ÇAND Û HUNER
Roja duyemîn a Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên zarokan, meşa çandî û bi defîleya cilên neteweyî ji herêmên cuda yên Kurdistanê rastî eleqeyek mezin hat.
Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bû qada ji rê û resmên Êzdatiyê. Şahî bi girseyî û coş pêk hat.
Tîrêj Roj: “Hunera wê bûye pêşenga tarzeke neteweyî ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran, bi hunera xwe çand û zimanê Kurdî parastiye, ji hezaran jinên ciwan re bûye çavkaniya îlhamê.”
Akademiya Şehîd Sefkan û Komîna Şano ya Çiya, bi wesîleya Roja Şano ya Cîhanî û 22’yemîn salvegera şehadeta şanogerê şoreşger Yekta Herekol, xebateke taybet a şanoyê amade kirin.
Rojnameya Komînal bi 'Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk' a Rêber Apo dest bi weşana xwe dike.
Hemû Nûçe
-
-
-
Hêza li Brezîlyayê jî xelat wergirt
Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê ku îsal cara şeşan tê lidarxistin, Xelata Dokûmantera Herî Baş radestî Dokûmantera Hêza hate kirin.
-
-
-
Rojavafest li Swîsreyê dest pê dike
Navenda Çandê Pargîn a li Rojava û Tev-Çand li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê mîhrîcaneke bi navê 'Rojavafest' a çandî û fîlman ku wê sê rojan li ber xwe bide li dar dixin.
-
-
Jiyanek mişt huner: Hesen Zîrek
Hunermend Hesen Zîrek ku di serdemeke gelek zehmet de bi hunera xwe têkoşîneke mezin kir û bi stranên xwe bû berdevkê êş û azarên gelê Kurd, hê jî bi deng û stranên xwe olan dide.
-
-
Derhêner Aydemîr: Kurd êdî di rola sereke de ne
Derhêner Haşim Aydemîr diyar kir ku ew bi şîara “Eger em nikaribin sînemaya xwe, gelê xwe bînin ziman ti kes nikare me vebêje” ketiye nava sînemayê û got ku bi sînemayê re tevkariya pêvajoya azadiyê kirine.
-
-
'Hêza' li Bukreşê xelat wergirt
Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 'Film in Focus' de ku li paytexta Romanya Bukreşê hate lidarxistin, belgesela Hêza hêjayî xelata belgesela herî baş hate dîtin.
-
Tava Sor çîroka berxwedanê ye
Beşa destpêkê ya rêzfîlma Tava Sor ku senaroyaya wê ji aliyê Ahmet Tahîr ve hatiye nivîsandin, di Stêrk TV de hate weşandin. Rêzefîlma bi derhêneriya Nûman Yîgît qala berxwedana pêvajoya xwerêveberiyê dike.
-
-
Gonuldaş: Ziman parçe nake, lê digihîne hev
Rêveberê Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê Mehmet Zekî Gonuldaş qedexeyên dewleta Tirk ên li ser çand û zimanêw Kurdî weke nîşaneya pratîka mejiyê înkarê pênase kir û destnîşan kir ku ziman civakan, gelan a jî dewletan parçe nake, digihîne hev.
-
-
-
-
-
-
-
-
Ji girtîgehê ber bi navenda hunerê ve
Avahiya ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqayê de weke êşkencexane dihat bikaranîn, veguherî navenda perwerdahiya hunerî ya belaş ji bo gelê Reqayê.
-
Kelecana Mihrîcana Govendê ya 33’emîn
Merasîma 'Mihrîcanê' ya ku ji ber şewba vîrûsa koronayê 2 sal hat rawestandin, di navbera 4-5'ê Hezîranê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê tê lidarxistin. Çalakî ji aliyê Govend Eûropa ve tê organîzekirin.
-
Çanda kevnar a Êzdiyatiyê: Cumê
Mam Hecî Qaso Murat diyar kir berê wî Cumê ji bo debara xwe dikir, lê niha ji bo ku ev çand winda nebe, wî zarokên xwe fêrî Cumê kiriye û got “Li Şengalê bi tenê em çêdikin û kesekî din xwe fêr nake.”