Rêber Apo di analîzek li ser pirsgirêkên sosyalîzmê de, dema qala pirsgirêkên sosyalîzmê dike, bi israr dibêje ku pêdivî bi têgihîştineke sosyalîst a nû heye. Dema ku ev nirxandin kir, hilweşîna sosyalîzma reel nû çêbûbû.
Derbarê pirsgirêkên sosyalîzmê de "Ya girîng ew e ku pirsgirêkên sosyalîzmê di çarçoveya pirsgirêkên rojaevî de rast were destgirtin. Xetên wê yên sereke weke sosyalîzm û dewlet, sosyalîzm û pêşketin, sosyalîzm û moral, sosyalîzm û pirsgirêka neteweyî, sosyalîzm û çand, sosyalîzm û aborî, sosyalîzm û sosyalîzma reel, sosyalîzm û utopya, sosyalîzm û zanist, sosyalîzm û ol, sosyalîzm û malbat, sosyalîzm û jin, sosyalîzm û mafê çarenûsa neteweyan, sosyalîzm û demokrasî, sosyalîzm û têkiliyên partiyan bên rêzkirin. Divê ev hemû ji nû ve werin nîqaşkirin.
Yanî pêwîst e îdeolojiya sosyalîst xwe ji nû ve têgehî bike, her ku ev têgeh zelal bibin divê bibin bernameyî û poştî bibe bermaneyî ji nû ve bi rêxistin û çalak bibe. Bivê nevê wê pêşketin di serdemeke wisa de çêbibe.
Dibe ku niha tiştekî wiha gelekî bi îdîa tine be û hin nîqaşên teng û rûxalî hene; Lê her ku diçe, mîna Enternasyonala Yekem, duyem, sêyem, ya çarem û pêncem dikarin pêş bikevin”, em niha dibînin ku şoreşa pozîtîf û daxuyaniyên enternasyonalek nû, bi rastî ji nişka ve derneketine holê.
Rêber Apo di noqteya ku îro hatinê de nîşan da ku sosyalîzm êdî nikare bi rêbazên kevn û kevneperest pêş bikeve, bi nûkirina îdeolojiya sosyalîst re hêviya şoreşê ji bo gel ji nû ve derkeve holê û şoreş wê ne xewnek bêwate be. Ji ber vê yekê serdema şoreşa pozîtîf wê dîsa sosyalîzmê bikeve rojeva gel, ji nû ve bibe hêvî û bibe serdema ku gel ne bê alternatîf e.
ŞOREŞA POZÎTÎF RÊBAZA TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ YE
Her tiştên ku di Tevgera Azadiya Kurdistanê de diqewime, her peyvên tê gotin berdewamiya hev e û bi derbaskirina kêmasiyan nû dibe. Ji ber vê yekê, têgeha şoreşa pozîtîf divê tenê neyê destgirtin û tenê neyê şîrovekirin. Her pênase, her têgeh, di nav cîhana îdeolojîk a Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo de, di cihê ku hevdu bi hev ve girêdide, pêş dixe û kêmasiyan çareser dike. Navê rêbazê şoreşa pozîtîf e, rewşa meşandina rêveberiyê jî entegrasyona demokratîk, demokrasiya muzakereyî û komun e.
Me got ku navê rêbaz şoreşa pozîtîf e. Wê gavê, ev pêvajoya şoreşgerî wê çawa bixebite?
Pêwîst e dev ji tevgerên ku di têgihîştina sosyalîzma reel de gelek kêmasî û xeletî di xwe de dihewînin were berdan. Divê bi taybetî tevgera siyasî ya Kurd dev ji şêweyên rêveberiyê yên sosyalîzma reel berde; li şûna rêbaza ku biryar ji hêla kesan ve têne girtin û gel wê bi cih tîne, divê pergalek ku biryar bi gel re têne girtin û tên bicihanîn were avakirin û domandina wê were misogerkirin. Yek ji kêmasiyên herî mezin ên modela rêxistinî ya sosyalîzma reel ew e ku ji bo xwe pergala kasti kiriye û ger ji wê dûr bikeve wê gavê wê rê li ber rêxistinkirinê vebe.
Demekê pirseke populer hebû; burjuwayek pirsa "Dengê min û dengê şivan yek e?" kiribû. Yek ji destketiyên herî mezin ên pêvajoya şoreşa pozîtîf di bersivdayîna rast a vê pirsê de ye. Belê, dengê her kesî wek hev e. Her kes wekhev e, her kes bi heman rengî girîng e, her kes bi heman rengî bi qîmet e.
Rêya herî girîng a wekheviyê, avakirina modela rêxistinî ya berwarî ya wekî meclîs û komun a li ser bingeha bername û xeta siyasî ya rast e. Serketina herî mezin a şoreşa pozîtîf ew e ku wê newekhevî û nêzîkatiyên serdest-bindest a di navbera gelan de ji holê rake.
ŞOREŞEKE POZÎTÎF WÊ PERGALA KASTÊ HILWEŞÎNE
Gava yekem a hilweşandina pergala kastê dê pêvajoya ku Rêber Apo wekî "entegrasyona demokratîk" pênase kiriye. Avakirina pira di navbera gelan a ku ji ber helwestên "muxalîfan”, nêzîkatiya faşîst û mêtingerî ji hev hatine veqetandin û wekî dijmin hatine dîtin, tenê bi rêya naskirina hev û rast nêzîkî hev bibin pêkan e. Entegrasyona demokratîk wekî gava yekem a ku wê rê li ber vê hevpariyê veke li pêşberî me ye.
Derbaskirina astengiyên li pêşiya gel erka kesên ku têkoşînê dimeşînin. Erka kadroyên pêşeng ew e ku hemû nêzîkatiyên ku rê li ber yekbûna gel digirin ji holê rakin, wan eşkere bikin û di çavên gel de mehkûmkirina wan e. Piştî ku ew rê were vekir, gel xwedî hêz, aqil û pêşbînî ye ku rêya xwe ya rast bibîne.
Afirandina şert û mercên entegrasyona demokratîk a li dijî hemû êrîşên faşîzmê wê wê kendalên navbera gelan ji holê rake, ev yek wê bibe destketiyên herî girîng a serdema nû ya şoreşê; ji ber ku jiholêrakirina kendalan û hevgirtina gelan tê wateya valaderxistin propaganda û êrîşên faşîzmê ye.
Serketina pêvajoya entegrasyona demokratîk wê pêşketina demokrasiya muzakereyî bi xwe re bîne. Ji bo gelên ku hevdu nas dikin û fêm dikin wê bibe gava nû û wê bi hev re li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û hewl bidin ku bi hevpariyê çareseriyan pêş bixin. Gava yekem hevpariyê bi pêşxistin û avakirina pergala demokrasiya muzakereyî pêkan e.
Demokrasiya muzakereyî pergala ku her beş xwedî gotine û di qonaxên biryardayîn û peywirê de gel bi tevahî tê de cih bigire ye, wê ji faşîzma ku hêzê wekî hêzek bêdawî di destê xwe de digire û nêzîkatiyên sekter ku tenê bi zorê dixwazin bijîn re bibe bersiv. Diyaloga di navbera gelên ku heta niha ji hev hatine veqetandin, ji hev hatine dûrxistin û diyaloga wan hatiye astengkirin de wê çandek lihevhatinê jî pêş bixe; ev çanda lihevhatinê wê rê li ber rêxistinbûniyê veke.
Gava yekem a hevparbûnê ew e ku pirsgirêkan bibîne, li ser wan biaxivin û ji bo dîtina çareseriyan li hev bicivine. Ji ber vê yekê hemû beş li hev rûnin, biaxivin, pirsan bipirsin û bersivan bidin. Kesên ku ji takekesiya modernîteya kapîtalîst dûr dikeve wê bibe civakî. Gava yekem a ber bi civakîbûnê ve ew e ku hev nas bikin û hev fêm bikin.
Li vir, ne pêkan e ku beşek hêza xwe nîşan bide an jî zextê li beşek din bike. Li civaka ku zilm lê heye avahiyek totalîter lê heye. Pratîkên sosyalîzma reel jî di nav de ne. Her çiqasî sosyalîzma reel wekî alternatîfa li dijî kapîtalîzmê derketiye holê jî, ji destpêkê ve xwe wekî pergala ku piştî kapîtalîzmê bi cih kiriye, hevparbûna serdema pêşîn a mirovahiyê nedîtiye, wê wekî “hoveber” pênase kiriye, red kiriye û di encamê de veguheriye kopiyek kirêt û navînî ya modernîteya kapîtalîst.
Wekî ku me li jor qal kir, heta ku derketineke rast û bernameya rast neyê pêşxistin, ev pergal wê hilweşe.
PERGALA CIVAKÎ LINGÊ BINGEHÎN Ê DESTKETIYA ŞOREŞA POZÎTÎF E
Civakên ku fêrî hevparî û hatina cem pergala demokrasiya muzakereyî dibe, gava wê ya din rêxistinkirin e. Ev modela rêxistinî jê re komun tê gotin. Sîstema komunan wekî modelek rêxistinî li pêşberî me ye û ji dîrokê vir ve gelek caran hatiye piştrast bûye ku ew modela rêxistinbûnê ye.
Civaka ku di komîunan de bi rêxistin bûye ew êdî polîtîk dibe; tê rewşa ku ji xisleta "nikare biryaran bide û neçar e ku ji hêla yên din ve were rêvebirin" ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve jê re hatiye destnîşankirin rizgar bike. Li cihekî hebûna dewletê û çîna rêveberiyê ji bo komunê ne asteng e. Komun civakan organîze dike; wan ji quretî û xeletiyên çîna serdest diparêze û dihêle ku tiştên rast derkeve holê.
Ev rêxistinek e ku ji hêla civakên ku bi rêya pêvajoya entegrasyona demokratîk hevdu nas dikin û ku dikarin bi rêya pergalek demokrasiya muzakereyî werin cem hev, hevpariyê bikin û biaxivin.
Pêvajoya şoreşa pozîtîf tam jî ji yekîtiya vê derdikeve holê. Berovajî têgihîştina dewletparêz a serdest a sosyalîzmê, sosyalîzma gel derdixe holê. Hilweşandina desthilatê an desteserkirina dewletê wekî destketiyekê nabîne; li şûna wê veguherandina jiyana gelan û gelan li dijî rejîma zordar a ku desthilat û dewlet dixwazin ji bo berjewendiyên xwe biafirînin biparêze.
Tişta ku divê di pergala nû ya îdeolojîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye afirandin de hebe ew e ku gel bibin yek, xwe rêxistin bikin û li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst a heyî û wêraniyên pîşesaziyê gotinên xwe bibêjin.
Rêber Apo di pênasekirina sosyalîzmê de dibêje:
"Têkoşîna ji bo sosyalîzmê di heman demê de têkoşîna li dijî heywanbûna mezin a serdema emperyalîst e. Kîjan cinawir ji nifşê xwe ewqas mirov qetil kiriye? Ev cinawirê herî mezin e! Ti aliyek din tineye ku mirov wê rave bike. Ev heywanbûna herî xeternak e. Ger em bixwazin têkoşîna civakî û sosyalîst pêş bixin, em ê bê guman li dijî vê takekesiyê û vê cinawarbûnê teqez têbikoşin.”
Têkoşîna sosyalîzmê pegala rêxistinkirina jiyana rojane; civakê li hember sîstema kapîtalîst a ku takekesîtiyê diparêze û hewl dide ku civakê xurt bike, rêxistin bike û beşdariya wê di têkoşînê de misoger bike. Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de çarçoveya pêvajoya şoreşa pozîtîf bi van gotinan xêz dike:
"Em li şûna sosyalîzma netewe-dewletê derbasî sosyalîzma civaka demokratîk dibin. Ev bernameyek e: bernameya Sosyalîzma Civaka Demokratîk. Ji ber vê yekê, stratejî û taktîkên wê yên bingehîn wê çi bin? Xuyaye ku wê bi şerê rizgariya neteweyî re nebe. Bernameya nû ku em ê deynin şûna wê bernameya Civaka Demokratîk û Sosyalîzma Demokratîk e. Me stratejiya şerê rizgariya neteweyî berdaye. Em ê Stratejiya Siyaseta Demokratîk deynin şûna wê. Siyaseta demokratîk stratejiyek e, nebe nabe ye. Civaka demokratîk wê bi stratejiya siyasî ya demokratîk ve girêdayî be. Çi di destûrê de be, çi jî di qanûnan de, li kuderê çi pêwist be wê were îfadekirin. Bi taktîk û stratejiyê ve girêdayî ye. Wê taktîka vê stratejiyê jî Tişta ku wê pêk bîne hiqûq e. Ger stratejiya wê siyaseta demokratîk be, wê demê hiqûq taktîka wê ye. Ev tê vê wateyê ku ji mîrateya PKK’ê çi maye, wê di bin vê stratejiya nû ya siyaseta demokratîk de çawaniya hiqûqî bi dest bixe. Di encama muzakereyên ku bi dewletê re bên kirin wê qanûnên dij-demokratîk werin rakirin û wê reformên hiqûqî pêk bên. Bêyî ku ji demê re bên hiştin divê ev di demek maqûl de çêbibe. Ger reformên hiqûqî yên ku li jor hatine destnîşankirin pêk neyên wê gavê bixwaze nexwaze wê rewşa pevçûnê ji cihê mayî berdewam bike.
BI DAWÎ BÛ.