Benê Mûawiye
Eşkere ye ku Mûawiyetî ji çar aliyan ve hatiye tengavkirin. Eger em hemû bi hev re bala xwe bidin ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, vê carê Mûawiyetî wê bi ser nekeve, wê têk biçe.
Eşkere ye ku Mûawiyetî ji çar aliyan ve hatiye tengavkirin. Eger em hemû bi hev re bala xwe bidin ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, vê carê Mûawiyetî wê bi ser nekeve, wê têk biçe.
Her çendî ku bi qanûnê nehatibe avakirin û têra xwe ji demê re hatibe hiştin, bi navê “Piştevaniya Millî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” avakirina Komîsyonê ya ji aliyê Meclîsê ve têkildarî ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ kelecan û hêviyeke girîng çêkiriye. Li ser avakirina vê komîsyonê demek diyar jî derbas bû. Komîsyonê heta niha 7 civîn lidar xistin. Tê diyarkirin ku wê rojên pêş xebatên ji bo guhdarkirina beşên cur be cur, dewam bikin.
Dibe ku ji ber girîngî û hêviya ku çêkiriye be, xebatên Komîsyona navborî her ji niha ve pir tê nîqaşkirin. Hîn rasttir, beşên cuda di bin navê nîqaşê de dixwazin xebatên Komîsyonê bandor bikin û bi zextê ber bidinê. Jixwe Komîsyon bi xwe pir lewaz û tirsonek e. Lewma her ji niha ve tê nîqaşkirin ku nîqaşên têkildarî vê bandorkirinê, wê Komîsyonê ber bi kuderê ve bibe.
Aliyê Kurd xebatên Komîsyonê wiha rexne dike: “Navê pirsgirêka ku were çareserkirin, diyar nake û hundirê pêvajoyê vale dike.” Hîn jî bi muzakerevanê sereke Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin. Aliyê Kurd vê yekê weke mijara bingehîn a rexnekirinê dibîne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêya 'Malbatên Şehîdan' ên ku bi xwe amade kirin, şov kirin. Aliyê Kurd vê yekê jî li gorî ruhê pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabîne. Ji bo ku “Dayikên Aştiyê” bi zimanê xwe yê Kurdî biaxivin, destûr nehat dayîn û ev yek weke pirsgirêka Kurd ji aliyê Komîsyonê ve tê domandin nirxand. Qebûl nake ku Komîsyon tenê ‘giranî bide çekberdanê’.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî diyar dike ku ‘Komîsyon divê bala xwe bide çekberdanê û bi karên cuda ve mijûl nebe’. Bi taybetî bi zimanekî tund li Komîsyonê gefê li daxuyaniyên “Hevserokê berê yên Meclîsê” dixwe. Hevserokên berê yên Meclîsê vê pêşniyarê dikin: “Komîsyon divê pênaseya xwe bike, navê pirsgirêka ku divê were çareserkirin diyar bike, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên bi wêrek bavêje.” Ev yek aliyê AKP-MHP’ê hema bêje dîn kiriye. Devlet Bahçelî bi xwe hema bêje gef li Komîsyonê xwar.
Li vir eger em li helwest û daxuyaniya her du aliyan binêrin, em ê bi eşkere bibînin ku aliyê AKP-MHP’ê li dijî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Hetta naxwazin navê demokratîkbûn û pirsgirêka Kurd jî diyar bikin. Pirsgirêkê tenê bi “tasfiyeya PKK’ê û qedandina terorê” ve girê didin. Berteka ku nîşanî xebatên komîsyonê dane, rûyê wan ê rast û armancên wê bi zelalî derdixe holê. Di rastiyê de xwe deşîfre dikin ku di nava lîstok û hîleyeke nû de ne.
Li beramberî vê yekê eger em li helwest û daxuyaniyên aliyê Kurd binêrin, em dibînin ku dixwazin ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ pêş bikeve û bi samîmî pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Evane jî Komîsyonê teşwîq dike ku li ser rêya çareseriyê ber bi pêş biçe û bi wêrek tevbigere.
Bê guman nîqaşên li ser ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi van re sînordar nîne. Weke tê zanîn, piştî 25’ê Tîrmehê qasî mehekê li Îmraliyê ti hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehat kirin. Aliyê Kurd ev yek rexne kir, piştre tenê di dawiya meha Tebaxê de hevdîtin çêbû. Ji Heyeta DEM Partiyê Pervîn Bûldan a tevlî hevdîtinê bû, daxuyanî da çapemeniyê. Li gorî daxuyaniyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku “Di pêvajoyê de qonaxa taktîka yekem a li ser esasê niyeta baş bi dawî bû, êdî di warê muzakereyê de divê qonaxa taktîka duyem destpê bike”. Helbet anî ziman ku ev jî “di şert û mercên Îmraliyê ya heyî de nabe, lewma divê şert û merc ji bo siyaseta azad bên afirandin”.
Wisa dixuyê ku axaftina Devlet Bahçelî ya di nava koma xwe de û daxuyaniyên berdevkên AKP’ê li hemberî gotin û daxwazên Abdullah Ocalan bûn bersiv û bertekek. Van derdoran gotinên xwe di çarçoveya xebatên Komîsyonê de jî negirtin, diyar kirin ku ‘’dibe ku ew li gel Rêveberiya Şamê êrîşî QSD’ê bikin’’ û bi awayekî eşkere gef li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin. Gotin ku ‘’PKK û QSD guh nadin Îmraliyê” û hewl dan ku serî li rêbazeke hîledar bidin ku weke xwedî li Rêber Apo yê ku li Îmraliyê rehîn digirin, derdikevin.
Helbet aliyê Kurdan bêyî dereng bimînin bersivên hewce dan van gotinên tehdîtkar. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, ev sûcdariyên tehdîtkar û bêbingeh ên berdevkên AKP û MHP’ê rexne kirin û da zanîn ku divê bi awayekî rast li nêzî pêvajoya heyî bibin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke muxatabê sereke were dîtin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû jî diyar kir ku bi hîle, deq û dolaban li nêz pêvajoyê dibin û bal kişand ser ‘’lîstikên Mûawiye.’’
Helbet dema ku mijar bû Şam, divê qala hikûmdarê Şamê û damezrînerê Dewleta Emewiyan were kirin. Baş e qesta M. Karasû ji ‘’lîstikên Mûawiye’’ çi bû? Weke tê zanîn li ser çaremîn xelîfetiya Îslamê di navbera Hz. Elî û Mûawiye de têkoşîneke mezin hat meşandin. Li gorî piraniya umetê xelîfetî mafê Hz. Elî bû. Mûawiye jî li gel derdora xwe îtiraz li vê yekê kir û digot ku xelîfetî mafê wî ye. Helbet bes îdîa jî nekir dest bi têkoşîne tije deq û dolab jî kir.
Weke tê zanîn ev têkoşîna di navbera her du aliyan de veguherî şerê çekdarî. Li Siffin a li nêzî Bendava Tişrînê ku roja îroyîn lê gelek şer û pevçûn rû didin, artêşa her du aliyan şer kirin û artêşa Hz. Elî di vî şerî de bi ser ket. Mûawiye yê ku dît têk diçe, bi serê rimên leşkerên mayî ve rûpelên Quranê girê dan û ew derxistin li hemberî artêşa Hz. Elî. Artêşa Hz. Elî ya ku li hemberî deq û dolaba berbehs matmayî ma, li hemberî rûpelên Quranê şer nekir û serkeftina hatî bidestxistin jî ji dest çû.
Piştî vî şerî têkoşîna ji bo xelîfetiyê çû ‘’bûyera hakem.’’ Hate derpêşkirin ku ‘’komeke hakeman’’ a hilbijartî biryarê bide ku wê kî bibe xelîfe. Mûawiye kesên ku wê hakemtiyê bike jî xapandin, ew kirîn, bi hilbijartinê piranî bi dest xist û xelîfetiya xwe îlan kir. Hz. Elî bi deq û dolabên Mûawiye, kurê wî Îmam Huseyîn li Kerbelayê ji aliyê Yezîd ê kurê Mûawiye ve hate qetilkirin.
Bi kurtasî ‘’deq û dolabên Mûawiye’’ tê wateya hîle û sextekariyê. Tê wê wateyê ku şerekî winda kirî, bi rêya hîle û lîstikan veguherîne serketina xwe. Li gorî rîwayetê, Mûawiye siyaseta xwe ya ku li ser civaka lê hukim dikir wiha dianî ziman: ‘’Siyaseta min weke benekî ji mûyê bizinan e; ger civak benî bikêşe ez sist bibim, ger civak benî sist bike, ez ê bikêşim ji bo ku neqete.’’
Pir eşkere ye ku aliyê Kurdan derdorên desthilatdariyê hişyar dikin ku bi deq û dolabên Mûawiye li nêzî pêvajoyê nebin. Çimkî bi rastî jî kesên ku bi vî rengî li nêzî pêvajoyê dibin, hene. Hewl didin ku şerê qezenc nekirine, bi deq û dolaban bi aliyê din bidin windakirin. Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin şert û mercên dîlgirtina mutleq de digirin û bi ser de dixwazin ‘’bila fermanê bide û PKK û QSD’ê belav bike.’’ Wêdetir wisa hesab dikin ku wê tu kes bi vê rêbaza zextê ya hîledar nehese.
Halbûkî ji ber ku xwe gelekî biaqil dihesibînin, gelekî dixapin. Ma nizanin ku PKK di 12’emîn Kongreya xwe de pêşî li van lîstik û hîleyan girt. Biryar dan ku bes Rêber Apo dikare avaniya rêxistinî ya PKK’ê û têkoşîna çekdarî bi dawî bike û pêşî li rê û rêbazên Mûawiye girt. Belkî aliyê Kurdan di qonaxa destpêkê de tiştên ku dikevin berê xwe bêyî kêmasî bi cih anîne. Di qonaxa duyemîn de divê dewlet hem tiştên ku dikeve berê wê bi cih bîne û hem jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne, rêya ku bi awayekî azad û çalak siyasetê bike, veke û astengiyên li pêşiya tiştên ku divê bike, rake.
Eşkere ye ku Mûawiyetî ji çar aliyan ve hatiye tengavkirin. Eger em hemû bi hev re bala xwe bidin têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, vê carê Mûawiyetî dê bi ser nekeve, dê têk biçe.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka