4'ê Nîsanê roja xwebûna gelekî ye
Wateya ku Rêber Apo di nirxandinên xwe de da roja bûyîna xwe, di sedsala dawî de rastiya gelekî ku serberjêr bûbû jinûve xist ser rêyekê.
Wateya ku Rêber Apo di nirxandinên xwe de da roja bûyîna xwe, di sedsala dawî de rastiya gelekî ku serberjêr bûbû jinûve xist ser rêyekê.
Bûyîn, weke hemû zindiyan ji bo mirovan jî encamek û pêwîstiyeke hebûnê ye. Di dîrokê de gelek kesayet rabûn ku weke rêber hatin pênasekirin. Bûyîn ji bo civakan weke dewameke ji rêzê ya zindîbûnê bê dîtin jî bi cewherî nûbûn e, rêya biwatekirin û zindîhiştina hebûna xwe ye. Yek ji xalên ku mirovan ji zindiyên din cuda dike ev e. Ji ber ku ji bo zindiyan hemûyan bûyîn taybetmendiya bingehîn a dewamkirina nifş e. Lê mirovan wateyeke mezin li vê bûyîna xwe kir û kete nava lêgerînekê.
Mirov ti tiştî ji ber xwe ve pîroz nake û wateyê lê bar nake. Tişta ku pîroz dike divê xwedî wan aliyan be ku wateyeke xwe ya mezin hebe, rengê xwe hebe û bandorê li ruhê mirovan bike. Dema ku biryar da ku tişta pîroz dike sedema hebûna xwe ye, ev pîrozbahî vediguhere rewşeke gelekî taybet. Ji ber ku bi wê bûye xwedî hebûnê, bi wê gihîştiye hêza wateyê û bi wê têkoşîn bi qîmet bûye. Bi taybetî gava mirov bala xwe didin ser dîroka nêz a gelê Kurd, roja bûyînê ne ew pênase bû ku bi taybetî dihate pîrozkirin, ji ber ku weke parçeyek ji jiyana her zindiyî dihate dîtin. Lê belê bi rojbûyîna Rêber Apo re ev yek bi temamî guherî. Gelê Kurd fêhm kir ku ev bûyîn ji rêzê nîne, gavên destpêkê yên ber bi qonaxên hebûnê ve ye. Roja ku gelê Kurd ev hemû bi şênberî dît 4'ê Nîsanê ye. Ev yek ew dem e ku tovên destpêkê yên ber bi jiyana xwebûna gelekî ve hatiye reşandin e.
Rêber Apo bûyîna xwe bi sê qonaxan pênase dike. Roja bûyîna fîzîkî ku qonaxa destpêkê ye ji aliyê Rêber Apo ve zêde işaret bê nayê kirin, ji ber ku taybetmendiyeke bingehîn a zindiyan e. Bûyîn bi qonaxa destpêkê destpê dike, lê belê rêveçûna jiyanê ya piştî wê xala esasî ye. Ji bo Rêber Apo qonaxên yekemîn, duyemîn û sêyemîn ên piştî vê bûyînê girîng e.
Qonaxa yekemîn çi ye; rabûna li ber têkiliyên kevneşop e. Ev gava destpêkê gava jiholêrakirina sînorên destnîşankirî ye. Destpêkê divê têkiliyên malbatê yanî têkiliyên dayik-kur, kek-bira-xwişk ji holê bêne rakirin. Vê yekê kir ku Rêber Apo xwe nas bike.
Baş e qonaxa duyemîn çi ye? Qonaxa duyemîn rabûna li ber rejîma qirker e. Qebûlnekirina ya heyî û rabûna li ber ya ferzkirî ye. Ev rabûn wê gav bi gav bibûya reşandina tovên destpêkê ya têkoşîna hebûnê ya gelekî ku tinebûn lê dihate ferzkirin. Ev qonax bûyîna gelekî di şexsê kesekî de ye. Di herikîna dîrokê de her tim hinekan hin tişt bi zordarî li ser mirovan ferz dikirin. Îradeya wan tine hate hesibandin, bi milyonan mirov weke heywanan hatin birêvebirin, kuştin û li wan hate ferzkirin ku xizmetê ji efendiyên xwe re bikin. Qonaxa duyemîn a bûyîna Rêber Apo rabûna destpêkê ya li ber vê ye û gava ber bi lêgerîna wateyê ye.
Qonaxa sêyemîn jî rabûna li ber îdeolojî û avaniyên desthilatdarîperest, dewletperest e û afirandina alternatîfa vê yekê ye. Îro kes nikare red bike ku ev yek ji bo gelê Kurd çavkaniyeke nû ya jiyanê ye. Bi taybetî di vê pêvajoyê de paradîgmaya civaka demokratîk û nûbûna fikrî ya ku Rêber Apo destnîşan kir, asta herî bilind a yekbûna wateyî û fikrî ya Rêber Apo û zemîna bûyîna gelê Kurd e. Gelê Kurd vê yekê dibîne û 4'ê Nîsanê di nava yekbûneke bêhempa ya wateyê de pêşwazî dike.
Rêber Apo bûyîna xwe veguheran bûyîna gelekî û xwest, ev yek weke ya pîrozkirinê neyê nirxandin. Anî ziman ku di vê erojê de weke nîşaneya nûbûn û destpêkirina têkoşînê dar, kulîlk bêne çandin, bi xwezayê re bibe yek û bi vî rengî bê pîrozkirin. Ji ber ku her tişta tê çandin tê wateya jiyanekê. Gelê Kurd bi Rêber Apo re careke din xwe li kokên xwe girtiye. Û zane ku heta Rêber Apo azad dnebe têkoşîna wan nagihêje wateya xwe ya rastî. Ji ber vê yekê 4'ê Nîsanê weke bûyîna xwe dibîne. Ti hêz an jî sîstem nikare vê têkoşîn û daxwaza azadiyê ya ji vê bûyînê derketiye holê ji holê rake. Bûyîn wê tekez temam bibe û azadî wê pêk were.