniyê hate kiriye. Bandora herî mezin a pêngava nû ya gerîlayên Kurd, xwe di komcivînên MHP û DEM Partiyê de nîşan da.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, axaftineke weke axaftina xwe ya di 22’yê Cotmeha 2024’an de roja 18’ê Mijdarê di komcivîna partiya xwe de kir. Carê weke ku bi awayekî eşkeretir û bi bandortir xwedî li pêvajoyê derdikeve, pêkneanîna hevdîtina Komîsyonê ya li gel Rêber Abdullah Ocalan û veguherandina vê mijarê ya ji bo nîqaşeke bêwate bi awayekî eşkere rexne kirin.  Bahçelî got ku ‘’Ger Komîsyon neçe ez ê li gel sê hevalên xwe bi xwe biçim’’, helwesta nediyar û girokirinê ya Komîsyona berbehs rexne kir û nîşan da ku hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd çi qasî girîng e. Bi gotina ‘’Bi aliyê herî bi hêz ê pêvajoyê re hevdîtinê nekî be tu yê bi kê re bikî û pirsgirêkan li gel kê çareser bikî?’’ jî ev girîngiya berbehs îfade kir.

Komîsyoma Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ya piştî komcivîna Bahçelî ya berbehs li hev civiya, karê xwe yê guhdarkirinê ku ev nêzîkî çar mehan e didomîne, domand û da zanîn ku wê ‘’karê guhdarkirinê temam kiriye.’’ Dîsa daxuyaniyeke nivîskî ya ne li gorî ruhê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk û şêwazan rexne dike, da. Lê belê di her du daxuyaniyan de jî cih neda axaftina Devlet Bahçelî ya berbehs. Bes asta moral û axaftinên pêbawer ên hin endamên Komîsyonê yên ji çapemeniyê re asta bandorê nîşan didan. Di daxuyaniyên berbehs de hate îfadekirin ku Komîsyon wê roja Înê bicive û mijara hevdîtina li gel Rêber Abdullah pêşkêşî dengdanê bike û girêdayî wê biryarê bide.

Pir eşkere ye ku hedefa sereke ya gotin û helwestên Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û Devlet Bahçelî, Komîsyona ku roja Sêşemê civiya bû. Komîsyon jî ev rojev ji civîna roja Înê ya piştî nîvro re taloq kir û bi qasî sê rojan wext bi dest xist. Ji bilî vê yekê bi awayekî eşkere dihat fêmkirin ku kesên li dijî pêvajoyê di hedefa Devlet Bahçelî de ne. Bi gotina ‘’neteweperestên bê netew’’ hewl da ku derdorên rantparêz ên li dijî pêvajoyê rexne bike. Ji vê yekê wêdetir gelo AKP û CHP jî di armancê de bûn, a rastî bi awayekî eşkere nehat fêmkirin. Her çend Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan gotinên têkildarî ku piştevaniyê dide gotinên Devlet Bahçelî jî anîn ziman jî têkildarî vê mijarê li ser navê AKP’ê daxuyaniyeke zelal nehat dayîn. Çapemeniya aligirê AKP’ê jî hema bibêjin qet cih neda gotinên Bahçelî yên berbehs. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî diyar kir ku ew ê ‘’Roja Pêncşemê li gel endamên Komîsyonê civînekê li dar bixe’’ û daxuyaniya têkildarî helwestê jî ji bo piştre hişt.

A niha bi awayê giştî du mijarên nîqaşê hene: Gelo helwesta rastîn a AKP’ê çi ye û Komîsyon wê roja Înê çi biryarê bide? Di vê mijarê de helwesta CHP’ê di asteke diyarker de nîne. Wêdetir tê nirxandin ku CHP, ger AKP helwesteke erênî nîşan bide ji bo ku jê kêm nemîne, ger AKP helwesteke neyînî nîşan bide jî ji bo ku AKP’ê teşhîr bike wê di dengdana hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan a di roja Înê de dengê ‘erê’ bide. Ji ber vê yekê herî zêde helwesta AKP’ê tê mereqkirin. Lewma ger AKP’ê bixwesta jixwe hevdîtina berehs heya niha hatibû kirin.

Ger em qala Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî jî bikin, wateya rastîn a Komîsyona berbehs wê li gel biryara ku wê roja Înê bide, derkeve holê. Wê li gel vê biryarê derkeve holê ku kiryarên wê yên nêzîkî çar mehan bi rastî jî xebat in yan gîrokirin in. Her wiha pir eşkere ye ku Komîsyoneke ku li gel Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan hevdîtinê pêk nayne, nikare têkildarî azadiya gelê Kurdû demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tiştekî cidî bike. Wê zelal bibe ku kiryarên wê yên heya niha deq û dolab, xapandin û girokirin in. Ji vê yekê wêdetir ger Komîsyona berbehs li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk neyne herhal domandina pêvajoya heyî jî ne pêkan e. Çimkî di serî de ya gelê Kurd baweriya sînordar a derdorên welatparêz û demokratîk wê bi temamî ji holê rabe.

Wê demê birayara Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ya wê di roja Înê de bide, ji aliyê pêşeroja gelê Kurd û Tirkiyeyê ve gelekî girîng e. Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ev rastî bi milyonan carî  bi awayekî eşkere îfade kirin.  Weke ku herî dawiyê Devlet Bahçelî jî diyar kir, ger bi Rêber Abdullah Ocalan re nebe wê çareseriya pirsgirêka Kurd bi kê re were nîqaşkirin û peydakirin? Em hêvî dikin ku komîsyon wê van rastiyan li ber çavan bigire û biryara berbehs bide. Hêvî dikin ku Îna xeternak ya li pêşiya me nebe faktoreke bêxêriyê, bi gotina Îrlandayiyan bibe ‘’Îna Bixêr.’’

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka