Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

Mihemed Şêxo yê ku bi stranên xwe êşa gelê Kurd gihand bi milyonan kesan, di 37’emîn salvegera wefata xwe de li Qamîşloyê bi merasîmekê hat bîranîn.

Yekîtiya Hunermendên Cîzîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi boneya 37’emîn salvegera wefata hunermendê nemir ê Kurd Mihemed Şêxo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê merasîmek bîranînê li dar xistin.

Hunermend, nivîskar, rewşenbîr, malbata Mihemed Şêxo û gelek hezkiriyên wî ku piraniya wan ciwan bûn, beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Birayê Mihemed Şêxo Beha Şêxo di merasîma bîranînê de axivî û got, "Mihemed Şêxo digot, 'Sed sal jî piştî mirina min derbas bibe, gel wê guh bide min û stranên min şîrove bike. Ez ji vê bawer dikim.'"

Beha Şêxo diyar kir ku Mihemed Şêxo stranên şoreşgerî, evînî û civakî gotiye û sê nifş bi guhdarîkirina stranên wî mezin bûn.

Piştî axaftinan, Koma Ciwanan a Mihemed Şêxo û Koma Botan stranên Mihemed Şêxo gotin. Hunermend Sefqan Orkêş û Amir Remo jî di merasîmê de stran gotin.

Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xecokê yê Qamişloyê ji dayik bû û di 9’ê Adara 1989’an de li Qamişloyê wefat kir.