Şer û pevçûnên li Silêmaniyê
Di bingeha nakokiyên di navbera partiyên li Başûr de şerê desthilatdariyê heye. Parlamentoyeke ku karê xwe dike tune ye. Armanceke partiyên siyasî ya weke avakirina pergaleke demokratîk tu caran çênebû.
Di bingeha nakokiyên di navbera partiyên li Başûr de şerê desthilatdariyê heye. Parlamentoyeke ku karê xwe dike tune ye. Armanceke partiyên siyasî ya weke avakirina pergaleke demokratîk tu caran çênebû.
Roja Înê serê sibehê li navenda bajêr di navbera hêzên asayîşa Silêmaniyê û hêzên Lahur Şêx Cengî de şer û pevçûn derketin. Di encama şer û pevçûnên ku 4 saetan berdewam kirin de Lahur û birayên wî Aso û Polad hatin binçavkirin. Lê belê wisa diyar e ku wê nakokiyên di navbera her du aliyan de heya demeke dirêj di rojeva Kurdan de cihê xwe bigire.
Serdemekê hevserokatiya YNK’ê ji aliyê Bafil Talabanî û Lahur Şêx Cengî ve dihate kirin. Lê belê rageşiya di navdera herduyan de piştre jî zêde bûn. Ji ber ji ber van nakokî û şerê hêzê du zilam derbasî hevserokatiya partiyê bûbûn. Li gel zêdebûna rageşiyê Lahur dev ji YNK’ê berda û bi navê Bereyi Gel (Eniya Gel) partiyeke siyasî ya nû ava kir. Her çend di hilbijartinên xwecihî yên sala 2024’an de serkeftineke mezin bi dest nexistibe jî karî du parlamenterên xwe bişîne parlamentoyê. Lê belê rageşiya di navbera Lahur û Talabaniyan de bi dawî nebû. Her du aliyan tim û tim hevûdu sûcdar kirin. Piştî ku Lahur dev ji YNK’ê berda û çû li Hewlêrê partiya xwe ava kir, ev yek weke detayeke girîng derket pêş.
Rojekê beriya ku hêzên asayîşa Silêmaniyê derst bi operasyonê bikin, bi biryara dadgehê xwestin ku Lahur teslîm bibe. Hincet jî îdîaya ku Lahur di nava amadekariyên derbeyê de ye, bû. Lê belê Lahur ragihand ku tu biryarên dadgehê negihîştine wî.
Helbet em naveroka meseleyê nizanin. Lê belê ev demek bû dihat nîqaşkirin ku Lahur hewl dide ku hêzeke pêşmergeyan ya girêdayî partiya xwe ava bike û YNK jî gelekî ji vê yekê aciz bûye. Her du aliyan jî car caran li ser çapemeniyê serî li propogandaya reşkirina hevûdu didan. Lê belê tu kesî texmîn nedikir ku wê mesele evqasî mezin bibe û were wan astan. Di rojên dawîn de di kûlîsan de mesleya ku Lahur wê derbeyekê bike, gelek dihat nîqaşkirin. Her wiha hin navên navdar ên ji siyaseta Başûr jî di nav de derbas dibûn. Dema ku pêngav ji aliyê din ve hate avêtin Lahur û birayên wî derketin pêş, vê gavê qala navên din nayê kirin.
Ji îro pê ve êdî em qala agahiyên ji kûlîsan û rageşiyan û hwd. nakin êdî em qala şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de dikin. Silêmanî ji şeva Înê heya siharê hema bibêje veguherî qada şer. Tedbîrên ewlehiyên yên bi şev di têketin û derketina bajêr de anîn nava bajêr jî. Di saet 03.00’yan de şer û pevçûnan dest pê kir. Dengê guleyan li Silêmaniyê bilind belav bû. Mala Lahur a li Taxa Serçinarê û Otêla Lalezar a li wê taxê ku ew jî ya Lahur bi xwe ye, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin dorpêçkirin. Piştî ku şer û pevçûn li ser qada ku Lahur lê zêde bûn, hêzên girêdayî Lahur jî weke bersiv bi dronan êrîşî herêma Dabeşanê kirin ku mala Talabaniyan lê ye. Li gorî daxuyaniyên fermî yên heya niha hatine dayîn di encama şer û pevçûnên ku 4 saetan berdewam kirin de 4 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên ji hêzên Lahur ên jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne, nehatiye eşkerekirin.
Baş e be tişta ku nayê parvekirin çi ye? Li Başûrê Kurdistanê di bingeha şer û pevçûnên di navbera partiyan de hêza siyasî û şerê desthilatdariyê heye. Sermaye di mutlekirina hêza siyasî de xwedan roleke girîng e. Dema ku lê hêzeke çekdarî jî tê zêdekirin vêca desthilatdariyeke ku belav dibe hemû qadên jiyanê bivênevê ye. Wisa ye ku heya niha tu caran li hemberî rageşiya di navbera partiyên siyasî de armanca avakirina pergaleke demokratîk çênebûye. Tevî statuyeke federal û parlamentoyek heye jî hêz di navbera partiyan de hatiye parvekirin û ji ber vê yekê jî ne parlamento, partiyên siyasî yên ku hêzê di destê xwe de digirin serweriya herêmê dikin.
Sedema bingehîn a pirsgirkan jî nebûna qanûneke bingehîn, aqilekî hevpar ê siyasî, nekarkirina parlamentoyekê û nebûna siyaset û zîhniyeteke ku berê xwe dide berjwendiyên hevpar ên gel û welet e. Ev yek bû sedem ku herêma federal di nava xwe de jî dabeşî navendên cuda yên rêveberiyê bibe. Wisa ku çend salan beriya niha YNK’ê serî li Bexdayê da û xwest ku Silêmanî xweser be. Di encama vê dabeşiyê de PDK-YNK weke du hikûmetên cuda qadên di bin kontrola xwe de digirin, bi rê ve dibin. Hêzên wan ên pêşmergeyan, serwîsên wan ên îstîxbaratê, hêzên wan ên taybet û hêzên wan ên asayîşê hene. Li gel van yekan jî avaniyeke ku li şûna berê xwe daye armancên hevpar, di nava xwe de bi yasa û qanûnan tê birêvebirin, avaniyeke ku navenda wê ya hesabpirsîn û çavdêriyê tune ye û berovajî wê serwerî û berjewendiya partiyan serdest e derdikeve pêşiya me. Di mezinbûna pirsgirêkan de jî serweriya van partiyan, berjewendiyên aborî û desthilatdariya leşkerî ku van mecbûrî dike, derdikevin pêşiya me. Ji ber wê yekê li herêma ku lê darizandina adilane û daraz tune ye, ji ber rageşiyên kontrolkirina desthilatdariyê şer û pevçûnên çekdarî yên bi vî rengî rû didin. Heqîqeta ku hêz bi rê û rêbazên demokratîk nayê bidestxistin, derdikeve holê. Ev yek jî rê li ber her cure cudabûn, rant û gendeliyê vedike. Teqez e ku li devereke ku erkên rêveberiya siyasî di navbera alîgiran de hatiye dabeşkirin, pergaleke demokratîk nayê avakirin û hizra berjewendiyên gel û civakê nayên kirin.
Her wiha divê em ji aliyê hêzên piştevanî yên alîgir ve li pirsgirêkên rû dane binêrin. Pirsgirêka li Silêmaniyê rû daye ji bo hemû Kurdan cihê xemgîniyê ye. Lê belê aliyên ku ji vê yekê kêfxweş jî bûne, hene. Baş e ev kîjan hêz in? Aha yek ji pirsa sereke ev e.
Aliyên ku ji dabeşbûn û şer û pevçûnên di navbera Kurdan de hêz digirin, bê guman ji rewşa berbehs memnûn in û ji bo tevlîheviyê zêdetir li ber xwe didin. Li Başûr nakokiyên bi vî rengî kûrtir dikin, vediguherînin şer û pevçûnan û hêzê ji vê yekê digirin. Wê demê têkiliya nakokiyên siyasî bi pêwendiyên derve re hene. A rastî li pişt karnekirina parlamentoyê, çênekirina qanûna bingehîn û partîzaniya ku kûr dibe ku me li jorê jî qala wan kir, bandora van hêzan heye. Heya ku siyaseta Başûr vê dabeşiya navxweyî çareser neke, wê ev şer û pevçûn rû bidin.
Weke encam li şûna ku em li detayên şer û pevçûnên li Başûrê Kurdistanê binêrin û serê xwe bi wan biêşînin, ya rast ew e ku em li aliyê zîhniyetê, pergala çelexwarî û avaniya rêveberiyê binêrin û sedema pirsgirêkê ji vir tespît bikin. Heya ku ev yek neyên kirin, li herêmê her partiyekê hêzeke xwe hebe, rêveberiyeke girêdayî xwe hebe tu rêyên pêşketina hêzên alternatîf û demokratîk tune ne. Her wiha heta rêxistinên civakî jî girêdayî partiyan e û li gel van yekan ne pêkan e ku em li ser navê gel qala pêşketinê bikin. Bi qasî ku zîhniyeta ku bes berê xwe dide berjewendiyên xwe serdest be wê pêşî li şer û pevçûnên navxweyî neyê girtin û wê veguherin ên mezintir. Dibe ku aliyên bi hêz cihên xwe biguherînin, kesên ku xwe îro weke muxalefet pênase dikin (ev teqez ji bo gel ne muxalefet e) di pêşerojê de desthilatdariyê bigirin destê xwe, lê belê çareserkirina pirsgirêkên avaniyê wê zêdetir bin û veguherin rewşeke gelekî xirabtir.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka