Şera li eniya DYE û Rojava ye!

Şera wê beşdarî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê bibe ku DYE pêşengiyê jê re dike. Ne şaş e ku mirov texmîn bike ku Şera tevlî Peymanên Îbrahîm jî bibe.

Ehmed Şera birin DYE. Niha li wir hevdîtinan dike. Şera yekem desthilatê Sûriyê ye ku serdana DYE dike. Serokên berê ji ber nakokîyên bi Îsraîlê re ji DYE re dûr ketin. Di salên dirêj ên ku Hafiz û Beşar Esed li ser desthilatdariyê bûn de, wan ji danûstandinên xwe li DYE nedikir in. Wan peywendiyên xwe bi giranî bi Sovyetan re, û paşê jî bi Rûsya re pêş xistin. Di cîhanek dualî de, vebijêrka Sûriyê Sovyet bû. Şera, wekî ku tê zanîn, çekdarê El Qaîde û DAIŞê bû. Ev hişmendiya wî bi gelemperî li ser bingeha dijî-Îsraîlê ye. Ji ber ku DYE piştgiriyê dide Îsraîlê, nêzîkbûnên dijî-Amerîkî jî di polîtîkayên wan de roleke girîng dilîze. Binesaziyan hişmendîya wan, ku li ser bingeha şîrovekirineke hişk a olî ye, bi dijî semîtîzmê ve girêdayî ye. Ev birdozîyên li ser bingeha olî bi gelemperî ne li dijî kapîtalîzm û hişmendîyên dewletparêz in. Ew di derbarê dewletê de pir hişktir û desthilatdartir in. Hevpariya herî berbiçav di navbera hêzên li ser bingeha ola Îslamê, nakok û dijber de dewletparêziya wan û lêgerîna wan a desthilatdariyê ye. Ji Îranê bigire heya Erebistana Siûdî, ji Afganistanê bigire heya El Qaîde û DAIŞ’ê, hemî armanc dikin ku bibin desthiladar û civakê bi rêya rêbazên dewletê bi rêve bibin.

Dijberiya wan a li hember Îsraîl û DYE, ne ji birêgezî an jî nerînên wan yên dij-kapîtalîzmê tên. Ji bilî Îranê hemû hêzan helwesta xwe ya li hember DYE û Îsraîlê bi awayekî nerm kirine an jî bi wan re hevkariyê dikin. Îran her wiha hewl dide ku bi DYE û cîhana Rojava re li hev bike. Piştî şerê 12 rojan ku bi Îsraîlê re pevçûn, Îran êdî ne ewqas hêzdar e weke ber ê. Piştî qelskirina Hizbullahê, bêçalakkirina Hamasê û têkçûyina rejîma Baasê li Sûriyê, Îran jî li lihevkirinê re, neçar ma. Tevî vê yekê, ew hîn jî armanca Îsraîl û DYE ye. Ehmed Şera serçeteyê El Qaîde û herî dawî jî, serkeşe rêxistina bi navê HTŞ’ê, li DYE çi dikin? Berovajî vê, çima DYE Şera tîne Qesra Spî? Ev mijar dê bi awayekî zelal werin nîqaşkirin. Lêkolîn û lêpirsîna wan mijaran pêwîst û girîng e. Kesên ku li desthilatdariyê digerin, bêyî ku ol an fikirandinên wan çi be, dê her tiştî bikin da ku dewleta ku armanca wan bigirin û serwer bibin. Girîng e ku ev ji aliyê helwesta felsefî û birdozî ve neyê paşguh kirin.

Li pişta Şeraa li Sûriyê piştgiriyeke xurt a gel nîn e. Baas desthilatdariya xwe winda kir. HTŞ çû Şamê û desthilatdarî girt destê xwe. Ev bi cureyekî darbeyê qewimî û valatiyê sûd wergirt. Gel ji rejîma Baasê bêzar bû. Wan di şerê navxweyî de bedelên giran dabûn. Ew bêrêxistin bûn. Û berovajî şoreşan, girseyan bi coş pêşwazî li HTŞ’ê nekirin. Bi mîlyonan kes li kêleka wê kom nebûn. Ew ji hilweşîna rejîma Baas’ê kêfxweş bûn û di rewşekê de man ku pêşketinan temaşe bikin. Berî ku gel bêhna xwe bide, HTŞ’ê li dijî Elewî û Durzîyan komkujî destpê kir. Van bûyeran bû sedema zêdebûna gumanên li dijî HTŞ’ê hem li hundir û hem jî li derveyî welêt. Kêfxweşiya wan ji hilweşîna rejîma Baas cihê xwe da temaşewan û bendewariyekê xemgînî. Îsraîlê pêşveçûna rêxistineke olî ya tundrew li ser sînorên xwe wekî gefek li ser ewlehiya xwe dît û dest bi hilweşandina hemû binesaziyên xwe ya leşkerî yên berê kir. Hikûmeta demkî ya vegûhêz nekarî tiştekî bike. Her çend xuya bû ku DYE bi tevahî van êrîşên Îsraîlê erê nekir jî, helwestekî neyinî jî nîşan neda. Hikûmeta Tirkiyê, ku alîgir û piştewanê sereke yê HTŞ’ê ye, tenê temaşevan ma. HTŞ’ê ev yek dît û fêm kir ku tevî hewldanên DYE û Îsraîlê jî nikare desthilatdariya xwe biparêze. Ji bo ku di desthilatdariyê de bimîne, piştgiriya DYE û cîhana Rojava hewce dikir. Sûriye di bin ambargoyeke giran de ye. Rêyeke wê ya başbûna aborî û vegerandina ser piyan tine ye. Rakirina ambargoyê erêkirina DYE’yê hewce dike. Wekî din, peymanek bi Îsraîlê re êdî ne hilbijartinek e, lê niha êdî weke pêwîstiyek tê dîtin.

Di mijara Filistînê de hêza herî bêdeng HTŞ’ê bû. Ew nekariya piştgiriya xwe ji bo Hemasê bîne li ser ziman. Filistîn, ku ew pir caran qala wê dikin, ji bo ku di desthilatdariyê de bimînin, mijara wê paşguh kir in. Dema ku Filistînî rastî komkujiyan tên, wan bi rastiyê de çavên xwe girtine. Dema ku ev kiryaran bi hev re têne berhev kirin, ne hewceyî gelek agahdariyê ye ku mirov pêşbînî bike ku Şera dê şertên DYE bi pejirîn e. Şera dê tevlî hevpeymaniya bi pêşengiya DYE ya li dijî DAIŞ’ê bibe. Ew ê xwe bi pêşengiya ku ji hêla DYE ve hate sazûmankirin re bike yek ku bi şêwaza ewlehiyê ya Îsraîlê re li hev dikin. Mirov dikare bi pêşbînî bike ku di demek dirêj de, ew ê neçar bimîne ku tevlî Peymanên Îbrahîmî bibe. Bi kurtasî, Şera dê Sûriyê di nav eniya Rojava de bi cih bike! Ji ber ku DYE û Ewropî li Sûriyê çareseriyêkê din nedîtin, ew li hev kirin ku bi Şera re rê bikevin. Wan li ser HTŞ’ê li hev kir. Brîtanî pêşengiya vê hewildanê dikin. DYE niha hêza biryardar e. Bi qasî ku ew dikarin Şeraa bikin alîgirê xwe, ew ê ambargoyê rakin û Sûriyê bixin di bin serweriya xwe. Têbînîyekê balkêş ew bû ku dema Şeraa çû DYE, Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê jî bilêta xwe ya çûyina DYE girt. Tirkiyê destwerdanên lobiyê yên Şeraa girt li  ser milên xwe. Bi taybetî wan dixwest ku HTŞ’ê tevlî hevpeymana li dijî DAIŞ’ê bibe. Armanca wan ew bû ku QSD ji nav hevpeymaniyê derxînin û rê li ber Kurdan bigirin ku li Sûriyê statuyekê bi dest nexin. Nêzîkatiyên dijî Kurd mijarek stratejik û berfireh e. Ew naxwazin ku li ser vê mijarê de derdorên aligirê Kurdan zede bibin. Ji ber wê sedemê wekî dewletek, hewldanên wan li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê jî bênavber berdewam dikin!