15’ê Tebaxê: Ber bi pêngava vejînê ve -1
Pêngava têkoşîna gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an, çalakiya destpêkê ya şerê berxwedanê bû ku wê mohra xwe li dîroka nêz a Kurdistan û Tirkiyeyê bixista. Şerê gerîla ji vê rojê û pê ve wê êdî diyarker bûya.
Pêngava têkoşîna gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an, çalakiya destpêkê ya şerê berxwedanê bû ku wê mohra xwe li dîroka nêz a Kurdistan û Tirkiyeyê bixista. Şerê gerîla ji vê rojê û pê ve wê êdî diyarker bûya.
Di bingeha hemû pêşketinên îdeolojîk, siyasî û rêxistinî de, rastiya têkoşîna çekdarî mîna hêza temînkirina avakirina partiyan heye. Şerê gerîla ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re dest pê kir, di berxwedana gelê Kurd a li dijî rejîma leşkerî ya 12’ê Îlonê de roleke girîng lîst. Bi saya vê têkoşînê, gel di destpêka salên 1990’î de hişyarî û wêrekiya serhildanan bi dest xist. Ev yek rastiyeke ku nikare bê înkarkirin. Ji bilî gerîla, ti rêbazeke din a têkoşînê nikarîbû vê pêşketinê bi dest xistiba, nikarî hişmendiya gelê Kurd a li dijî rejîma faşîst a 12’ê Îlonê bi vî rengî birêxistin kiriba û rakiriba serhildanan. Bi vî rengî xeta îdeolojîk a partiyê di nava gel de hate belav kirin, perwerde û rêxistinkirina girseyî pêk hat û bi lêdana derban re şoreşa vejîna neteweyî bi têkoşîna gerîla re xurt kir.
PKK’ê di Konferansa Yekem a Partiyê de ku di Tîrmeha 1981’an de li herêma Lubnan-Filistînê pêk hat, "Stratejiya xwe ya Şerê Gel" diyar kir. Hem di rapora siyasî ya ku pêşkêşî konferansê hat kirin de û hem jî di axaftinên xwe de, Rêber Apo vê stratejiyê bi berfirehî wekî rêya bingehîn a ji nû ve birêxistinkirina partiyê û meşandina berxwedana neteweyî li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê rave kir. Ev nirxandin û konferans bûn sedema biryara meşandina berxwedana çekdarî li dijî rejîma 12’ê Îlonê û destpêkirina meşek nû. Piştre Rêber Apo di pirtûka xwe ya paşîn de ya bi navê "Rola Zorê li Kurdistanê" vê stratejiya têkoşîna çekdarî bi berfirehî rave kir û di nav kadro û şervanan de têgihîştinek stratejîk û taktîkî ya xurt pêş xist.
BI KONGREYA DUYEMÎN RE TEVGERA VEGERÊ YA BER BI WELÊT VE
Xeta têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ya li dijî rejîma 12’ê Îlonê di pirtûka "Rola Zorê li Kurdistanê" de hate ravekirin. Di vê pirtûkê de bi berfirehî behsa pêşengiya îdeolojîk û rêxistinî ya têkoşîna çekdarî, bingeha wê ya girseyî, qonaxên stratejîk, rêbazên taktîkî, pîvanên fermandariyê û awayên çalakiyan dike. Ji ber vê yekê, dema ku PKK’ê berxwedana xwe ya çekdarî li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê dest pê kir, ew xwediyê teoriyek xurt û têgihîştinek sîstematîk a têkoşînê bû. Pêvajoya pêşketinê ya ku di 15’ê Tebaxê de dest pê kir, pêkanîna hêza fikirî û sîstematîk a berfireh bû.
Pirtûkên din û bi taybetî ya bi navê "Rola Zorê li Kurdistanê", ku Rêber Apo tê de xeta siyasî, rêxistinî û leşkerî ya ku PKK’ê dê li dijî rejîma 12’ê Îlonê bişopîne destnîşan kir, rê li ber xwe perwerdekirina kadroyan vekir. Kongreya Duyemîn a PKK’ê, ku di Tebaxa 1982’yan de hate lidarxistin, rê li ber vegera van kadroyan bo welêt û destpêkirina berxwedana çekdarî vekir. Kongreya Duyemîn van pirtûkan ji bo PKK’ê wekî xeta fermî qebûl kir û bi biryara vegera welêt ji bo misogerkirina pêkanîna wan, ev pêvajo da destpêkirin. Ji bo biryara PKK’ê ya destpêkirina vê pêvajoyê çend sedem hene. Faktora herî bingehîn asta perwerde û hewldanên amadekariyê ye ku zêdetirî du salan e li derveyî welêt, bi taybetî li herêma Lubnan-Filistînê, têne kirin. Wekî din bi berdewamî ji PKK’ê hatiye xwestin ku hesabê zilm, zext û zordariya ku gelê Kurd pê re rû bi rû maye bipirse.
Faktora herî girîng a vexwendina bo têkoşîneke bi vî rengî, berxwedana mezin a zindanan a bi pêşengiya Mazlûm, Kemal û Xeyrî li zindana Amedê bû. Vê berxwedanê li dijî rejîma 12’ê Îlonê serketinek îdeolojîk bi dest xist. Vê serketinê bang li partiyê kir ku vegere welêt û li dijî rejîma 12’ê Îlonê berxwedaneke pratîkî pêş bixe, serketina xwe ya îdeolojîk veguherîne serketineke siyasî ya berbiçav. Wekî din, pêşketinên li herêma Lubnan-Filîstînê û navneteweyî jî partî ber bi têkoşîneke wiha ve bir. Giranbûn û rawestandina êrîşên dijwar ên ku ji hêla rejîma 12’ê Îlonê ve ku zêdetirî du salan pêk hatin jî, şert û mercên guncaw ji bo berxwedaneke çekdarî ya serketî afirandin.
Kongreya Duyemîn a PKK’ê, bi nirxandina van mijaran hemûyan re, pêvajoya vegera kadroyên amadekirî bo Kurdistanê ku di Îlona 1982’an de destpêkirin, li deverên çiyayî yên stratejîk hatin bicihkirin da ku berxwedana çekdarî birêxistin bikin. Lê belê, vegera li welêt bi zehmetî û astengiyên cidî re rû bi rû ma û ev yek tê zanîn. Ji bo li dijî rejîma 12’ê Îlonê li ser piyan bê seknandin li deverên stratejîk ên ku berê qet nehatibûn ceribandin an jî amadekarî lê nebûn mayîn weke pêwîstiyek derket holê. PKK’ê di destpêkê de tevgerek ku li bajar û bajarokên metropolan xwe birêxistin dikir, kadro derdixist û têkoşîn dimeşand, bû. Lê belê, vegera welêt li herêma Kurdistanê ya bi sînor parçekirî, ku PKK’ê qet xwe li wir birêxistin nekiriye, pêk hat. Ev sedema bingehîn a zehmetiyan e. Kes hê vê rewşa nû bi tevahî fam nake û partî hîn jî li vê herêmê xwe bi rêxistin nekiriye. Ya girîngtir, kadroyên ku dê li vir têkoşînê bidomînin van herêmên nû baş nas nakin.
ŞEHADETA ŞAHÎN KILAVÛZ Û HEVRÊYÊN WÎ
Vegera welat li deverên çiyayî û stratejîk ên li ser sînorên Tirkiye-Iraq û Tirkiye-Îranê pêk tê. Li van deveran valahiyek siyasî ya qismî heye. Her çend hêza leşkerî ya dewleta Tirk li bajar û bajarokan xurt be jî, li van herêmên çiyayî kêmtir bi bandor e. Wekî din, şerê Îran-Iraqê, ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê dest pê kir û berdewam dike, li herêmên sînor valahiyên leşkerî çêkiriye. Ev valahî ji bo rêxistinkirina gerîla weke firsendekê têne bikar anîn. Gerîla tenê dikarin li deverên stratejîk ên wiha bicih bibin û ser piyan bimînin. Wekî din, ne pêkan e li dijî hêzên faşîst û mêtingeriyê li ser piyan bimînin û xwe biparêzin.
Ji bo hêsankirina vegerê hin xebat hatin meşandin. Ji aliyekî her çend sînordar be jî bi PDK’ê re tifaq hat kirin. Ji aliyê din ve, veger di nîvê salên 1980’an de bi amadekariyên di bin pêşengitiya Hevrê Mehmet Karasungur de li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Gerîla di dema vegerê de rastî gelek zehmetiyan hatin. Pirsgirêkên karûbarên kurye yên rê, astengiyên dijmin û fealiyetên sîxuriyê zehmetiyên mezin çêkirin. Tevî vê yekê, bi hewldanên baldar vegera serketî pêk hat. Di nav komên vegerê de, komek bi pêşengiya Hevrê Şahîn Kilavûz dema ku hewl dida ji Çemê Hezil derbas bibe, li ber lehiyê ket û 8 hevrê li vir şehîd bûn. Bi vî rengî di dema vegerê 8 hevrê şehîd bibûn. Van şehadetan zehmetî û astengiyên têkoşînê nîşan da.
Hevrê Şahîn Kîlavuz berpirsê komê bû. Hevrê Şahîn di temenê xwe yê pir ciwan de, ji Tuzluçayir a Enqerê, tevlî têkoşînê bû û herî dawî bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna li Siwêrekê bibû. Dilsoziya wî ya ji bo Rêber Apo û xwesteka wî ya ji bo têkoşîna çekdarî pir xurt bû. Xwedî kesayeteke fermandarî yên xurt bû. Bi biryara partiyê û hinekî jî bi zorê, ji Siwêrekê hate derxistin. Li Sîwerekê sernektinê nepejirand û ji ber vê nedixwest ji wir derkeve. Lê bi fermanek taybet ji Siwêrekê hate derxistin û ji bo derveyî welêt hat şandin. Perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî ya ku li derveyî welêt wergirt, ew kir fermandarek bihêztir. Hem di aliyê hişmendî de û hem jî di aliyê pratîkê de tevlî bû. Erkên wî yên yekem ew bûn ku erdnîgariyê nas bike, têkiliyên bi gel re ava bike, derdorên dostane qezenc bike û ji bo parastina gerîlayan stargeh amade bike. Ji bihara 1983’yan pê ve, çalakiyên gerîla li welêt li gorî vê planê dest pê kirin. Ev ji ber ku herêm û gel nedihatin naskirin û ti têkilî an çavkanî tunebûn. Berî destpêkirina berxwedana çekdarî amadekariyek biçûk jî girîng bû. Gavên pêşîn li ser esasê amadekariya van hatin avêtin.
JI BO BERXWEDANA ÇEKDARÎ PÊVAJOYA AMADEKARÎ
Ev xebat di nava bêderfetiyên mezin bi zehmetî hatin kirin. Ji bo bidestxistina derfeta herî biçûk a têkliyê jî, tevî bi dûrbîn û cihnîşê jî, bi rojan, heftiyan heta bi mehan jî li qadeke, hawirdor û erdnîgariyek mayîn hewce kir. Di bihar û havîna 1983’yan de, amadekarî hatin kirin da ku gel û erdnîgarî ji Şemzînanê heta Eruhê, ji Geverê heta sînorê rojhilat heta Agiriyê werin naskirin û agahî li ser gel û dijmin werin berhevkirin. Paşê, yekîneyên ji bo pêkanîna xebatên bi vî rengî li deverên din ên hundir hatin wezîfedarkirin. Lê belê, bêtecrube, plansaziya nedîtbar, amadekariyên demdirêj ên pratîkî û nebûna pergala ragihandinê çalakî dereng xistin. Ji ber vê yekê, amadekarî di tevahiya sala 1983’yan de berdewam kir û di pratîkirina wan de derengketin çêbû. Vê rewşê partî li hember rejîma 12’ê Îlonê xiste nav zehmetiyan. Ev rewş di civîna navendî ya partiyê de ku di Sibata 1984’an de hat lidarxistin, hat nirxandin. Biryar hat dayîn ku li dijî meylên tasfiyeyê yên provokatîf ên ku ji hêla Semîr ve dihatin rêvebirin, xwedî li tevgera partiyê were derketin, rêxistinbûyîn bê xurtkirin û bi awayekî çalak bersiv ji hawîrdora siyasî ya pêşketî re were dayîn bû. Bi vî awayî, xebatên sala 1984’an bi lez hatin birêxistinkirin. Di Nîsana 1984’an de, rêveberiya partiyê erka têkoşîna li dijî provokasyonan û pêşxistina taktîkan girt dest û encam ji rêveber û kadroyên li qadê re hat ragihandin. Piştî wê ji bo pratîkê plansaziyek berfirehtir hate çêkirin.
Di destpêkê de, li herêmên wekî Çukurca û Uludereyê li dijî komên sîxurî hêz hate bikaranîn, lê vê rêbazê pêşketinek mezin bi dest nexist. Ji ber vê yekê, di havîna 1984’an de lêgerînek nû dest pê kir.
Li vir di partîkê de hat dîtin ku taktîkên beriya sala 1980’an hatine pêkanîn di şert û mercên rejîma leşkerî ya faşîst a sala 1984’an de pêşketineke siyasî-leşkerî ava nekiriye û hewcedarî bi pêkanîna taktîkî ya nû ya guncaw ji bo rewşa heyî hate dîtin.
NEXŞERÊYA VEGERA WELAT TÊ XÊZKIRIN
Bêtecrûbeyên paratîkî, giraniya şert û mercan û zextên rejîmê rê li ber rewşa bê ka wê çi were kirin û sepandina wê hewce kirine. Pratîka me ya partiyê bi tenê girêdayî meşeke bi vî rengî pêş ketiye.
Ji bo pêvajoyên ji niha û pê ve em dikarin van yekan bînin ziman: Civîna di dawiya meha Hezîranê de ya li Lolanê li gel 6 kesan hatiye lidarxistin. Li gel heval Abbas, Cûma û Fûat hevalên Fatma, Selîm û Ebûbekîr jî beşdarî vê civînê bûne. Di vê civînê de fikrên Rêber Apo hem yên têkildarî birêxistinbûna çekdarî hem jî yên têkildarî birêxistinkirina yekîneyên ku xebatên girseyî bi rê ve bibin hatine nirxandin û plansaziyên rêxistinî yên şênber hatine çêkirin. Birêxistinbûna yekîneyên çekdarî yên xebatên girseyî bi rê ve bibin û xwe dispêrên çekan û erka li bejahiyê digire ser milên û birêxistinbûna leşkerî ya çalakiyên çekdarî bi rê ve bibin, ji hev hatine cudakirin. Yanî girêdayî du erkên esasî, weke du şaxan birêxistinkirina hêza partiyê hatiye derpêşkirin. Bi vî awayî du şax, weke tîmên propogandaya çekdarî wê ji birêvebirina berxwedana çekdarî berpirsiyar bin û ya din jî wê girêdayî komên gerîlayan xwe bi rêxistin bikin û di asta bajarokan de ji birêvebirina xebatên girseyî berpirsiyar bin. Biryara birêxistinkirina sê tîman ya weke yekîneyên propagandaya çekdarî û navlêkirinên nû ya ji bo van her sê tîman hatiye standin. Ji ber ku wê pêvajoyeke nû were destpêkirin û bikevin pêvajoya tundiya çekdarî. Ji bo ku ji vê tundiya çekdarî PKK weke berpirsiyar neyê girtin û weke ‘’terorîst’’ neyê pênasekirin birêxistinbûneke leşkerî ya nû ku vê berpirsiyariyê bigire ser milên xwe bûye hewcehiyek.
AMADEKIRINA DANEZANA ÎLANA HRK’Ê
Kêm û zêde fikra rêveberiya me ya wê demê bi vî rengî bû. Girêdayî vê yekê jî li birêxistinbûna leşkerî ya ji tîmên propagandaya çekdarî pêk dihat, navê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hate kirin. HRK’ê wê bi çalakiyeke mezin danezana xwe ya avabûnê belav kiriba û wê avabûna xwe îlan kiriba. Di vêçarçoveyê de danezana îlankirina HRK’ê û afîş weke amûrên propagandayê hatin amadekirin. Heval Hozan Sefkan (Celal Ercan) ji Ewropayê hatibû û li gel hozaniya xwe wênesazekî teknîkî yê gelekî baş bû; hin wêneyên cida xêzkirin û bi awayêku propagandaya gerîlayan bike, ew zêde kirin. Ji aliyê din ve vê civîna me di mijara erkdarkirina tîmên propagandaya çekdarî yên berbehs de jî gelaleyek derxist holê, nav li tîman kir û beşeke mezin ya fermandariya xwe erkdar kir. Heval Agît di vê civînê de bi awayekî fermî weke fermandarê Tîma Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê hate erkdarkirin. Hem temamkirina sererastkirinên rêxistinî yên mayîn hem jî çêkirina plasaziyên çalakiyan û mijara pratîkê ji civîna ku wê li gel hevalên xwedî tecrûbeyên pratîkî were lidarxistin û werin diyarkirin re hate hiştin û civîna berbehs hate temamkirin. Ev yek di heman demê de tê wateya detpêkirina pêvajoya Pêngava 15’ê Tebaxê jî. Encamên ji civînê derketine holê di çarçoveya Zapê de, li gel civîneke berfireh ya bi tevlîbûna gerîlayên ku weke li qada Şikefta Birîndaran, li qadên weke Çel, Gever û Şemzînanê xebatê dimeşînin, hatin nirxandin û plansazî hate temamkirin. Civîna li Şikefta Birîndaran li gel bi temamîdiyarkirina fermandarî û hêza şervanan ya tîmên propagandaya çekdarî hate lidarxistin. Her wiha hate diyarkirin ku wê çalakiyên 15’ê Tebaxê çawa werin lidarxistin. Ji ber ku yên ji qada pratîkî hatibûn, hebûn wan bi xwe re agahî û belgeyên têkildarî qadên pratîkê û bajarokan anîbûn, krokî û resmên cuda xêz kiribûn û nîqaşkirina van yekan bi taybetî jî ji nîqaşkirina krokîya têkildarî Şemzînanê fikra ku wê li hemberî bajarokan operasyom werin kirin yan na derkete holê. Dema ku ev nêrîn bi awayekî giştî hate qebûlkirin jî nêrîna îlankirina HRK’ê ya bi awayê operasyonên bajarokan, gihîşt asta biryarê. Girêdayî vê yekê jî nîqaşa dikare wê li kîjan bajarokan çalakiyên operasyon werin lidarxistin, hate kirin û di encamê de jî; navçeyên Şemzînan, Erûh û Şax hatin diyarkirin. Çimkî me dê li qada Botan-Colemêrgê têkoşîneke berxwedana çekdarî daba destpêkirin. Biryar û planlamaya partiya me bi vî rengî bû. Ji ber wê yekê jî ev her sê navçe rêli ber zemîna berxwedana pratîkî vedikir. Diviya me ev sêgoşe bikira qada çalakiyê ku her çend dijmin ji bo ku çalakî neyên bihîstin kontrolê dane ser amûrên propagandayê û wan veşêre jî dema ku her çalakî di pratîkê de ji derdora xwe belav bû û qet nebe li qada ku em dixwazin berxwedana çekdarî bi rê ve bibin, wê ev çalakî bi awayekî bihata bihîstin. Bi kurtasî, girêdayî şert û mercên wê demê û di çarçoveya berxwedana çekdarî ya me dixwest em bidin meşandin operasyonên li hemberî van navçeyan guncav bûn. Ev navçe, di heman demê de navçeyên herî biçûk ên li qadê bûn. Ji ber wê yekê jî operasyonên li van navçeyan ya li gel hêza tîmekê û serkeftina vê yekê pêkan bû. Biçûkbûna van navçeyan jî standina biryara ku wêli van navçeyan çalakîwerin lidarxistin, bû faktorek.
BER BI PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ VE
Heman civîna me çarçoveya çalakiyan jî diyar kir. Çimkî tişta ku wê pêk bihata bes ne çalakiyek bû; hin armancên me yên pêkanîna çalakiyên di nava hev de hebûn. Li gorî vê yekê jî plansaziyeke ku di nava xwe de pênc-şeş armancan dihewîne, hate çêkirin. Her wiha plansaziyeke çalakiyan ya pêkanîna gelek çalakiyên leşkerî û siyasî yên di nava hev de derpêş dike ya weke Li aliyekî ve operasyonên li hemberî qereqolan, bêbandorkirina artêşê, derblêxistina wan û li aliyekî ve jî biserdegirtina depoyên edliyeyan ûbidestxistina çek û cebilxaneya leşkerî û dîsa li gel belavkirina danezana avakirina HRK’ê ya di nava hemû beşên civakê de ya bi awayekî berfireh, hate çêkirin.
Wê piştî çalakiyan geşedan çawa bûna; ew yek gelekî nedihate zanîn. Gelo wê artçşê helwesteke çawa nîşan bida? Ger bi tirsê qereqolên biçûk li deverê werin komkirin, wê piştî van çalakiyan, çalakiyên li ser hev yên li dijî qereqolên li deverekê hatine komkirin, li plansaziya çalakiyan hatibû zêdekirin.
Ji bo wextê çalakiyan 15’ê Tebaxê weke demeke guncav hate diyarkirin. Jixwe di niveka meha Tîrmehê de plansaziya çalakiyeke bi vî rengî hatibû çêkirin. Ji ber wê yekê jî xwegihandina qadên çalakiyan ya di dawiya meha Tîrmehê yan jî destpêka meha Tebaxê ne pêkan bû. Ne pêkan bû li aliyekî ve xwe bigihînin Erûhê û li aliyekî ve jî xwe bigihînin Şaxê. Dibe ku tîma Şemzînanê xwe bigihîne armancê,- jixwe tîm hema bibêjin ji hemû hevalên ku beşdarî civînê bûbûn, pêk dihat- lê belê herî zû di niveka Tebaxê de dikarîn xwe bigihînin Erûh û Şaxê. Diyarkirina me ya dîrokeke cuda jî, ji ber sedema amadekirina belgeyeke nivîskî nedihat tercîhkirin.
Dema ku me ev hemû xebat pêk dianî, me qet belgeyên nivîskî û ferman amade nekirin. Ji ber ku fikarên me hebûn ku wê were bihîstin û deşîfre bibe. Wisa ku her tişt bi awayekî veşartî dihate kirin. Veşartîbûn weke sirra serkeftinê dihate dîtin û divîya teqez ev çalakî serkeftî bibûna. Çimkî berxwedana Sêwregê, çalakiya êrîşa li dijî M. Celal Bûcak bi ser neketibû, pêvajoya piştre bi ser neketibû û pêvajoya têkoşîna çekdarî sekinîbû. Ji bo ku careke din heman encam jê dernekeve jî diviya vê carê teqez serkeftin bihata bidestxistin. Tekane rêya serkeftinê jî weke veşartîbûnê dihate dîtin. Di xebatên ku bi awayekî veşartî dihatin kirin de pêkanîna çalakiyan ya di heman rojê de û tew ji bo nekirina çalakiyê jî diviya dîrokeke dihate zanîn, bihata diyarkirin. 15’ê Tebaxê, girêdayî vê yekê weke nîveka mehê ji bo dîroka lidarxistina çalakiyan hate diyarkirin. Karbeşî hate kirin, kesên ku beşdarî civînê bûne girêdayî karbeşiyê têkildarî birêxistinkirina van çalakiyan dest bi kar û xebatan kirin.
Çimkî fermandariyên ku wê çalakiyên Erûh û Şaxê li dar bixin, beşdarî civînê nebûbûn; li qadên xwe bûn. Gihandina fermana çalakiyê ya ji vê fermandariyê re û dîsa dayîna materyalên amadekariyên ji bo çalakiyan hatibûn kirin û sewqkirina ji çalakiyan re hewce bûn.
WÊ BERDEWAM BIKE…
(Ji hejmara taybet a sala 30’emîn a Serxwebûna PKK’ê hatiye amadekirin)