Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3'yemîn destpê kirin

Komîteya Amadekar ragihand ku Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê îsal cara sêyemîn wê di navbera 17-20’ê Nîsanê de pêk were û xwest ku filmçêker serlêdanê bikin.

3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê îsal wê di navbera 17-20’ê Nîsanê de pêk were. Komîteya Amadekar li ser malpera xwe daxuyaniyek parve kir. Komîteya Amadekar bang li fîlmçêkeran kir û got: "Me dest bi qebûlkirina serlêdanan kiriye. Demjimêra dawî ya serlêdanan 1’ê Adara 2026’an e.” 

Komîteya Amadekar malper û koda serlêdanan jî parve kiriye. Fîlmçêker dikarin berhemên xwe ji lînka jêrî re bişînin: 

https://filmfreeway.com/KurdischesFilmfestivalDusseldorf 

Serlêdana Kodê: 2026DKFF 

Festîval fîlmên ku mijara wan Kurd û Kurdistan e nîşan dide. Ne tenê Kurd ji çar aliyê cîhanê jî derhêner beşdarî festîvalê dibin. 

Festivala Dusseldorfê di sala 2024’an de dest pê kir. Sala 2024 û 2025’an eleqeyek girîng dît. Bi giştî nêzî 80 fîlm, belgesel û kurte fîlm ketin pêş perdeya spî û sê hezar û heftsed kesî temaşa kir. 

Îsal jî wek salên berê xelatên cuda ya festîvalê hene. 

Navên xelatan ev in: 

Xelata Fîlma Mafên Mirovan (Human Rights Film Award) 
Xelata Fîlma Berxwedanê ya Halil Dag (Halil Dag Resisting Film Award) 
Xelata Fîlma Yilmaz Guney (Yilmaz Guney Film Award) û  
Xelata Filmsazên Nûjen (Aspiring Filmmakers Award). 
Xelata dawî ji bo filmçêkerên ji çar parçeyên Kurdistanê tê dayîn. 

Komîteya Amadekar a Festîvalê xwest ku filmçêker serlêdanê bikin û temaşevan ji niha ve rojên festîvalê li salnameyên xwe zêde bikin. 

Dîroka dawî ya serlêdanê: 1’ê Adara 2026’an 
Dîroka festîvalê: 17–20’ê Nîsana 2026’an  
Cih: Dusseldorf