Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan derbarê hevdîtina bi Serokê Meclisê ya Numan Kurtulmuş re pêk anî, daxuyaniyeke niviskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û qanûna çarçoveyî de hevdîtin pêkanîn e û pêşniyarên xwe kirin e.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Me di hevdîtina bi birêz Numan Kurtulmuş de diyar kir ku divê qanûn bi kok be û bingeha çareseriyê demokratik a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ava bike. Me careke din destnîşan kir ku di qanûna çarçoveyî de divê statuya birêz Abdullah Ocalan cih bigire û xebata şert û mercên azad xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Me diyar kir ku divê qanûna çarçoveyî hemû kesan bigire nava xwe, pirsgirêka Kurd di pevçûnê de veguherîne bingeheke hiqûqî û siyasî. Me bal kişand ser vê yekê ku ezberên derbasbûyî nikare çareseriyê pêk bîne û aştî û demokrasî dikare ji pirsgirêkan re bibe derman.
Me di hevdîtinê de hesasiyeta xwe ya divê qanûn berjewendiya 86 milyonan berçav bigire û rûmeta hemû kesan biparêze anî ziman. Me destnîşan kir ku divê ji bo qanûnan piştgiriya hemû partiyan hebe û pirsgirêka Kurd ku pirsgirêke sed saliyê li ser partiyan re ye. Me diyar kir ku divê qanûna çarçoveyî hemû kesan bigire nava xwe û ji bo pêvajoyê mekanîzmayên bên avakirin piştgiriya aştiya civakî bikin. Daxwaza me ya herî bingehîn ew ê ku qanûna çarçoveyî bingeha entegrasyona demokratîk ava bike û ji bo hemû kesan demokrasî, hiqûq, azadiyê pêk bîne. Em biryardariya xwe ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje encamê dubarê dikin. Em careke din kêfxweşiya xwe ji bo hewldanên birêz Kurtulmuş û hevdîtinên wî ji raya giştî re parve dikin.”