Cejna Berxwedana Neteweyî li gelan pîroz be
Ruh, îrade, berxwedanî, cesaret û biryardariya PKK’ê di nav gelan de bi pêş xist, wê timî ji dostan re selamet, hêvî û hêzê ava bike; ji kesên dijminê mirovatiyê re jî bibe tirs û xof.
Ruh, îrade, berxwedanî, cesaret û biryardariya PKK’ê di nav gelan de bi pêş xist, wê timî ji dostan re selamet, hêvî û hêzê ava bike; ji kesên dijminê mirovatiyê re jî bibe tirs û xof.
Partiya Karkerên Kurdistanê ya bi kurtasî navê xwe yê şêrîn PKK ye, nêzî 50 salan e di serî de gelê Kurd ji bo azadiya hemû gel û baweriyên li xakên qedîm ên Rojhilata Navîn dijîn berxwedan û têkoşîneke herî bi heybet û muezem pêş xist. PKK 27’ê Mijdara 1978’an bi Kongreya Yekemîn hat avakirin. Tevgera PKK’ê ya di pêşengiya Rêber Apo her çû mezin bû, sînorên Kurdistanê derbas kir û ji hemû gelan re bû hêviya azadiyê. Partiya Karkerên Kurdistanê li hemberî zext û êrîşên dewleta Tirk dest bi têkoşîneke herî mafdar û bi rûmet kir.
Gelê Kurd piştî di nav çar dewletên netewe de hat parçekirin, polîtîkaya qirkirina fizîkî û çandî jî di nav de, ji bo bi qasî zerreyekê tiştekî aîdî hebûna Kurd nemîne, her cure pêkanînên dijmirovî li hember gelê Kurd hat pêşxistin. Ango hebûna gelê Kurd ji hêla wan dewletan ve hat înkarkirin. Kesî êdî nediwêrî bêje “Ez Kurd im.” Nexasim li Komara Tirkiyeyê ya bi xwe li ser esasê tinekirin û jiholêrakirina gelên Anatolyayê bingehê xwe ava kir, zordariya li ser gelê Kurd derket asta herî jor. Metirsiyeke mezin li ser çand, ziman û hebûna Kurd çêbû.
Dewleta Tirk hukmê xwe yê dagirkeriyê li ser her kesî sepand. Gelê Kurd jî weke her carê li ber devê tivingê bû. Rêber Apo bi têkoşîna pêş xist, hewl da gelê Kurd ê bi her awayî serberjêr ber bi tinebûnê ve diçû, li ber qeraxa kendalê girt. Ew bi fikir û felsefeya xwe xwedî kir, careke din cewher û nirxê tê de hatibû ziwakirin hêşîn kir. Kurdê berxwedêr ji nû ve zindî kir û ew derxist ser dika mirovatiyê. PKK’ê hewl da nasname û hebûna Kurd pê bide qezenckirin, dawiyê li kiryarên, dewleta Tirk bîne û bi rêbazên demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike.
Rêber Apo hêzên gerîla weke hêzên parastina gel pêş xist, mirovên Kurd zana û serwext kir. Ev bû sedem ku gelek malbatên Kurd bi tilîliyan zarokan xwe bişînin nav refên azadiyê. Hejmara gerîla roj bi roj zêde bû. Gel bi girseyî li şehîdên xwe xwedî derketin, dayik û bavên şehîdan li her cihê diçinê bi rêzdarî tên pêşwazîkirin.
Yek ji taybetmendiya Tevgera Azadiyê ya Apoyî ew e ku milîtan û kadroyên di nav têkoşînê de birîndar bûne û parçe ji bedena xwe dane ji berê zêdetir di nav refên têkoşînê de cih digirin. Ev bêguman hêz, îrade û qudreta bîrdoziya Apoyî nîşan dide.
Rêber Apo 27’ê Sibatê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re pêvajoyeke nû ya dîrokî pêş xist. Li ser vî esasî ji bo rê li ber çareseriyeke mayînde vebe û êdî hinceteke dewleta Tirk nemîne, PKK’ê bi Kongreya 12’emîn îlan kir ku avahiya xwe ya rêxistinî fesix kiriye.
Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo mohra xwe li nîv sedsalê xist û gelek nirxên hêja yên wê bi sedê salan feydeyê li mirovatiyê bike afirand. Ruh, îrade, berxwedanî, cesaret û biryardariya PKK’ê di nav gelan de pêş xist, wê timî ji dostan re selamet, hêvî û hêzê ava bike; ji kesên dijminê mirovatiyê re jî bibe tirs û xof. Li ser vî bingehî ez Cejna Berxwedana Neteweyî, 27’ê Mijdarê ya bi PKK’ê û Tevgera Azadiyê re berbiçav bû li hemû gelan, jinan û azadîxwazan pîroz dikim.