Bêguman 4’ê Nîsanê ji bo jinan bû ronahî û geşedanek gelekî girîng. Pêşiya pêşketina jinan hate vekirin û jin bi xwe bawer bûn. Roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd û pêşengê Rojhilata Navîn e. Ez di serî de rojbûna Rêber Apo weke rojbûna gelê Kurd pênase dikim. Di heman demê weke rojbûna hemû jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û cîhanê jî pênase dikim. Jina windayî, jina ku di dîrokê de bi çend kesan re navê wê hatiye nivîsandin, lê xwedî kîjan çandê ye, kîjan afirîneriyê ye, berhemê wê di nava jiyanê de, rastiya wateya wê bi jiyanê re çi ye, di rojbûna Rêberê Gelên Rojhilata Navîn de, rojbûna Rêber Apo de hate îfadekirin. Jinan jî li ser vî esasî xwe û dîroka xwe nas kirin.
4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, afirînerê hemdemî û serkêşê mirovahiya azadîxwaz e. Di heman demê de rojbûna jina lêgerînvana azadiyê û têkoşer e jî. Vê roja giranbiha 4’ê Nîsanê li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikim. 4’ê Nîsanê di heman demê de roja damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye jî. Ez roja damezirandina YPJ’ê jî li tevahî jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, jinên Ereb, Suryan, Ermen, Durzî û Tirkmen pîroz dikim. Wekî hêzên parastinê, jinên bi çek, jinên parêzvanên xakê, parêzvanên gel, parêzvanên rûmet û hebûnê, parêzvanên heqîqet û aştiyê careke din em wan spas dikin. Ji ber şer kirin, rûmeta me parastin û xwedî ked in.
Jinên çekdar weke pêşeng û serkêşên YPJ’ê di tevahî cîhanê de ji jin û civakê re bûn îlham û cihê balkêşiyê. Şervanên YPJ’ê bi berxwedan û têkoşîna xwe ji jinan re bûn nasname. Her kesî şahidiya berxwedan û çalakiyên wan ên qehremaniyê kirin û hurmet qezenc kirin. Di hemû cîhanê de pir kêm jinên ku di nava artêşan de xwe bi rêxistin kirine hene. Weke nimûneya herî ber biçav jî jinên ku li welatên di bin pergala Sosyalîzma Pêkhatî ya Yekîtiya Sovyetê de, xwe weke leşker bi rêk û pêk dikirin. Em wan jî dizanin bê ka hişmendiya wan welatan û wê pergalê ji jinên leşker û ji tevahî jinan re çawa bûye. Weke ku tê bîra her kesî bê ka Rêber Apo pêşengên sosyalîzmê çawa şîrove kirine û nirxandiye.
Rêber Apo der barê pêşengên sosyalîzma pêkhatî de dibêje: “Pêşengên sosyalîzmê pêşveçûna civaka dîrokî û zanista wê şaş girtin dest... Gelek kêmasî kirin û rêbazê wan ê jiyanê jî pir şaş bû. Jixwe ji guhertin û veguhertinê re jî girtîbûn û her tişt bi qalibên cemidî îzah dikirin. Têkiliya wan a bi jinê re jî heman tişt bû. Nikarîn pîvanên pergala sermayeparêz ya ji zayenda jinê re jî derbas bikin û jin di nava xwe de tepisandin.”
Ji ber vê jî rêxistina jinan weke nasname YPJ’ê derket holê. Bi taybetî jî di serdema şerê DAÎŞ’ê û êrîşên wan ên tundrew û nêzîkatiyên wan ên hovane ji jin û civakê re, YPJ’ê ava bû. Em hemû jî dizanin bê çeteyên tundrew çi anîn serê jinên Kurd ên Êzîdî û çawa ew li bazarên Reqa û deverên din firotin. Ne em, ne civaka me ya Êzîdî, ne jî bi taybet jinên Êzidî wê ji bîr ve bikin. Tişta hate serê jinên Kurd nehate serê ti beşeran. Eger ew kiryarên hovane werin jibîrkirin, naxwe rûmet û hisiyeta mirovbûnê tineye û tişta ku jinên têkoşînvan ên YPJ’ê, ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re dibêjin jî ev mijar e. Girêdana jinan bi artêşbûna YPJ’ê re tekez ne xwestina şer e. Berevajî wê, jin qet ji şer û tundiyê hez nakin!
Eger yekîneyên jin tinebin wê hebûna jinan û rûmeta wan di xeteriyê de be. Hebûna jinan tê wateya ku parastina nasname û vîna xwe. Heke hêzên leşkerî ên jin tine bin wê ti hêza mêr a parastinê encam negire. Ji ber şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan gihişt serkeftinê. Ji ber vê careke din ez îşaret bi pêdiviya bi YPJ’ê dibînim û dibêjim, heya şer û tundî hebe wê tekez pêdiviya me jinan û civakê bi hêza, parastina jinê hebe. Ev li ser me weke jin ferz e ku em xwe û civaka xwe biparêzin. Em timî di bin êrîşan de ne û sereke pêdiviya me bi Yekîneyên Parastina Jinê heye. Pêwîst e jin û civak jî vê pir baş bizanin. Hewce ye ti kes xwe nexapîne û nebêje ku wele leşkertiya me xelas bû. Ji ber hîn dijminên me pir in û divê em xwe ji wan biparêzin. Jixwe mêran jî hê hişmendiya xwe neguhertine û kuştina jinan berdewam dike. Naxwe pêwîst e em her weke hêza parastinê li jinan xwedî derkevin û çalak bibin.
Dijmin dixwaze gelê me qir bike û wan bi temamî ji holê rake. Em ji bo vî gelî şer dikin û em ê şer jî bikin. Ji bo avakirina jiyan û siberojeke azad bo zarokên vî gelî, divê em têkoşîn bikin. Em wek jin jî çi ji destê me were, em ê ji bo gelê xwe bi nasnameya xwe ya azad tevbigerin û şer bikin. Ji ber ku wek YPJ’ê nasnameya me ji bo me dîrok e.
4’ê Nisanê ji bo me rojeke pir pîroz e. Em ê tekez vê rojê hem weke jin, hem weke hêza YPJ’ê û hem jî weke tevahî jinên cîhanê bi şahiyek mezin bi Rêber Apo re pîroz bikin.