Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

Ji bo Rêber Apo stranek nû ya bi navê Roja Me" hate çêkirin û klîb hat kişandin. Gotin û muzîk ji hêla hunermend Rotînda ve hat çêkirin û stran ji hêla hunermenda Kurd a jiKazakistanê Berfîn Memedova hat xwendin.

Klîba kuderhêneriya wê ji Med Productionê Tarik Demîr kiriye di saetên êvarî de li ser hesabê Med Huner a û YouTube hat weşandin.

Gotinên "Roja Me" wiha ne:

Roja Me

Gotin û Muzîk: Rotînda Jan Yetkîner

Solîst: Berfîn Memedova

 

Temirandin agirê jînê

Tarî xistin ser jiyanê

Kole bimîne jin wek berê

Te dûr xistin ji civakê

Birîn reng û dengê gelan

 

Ditirsin ji felsefa te

Ditirsin ji hebûna te

Ditirsin ji sekna te

 

Gel bi te şiyar bû

Milyonan da du te

Niha cihan te nasdike

 

La la labo jiyanek azad

La la jin li pêş têdikoşe

La la serkeve hêza me

La la la

 

Hêzên tarî tev bûne yek

Dikin şerê ronahiyê

Tirsa wan hêza gelane

Lê gel bi te bawere

Li cîhanê belav bû dengê te

 

Azade mejûyê te

Azade fikrê te

Azade cîhana te

 

Niha cihan te nasdike

Dixwîne felsefa te

Dikarin klîbê ser vê lînkê temaşe bikin

https://www.youtube.com/watch?v=KiRzSsGpLyI