ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Fîlmê 'Bakur' ê li sansurê rast hat li Êlihê ye
Gala dokûmantera 'Bakur' a ku li Festîvala Fîlman a Stenbolê ji aliyê Wezareta Çandê ve bi hinceta 'belgeya qeyda tescîlê' nîne hat sansurkirin, li Êlihê wê were kirin. -
Ji Meclîsa Zarokên Amedê şahiya pirtûkan
Konseya bajarê Amedê ya Meclîsa Zarokan, şahiya 'xwendina pirtûkên bi zimanê dayikê ' li dar xist. -
Xelatên Pêşbirka Nivîsandina Çîrokên Kurdî hatin dayîn
Xelatên pêşbirka nivîsandina lîstikan a 5. Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, li xwediyên wan hatin belavkirin. -
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Essenê kermes
Li bajarê Elmanya Essenê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo danasîna çanda Kurd kermes tê lidarxistin. -
Encamên Komxebata Polîtîkayên Ziman û Perwerdeyê hatin aşkerakirin
Di danezana encamê ya Komxebata Polîtîkayên Ziman û Perwerdeyê ya KCD'ê de hat ragihandin ku ji bo destpêkirina komcivîna ji bo polîtîkayên ziman û perwerdeyê û avakirina komîsyonekê biryar hatiye girtin. -
Li Lînzê şagirtên qursa Kurdî dîplomayên xwe wergirtin
Li bajarê Awûstûrya Lînzê, şagirtên qursa Kurdî yên perwerdeya xwe qedandin, dîplomayên xwe wergirtin. -
'Were dengê min' li sînemaya Norwêcê ye
Fîlmê 'Were dengê min' ê li ser pêkanînên derveyî mirovahiyê yên leşker û JÎTEM'ê yên li Bakurê Kurdistanê vedibêje, li paytexta Norwêc Osloyê hat nîşandan. -
Fînala tûrneya Ewropa ya Yenîkapi li Stûttgartê bû
Şanoya Îzmîr Yenîkapi ya Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li Ewropayê organîze dike, lîstika xwe ya bi navê "Jiyan Bedew e" herî dawî li Stûttgartê nîşan da. -
Li Keçî Bûrcû ya Amedê ‘Qîrîna Bêdengiyê'
Antoine Agoudjian ê welatiyê Fransa û bi eslê xwe Ermenî, pêşangeha wêneyan a bi serenavê "Bêdengiya Qîrînê, Şopên Bîranîneke Ermenî" li Keçî Bûrcû ya Amedê vekir. -
'Erka destpêkê ya hunermendan şikandina zîhniyeta sansurê ye'
Endamên TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsim, Delîl Dilpêt û endamê Beşa Sînema ya Akademiya Şehîd Sefkan Mehmet Emîn Engîzek destnîşan kirin ku pêkanînên sansurê bi AKP'ê re gelekî zêde bûne. -
Dinkjianan li Amedê konserek da
Stranbêjên Ermen ên Amedî Onnik û Ara Dinkjianê bav-kur li Amedê konserek da û sebra xwe anîn. Di konserê de stranên xemgîn û govendê yên bi Ermenî hatin gotin, bîneran ji piyan ve temaşe kirin. Hevşaredarên me jî di nav bînerên konserê de bûn. -
Rojeva TEV-ÇAND ya Parîsê wê qirkirina çandî û hilbijartin be
TEV-ÇAND’ê li Parîsa paytexta Fransa kongreya xwe ya 5'emîn pêk anî. Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan hate lidarxistin û 45 delege beşdar bûn. -
Li Marsîlyayê mamosteyên Kurdî sertîfîkayên xwe wergirtin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi şiyara "Bi Kurdî hîn bibe û Kurdî hîn bike" qurs hat lidarxistin. -
'Sansura li ser Bakur rakin'
Kekdarên sînemayê, sînemahez û nivîskarên sînemayê li dijî sansurkirina belgefilma “Bakur” a ku ji aliyê Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu ve hatibû kişandin, ji ber Konsolosxaneya Franse ya li Stenbolê heta Qada Galatasarayê meşiyan -
'Em qadên xwe yên sînemaya azad ava bikin'
Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, li hember sansûrkirina fîlmê Bakur nerazîbûn nîşan da û got, “Werin em hêza xwe ya ji gel û kedê tê bikin yek. Em pêvajoyên çêkirin û parvekirina fîlman bikin komun.” -
AKP'ê radyoya Kurdî girt
Hikûmeta AKP'ê ya ku bi hincetên cihêreng nîşan dide ku xwe li perwerdeya Kurdî û zimanê Kurdî ranagire û dibêje, "Pirsgirêka Kurd nîne" li Konyayê radyoyeke herêmî ya bi Kurdî weşanê dike, girt. -
Serlêdanên ji bo 9. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê destpê kirin
Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ku di nava gelek festîvalên fîlmên Kurd ên li gelek navendên cîhanê de weke ya herî mezin tê dîtin, îsal cara 9. e tê organîzekirin. -
Bi biharê re geş dibin kovarên azadiyê
Kovarên li çiyayên Kurdistanê ku bi awayekî rêkûpêk derdikevin bi hejmarên nû û bi nivîsên balê dikişîne derketin. -
Mîhrîcana Rojên Şanoyê ya Êlihê destpê kirin
Mîhrîcana Rojên Şanoyê ya Êlihê ya wê ji aliyê Şaredariya Êlihê ve îsal a 6. pêk bê, ji bo bihêz derbas bibe Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel bi komên şanoyên yên li bajêr û rêxistinên civaka sivîl re hat gel hev. -
Onder nerazîbûn nîşanî astengkirina fîlmê Bakur da
Parlamenterê HDP’ê Onder, ji ber fîlmê Bakur li Festîvala Fîlman a Stenbolê hat astengkirin nerazîbûn nîşan da. -
Fînala Mîhrîcana Fransayê pêk hat
Mîhrîcana Fransayê ya di 7-11'ê Nîsanê de li Parîsê hat lidarxistin, roja Şemiyê i salona Arnoûvîlle Carles Aznavoûrê bi pêşbirkên ji beşen muzîk û govendê fînala wê pêk hat. -
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdistanê li Fransayê destpê kir
1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdistanê di 7'ê Nîsanê de bi pêşangeha wêneyan a Îhsan Kaçar ku parçeyek ji projeya bi navê "Jinên Şer" e, saet di 19:30 de destpê kir. -
Li Londrayê konsera 'Stranên çiyê'
Li paytexta Îngîltere Londra li Şanoya Acrola bi navê 'Stranên Çiyê'' konsereke muzîka Kurdî hat lidarxistin. -
TEV-ÇAND'ê li bajarê Lînzê komîsyonên çandê ava kir
TEV-ÇAND'ê li bajarê Lînzê civînek lidar xist û komîsyonên çandê ava kir. -
‘Wêjeya çiya, wêjeya civakekê ye’
Endama Komîteya Wêjeyê ya KCK’ê Nûpelda Engîn girîngî û wateya xebata wêjeya çiyayan, nirxên ku xwe dispêrê û aliyên vê yên ku bi rê ve dibe nirxand û got: “Wêje şêweya vegotina jiyanê ye.