Li gorî daneyan Amed li seranserê welêt ye ji wan bajaran e ku herî zêde jin lê tê kuştin. Ji meha Çileyê û vir ve li bajêr çar jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Her wiha mirina bi guman a jinan jî bi gotina 'întiharê' tê nixumandin.
Wê doza Hêlîn Eren destpê bike ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de ji aliyê olî ve bi Siyabent Şeker re zewicî bû. Têkildarî Siyabent Şeker îdîanameya bi daxwaza cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin. Di îdîanameyê de hate ragihandin ku kiryar bi derewa 'lihevkirinê' bang li Hêlîn Eren kir û bi çekê çû hevdîtinê, bi vî rengî kuştin plan kir.
Dozgeriyê guh neda beyanên 'tehrîka neheq' a kiryar. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Mafên Jinan a Baroya Amedê Hêlîn Tapanci ku dosyayê dişopîne got, "Hêlîn Eren ku şeş mehan bi kiryar re dima, di nava vê demê de bi rêk û pêk li zexta fîzîkî û psîkolojîk rast hat. Hêlîn Eren ku ji ber tundiyê çû gel malbata xwe, piştî ku malbatên wan ketin navberê careke din vegeriya gel kiryar û kiryar gelek caran bi çekê gefa kuştinê lê xwar. Siyabent Şeker ku hvealê nêz ê Cemal Alparslan bû ku Îlayda Alkaş qetil kiribû, ji ber ku Hêlîn Eren a ku sê mehî ducanî bû xwest jê cihê bibe, ew qetil kir. Şeker roja bûyerê bi bahaneya 'lihevkirinê' xwest Hêlîn Eren bibîne û di dema hevdîtinê de bi çekê Hêlîn Eren qetil kir. Kiryar ku ji cihê bûyerê reviya, di demeke kurt de hate girtin."
Kiryar di beyanên xwe de got, Hêlîn Eren heqaret lê kir û xwest jê cihê bibe, lewma çek teqand. Lê beyanên kiryar bi îfadeyên şahid hate derewandin. Têkildarî kiryar ku bûyer bi plankirî pêk anî, bi sûcdariya 'Kuştina bi zanebûn a jinê' îdîanameya ji çar rûpelan hate amadekirin. Di îdîanameyê de îfadeyên şahid û kiryaran, raporên tipa edlî jî cih girtin. Rûniştina destpêkê ya îdîanameyê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Amedê ve hate qebûlkirin, wê 23'ê Hezîranê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 3'yemîn ve pêk were.
'BÛYER BI RENGEKÎ PLANKIRÎ HATE KIRIN'
Şopdara dosyayê parêzer Hêlîn Tapanci ji bo rûniştina dozê banga tevlîbûnê kir û anî ziman ku cezayên li hemberî kuştina jinan bê dayin divê di wê astê de be ku pêşî li kuştinan bigire. Hêlîn Tapanci diyar kir ku di dosya Hêlîn Eren de kiryar bûyer plan kiriye û got, "Dema ku delîlên li dosyayê û daneyên di çarçoveya lêpirsînê de derketin holê bi hev re bêne nirxandin, wê bê dîtin ku bûyer ne kiryareke ku ji nişka ve pêk hatiye, lê belê bûyereke plankirî ye. Ji ber vê yekê divê kuştina bi plan ji aliyê dadgehê ve bi hesasiyet bê nirxandin."
'DIVÊ TEHRÎKA BI NEHEQÎ NEYÊ BIKARANÎN'
Hêlîn Tapanci anî ziman ku di kuştina jinan de kiryar ji bo berpirsyariya ceza kêm bikin timî hin parastinan dikin û destnîşan kir ku li pêşberî taybetmendiyên bûyera şênber divê ev parastin neyê qebûlkirin.
Hêlîn Tapanci got, "Nepêkan e ku êrişeke giran a bi vî rengî ya li hemberî mafê jiyanê yê jinekê bi ti hincetê bê rewakirin. Mafê jiyanê yê jinan nabe ku bibe mijara bazariyê. Tundiya li hemberî jinan şexsî nîne, pirsgirêke civakî ye û her kuştina jinan di heman demê de êrişek li ser wijdanê civakî ye. Ji ber vê yekê girîng e ku meqamên dadgeriyê nêzîkatiyeke welê nîşan bide ku mafê jiyanê yê jinan biparêze."
'PÊWÎSTE MAFÊ JIYANÊ YÊ JINAN BÊ PARASTIN'
Helîn Tapanci destnîşan kir ku wê heta dawiyê şopdarê dozê bin û got, "Bendewariya me ew e ku kiryar li gorî cezayê ku kiriye bi cezayê herî giran bê mehkûmkirin. Her biryara adîl a li pêşberî kuştina jinan ne tenê ji bo dosyayê, ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan gelekî girîng e. Ev daxwaz dengê hevpar ê jinan hemûyan e. Em bang li jinan, rêxistinên jinan û her kesên alîgirê wekheviyê dikin ku di rûniştinê de piştevaniyê mezin bikin."