Şerma mezin a serdema me

Bêdeng mayîna li hemberî êrîşên qirkirinê û talanê yên hêzên emperyalîst ên ku civaka Rojhilata Navîn di nav girdaba hovîtiyê de dihêlin, sûcê mirovahiyê yê herî mezin û şerma sedsala me ye.

Her roj em bi rastiya gelên ku di bin êrîşên dagirkerî û talankerî yên hêzên emperyalîst ên rojavayî de, yên ku Rojhilata Navîn her carê dikin qada qiyametê têdikoşin re, rû bi rû dimînin. Bêdeng mayîna li hemberî êrîşên qirkirinê û talanê yên hêzên emperyalîst ên ku civaka Rojhilata Navîn di nav girdaba hovîtiyê de dihêlin, sûcê mirovahiyê yê herî mezin û şerma sedsala me ye.

Di cîhana salên 1970’yan de, ku sîstema kapîtalîst ketibû nav qeyranê, zincîra herî qels a sîstemê wekî Rojhilata Navîn dihat dîtin. Li ser bingeha stratejiya sîstema kapîtalîst a “Parve bike, Parçe bike, Rêve bibe”, dewletên neteweyî yên ku li Rojhilata Navîn hatibûn avakirin, yên ku li ser neteweperestiyê û xizmeta domdar a ji bo kapîtalîzma global hatibûn sazkirin, di demeke dirêj de bûbûn navenda krîza sîstemê. Gotinên ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn, di eslê xwe de bûn kincê êrîşên nû yên dagirkerî û talankerî. Armanca bingehîn rakirina avaniyên ku li Rojhilata Navîn li pêşberî gera sermayeya global pirsgirêke derdixistin bû.
 
Hêzên emperyalîst neçar bûn ku ji bo dagirkirina ji nû ve ya Rojhilata Navîn hincetên bawerbar çêbikin. Ji bo cîbicîkirina vê stratejiyê, yekemcar bi komployeke navneteweyî li dijî Rêber Apo dest bi tevgereke yekem kirin. Bi dû re, bi êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê yên li ser Birca Cêwî stratejiyeke nû hate destpêkirin. Bi hinceta ku Seddam “xwediyê çekên kîmyewî” û dîktatorekî xeternak e, Şerê Iraqê hate destpêkirin. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin li ser vê bingehê hate amadekirin. Bi gotinê, wê strukturên terorîst ên radîkal ên olî yên tund hatibana tunekirin, dîktatorên nedemokratîk û desthilatên paşverû yên kevnar wê hatibana rakirin û li şûna wan demokrasî û azadiyên sedsala nû wê hatibana avakirin. Lê belê, ji sala 2001’ê heta niha çi guherî? Piştî 20 salan ku DYE li Efxanistanê ma, dibe ku di cîhanê de mînakên wê kêm bin, desthilateke cîhadîst a paşverû û dijminê jinan hate radestkirin. Ma tiştên ku li Iraqê û ji sala 2011’an û vir ve li welatên din ên Erebî qewimîn, qetlîam, koçberkirin û talanên ku van welatan kirin qada qiyametê nebûn? Strukturên koledar ên ku li Efxanistanê hatin avakirin, niha jî bi desthilata Colanî re li Sûriyê tê xwestin ku bêne cîbicîkirin.

Ji aliyê din ve, hêzên emperyalîst di berfirehbûna xwe ya li Rojhilata Navîn de, Rûsyayê, ku wekî hevrikê wan dihat dîtin, bi rengekî xapandin û kirin ku li dijî Ukraynayê şer bike. Encam; Rûsyayek ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve qels bûye û destên wê yên hegemonîk li Rojhilata Navîn hatine qutkirin; Ukraynayek ku li welatê wê kevir li ser kevir nemaye. Her du welat bûne dojeheke qiyametê. Qezenckar jî hêzên hegemonîk ên rojavayî bûn.
 
Piştî ku “paqijiya rê” hate kirin, êrîşên wan ên stratejîk bi Şerê Hamasê yê 7’ê Cotmeha 2023’an destpê kirin. Armanca wan a bingehîn paqijkirina riya enerjiyê ya ku wê Îsraîlê di sedsala bê de bike hêza hegemonîk a Rojhilata Navîn û cîbicîkirina Peymana ABRAHAM e. Rêber Apo jî vê yekê wekî stratejiya pênc qonaxan binav kir. Piştî ku qonaxên yekem ên li ser Filistîn, Libnan û Sûriyê hatin temamkirin, bi destwerdanên li ser Îran û T.C. tê plankirin ku ev stratejiyê temam bikin.

Ji ber ku lingên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst dewleta neteweyî ya li ser neteweperestiyê û endustriyalîzma li ser qazancê ne, ev sîstem her tim krîzê çêdike. Dîroka modernîteya kapîtalîst dîrokeke ku bi domdarî faşîzmê çêdike û qirker e. Hukûmeta Îsraîlê ya îro bi serokatiya Netanyahu li Xezeyê li ser gelê Filistînî qirkirina ku dike, mînaka dawî ya vê yekê ye.

Wekî tê bîra me, dema Serokê DYE’yê Trump cara yekem hat ser kar, ji gelê Filistînî yê li Xezeyê re pêşniyaz kiribû ku bi temamî Xezeyê vala bikin û biçin Misir û Urdunê. Dema ku gelê Filistînî û raya giştî li dijî vê yekê bertek nîşan da, ew bêdeng bûn. Li gorî Trump, Xezeyê divê bibûya bajarê lîmangeha super a riya dagirkeriya nû. Ji ber vê yekê divê ji Filistîniyan were valakirin. Dema ku ev bi pêşniyazê nehat kirin, her roj bi êrîşên bombardûmanên giran, bêyî cudahî di navbera kal, jin û zarokan de, bi êşkence û birçîbûnê Xezeyê tê valakirin. Em her roj gelê Filistînî yê bindest, ku bi çekên teknolojîk ên sedsala nû, bi êşkence û birçîbûnê tê qirkirin û di nav têkoşînê de ye, dibînin. Li hemberî dîmenên tirsnak ên mirovên ku li televizyonan ji bo pariyekî xwarinê têdikoşin, em ji mirovatiya xwe şerm dikin û diqîrin. Ger qirkirina ku di van 22 mehên dawî de li ser gelê Filistînî yê li Xezeyê tê kirin neyê rawestandin, ev wê ji bo mirovahiya sedsala me bibe şermeke mezin.
 
Ji bo derketina ji vê rewşa xirab a ku mirovê Rojhilata Navîn tê de ye, girîng e ku were zanîn ku serketin bi têkoşîna hevpar û piştgiriya gelên cîhanê, li ser bingeha pratîkbûna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dikare were bidestxistin.

Li hemberî hemû êrîşên dagirkerî û talankerî yên hêzên emperyalîst, li Rojhilata Navîn ronahiyeke hêviyê ya rizgariyê derketiye holê. Şoreşa Rojava, ku di rêya paradîgmaya Demokratîk-Neteweyî ya Rêber Apo de çêbû, pêşengiya “Ronesansa Demokratîk, Ekolojîk, Azadîxwaziya Jinê” ya Rojhilata Navîn dike. Civaka kevnar a Rojhilata Navîn, îro bi paradîgmaya Rêber Apo ronî dibe û şahidiya vejîna ji nû ve, ya civaka azad û demokratîk a ku bi hemû sedsalan re hevwate ye, dike. Wekî ku Rêber Apo gotiye, “Divê em bi avakirina civaka Demokratîk-Neteweyî dest pê bikin. Têr e ku em bi vê hişmendî, bawerî û evînê xwe birêxistin bikin û bikin.”