Weke tê zanîn ji bona li ser mijarên Sûriyê bên nîqaşkirin divê civînek li Parîsê hatiba lidarxistin. Di civîna demên berê de pêwîst e hatiba kirin, hikûmeta HTŞ’ê tevlî nebû û hat taloqkirin. Hincetên hikûmeta Şamê ew bûn ku qaşo bûyerên li Siwêdayê hatibûn qewimandin bû. Ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta veguhêz ya Şamê SANA’yê vê carê ji raya giştî re ragihand ku hikûmeta Şamê dê beşdarî civîna demên pêş hatibû plankirin jî nebe. Sedema wan ya bingehîn konferansa li Hesekê hatibû lidarxistin bû!
Di civîna ku behsa wê tê kirin de nûnerên ji hemû beşên civakê yên Sûriyeyê beşdar bûn. Nûnerên hikûmeta Şamê ev civîn wekî hewldanek ji bo parçekirina Sûriyeyê û hewldanek ji aliyê QSD’ê ve ji bo şikandina peymana ku di 10’ê Adarê de bi Şamê re hatibû kirin, bi nav kirin.
Hîkmet Hîcrî û nûnerekî Elewiyan jî beşdarî civîna li Hesekê bûn. Xuya ye ku hikûmeta Şamê ji ber tevlîbûna van kesan pir aciz bûye. Li şûna ku wan wekî beşek ji rastiya Sûriyeyê bibîne, ew wan wekî dijmin dibînin. Hikumeta Şamê nikare van beşên civakê bike yek. Wan rêbazên pêkanîna yekîtî û tevlêbûna neteweyî terikandine. Ew her tiştî bi xwe ava dikin, biryaran didin û her tiştî bi xwe birêve dibin. Yên ku hişmendiyeke cuda bifikirin tên dûrxistin.
Di vê rewşê de, yekîtiya Sûriyeyê dê çawa were bidestxistin?
Di komxebata Hesekê de, hemû beşên civakê helwesteke yekgirtî dan nîşan dan. Bi gotineke din, wan peyameke dabeşker nedan, lê berovajî vê peyameke yekgirtî dan. Daxuyaniya dawî ya civînê li ser vê yekê teqez kir. Behsa veqetandin, dabeşbûn, an avakirina hikumeteke cuda nehat kirin. Ev helwest dikare wekî piştgirî ji bo civîna ku dê li Parîsê were lidarxistin were şîrovekirin. Li derveyî Şamê, tu şîroveyên neyînî nehatin kirin.
Ajansa nûçeyan a SANA’yê ji bo vekişîna ji civîna Parîsê çavkaniyên hikûmetê nîşan da. Lê, hikumetê hîn daxuyaniyek fermî nedaye. SANA bêyî agahdariya hikûmetê wê agahdariyên wisa belav neke. Tê zanîn ku hikumet niyeta wê heye ku beşdarî civînê nebe. Lê, daxuyaniyek fermî dikare wan bixe rewşek dijwar. Di şûna wê de, dibe ku ew hewl didan ku bi belavkirina vê nûçeyê bertekê bipîvin. Ger bertekên tund hebûn, dê derî ji bo beşdarbûnê vekirî hatiban hiştin.
Tê zanîn ku DYE, Fransa û Îngilistan dê beşdarî civîna Parîsê bibin. Şam di vî warî de hewl dide ku ji civîna Parîsê dûr bikeve. Ew ê nikaribe biryarên ku li wir hatine girtin ji bo demek dirêj bi awayekî keyfî bi cîh bîne. Biryar dê bêtir girêdayîbin. Ev ji ber ku hikûmeta Şamê çandeke lihevkirin û hevkariyê bi hêz û nêrînên cuda re tine ye. Hişmendiya wan hişk e û li ser bingeha xulamiyê ye. Nêzîkatiya wan a li hember pirsgirêk û daxwazên navxweyî bi kiryarên wan ên li dijî Elewî û Durziyan hatiye nîşandan.
Nêzîkatiya wan a li hember Rêveberiya Xweser ew e ku li ser wan serweriyê ava bike. Yên ku radest nabin wekî dijmin têne hesibandin. Bi rastî, dij-propagandaya wan û gefên wan ên li dijî herêmêm Rêveberiya Xweser zêde bûne.
Me diyar kir ku hikûmeta Şamê naxwaze beşdarî civîna Parîsê bibe, lê hîn aliyê din hen e, bêtir li dijî wê ye. Ew jî hikûmeta Tirkiyê ye. Ew Enqere ye ku di vê mijarê de ji hikûmeta Şamê re peşengtî û wê gur dike. Bi rastî, dema ku civîna Parîsê hate ragihandin, wezîrên Tirkiyê dest bi hatina Şamê kirin..
Daxwaz û zextên ji bo bêçekkirina QSD’ê û têkbirina Rêveberiya Xweser bi giranî ji Enqereyê tên. Gefên Enqereyê yên li dijî Rêveberiya Xweser jî dest pê kirine zêde dibin.
Çalakî û êrîşên ku herêma xweser armanc digirin zêde bûne. Enqere beşdarî van civînan nabe, wekî ku li Astanayê kir. Wekî din, ew naxwaze pirsgirêka Kurd derbasî komxebateke navneteweyî bibe. Her çend civîn li ser navê Rêveberiya Xweser û QSD’ê bên lidarxistin jî, Kurdên cudaxwaz jî tê de beşdar in. Tirkiye hemî hewildanên xwe ji bona ku Kurd tê de hene asteng dike. Pêvajoya Astanayê bûye pêvajoyek li dijî Kurdan.
Rûsyayê Rêveberiya Xweser vexwendibû civîna mezin a li Soçiyê, lê Tirkiyê destwerdan kir, bi wan re li hev kir û Rêveberiya Xweser jê derxist. Bi heman awayî, rê li ber beşdarbûna Kurdan û Rêveberiya Xweser a Komîteya Destûrî ya Cenevreyê girt.
Em nizanin ka DYE û Fransa dê çi qasî giranahiya xwe li ser pêvajoyê bikin. Lê wan jî nas kir ku yê nêzî çareseriyê nabe hikûmeta Şamê ye. Şam ne tenê gavan navêje, Rêveberiya Xweser tevlî biryarên ku digire nake û her wiha wan sûcdar dike.
Ew propagandaya xwe li ser pêngavên xwe li ser têkbirina Rêveberiya Xweser diavêjin. DYE û dewletên din bi her du aliyan re di goftugûyon de ne û di rewşekê de ne ku fêm bikin ka kî nêzîkî wan dibe. Pirs ev e ku ev dewlet dê çiqas bi bandor û dadperwer tevbigerin. Ew jî hay jê nînin ku Tirkiye di bingeha pirsgirêkê de ye.
Di encamê de, hikumeta Tirkiyê dijminatiya xwe ya li hember Kurdan didomîne. Ew Sûriyeyê dixe nav şerekî navxweyî yê nû. Ew Kurdan dixe nav pençên qirkirinê. Ew îdîa dikin ku ew bi Kurdên li Tirkiyê re birayê hev in, lê ew di Sûriyeyê de jî dafikên kujer jî amade dikin!