Gelî gelê me yê birûmet, zarokên çiyayan ên li gel berxwedanê mezin bûne!
Îro 15’ê Tebaxê ye…
Roja serhildana li dijî zulmê. Roja çirîşka dikeve erdî û dibe agireke biheybet û roja yekbûma meşaleya Mazlûm a li zîndanê û agirê serhildana Egîd ê li Botanê pêxistiye. Îro, roja vegera gelê Kurd a ji bo ser dika dîrokê û qîrkirinê ye ku careke din serê xwe natewîne.
Ev gel ne ji bîr dike ne jî dide jibîrkirin!
Gundên me yên hatine reşkirin, zimanême yê hatiye qedexekirin, dayikên me yên di şînê de jî stranan distrên… Dilên me yên di temenê zarokatiyêde ji çiyayan re nameyan dişînin…
15’ê Tebaxê bangek e:
Banga cesareta li dijî tirsê, nasnameya li dijî înkarê, azadiya li dijî teslîmiyetê.
Ev têkoşîna ku bi çalakiyeke komeke gerîlayan dest pê kiriye, veguherî herikîna gelekî ya weke lehiyekê. Çiyayan dest axaftinê kirin, rûbar bi coş herikîn û gelê me bû diyarkerê çarenûsa xwe.
Ey gelê me!
Em îro li vir dubare soz didin: Em ê emaneta berxwedanê nexin erdê. Navên şehîdan ji bîr nekin. Vê cejnê bes bi bîr naynin, em ê her roj ji nû ve ava bikin.
15’ê Tebaxê bes ne rojek e; ruh e, berxwedan e û awayekî jiyanê ye.
Û em ê bi vî ruhî bimeşin û bi vê baweriyê pêşeroja xwe ava bikin.
15’ê Tebaxê bes ne roja gelê Kurd e, cejna vejînê ya hemû gelên li vê erdnîgariyê bindest in, cejna vejînê ya hemû kesên ku bi baviksalarî, kedxwarî û înkarê re rû bi rû maye ye.
Ji ber ku ev serhildan, bes ne qîrîna hebûna etnîkî ye; zimanê gerdûnî yê azadiyê ye.
Ji Ereban heya Asûrî, Ermen, Tirk, Laz û Çerkezan… Hemû gelên ku li binê quntarên van çiyayan dijîn, di nava vê têkoşînê de dengê xwe, rengê xwe, rûmeta xwe û azadiya xwe dîtine.
15’ê Tebaxê jinûveavakirina xwişk-biratiya gelan e. Ne jiyana neteweyan, jiyana nû ye ku bi hevrêtiya gelan dibişkive.
Û di eniyên herî pêş ên vê berxwedana mezin de jin hebûn. Yekem çeka li hemberî serweriya mêran, yekem gotina li hemberî zulmê, yekem pêngava ber bi jiyana azad ve ji jinan hatin.
Dengên li malê bê deng bûn, li çiyayan bûn fermandar. Jina ku pergalê derheqê wê de digot ku ‘’mafê wê yê axaftinê tune ye’’ bû pêşenga îdeolojîk ya jiyana nû.
‘’Civaveke ku têde jin ne azad e, azad nîne.’’
Ev heqîqet cara ewil di 15’ê Tebaxê de ev qasî bi xurtî hate qîrkirin.
15’ê Tebaxê, bes ne pêngaveke leşkerî ye; yekem pêngava şoreşa civakî ye.
Dilên ku li servan xakan li hemberî zulmê dişewitin, kulma li hemberî bêedaletiyê ye.
Û hemû gel û jinên ku li ser van xakan dijîn, mîrasdêrên vê berxwedanê ne.
15’ê Tebaxê, navê jiyaneke nû ya hêvîdêr e.
Ey gelê me!
Werim em vê têkoşînê mezin bikin.
Li gel kesên zimanê wan hatiye qedexekirin, nasnameya wan hatiye qedexekirin, xaka wan hatiye dagirkirin û nasnameya wan hatiye tunehesibandin mil bi mil bimeşin.
Jiyaneke ku wekheviya jin-mêran esas tê girtin, gel bi awayekî wekhev dijîn, xweza pîroz tê dîtin û azadî weke alakê bilind dibe, pêkan e.
Navê vê derfetê: Berxwedan e. Cewhera vê derfetê: Hêvî ye. Û dîroka vê hêviyê: 15’ê Tebaxê ye.
Ey gelê me! Ey dilê vê erdnigariyê!
Barhilgirên vejîna birûmet ya bedelgiran!
Hûn,ew kesên ku tevî qedexeyan jî bi zimanê xwe axivîn, tevî sirgûnan jî we axa xwe neterikand.
We hemû dorpêç veguherand berxwedanê.
Ji bîr nekin: Vê têkoşînê li gel we dest pê kir û wê li gel we bigihîje serkeftinê.
Gava gelek xwedîli hebûna xwe derket, wê tê hêz nikarine wê tune bike.
Sunbula li zeviya genim mezin dibe jî, girîya li ser serê gora şehîdan bilind dibe jî nîşaneyên hêza vî gelî yên bêdawî ne.
Gelî ewladên wêrek ên çiyayan, gerîlayên ku rûmeta xwe li çeka xwe bar kirine!
Hûn bûn hêvviya vî gelî.
Di tarîtiyê de care ewil we pêngav avêt.
Û ji ber vê yekê dîrok wê li gel we biaxive!
Li gel her pêngaveke gelek dimeşe.
Di her nêrîneke we de pêşerojek mezin dibe.
Hûn bes ne barhilgirên şerekî ne,hûn barhilgirên jiyanekê ne.
We bes azadî nexwet; we rêya bidestxistina wê jî nîşan da.
Û îro, em careke ji we re dibêjin: Emê têkoşîna we mezin bikin, navên we bi rûmeteke mezin bigihînin nifşên nû!
Ey gelên cîhanê!
Kesên ku dilê wan ji bo edaletê diavêje!
Kesên ku li hemberî zulmê bê deng namînin’
Bizanibin ku ev têkoşîn bes ne ya gelê Kurd e, têkoşîna azadiya hemû mirovahiyê ye.
Dengê ku ji vir bilind dibe; qêrîna mirovahiyê ya li hemberî derewên modernîteya kapîlatîst e, tunehesibandina gelên bêdewlet e, bêdengkirina îradeya jinan e.
Ji vir ji cîhanê re bangek bilind dibe:
Bêdengî ne bêalîbûn e, hevkariya sûc e!
Berxwedan jî mafê rewa yê gelekî ye.
Em ne cihana gelên ku bi sînoran hatiye dabeşkirin dixwazin, em cihana dilên bi wijdanê re bûne yek,dixwazin. Û dizanin ku em ê vê cîhanê bes bi piştevanî, têkoşîn û baweriya paşeroja hevpar ava bikin.
Son me ya dawîn û gotina me ya dawîn e:
Ev têkoşîna ya gelan e.
Ev cejn ya berxwedêran e.
Û paşeroj ya azadîxwazan e’
Barê dîrokê, gotina pêşerojê ye.
Li gel kombûne li pêşiya şewqa 152ê Tebaxê em dizanin ku ev bes ne bibîranînek e; sozeke li hemberî dîrok, gel û şehîdan e.
Ev têkoşîn, bes ne berxwedaneke çekdarî ye, dîroka îradeya bidestxistina pêşeroja gelekî ye.
Û ev îrade; di sekna gerîlayên ku çiyayan çeka xwe bilind dikin de û di dengê gelên ku li deştan bilind dibe de heye.
Fermandarên ku giraniya dîsîplîna leşkerî digirin ser milên xwe, gerîlayên ji hevrêyên xwe re dibin sîper, gelên ku li kolan, dibistan û zeviyan li ber xwe didin…
Hûn xeleka heman zincîrê ne.
Ev zincîr bi azadiyê ve tê girêdan, bi edaletê tê honandin û bes bi hev re tê temamkirin.
Gelî hevrêyan!
Kesên ku li qadên şerî bêyî dudilî dimeşin! Her pêngaveke we bes ne taktîkeke leşkerî ye, meşa rûmeta gelekî ye.
Tişta ku di dema avakirina sîperên xwe de hizra wê dikin bes ne mewzî ye; parastina paşerojê ye.
Ji ber vê yekê encama berxwedana we bes ne encameke şerî ye; avakirina civakeke nû û jiyaneke nû ye.
Em şahidên vê heqîqetê ne.
Ev şahidî bes ne bi gotinê wê bi çalakiyê watedar bibe.
Gelî raya giştî!
Gelî jin, ciwan, kedkar, rewşenbîr, dayîk û bavên ku vî dengî dibihîzin!
Berxwedana li ser van xakan ji bo we ye.
Ji bo paşerojeke azad e.
Çavên xwe negirin, bê deng nemînin.
Ji ber ku tu maf bêyî têkoşîn nayê dayîn.
Tu gel bi xweşxwaziyê azad nabe.
Azadî; bi bedêlan, zanabûn û meşa bi hev re tê bidesxistin.
Îro ji qadan bes ne dengê çekan; qîrîna gelekî, banga gelan û şoreşa jiyana jinan bilind dibe.
Herî dawiyê em dibêjin ku:
15’ê Tebaxê bes ne bibîranîna paşerojê ye; rapêçandina roja îroyîn û avakirina pêşerojê ye!
Ji hemû kesên ku meşaleya vê berxwedanê bilind dike re;
Li çiyayan, deştan, bajaran, sirgûnan û zindanan…
Li seranserê cîhanê û ji kesên ku dilê wan ji bo gelên bindest diavêje re bang dikin:
Werin, em bi hev re bimeşin!
Werin, em dîrokê ji nû ve bi hev re ava bikin’
Çimkî ji bo me azadî bes ne mafek e;
Awayekî jiyanê û meseleyeke rûmetê ye.