Bi hêviya rojên azad, wekhev ên bi rengê jinê

Weke neteweya Kurd di rabihuriyê de me her hêviyên xwe wenda kirine û em her melûl û xemgîn bûne. Lê bi Têkoşîna Apoyî re hêviyeke pir mezin a serketinê di dil û hişê me de ava bûye. Em bûne kesên ji xwe bawer. Em hêviya xwe bi serketina şoreşê tînin.

Bê hêvî serketin çênabe û hêvî jî serkeftinê bi xwe re tîne. Pêwîst e  mirov her bi hêviya pêşerojên azad bijî. Rêber Apo gelek caran li ser mijara hêviyê perspektîf dane û diyar kiriye ku divê mirov her bi hêvî bin. Rêbertî dibêje, “Hêvî ji serketinê hêjatir e.” Ev hevok ewqasî bala mirovan dikişîne ku bi mirov re hêviya jiyanê çêdike û dibe serketina berdewamkirina têkoşînê. Hêvî ji bo mirovahiyê gelekî girîng e û hewce ye mirov qet hêviya xwe ji ti tiştî qut nekin. 

Çawa ji gulê re av pêwîst be, ji bo mirovan hêvî pêwîst e. Hêvî tiştekî wiha ye ku weke aveke zelal di bedena mirovan de diherike û jiyanê domdar dike. Hêviya jiyanê di fikir û xeyalê mirovan de xwe zindî dike û baweriya wan xurt dike. Hêvî kelecan û coşê dide mirovan. Wan nêzî serketinê dike. Dihêle weke gulê vebin, reng û bêhna xwe ya xweş vedin û bala her kesî bikişînin ser xwe. Hêvî yekane rêya mirovan dide têkoşînkirin, wan dibe serketinê û pêşiya wan rohnî dike. Hêvî dike ku mirov ji bo serketinê bi dil û can bixebite. Hêvî parçeyek ji jiyana kesên xwedî armanc û hedefên pîroz in ku ew jî rizgariya neteweyî û civakî ye.

Weke neteweya Kurd di rabihuriyê de me her hêviyên xwe wenda kirine û em her melûl û xemgîn bûne. Lê bi Têkoşîna Apoyî re hêviyeke pir mezin a serketinê di dil û hişê me de ava bûye. Em bûne kesên ji xwe bawer. Em hêviya xwe bi serketina şoreşê tînin. Me deriyê binketinê girtiye. Em hewl didin gavên mezin ên ber bi ronesansê (jinûve vejînê) ve biavêjin, hişmendiya desthilatdar û tarîtiyê ji holê rakin. Li gorî em dizanin civaka Kurd demeke pir dirêj hêviya xwe ya jiyana azad û wekhev wenda kiribû. Tirsa xwe hebûye ku wê hew rojên xweş û geş bibîne. Lê Rêber Apo ji dil û can biryara têkoşînê da û zêdetirî nîv sedsalê ye bê rawestan di nav berxwedaneke herî muezem de ye. Rêbertî gelê Kurdistanê û gelên cîran kir xwedî hêviyên mezin. Rêbertî hişt ku gelê Kurd weke netewe serê xwe di nav mirovatiyê de rake û bêje: “Ez heme. Ez koka mirovahiyê me.  Îro jî ez ji bo jiyaneke azad a ji mirovatiyê re pêşengiyê dikim.” 

Rêber Apo di gava xwe ya yekem de got ku jin bindest e û divê were rizgarkirin. Li ser vî esasî derfet da jinê ku beşdarî şoreşê bibe û ji bo azadiya xwe têkoşîn bike. Hêvî da jinê û got, “Jin lawaz nîne, eger jin bi xwe bawer be ji bo azadiya xwe û welatê xwe têkoşîn bike tekez wê serketin bibe nesîbê wê.” Jinan jî hêviya xwe bi Rêberê xwe ve girê da û ketin ser rêya şoreşê. Jin roj bi roj gavan ber bi pêş diavêjin û ji têkoşîna azadiyê bawer in. 

Jinan têkoşîna xwe bê rawestan dewam kirin. Qehremana Kurd û şêrejina çiyayî Bêrîtan Hêvî li hemberî xiyanetê bi wêrekî serî hilda û xwe radestî wê hişmendiya pûç û vala nekir. Xeta hevrê Bêrîtan Hêvî ji hemû jinan re bû hêviya diçe rojên mîna rojê ronak. Bêrîtan bû xeta berxwedanê ya bi hêviyê tacîdar bûye. 

Em weke jinên şoreşger li ser bingehê rêgez û pîvana, “Hêvî ji serkeftinê hêjatir e” dimeşin û teqez em ê bigihîjin serkeftina hemû mirovatî bi hêviyeke mezin li bendê ye. Rojên weke 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê jî mirov dikare bike wesîleya hê zêdetir xurtkirina têkoşînê, berxwedanê û rêxistinbûn û piştevaniyê. Ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev û bi ewle em ê her kêlî di nav refên têkoşînê de bin. Weke duh îro jî û sibe jî em ê berxwedana berdewam bikin. 25’ê Mijdarê li hemû jinên têkoşer û berxwedêr pîroz be, bi hêviya rojên azad û wekhev ên bi rengê jinê.