BI DÎMEN

Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

Hunermendên TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn ji bo piştgiriya berxwedana Rojava strana ‘Biparêze’ çêkirin û Med Huner Production jî klîba stranê kişand.

Deh stranbêjên TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi hev re stranek gotin û klîbek kişandin. Navê stranê "Biparêze" ye. Gotin û muzîk ji hêla Hekîm Sefkan hatiye çêkirin. Mazlûm Rewşen jî qeyd û aranjeya stranê amade kiriye. Med Huner Production ji bo stranê klîbek kişandiye. Dîmenên klîbê ji meşa Kolnê ya 24’ê Çileyê ku bi sed hezar kes beşdarî bûbû, hatiye girtin. Dîmenên klîbê Sîfilm girtiye û Tarik Demîr jî edîta wê amade kiriye.

 

Stranbêjên ku di nav xebata stranê de cih girtine ev in: Beser Şahîn, Sosin, Zozan Zûdem, Binevş Roj, Bermal Çem, Hekîm Sefkan, Talat Yeşîl, Alî Jiyan, Zahîr Loran û Sîpan Xelat.

Kîlb li ser malpera Youtube ya Med Hunerê hat parvekirin.

Gotinên stranê bi vî rengî ne:

Rojava nav û şane, cenge û hêê

Şûr ji kalan kişyane, şinge û hêê

Zengil lêdaye çinge, çinge û hêê

Ne zûye û ne derenge, cenge û hêê

 

Zengil lêda çinge

Şûr kişyaye şinge

Ferman şer û cenge

Ferman şer û cenge

 

Rojava berxwedane, em rabin tev

Rûmeta Kurdistane, dest bidin hev

Bi hev re biparêzin, bi roj û şev

Rê nadin hov û gura, fermane ev