Bi gel re nîqaş û bi gel re xebat
Li ser pirsa em ê çawa bikin, teqez bersiv bi gel re nîqaş meşandin, jiyîn û xebat kirine. Her kesê ku bi gel re têkilî dayne û bi hev re bixebite dikare çareseriyek bibîne.
Li ser pirsa em ê çawa bikin, teqez bersiv bi gel re nîqaş meşandin, jiyîn û xebat kirine. Her kesê ku bi gel re têkilî dayne û bi hev re bixebite dikare çareseriyek bibîne.
"Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk" ku ji hêla komîsyonekê ve li ser bingeha axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di pêvajoya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de hatiye amadekirin, li Ewropayê bi zimanê Tirkî hat weşandin. Tê plankirin ku li gelek deveran, bi taybetî li Tirkiyeyê jî were weşandin. Wekî din, tê payîn ku ev manîfesto bi taybetî Kurdî, wergera zimanên cuda ên Ewropî jî were kirin û bi berfirehî were belavkirin.
“Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk” yekem car di kovara "Komînal" de derket, ku di Adarê de dest bi weşanê kir. Bi vî rengî, komên şoreşger û sosyalîst, bi taybetî Kurd, hem kovar û hem jî manîfestoyek nû bi dest xistin. Kovarên bi vî rengî, wekî amûrên perwerdehiyê yên birêkûpêk ji bo tevgerên sosyalîst rolek girîng dilîzin. Ji hêla din ve, manîfesto pirsgirêkên civakê, bi taybetî jin û ciwanan ronî dikin û çareseriyan pêşkêş dikin. Civakên ku xwedî manîfestoyek in, bi hêviyek mezintir li siberojê dinêrin û dikarin pêşketinek xurt bikin.
"Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk", ji bilî pêşgotin û encamnameyê ji heşt beşan pêk tê. Pêşgotin xwendevan ji bo analîzek dîrokî û sosyolojîk a berfireh amade dike, di heman demê de encam ramanên bingehîn ên ku di seranserê manîfestoyê de hatine pêşkêş kirin, kurte dike.
Beşa yekem a manîfestoyê, bi sernavê "Xweza û Wate", wate û girîngiya xweza, mirovahî, civak û têkiliyên mirovan rave dike. Li vir, Rêber Abdullah Ocalan nêzîkatiyek felsefî pêşkêş dike ku dikare wekî "watedarbûn" were binavkirin. Di heman demê de rêbazek diyalektîk a newêranker, avaker û pêşverû dipejirîne. Rêber Abdullah Ocalan bi rexnekirina materyalîzma hişk, destnîşan dike ku nêzîkatiya mirovahî û civakê tenê ji perspektîfek fîzîkî girtina dest, girîngiya raman û ruhanîbûnê paşguh dike. Ew her wiha nêzîkatiya hişk û neguherbar a diyalektîkê rexne dike û diyar dike ku bûyer divê bi rengekî cihêrengtir û piralîtir werin destgirtin.
Beşa duyemîn, bi sernavê "Xwezaya Civakî û Rewşa bi Pirsgirêk", têgeha xwezaya civakî û avahiya exlaqî û siyasî ya civakê pênase dike. Dûv re dabeşbûnên yekem di civaka komînal a dayik de û pirsgirêkên ku ji hêla koma nêçîrvan a mêr ve hatine afirandin rave dike. Manîfesto di vê beşê de, tezek dîrokî ya nû û bi îdîa pêşkêş dike. Ew nêrîna ku dabeşbûna civakî bi çîn û dewletê dest pê kiriye rexne dike û dîrok çawa bi rêya dijberiya di navbera komûn û dewletê de pêşketiye bi rengekî zelaltir rave dike.
Beşa sêyemîn, bi sernavê "Di Civaka Dîrokî de Dîlemaya Komîn û Dewletê” cih digire. Vê teza dîrokî di nav serdemên cûda de vedikole. Di vê beşê de koma nêçîrvan a mêr çawa veguheriye avahiyek zordar, ev avahî çawa êrîşî nirxên civaka komînal a dayikê kiriye û jinan çawa li ber xwe dane, reva dike. Her wiha piştî hilweşandina pergala jinan ev avahiya zordar çawa veguheriye pergalek hêz û dewletê û çawa bi demê re belav bûye, tê destgirtin. Her wiha derketina arîstokrasiyê û pêşveçûna felsefeyê jî bi zelalî têne nirxandin.
Beşa çaremîn bi sernavê "Modernîte"cih digire. Rêber Abdullah Ocalan, di vê sernavê de nêrînên girîng û bi îdîa pêşkêş dike. Diyar dike ku modernîteya Ewropayê ne li ser çavkaniyek yekane ye, di serî de Rojhilata Navîn ji berhevkirina erdnîgariyên cûda, pêk tê. Her wiha dibêje ku kapîtalîzmê modernîte neafirandiye, berevajî ew desteser kiriye û bikar aniye. Di vê çarçoveyê de, ew têgihîştinên ku kapîtalîzmê wekî pêşverû dibînin, di serî de Marksîzm rexne dike. Ew dibêje ku kapîtalîzm pêşverû nîne, berevajî dijî civakbûnêye û wekî nûnerê pergala kujerê kasît ji bo tunekirina civakê êrîş dike. Rêber Abdullah Ocalan, dibêje ku modernîteya sosyalîst a demokratîk nêzîkatiyek e ku çareseriyan ji bo pirsgirêkên civakî pêşkêş dike û civakê ji nû ve ava dike.
Beşa pêncemîn li ser Rojhilata Navîn û beşa şeşemîn jî li ser rastiya Kurdistanê ye. Di van beşan de tê gotin ku Rojhilata Navîn û Kurdistan cihên dergûşa civaka komunal in û jiyana civakî li wir pêşketiye. Her wiha behsa dabeşbûnên civakî û têkoşînên ku di vê pêvajoyê de derketine holê dike. Rêber Abdullah Ocalan, nirxên komunal a bi pêşengiya jinan çawa hebûna xwe tevî êrîşên dijî civakê parastine rave dike. Di dawiyê de, bandorên modernîteya kapîtalîst a Ewropayê di 200 salên dawî de û wateya çareseriya ku ji hêla modernîteya demokratîk ve tê pêşkêş kirin, bi zelalî têne nirxandin.
Di beşa heftemîn a manîfestoyê de Rêber Abdullah Ocalan li ser PKK’ê ku piştî fesixkirinê bûye malê dîrokê, nirxandin dike. Ew dibêje ku PKK’ê tevgereke berxwedan û ji nû ve avakirina gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkarê bû. Rêber Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku nasnameya Kurd di vê pêvajoyê de xurt bûye. Behsa bandora modernîteyê û sosyalîzma pêkhatî ya li ser PKK’ê jî dike. Ji ber vê sedemê, fesixkirina PKK’ê ne wekî dawiyek, wekî destpêkek nû tê destgirtin. Di heman demê de, destketiyên ku PKK’ê digel pirsgirêkên ku hatine jiyîn jî bidest xistine, vedihewîne.
Di beşa heştemîn a bi sernavê "Taybetmendî û Peywirên Dema Nû" de Rêber Abdullah Ocalan, nêzîkatiya bingehîn a dema nû rave dike. Ev dem wekî "pêvajoya bidestxistina azadiyê" pênase dike. Di vê çarçoveyê de, teorî, bername, stratejî û taktîk têne destgirtin. Têgihîştina modernîteya komunal a demokratîk, bernameya neteweya demokratîk, xweparastin û stratejiya siyaseta demokratîk a li ser bingeha qanûnê, digel şêwazên çalakiyê yên nû, bi tevahî têne nirxandin.
"Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk" di warê perwerde, rêxistin û çalakiyê de rêbernameyek pir zelal û têgihîştî pêşkêş dike. Ji ber vê yekê, ji bo ew kesên ku dibêjin, "Rêber Apo çi dibêje, Tevger ji bo çi û çawa têdikoşe em fêm nakin" bersiveke. Ji bo kesên dixwazin fêm bikin û bi cih bînin ew rêbernameyek pir bi nirx e. Lê belê, ji bo ku bi tevahî fêm bikin, astek diyarkirî ya zanîna teorîk hewce ye. Ji ber vê yekê, divê manîfesto ne tenê bi rengekî takekesî, di heman demê de bi gel re jî were xwendin û nîqaş kirin. Bikaranîna wê wekî materyalek perwerdehiyê bi hev re bi gel re têgihîştin û asta pratîkirinê xurt dike.
Manîfesto bi taybetî li ser têgeha "komûn" disekine û jiyana komûnal wekî çareseriya bingehîn pêşkêş dike. Hem komara demokratîk û hem jî civaka demokratîk ji bo çareseriyek demokratîk hewce ne. Her çend komara demokratîk formên taybetî yên têkoşîn û rêxistinê dihewîne jî, civaka demokratîk li ser rêxistina komûnal û têkoşîna komûnal ava dibe. Ji ber vê yekê, têgihîştina rast a komûnê û meşandina xebatê li gorî wê girîng e. Me di gotara beriya vê de jî diyar kiribû, her çend têgeha "komûn" pir caran tê bikar anîn jî, ev raman nayên pratîk kirin, ji ber ku têkiliyek rasterast bi gel re nayê saz kirin.
Başe em ê di vê rewşê de çi bikin? Rêbaza xebatê zelal e: divê em herin nava gel. Bi taybetî jî li kêleka jin, ciwan, karker û kedkaran bijîn û bixebitin. Çareserî di nîqaşkirin, jiyan û hilberîna bi hev re bi gel re de ye. Komun ne tenê têgehek e; ew şêwazek jiyanê ye, şêwazek ramanê ye û pratîkek e. Her komun xweser e û taybetmendiyên wê cihê ne, naşibihe komunên din. Ji ber vê yekê divê ew li gorî şert û mercên herêmî, bi rêya nîqaşa bi gel re were avakirin. Her kesê ku bi gel re têkilî dayne û bi hev re bixebite dikare çareseriyek bibîne.
Di encamê de, ji bo ku Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk bi rengekî rast were fêm kirin û bicîh anîn, pêdivî ye ku mirov bi gel re têkilî dayne û bi têgihîna seferberiyê vê yekê bike.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka