Avaniya civakî-çandî ya Îranê
Tê dîtin ku rejîm bi tepisandina daxwazên nasnameyê yên gelan û têkoşîna azadiyê ya jinan dixwaze li ser piyan bimîne. Ev tablo nîşan dide ku statuko hîn bêhtir lawaz bûye û li ber şikestinê ye.
Tê dîtin ku rejîm bi tepisandina daxwazên nasnameyê yên gelan û têkoşîna azadiyê ya jinan dixwaze li ser piyan bimîne. Ev tablo nîşan dide ku statuko hîn bêhtir lawaz bûye û li ber şikestinê ye.
Îran ji aliyê etnîkî û olî ve welatekî welê ye ku ji gelek nasname, gelek çand û cihêrengiyeke mezin pêk tê. Çanda Şîatî û Fars bi hişmendiya Îranî re bû yek û bi vî rengî avaniyeke xurt a hestewarî ya aîdiyet û dilsoziya bi dewletê re ava kir, lê ev dilsozî û girêdan lawaz dibe.
Ji aliyê cihêrengiya etnîkî ve Îran welatekî ji 92 milyon mirovî ye ku zêdetû 90 ziman û zarava lê têne axaftin. Di nava vê avaniya etnîkî ya mozaîk de Kurd, Belûcî, Tirkmen, Ereb, Gilekî-Mazenderanî û Azerî ji komên etnîkî ne ku di pêvajoya siyasî ya welêt de dikarin diyarker bin. Di bingeha bandorbûyîna van koman de potansiyeleke girîng a nifûsa wan heye. Her wiha ji ber ku li herêmên lê ne ji piraniya nifûsa herêmê pêk tên û li aliyê din ê sînor jî hemnîjadê wan heye, girîngiya wan zêde dibe.
Nifûsa welêt bi rengekî giştî; ji sedî 38 Fars, ji sedî 27 Azerî, ji sedî 14 Kurd, ji sedî 5 Gilekî-Mazenderanî, ji sedî 3 Ereb, ji sedî 3 Belûcî, ji sedî 0,2 Ermen, ji sedî 2 Tirkmen û ji sedî 2 jî komên din ên etnîkî ne.
Li Îranê ku dewlemendiyeke mezin a etnîkî û olî heye, xeyrî muslîm gelekî kêm in. Di nava van de Zerduştî hene ku ji bo Îranê hindikahiya herî girîng tê dîtin û bi hezaran sal in li herêmê ne. Her wiha Bahaî hene ku piştî Şoreşa Îslamî ketin ber şopandina herî hişk. Ermen û Yahûdî jî hene.
Zerduştî ku bi giranî li Yezd û Îsfahanê dimînin, mabeda wan a herî mezin li bajarê Yezdê ye. Tê texmînkirin ku hejmara wan derdora 150 hezar kesî ye. Ermen ku duyemîn nifûa herî girîng a xeynî muslîm e, piştî Şoreşa Îslamî hejmara wan daketibe çend hezaran jî li paytext Tehranê û Îsfahanê dimînin. Li van bajaran çend dêrên wan hene. Tê gotin, di rewşa heyî de nêzî hezar û 500 Ermen li Tehranê dimînin.
Yahûdiyên Îranê ku hejmara wan derdora 10 hezar kesî ye, yek ji komên herî krîtîk ên hindikahiyê têne dîtin. Hêza xwe ya civakî nebe jî ji ber ku argumanên bingehîn ên rejîmê li ser dijberiya li Îsraîl û Siyonîzmê ye, xwe di bin zextê de dibînin. Li gel vê yekê jî civata Yahûdî ku xwedî temsîla siyasî ye, li meclîsê bi kursiyekê tê temsîlkirin. Yahûdî ku ji aliyê aborî ve tebeqeya jorîn a civakê temsîl dikin, bi giranî li taxên bakur ên Tehranê dimînin. Çar dibistanên ciwanên Yahûdî hene.
KOMÊN ETNÎKÎ YÊN LI ÎRANÊ
KURD
Nifûsa Kurdan a li Îranê li gorî hin çavkaniyan 12 milyon, li gorî hinekan jî 29 milyon mirov e. Bi giştî tê texmînkirin ku nifûsa Kurdan di navbera 15-17 milyon mirovî de ye. Ji sedî 30 ê vê nifûsê Şîa, ji sedî 70 jî Sûnî ne.
Di sala 1639'an de bi Peymana Kasr-i Şîrîn re ya navbera Împaratoriya Osmanî û Dewleta Safewî de hate îmzekirin, parçeyê Rojhilat ê Kurdistanê ji Îranê re hate hiştin. Bi vî rengî Kurdistan yekemcar di navbera du dewletên herêmê de hate parvekirin. Kurdên li Îranê man ji baweriya Şîa, Sûnî, Zerdeuştî, Bahaî û Yarsanî (Ehl-î Heq) in. Her wiha rojane bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Hewramî, Kelhorî û Lorî diaxivin. Kurd bi giranî li Kirmaşan, Sine, Ûrmiye, Hemedan, Îlam, Xoremebat û Loristanê dimînin.
Îran îdîa dike ku pirsgirêkên wan ên etnîkî û olî nîne û pirsgirêkan înkar dike. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd polîtîkayên tundî, înkar û redê dimeşîne. Ji aliyê siyasî û civakî ve hişmendiya Kurdîtiyê li nava gel xurt jî be ji ber polîtîkayên zextê yên dewletê weke hêzeke rêxistinî dernakevin holê. Îranê dema bihurî kesayetên weke Qazî Mihemed, Qasimlo û Şerefkendî qetil kir û bi vî rengî hewl da pêşî lê bigire.
Li gel vê yekê jî fikrên Rêber Apo û tevgera PKK'ê li Rojhilatê Kurdistanê bersiva xwe dît û avaniyeke rêxistinî ya girîng bi xwe re afirand. Rejîma Îranê li gel zextê jî nekarî vê asteng bike. Bi vê rêxistiniyê re Kurd li Îranê muxalefeta herî xurt a leşkerî û civakî ne. Pêşketinên ku mîrateya PKK'ê li Tirkiyeyê afirand, bi rengekî cidî Îranê ditirsîne. Ji ber vê yekê jî Îran bi Tirkiye û Sûriyeyê re hevkariya dîplomatîk, siyasî û leşkerî dike.
Weke sîstema cerdevaniyê ya li Bakurê Kurdistanê li dijî PKK'ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate avakirin, Îran jî li Rojhilatê Kurdistanê sîstemeke bi heman rengî dimeşîne. Bi vê armancê bi hezaran kadroyên cerdevaniyê hate avakirin. Muxafizên Şoreşê yên Îranê li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bi rûspî û serokeşîran re civînan lidar dixin û li gel ferz dikin ku li dijî PJAK'ê rahêje çekan.
AZERÎ
Azeriyên li Îranê nifûsa wan derdora 22 milyon mirovî ye û bi vî rengî piştî Farsan nifûsa herî zêde ye. Cografya Azerbaycanê ku di lîteratura siyasî de weke "Azerbaycan a Başûr" derbas dibe û di nava sînorên Îranê de ye, bi dorhêla xwe ya ji 200 hezar kîlometreyî ji Komara Azerbaycanê û sînorê Tirkiyeyê destpê dike û heta herêmên navîn ên Îranê dirêj dibe.
Azeriyên li Îranê ji ber hêza xwe ya siyasî, avaniya xwe ya civakî û çandî, potansiyela xwe ya aborî, nifûsa xwe ya zêde û cihê xwe yê jeopolîtîk di pêvajoyên guhertinê yên li welêt de timî bi roleke diyarker û sereke radibin. Azeriyên Îranê ku li sînorên Tirkiye, Nahçivan, Azerbaycan û Ermenistanê dimînin, ji aliYê çandî û aborî ve bi Tirkiye û Azerbaycanê re di nava têkiliyên nêz de ne.
Li Azerbaycan a Îranê nifûsa piranî ya bajarên weke Tebrîz, Erdebîl, Zencan, Reşt û Astarayê ji Azeriyan pêk tê. Li Hemedan û Ûrmiyeyê jî nifûseke girîng a Azeriyan heye. Her wiha li Tehranê jî nifûseke ne hindik a Azeriyan heye.
BELÛCÎ
Belûcên Sûnî ku nifûsa xwe nêzî 2 milyon mirov e, li herêmên herî xizan û paşdehiştî yên Îranê dimînin. Belûc di sala 1887'an de di nava sînorên Pakistan, Îran û Efganistanê de bi sê parçeyan hatin parçekirin. Weke ya Kurdan cografya wan jî di nava sê dewletan de hate parvekirin.
Hikumeta Îranê bi rêk û pêk û polîtîkayên dewletê dixwaze hevsengiya nifûsê ya Belûcistanê biguherîne û gelê Belûc li herêmên xwe daxîne asta hindikahiyê.
TIRKMEN
Tê texmînkirin ku hejmara Tirkmenên Sûnî di navbera milyonek û 1,5 milyono mirovî de ye. Têkiliyên navbera Tirkmenan û rejîma Îranê, ji ber Sûnîbûna Tirkmenan û bûyera Gunbedê ya di salên destpêkê yên şoreşê de qewimî xera bû. Rejîma Îranê piştî sala 1979'an zext danî ser Tirkmenan.
Bingeha diyaloga navbera Tirkmenan û rejîmê jî di sala 1997'an de bi desthilatdariya Hatemî hate danîn. Ji hingî ve Tirkmenan bi zimanê xwe rojname û kovar derxistin. Lê belê ev pêvajo piştî desthilatdarîbûyîna Ahmedînejad lawaz bû. Di nava komên etnîkî yên li Îranê de Tirkmen weke 'xeleka herî lawaz' tê dîtin.
EREB
Erebên li Kendava Basrayê û sînorê Iraqê dimînin, hejmara wan bi texmînî 3 milyon mirov e û bi giranî li eyaletên Xuzistan û Bûşehrê dimînin. Îran di mijara Ereban de gelekî hesas tevdigere û wan weke gefeke potansiyel dibîne. Ji ber vê yekê jî bi fikara ku dema pêş wê pirsgirêk rû bide polîtîkayên xwe yên ji bo vê beşê li gorî vê diyar dike. Tê zanîn ku beşeke girîng a nifûsa Ereb a Sûnî di bin bandora Iraq û Erebistana Siûdî de ye û li hin deveran jî El Qaîde kar dike.
Ji ber ku herêma Xuzistanê ji aliyê rezervên petrolê ve gelekî girîng e, Îran hewl dide avaniya nifûsa Ereb a li vê derê biguherîne. Herî dawî di Nîsana 2005'an de li bajarê Ehwazê bûyer qewimîn. Erebên Ehwazê li dora Tevgera Neteweyî ya Ehwazê û Eniya Rizgariya Demokrasiyê ya Ehwazê xwe bi rêxistin dikin.
REWŞA JINAN A LI ÎRANÊ Û SIYASETA LI DIJÎ JINAN TÊ MEŞANDIN
Ne pêkan e ku mirov li Îranê qala azadî û wekheviya jinan bikin. Temamiya saziyên ku li ser qanûn û sîstema hiqûqê ya rejîmê xwedî erk in, bi temamî ji endamên mêr pêk tê û ew jî li gorî berjewendiyên sîstemê rojane bi fetwayan biryaran didin. Velayet-î Fakih û Meclîs-î Hubregan ku organên rêveberî û biryardanê yên herî bilind ên rejîmê ne, temamiya endamên wan ji çîna rûhban e û di nava van saziyan de cih ji jinê re nayê dayin.
Di îdeolojiya rejîmê de jin weke "cihê şermê, tehrîkkar, bawerî pê nabe, aqlê xwe kêm e, bê îrade ye, nikare xwe kontrol bike, nîvco ye, nîv mirov e" tê pênasekirin. Ev mejî jinê tenê weke amûreke kêfa mêr bîne û zayînê dibîne.
Mollayên ku bûn desthilatdar, di demeke kurt de 5 şaredarên jin, 22 endamên jin ên parlamentê, 330 endamên meclîsa rêveberiya xwecihî yên jin û bi hezaran jin ên akademîsyen, hunermend, dîplomat, karmendên dewletê û hîndekar ji wezîfeyê dûr xistin.
Rejîmê ne tenê çarşefa reş li jinê kir, her wiha hewl da ku jinê bi temamî ji qada cemaweriyê vekişîne, lê şerê Îran-Iraqê kêm jî be jin ji van hewldanan rizgar kir. Ji ber şer bi milyonan mêrî berê xwe dan eniyê û vê yekê jî pêwîstiya bi hêza kar a jinê raxist pêş çavan. Mollayan dîtin ku eger jin nekevin dewrê wê sîstem hilweşe, li qadên hilberîn, perwerde û tenduristiyê neçar ma ku jinan jinûve tevlî kar bikin.
Bi guhertinên di destpêka desthilatdariya Molla de hate kirin re ji bo zarokên keç temenê zewacê daxistin 9 salî, ji bo mêr jî 15 salî. Ev mejî nîşaneya wê nêzîkatiyê ye ku jinê tenê weke amûra zayînê dibîne.
Li gel vê yekê çend ji mînakên li Qanûna Ceza yên li dijî jinê bi vî rengî ne: Li gorî xala 203'an eger jinek mêrekî bikuje wê hem cezayê mirinê lê bê birîn hem jî bi hinceta ku "hilberîner tine kiriye" tazmînatê bide malbata mêr.
Her wiha li gorî xala 205'emîn a qanûna ceza, eger mêr jineke Misilman bikuje cezayê vê yekê mirin e. Lê belê di xala 225'emîn de cezayê kuştian bi zanebûn ne mirin jî be, eger malbata jin a hatiye kuştin hinek pere bide malbata mêr ê kuştiye, mêr dikare bê darvekirin.
Ev qanûn mejiyê rejîmê radixe pêş çavan. Di vir de di edalet, madarî û hiqûqê de wekhevî nîne. Malbata ku keça wan tê kuştin hem zaroka xwe ji dest dide, hem jî cezayê pere lê tê birîn. Her wiha malbatên ku keça wan mêrek kuştibe jî bi heman rengî cezayê pere hem lê tê birîn hem jî keça wan tê darvekirin.
Di xala 70'emîn a qanûnê de tê diyarkirin ku li dadgehan jinek bi tenê weke şahid nayê qebûlkirin. Her wiha di dema cihêbûnê de zarok ji bav re tê hiştin. Tenê zarokê mêr heta du saliya xwe, zaroka keç jî heta heft saliya xwe dikare bi dayika xwe re bimîne. Di mijara cihêbûnê de ji ber ku hem li qada hiqûqî hem jî di nava kevneşopiyên civakî de maf û erk hemû ji mêr re tê dayin, mêr timî bi cihêbûnê gefê li jinê dixwe. Ji ber ku jin a ji hilberînê qutbûyî ya cihê bûye hem bêkar û bêçare dimîne hem jî ji aliyê civakê ve weke şermekê tê dîtin. Li gorî mejiye dewlet û civakê jin a ku cihê bûye û parêzvaniya mêr winda kiriye jineke nebaş e.
Li gorî xala 86'an jî destûr ji wan mêran re tê dayin ku dema bi demdirêjî dûrî hevjîna xwe be, dikare zînayê bike. Di xala 74'emîn de tê gotin, "Jineke zewicî eger zînayê bike wê bi recmkirinê bê kuştin." Di xala 630î de ya ku sala 1996'an hate ragihandin tê gotin, eger hevser bibîne ku hevjîna wî zîna kiriye, erka xwe heye ku jinê bikuje. Lê belê dema ku jin hevserê xwe li ser zînayê zevt bike, tiştek nayê kirin.
Qanûna bi navê Sigeh ku destûrê dide zewaca demkî ya mêr û bi vî rengî fûhûşê rewa dike, di asteke welê de ye ku jinê biçûk dixîne. Di vir de jî bedena jinê di berdêla pere de ji bo demeke kurt ji mêr re tê kirêkirin.
Dawiya dawî, rêveberiya teokratîk a Îranê ku di avaniya siyasî ya tevlîhev de berê hemû rêyan li lîderê olî ye, di demeke gelekî zehmet de ye. Li Îranê ku xwedî avaniyeke pirrengî ya etnîsîte û çandî ye, zehmet e ku statuya heyî bi vî rengî dewam bike.
Di vî şerî de ku Îran li hemberî DYE û Îsraîlê dimeşîne, hebûna dewlet û rejîmê bi rengekî cidî di metirsiyê de ye. Ji bo karibe xwe ji xeteriya bidawîbûna hebûna xwe rizgar bike divê di polîtîkaya navxweyî de bi rengekî demokratîk guherîn û veguherînan pêk bîne; di serî de jin mafên demokratîk ên hemû avaniyên çandî û etnîkî misoger bike û ji bo vê jî reformên bingehînî pêk bîne.
Rêber Apo dibêje, "Gel û çanda îranê ku li dijî modernîteya kapîtalîst berxwedêr e, tenê bi mejiyê neteweya demokratîk dikare xwe bigihîne cîhaneke demokratîk, azad û wekhev ku di herikîna dîrokê de timî li pey wê bû. Bi têkbirina sûîqest û komployên netewe dewletê yên şerker dikare xwe bigihîne aştiyeke bi rûmet."
Ev rastî ji bo Îranê yekane rêya parastina hebûna xwe ye.