Aştî çawa pêk tê?
Em zanin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de bêdengkirina tirs û hêrsa nava mirovan e. Aştiyeke wekhev bi qebûlkirina heqîqetê, bi pêkanîna edaletê û tevlîkirina civakê li pêvajoyê dibe.
Em zanin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de bêdengkirina tirs û hêrsa nava mirovan e. Aştiyeke wekhev bi qebûlkirina heqîqetê, bi pêkanîna edaletê û tevlîkirina civakê li pêvajoyê dibe.
“Parastina aştiyê têkoşîna herî mezin e: Têkoşîna wê yekê ye ku mirov hem di nava xwe de hem jî di nava mirovên cuda de şîretên hişk ên hêrsê û daxwazên tundiyê ditepisîne û têkoşîna rabûna li be rezaleta hêzên barbar e ku îdîa dikin ku ew qaşo parêzvanên şaristaniyê ne.”
Jean Jaures, Çileya 1914
Jean Jaures (1859-1914) yek ji pêşengên tevgera sosyalîst a li Fransayê, fîgrekî xurt bû ku bi sekna xwe ya li dijî şer dihate naskirin û li hemberî bê edaletiya di Doza efserê Yahûdî Dreyfus de dengê xwe bilind kir. Di 31’ê Tîrmeha 1914’an de beriya Şerê Cîhanê yê 1’emîn ji aliyê neteweperestekî ve hate kuştin.
Dema ku ev gotina wî bi berga ‘Comment faire la paix’ (Aştî çawa tê kirin?) a hejmara taybet a Hezîranê ya Le Monde diplomatique bê nirxandin, hingî heqîqeteke hevpar diyar dibe: Aştî ti carî di atmosfereke aram û amade de pêk nayê.
Peykerê ku ji tiving û lûleyên berê weke textekî hatiye çêkirin, vê rastiyê li bîra me dixe: Aştî di nava enqaz, travmaya herî giran û atmosfereke nediyar de bi îrade û wêrekiyê tê avakirin.
Nîqaşên aştiyê yên niha li Tirkiyeyê têne kirin, di nava vê rastiya şênber de pêk tên û barê herî giran ê pêvajoya aştiyê ya nû li ser milê gel nîne, lê li ser milê aliyan û bi taybetî jî dewletê ye. Ji ber ku hewldanên ne samîmî yên di dîroka komarê de hatin nîşandan, nehatin jibîrkirin. Gelê Kurd gelek caran şahidî ji wê re kir ku soza aştiyê jê re hate dayin, lê piştre hate înkarkirin.
Hîn di bîra mirovan de ye, ku cenazeyên gerîlayên şehîd bûn di kîsên çopê de radestî malbatên wan hatin kirin, gund hatin şewitandin, mirov bi kuştinên nediyar hatin qetilkirin û hesabê windahiyan nehate pirsîn. Her pêvajoya ku bêyî pêkanîna edaletê û qebûlkirina rastiyê destpê bike, vediguhere ezmûneke zehmet û şikandina rûmetê ya gel.
Aştî ne bi jibîrkirinê, lê bi rûbirûbûn û avakirina edaletê reh berdide. Mecbûrî ye ku ev rastî bê bîranîn.
Nivîsa dirêj a bi sernavê ‘Çavdêriya pêvajoya aştiyê ya li Serhedê’ ku 2’ê Tebaxê li malpera Numedya24 hate weşandin, nîşan dida ku ev hesasiyeteka li ber şikestinê herî zêde li herêmên sînor ên weke Serhed û Hoçvanê dihate hîskirin.
Li gorî çavdêriyên Faîk Bûlût gundî û avaniyên xwecihî li ser bingeha pêwîstiyên rojane yên weke çandinî, sewalkarî û tenduristiyê beşdarî pêvajoyê bibin; lê belê li gel hêviyê her wiha bêbaweriyeke kûr jî bi wan re heye. Piştî merasîma şewitandina çekan dewletê gaveke şênber neavêt. Vê yekê jî pirseke bi vî rengî xist rojevê: ‘Gelo bi rastî jî vê carê samîmî ye?’
Peyama gel şênber e: Gelê Kurd ji xwe daxwaza aştiyê dike. Mesele qanihkirina gel nîne; mesele ew e ku bi gavên rasteqîn û wêrekiya siyasî bersiv ji vê îradeyê re bê dayin.
Di vê nuqteyê de bi hezaran civînên ku DEM Partiyê lidar xist, heta astekê bandora xwe dikin. Li gorî çavdêriyên ji qadê, gelek ji civînan bi rengê hiyerarşîk, bê amadekarî û astengkirina mafê gotinê yê gel hatin meşandin.
Ji hejmara civînên hatin lidarxistin wêdetir, hêza sembolên rasteqîn wê diyarker be. Ti ji civînên li salonan nikarin bi qasî bandora ku Besê Hozat di merasîma şewitandina çekan de kir, bike.
Navê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ li komîsyona li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) hate kirin ku bi armanca ‘Tirkiyeya Bêteror’ hate avakirin. Ev kar vê demê weke gava herî mezin tê pêşkêşkirin.
Arşîvên TBMM’ê bi kuştinên kiryarnediyar, şewitandina gundan û koçberiya bi zorê dagirtî ne, ku dema ev qewimîn hin ji parlamenterên endamên vê komîsyonê ji dayik jî nebû bûn. Dema ku ev arşîv hate vekirin ku mifteya wê di destê Nûman Kûrtûlmûş de ye, wê bê dîtin ku kuştina bi êşkenceyê ya mamoste Siddik Bîlgîn ku weke kuştina kiryar nediyar a destpêkê di dîroka me ya nêz de cih girt û bûyera bi senaryoya derewîn a Serdar Alî Şahîn hatiye amadekirin ku ev yek jî di encama çalakiyên bi rojan ên parlamenterên SHP’ê yên wê demê kete rojeva Meclîsê.
Hewldana başkirina birînên kûr ên bi vî rengî yên sembol, ku kiryarên wan hatin parastin, her wiha guhdarîkirina li kedkar û wijdanên salên 1990’î Eren Keskîn û Ercan Kanar, dibe ku ji bo jiholêrakirina krîza aboriyê bibe gavên herî bi hêsanî. Li cihê ku gel xwedî li aştiyê derdikeve, meseleya esasî ew e ku îrade û wêrekiya siyasî heye yan na.
Serge Halimi di heman hejmara Le Monde diplomatique de çep a Ewropayê bi rengekî welê pênase dike, ku li hemberî şer ya li gorî gotinên hêzên serwer tevdigere, yan jî weke girseya ‘bêçek’ a ku xwe li bêdengiyê datîne, pênase dike. Li gorî wî, vê çepgiriyê xeta xwe ya serbixwe ji dest daye û ketiye rewşeke welê ku polîtîkayên hikumetên ku ew bi xwe li ber radibe, dipejirîne.
Li Tirkiyeyê jî gelek derdorên bi navê ‘çep’ têne pênasekirin xwedî heman çarenûsê ne. Ev derdorên ku dernakeve derveyî gotinên ku dewletê sînorê wê diyar kiriye, xwe nade ber rûbirûbûna rastiyên meseleya Kurd, yan jî bi gotina ‘bila krîz rû nede’ xwe diavêje hembêza retorîka demokrasiyê ya neşênber, bi wêrekiya siyasî nikarin bersivê bidin îradeya gel a di pêvajoya aştiyê de.
Weke ku Jean Jaures hişyar kir, têkoşîna herî mezin a aştiyê eger tepisandina daxwazên herî hişk û tund ên di nava xwe û yên xelkê din be, ya ku çep a li Tirkiyeyê destpêkê divê têk bibe tirs û teslîmiyeta nava xwe ye.
Li heman kovarê weke ku Benoit Reville jî bi bîr xist, şer bi giranî ne bi serketinê, lê belê bi lihevkirinên hesas ên danûstandinan bi encam dibin. Şibandinên dîrokî gelek caran ji bo bilindkirina rageşiyê tênen bikarnîn; halbûkî aştiya rasteqîn bi ferzkirina yekalî nabe, bi berpirsyariya herdu aliyan a li dora maseyê dikare pêk were.
Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî tenê bi vê ferasetê dikare reh berde. Ne serketin, lê danûstandineke adîl divê bibe armanc.
Di şerê navxweyî yê Lîberyayê de bi hezaran jinên ji ol û etnîkên cuda bi pêşengiya Leymah Gbowee di nava tevgera ‘Jin ji bo aştiyê’ de gihîştin hev. Piştî tundiya bi salan jinan li bazaran, dêran, mizgeftan û li kolanan daxwaza aştiyê anîn ziman; lîderên siyasî neçar hiştin ku li dora maseya danûstandinê rûnên.
Gotinên Gbowee hîn jî gelekî balkêş in: ‘Me li bîra wan mêrên li pey hêzê ne xist, ku xwediyên esasî yên welêt kî ne’. Li Tirkiyeyê jî gel, bi taybetî jin ji xwe xwedî îradeya aştiyê ne. Ya kêm maye ew e ku ev îrade li astên herî bilind ên siyasetê bê temsîlkirin.
Em zanin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de bêdengkirina tirs û hêrsa nava mirovan e. Aştiyeke wekhev bi qebûlkirina heqîqetê, bi pêkanîna edaletê û tevlîkirina civakê li pêvajoyê dibe.
Dawiya dawî weke ku berê rû da, di vê pêvajoyê de ev gotinên Frantz Fanon vê berpirsyariya me bi bîr dixîne: ‘Her nifş di nava rewşeke nediyar de divê mîsyona xwe keşif bike; ya wê bi cih bîne, yan jî wê xiyanetê lê bike’.