Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin
Bi pêşengiya mamosteyên ZarokMa û GerokMa û tevkariya Dergah, Meclisa Jinan a Nûda û meclisa xwecihî, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin.
Bi pêşengiya mamosteyên ZarokMa û GerokMa û tevkariya Dergah, Meclisa Jinan a Nûda û meclisa xwecihî, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin.
Zarokên beşdarî şahiyê bûn govend gerandin, stran gotin û wêne kişandin. Armanca şahiyê weke "di nava zarokan de zimanê dayikê, nasnameya çandî û aliyên hunerî were pêşxistin" û "hestê hevgirtinê û hilberîna hevpar xurt bibe" hat ravekirin.

Beşdaran diyar kirin ku şahî hem dide fêrkirin û hem jî xweş bû û xwestin ku şahiyên bi vî rengî bidomin.
